Giringiya Zimanê Kurdî û hebûna yek Alfabeyê

Giringiya Zimanê Kurdî û hebûna yek Alfabeyê

 (Digel Anketekê/Pirsînekê ser Ziman û Alfabeya Latînî)

Suleiman Sulevani

 

Hebûna çend alfabeyan jibo zimanê kurdî bi serê xwe problemek e. Kurd heya demeke nêzîk bi sê alfabeyan dinivîsîn, Latînî, Erebî û Kirîlî*. Baş e nuha kurdên Sovyetê jî alfabeya latînî bikartînin û wan hema bêje dev ji alfabeya kirîlî berdane. Îro alfabeyên li kar tenê latînî û erebî mane lê gereke ew jî bê safî kirin û kurd tenê bi YEK alfabeyê bixwîne û binvîse.

Munaqeşeyên ser zimanê kurdî û alfabeyê tim zindî û aktuel e, carna hinekî xaf û sist dibe û hine carên din jî gur û bilind dibe. Van rojan ev mijara latînî li ser zarê gelek nivîskar û intelektuelên kurd de ye.

Heneka 1:ê avrêlê/nîsanê ev mijar anî pêş. Diyar e kurd, heta di henek û derewên xwe de jî, wan li ser xewna yekîtiya alfabeya kurdî û yekitiya di nav kurdan de; dikin. Ev rewşeke trajîk-komîk e. Tiştên eyan û aşkere ku kurd gereke bikin jibo yekitîya xwe, bihêzbûna xwe û pêşeroja xwe, nakin. Ergên kurd dikarin bikin û ji destê wan tê; ew mixabin nakin.

Îro problema mezin windakirina zimanê kurdî ye û bi taybetî li bakur. Mirov dibîne rêvebir, pêşeng, siyasetmedar û kesayetiyên kurd, serokên partiyan bi rengekê giştî belavok, daxuyanî, agahîyên xwe bi zimanê tirkî didin. Di facebook, twitter û medyasosyal de hema bêje giş ne bi kurdî ne. Ser de, hin rêvebir û serokên kurdan ne tenê kurdî nizanin belku her ji binî ve, bi nijad ne kurd in û biyanî ne. Gotineke Osman Sebrî heye di vê wateyê de dibêje: ger bixwazî welatparêziya kesekî nas bikî, lêbinêre ka ciqas ew xwedî li zimanê xwe derdikeve.

Li Bakûr latînî tê bikaranîn lê zimanê kurdî dihele, têkdiçe û lawaz dibe.Yek ji armancên sereke yên partî û rêxistinên kurdî gereke bibe parastina zimanê kurdî. Ew bikeve programa partiyên Kurdî û bibe stûna serekî di danustendinan de, di jiyana civakî û kulturî de. Ew bibe kakilê stratejiya netewî ya wan partiyan.

Lê her çend dewleta tirkî bi hemû hêza xwe dijatiya zimanê kurdî dike jî û heyf hine partiyên ser navê kurdan siyasetê dikin dibin alîkar ji bo serkeftina wê siyaseta qirêj hemberî Kurdan. Hember vê siyaseta kujer huşyarbûneke netewî û potensiyaleke mezin li bakûr heye, mirov dibîne roj bi roj jimara kesên welatparêz yên dixwazin bi zimanê kurdî bizanin, zêdetir dibin.

Birêz Welat Agirî di nivîsîneke xwe de dibêje RT retwîttên (parvekirinên) birêz Nêçîrvan Barzanî yên kurdî bi alfabeya erebî 70-80 ne lê dema bi kurdiya latînî dinivîse ev jimare derdikeve 700-800, ev bi serê xwe statistikeke din e û bersiveke jibo kesên dibêjin kurdî li bakur nayê bikaranîn.

Jibo alfabeya latînî, rojhelatnasên rojavayî destnîşan dikin ku alfabeya erebî li nivîsandina kurdî nayê. Ev alfabe ji bo derxistina dengên kurdî, perdeyên deng û kirpandina peyvên wî bi tevahî têr nake(1). Bêgoman jibilî ku alfabeya LATÎNÎ bersiva dengên zimanê kurdî dide, gelek başî û avantajên wê jî hene.

Li jêr ser mijara alfabeya Kurdî ya Latînî û zimanê Kurdî, anketek/pirsînek heye. Ew tenê weke hewleke jibo têgehiştina hin rastiyên derbarê ziman û alfabeya Kurdî. Her çend ew bi awayekê rêkupêk û akademîk ne hatiye amade kirin lê ew ê bibe oryantasyon û boselek ji bo dîtina hin rastiyan. Giringiya alfabeya Latînî û hebûna YEK alfabeyê ji bo hemû kurdan yekcar mezin e. Ew gereke weke stratijiyeke netewî bê dîtin. Di anketê de pirsên normal û rojane hene û her kes dikare beşdar bibe û dîtinên xwe bîne ziman. Ez nizanim ew ê çend bala xelkê bikêşe lê dizanim ku kesên hêja û xwedî zanyarîyên dewlemend derbarê vê mijarê hene û ew pir in. Hêvîdar im gelek ji wan hêjayan, kesên ji dûr û nêzik bi Kurdî ve mjûl dibin, beşdar bibin û bersiva pirsan ligorî têgehiştina xwe bidin. Piştrast im ku ew ê mijarê dewlemend bikin, rêyên baş, rast û hêja raxin ber çavê audîtorya kurdî.

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeSMK-4PisyIzNDhKT4FZizVWPQbMcOy-jHEsWCo83zx2dPDw/viewform?usp=sf_link

Hêjayî gotinê ye ku latînî/kurmancî ji aliyê %65ê kurdan ve tê bikaranîn.

 

Çavkanî:

(1)Dr. Salih Akin: Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî

https://krd.riataza.com/2019/11/22/alfabeya-kurdi-ya-bi-tipen-latini-1/

 

(*) Latînî/ Kurmancî: piraniya Kurdên Bakûr, Rojava, komarên Yekîtiya Sovyet a kevn û her wiha beşekî Kurdên başûr û yên rojhilat ve tê axaftin

-Erebî/ soranî: piraniya Kurdên başûr û rojhilat ve tê axaftin

– Alfabeya Kirîlî tenê li komara Ermenîstana Sovyeta berê ji alîyê beşeke biçûk kesan ve tê bikaranîn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev