Şekroyê Xudo (ji bo 90 salîyê)

Şekroyê Xudo (ji bo 90 salîyê)

Eskerê Boyîk

 

Şexsîyet hene, ku têne dinîyayê bi şuret û zanyarîya xwe, kar û barê xwe ronayê didine rêya mirovan, civakan, miletê xwe, ewledan ra dibin mînak, mamosta û rênîş, dikevin cêrga nemiran. Navê wan ji goveka teng ya malbetî, civakî, rewşenbîrîyê dertê dibe netewî, dîrokî. Ew dibin berdevkê netewa xwe, dewrana xwe. Kesayetîkî wusan bû doktorê dîrokê, profêsor, akadêmîkê Akadêmîya Ermenistanê, kurdzanê bi nav û deng, zanyarê mezin Şekroyê Xudo Mihoyî.

Şekroyê Xudo di derecên zanyarî yên dijwar ra bilind bû û ji xortekî sade gihîşte bilindaya zanyarîya herî bihurmet – akadêmîkîyê. Ew di mekteba dîrokzanîya Ermenîya û kurdzanîya Rûsîyayê ya xurt ra derbas bû, berhemên kurdzanîya cihanê mihand û bû dîroknivîsê gelê xweyî herî hêja û navdar. Hê li xwendina mektebê û pey ra jî li zanîngehê texmîn dikir ku dîroka gelê wî hîmlî ji alîyê zanyar û dîrokzanên gelên cînar û biyanîya va nivîsî pirr zeyîf hatîye ronîkirin, ji gelek wara va rast nehatîye şirovekirin, her kesî bo kara netewa xwe, weletê xwe, bawarîya xwe nêzîkî dîroka Kurdan bûne. Kurd gerekê dîroka gel û welatê xwe bi xwe binivîsin ku rastîya dîroka gelê xwe raxin ber cihanê.

Bi rastî jî, ji rûyê gelek egeran da, Kurd pirsgirêkên netewa xwe va pirr kêm mijûl bûbûn. Welat ji alîyê dagirkaran va timê di nav şûndamayînê, nexwendîtîyê, nezanîya fêodalîyê, zulm û zorê da dihat xweyîkirin, şer û dew, pirsgirêkên navxweyî lê kêm nedibûn. Heta bawarî û oldarîyê jî nedihîştin Kurd bi çavê rastî pirsgirêkên netewa xwe binhêrin.

Serketina qeydê Sovêtê li Rûsîyayê, pareke gelê kurd ra, ku ji dest zulm û zorê revîyabûn û li dervayî welatê xwe dijîtin, rê û mecalên pêşdaçûyînê anîn. Derew e, gelên pirrşuret û bêşuret nînin, tenê derfet hebin, rêyên pêşdaçûyînê vekirî bin. Kurdê Sovêta berê, bi taybetî yên Ermenistanê, ew civaka şûndamaye nîvkoçer, ya ferman, qir û birr dîtî, ji welat û axa kal-bavên xwe qetîyayî, barê pêşdaçûyîna ziman, çand û zanyarîya gelê xwe dan pişta xwe û di dema Kurd û Kurdistanê ya here dijwar, wextê heta nav û nasnema wî gelî jî bi zordarîyê dihat înkarkirin, gelê xweyî pirmîlyon ra bû çira ronahîyê, xwenaskirnê, hîvîya heyîtîyê û pêşîrojê. Prof. Şekroyê Xudo ji wê civakê rabû û bû şemaleke ronahîya wê civakê ya here geş.

Elegez, li ku zanyar sala 1930î 12 nîsanê hatibû dinê û xwendina xweye ewlin lê standibû, wê demê gundekî kurdên Ȇzdî, yê qedîmî rengîn, merkeza nehîyê bû. Nehî jî hema-hema ya kurdan dihate naskirin. Mekteba gund ya navîn bû û zarokên gundên dorê tev dihatin wir xwendinê, têatroya kurda ya dewletê û gelek îdarên kûltûrî-çandê lê hebûn. Serok û karmendên nehîyê hîmlî kurd bûn. Mala wan jî, mala Xudoyê Miho di Ermenistanê da maleke naskirî bû, cîyê hatin-çûyînê, mêvan û merivên naskirî. Şekro li wê malbeta qedîm, li nav admosfêra xwendevanan da mezin bû. Li bajarê Yêrêvanê jî, zanîngehê da, ku şaxê dîrokê bijartibû (salên 1948-1952) mamostayê wî dîroknasên Ermenîya yê wê demê yên bi nav û deng bûn. Hema salên xwendinê yên ewlin da saya şuret, zîrekî û di warê dîrokê da têgihîştina pirsgirêkan xwendkarê aqil guhdarîya dîroknas û mamostayê zanîngehê kişandibû li ser xwe .

Salên xebata mamostatîye (1952-1955 li mekteba Elegezê) û rojnemevanîyê (1955-1960 rojnema RIYA TEZE da berê wek serokê parê, paşê katibê cabdar) ew gîhandine wê bawarîyê ku karê wî dîrokzanî ye û tek di wî warî da ew kare kêrî gelê xwe bê.

Wan sala ew xebatê ra tevayî aspîrantûrayê da jî (di warê dîrokê da) dixûne û di sala 1960î da xwe bi temamî pêşkêşî bi zanyarî karê lêkolîna dîroka gelê xwe dike.

Zanyarê mezin dinivîse: „Bi merema berdewankirina xebata zanyarî di warê dîroka Kurda da, sala 1960î min karê rojnemevanîyê hîşt û çûme zanîngeha Rojhilatzanîyê ya Akademîya Ermenistanê a zanyarîyê koma kurdnasîyê da ketime xebatê“.

Sala 1963an têza zaniyarî ya kandîdatîyê, bi têma „Tevgera azadîxwezîya Kurd li Îraqê piştî şerê cihanî yê duyemîn“ bi serketin xweyî dike. Sala 1978an li zanîngeha Rojhilatzanîyê li bajarê Moskvayê têza doktorîyê bi têma „Pirsgirêka avtonomîya gelê Kurd li Îraqê“ xweyî dike. Salên 1981ê heta 1994an serokatîyê beşa kurdzanîyê li Înstîtûta Rojhilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenistanê dike. Di nava wî wedeyî da gelek lêkolînên giranbiha di warên kurdzanîyê yên cuda-cuda, bi serokatî û tevbûna wî parê da hatine kirin, bi deha pirtûkên kurdzanîyê hatine weşandin.

Rojhilatzan, berendam-miqaledarê Akadêmiya KE zanyariyê, rojhilatzanê ermenîyî navdar Nîkolay Hovannîsyan derheqa xebata zanyar yê wan sala da wa dinivîse: „Emekê wî di warê amadekirina rojhilatzanîya Ermenîya da mezin bû, berê ewlin sazkirina çiqlekî wêyî wusayî ferz, çawa kurdzanî ye… Şekroyê Mihoyî zanyarekî xweyê zanebûnêd mezin û têgihîştina analîtîk bû, dikaribû di nav fakta da kûr be û fikira xweye bi biryar bêje. Karê wî, monografî û gotarên wîye zanyarî… di nav kurdzanîya wedê niha da emekekî giranbiha ne. Saya hereket û berhemên wîye weşandî dîroka tevgera kurdaye azadarîyê li Kurdistana Îraqê bi kûrayî hatine lênihêrandin. Ewî bi xemxurî serketinêd tevgera Kurdaye azadarîyê dinhêrî, kîjan ji bo wî timê kanîya şabûnê bûn“.

Kar û xebata zanyarê mezin bilind hatine qîmetkirin. Di warê zanyaryê da saya zanebûnên ênsîklopêdîk, zanyar gihîştîye navên here bilind. Sala 1981ê navê profêsorîyê sitend. Sala 1990 ew hat bijartin wek endem-miqaledarê Akadêmîya Ermenistanê ya Zanestî. Şeş sal pey ra wî dibijêrin wek akadêmîkê wê Akadêmîyayê. Pêwîst e bê gotin, li walatê Sovêtê navê akadêmîkîyê, di sîstêma zanyarîyê da dereca here bilind e û didane zanyarê here mezin, yên dinêeyan, yên ku rêyên nû li nava zanyarîyê (u’lm) da vedikirin… Li temamîya Sovêtistana berê û ji hidûdên wê der cara yekemîn bû ku bi serê prof. Şekroyê Xudo kurdzanek gihîşte wî navê bilind.

Sala 2002 an kurdzanê e’yan hat bijartin wek akadêmîkê Akadêmîya Rûsîyayê ya heqîqetê û bêqezîyabûnê.

Kurdistana Azad jî kar û xebata ewledê xwe bilind qîmet kir. Sala 2006an ew hêjayî xelata zêr ya ronakbirê kurdî mezin Pîremerd bû.

Sala 2007an 1ê Sibatê, li bajarê Moskivayê, ji kirîza dil zanyarê mezin çû ser dilovanîya xwe.

***

Sala 2010an ji bo 80 salîya Kurdzanê mezin, li Komara Ermenistanê biryar hate stendin dibistana navîn ya gundê Elegezê li ser navça Aragasotinê, li kîderê Zanyar xwendibû û salên 1952-1955 dersdarî lê kiribû, bikin ser navê Akadêmîk Şekroyê Mihoyî (Mihoyan).

Rehma Xwedê zanyarê Mezin be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev