Murad Demîr û muzîka wî

Murad Demîr û muzîka wî

Nivîsên ser asta ha bilind û bi kurmancîyeke ewqas xweş

dikarin tenê di malpera me da bixwînin!

 

Hevpeyvîn: Mela Mihyedîn

 

Muzîka pir enstrumanî timî bala min kişandîye û her daîm keyfa min jêre hatîye. Gava cureyê enstrumanan di stranê de zêde bin keyfa ku dide mirovan jî pêre zêde dibe. Murad Demîr muzîka xwe bi pir enstrumanî tîne holê. Kesê guh dide muzîka wî tamek xweş jê digre û cardin guhdarî dike û cardin guhdarî dike…

Me xwest em wî û xebatên wî ji nêz ve bas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Mirad Demîr kî ye?

Merhaba, Ez Murad li pey şopa çanda xwe me û karê ku ez dikim jî li ser vê yekê ye. Ji navçeya Colemêrgê, Çelê me. Ev bû 2 sal li Stenbolê dijîm. Berî wê li Rihayê min zanîngeh dixwend û ji ber xeyalên xwe min zanîngeh terikand û hatim Stenbolê ku xeyalên xwe pêk bînim. 

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Bi rastî ev ji mêj de evîna muzîkê di dilê min de ye. Ji zaroktîya min heya niha ez gelek jê hez dikim. Ev nêzî 12 sal in karê muzîkê dikim lê berîya niha ez enstrumanîst bûm wekî niha solîstî min nedikir. Em bêjin ev 5 sal in jî ez solîstîyê dikim. Berîya niha li Rihayê min ji bo kêf û aborî ev kar dikir, lê ji ber xeyala xwe min ew der û zanîngeh terikand û hatim Stenbolê û ev nêzî saleke jî bi Hoy Nerme me gava xwe ya yekem avêt 🙂 

 

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min wekî behrekî bêbin û bêdawî ye. Kûr û her kûr. Di vê behrê de hezkirin, jibîrkirin, serî rakirin, êş, derd û hema çi hîs bên hişê mirov de hene û danîşanekî hîsên mirov e muzîk… 

 

Dema te biryar da tu yê albuma xwe derxî, ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albuman de ji te re bûne alîkar?

Dema min biryar da malbata min û hevalên li derdora min bûn alîkar. Mala wan hezar car ava, bi saya vê yekê ez bawer im bêhtir min ya di dilê xwe de anî ziman li ser muzîkê. 

 

Çavên me li rê ye, gelo xebatên xwe wekî album tu yê kengî derxînî?

Em vêga li ser berhemê dixebitin, ger ev Şewba Coronayê li ser cîhanê rabibe, û hêvîdar im zû rabibe, heya îlonê ez bawer im em ê biqedînin. 

 

Muzîka te muzîka pir enstrumanî ye û keyfek mezin dide guhdarvanan. Mîna koma Kamkar  bi enstrumanên curbecur ahengên xweş derdixînî. Fikra dengbêjîya stranên gelêrî bi muzîka pir bi enstrumanî çawa derket meydanê?

Bi rastî muzîka pir enstrumanî hertim ji min re xweş dihat lê ev nayê wê wateyê ku em ê hemû stranên xwe bi awayekî pir enstrumanî bikin. Dibe ku di pêşerojê de tenê bi dengekî jî em bistrên :). Her enstrumanekî bi karaktera xwe heye. Û ew hîsên di hindirê mirov de dikevin ser notayan bi saya enstrumanan. Dibe ku enstrumanekî tu bikarbînî mirov kelogirî bike û awayekî wusa bikarbînî mirov keyfxweş bike. Li ser vê yekê jî gelek enstruman an hindik enstruman ne girîng e bi min. A girîng ew e ku enstruman çawa hîsên mirov derxe ser notayan. 

 

Melayê Cizîrî dibêje: “Evîn sedema her tiştî ye û hêmana pêncemîn e (av, ax, agir û hewa)”. Di stranan xwe ya nû de (Rez) te wiha straye: “Eşqa te ez dîn kirim”. Her çiqasî gotinên stranê ne yên te bin jî gava tu dibêjî tu ji can û dil hîs dikî. Gelo heta niha tu ji eşqa jinekê ketî tayê?

Belê di sitrana Rez de wisa dibêje. Gotinên stranê aîdî bavê min in. Dirêjtir bû lê min hinekî kurt kir û ew gotin jî pir xweş bû bi min. Li ser taya eşqê jî ez bêjim belê wek her kesekî di wextê xwe de qedem li min şikandî hebû. 🙂 

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ez ji her tarzên muzîkê re rêzê digrim û guhdar dikim. Lê muzîka gelerî li ba min cîyê wê gelek cuda ye. Ne ya Kurdî bi tenê. A Yewnanî jî a Farsî jî a hemû gelan bo min xweş û cuda tê. 

 

Tu ji kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Bi min muzîka Kurdî de ku mirov bêje filankes pîrê muzîka Kurdî ye nîn e. Li ser dengbêjên Serhedê tu difikrî kesekî wekî Şakiro heye. An tu werî Botan Mehemed Arifê Cizrawî heye û kesên pîroz zehf in Eyaz Yûsif, Seîd Gebarî, Miradê Kinê, Tehsîn Taha, Ciwan Haco, Şivan Perver, Xelîl Xemgîn û yên niha nayên bîra min û ez nanasim zehf in. Muzîka Kurdî bi serê xwe bêhempa ye û pîrên wê zehf in. Û ji vir ez rêzdarî hezkirina xwe li ser van mirovan tînim ziman. 

 

Berê komên muzîkê hebûn û piştre her muzîkjen ji komê vediqetîyan diketin ser rêya xwe. Niha komên muzîkê kêm bûne, heta meriv dikare bêje ku nemane. Li gorî te sebeba vê yekê çi ye?

Bi min sebebên kom belavkirinê zehf in. Exleb jî ji ber mijarên taybetî ne. Lê xwezî ne belavbûna xwe û hunera xwe li gel hev bidomanda.

 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundirê xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Wekî min berîya naha gotî muzîk behrekî bê bin e. Di hundurê xwe de zehf tiştan vedişêre. Cîyê ku hîs lê hebe muzîk li wir e. Di muzîka me ya gelerî de dîrokeke bêhempa heye. Stranên kevin mirov dibe wan deman. Ev tiştekî zehf xweş e bi min. Behsa serpêhatîyan dike, ev dibe sîyaset û dema behs dikin bi zimanekî xweş behs dikin ev dibe wêje, ji ber ku ev tiştên hatî gotin rast in dibe dîrok. Ev tiştên ku em behsa wan dikin min bêhtir girêdide muzîkê. 

 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjenên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Berî her tiştî divê mirov bizane çi dixwaze. Ê ku dixwaze navdar bibe, li ser wî karî xebatên ezamet dike û digihîje armanca xwe jî, ê ku dixwaze hunerê bike karê wî dibe ew tişt û hunerê dike. Bi min dema bên nasîn, him hunera xwe jî bike fersendek baş e. Kesê bê nasîn emrê wî bila 100 sal bin lê huner bêdawî ye. Hunera veşartî jî şens e, belkî yek pê bihese û bide naskirin lê belkî kes pê nehese û wenda bibe. Ji ber wê yekê jî bila hunermendên me xwe bidin nasîn jî, bila şopînerên wan jî zêde bin. Bila herkes wan guhdarî bike.

 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Krîterên muzîka bas dîsîplîn û hîs in. Dema te her du şert anîn cî wê muzîkeke xweş derkeve holê. 

 

Herkes dikare stranan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare stranan bêje lê herkes nikare bibe hunermend. 🙂

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Na mixabin, têr nake. Lê binêrin xebatkarên muzîka Kurdî tev yan karekî din jî dikin yan jî rewşa wan ya aborî nebaş e. Ger here dawetan dikare jîyana xwe bidomîne. 🙂

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo muzîka Kurdî pêş bikeve qedr û qîmeta hunermanda zanîn pêwîst e bi min. Û xwendin lêkolîn û xebat.

 

Pêşerojê em dikarin li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin. Projeyeke te wisa heye? Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Belê dibe. Projeyên me zehf in bi rastî. Dibe ku berîya berhemê em single kî din jî parvebikin û pistî berhemê jî projeyên wekî tenê muzîk jî em difikrin. Ka em lê binêrin wê çi çêbe û zor spas. 🙂

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev