Çend xebatên Seîd Veroj

Çend xebatên Seîd Veroj

Rohat Alakom, lêkolîner

Min cara yekem Seîd Veroj di salên 1990an de li Stembolê nas kir. Dema min ew nas kir tavilê min dît ku di kesayetîya Seîd de kurdbûn, kurdînî, kurdîtî, kurdayetî gelek xurt e, di derbarê ziman, edebîyat û dîroka kurdî de hewas û evîneke wî ya mezin hebû. Hercar dema ez diçûme Stembolê, lê digeriyam, me hev didît. Çend caran bûme mêvanê wî jî. Van têkiliyên me, dema wî mala xwe bar kire Amedê jî berdewam kir.

Di warê pêştabirina çanda kurdî de hewldayîna Seîd Veroj ya yekem, di sala 1994an de bi weşandina kovara War ve dest pê kir, heta sala 2004an vê weşanê jîyana xwe her berdewam kir. War wek kovareke lêkolîn û lêgerînê derket. Di navbera salên 2005-2011an de vê carê, wî kovareke din bi navê Bîr weşand. Di nav rûpelên herdu kovaran de jî gelek nivîs hatine weşandin. Kovara Bîr paşê bi formateke dîjîtal derket û heta niha jî weşana xwe didomîne. Bi kurtî Seîd Veroj, qasî 25 salên xwe da van kovarên bi navên War û Bîr. Ev salan jê re bûn tecrûbeyeke baş.

Seîd Veroj tenê bi weşandina van herdu kovaran nema. Wek nivîskar û lêkolerekî bona pêştabirina çanda kurdî, bi taybetî di warê ziman û dîroka kurdî de karên hêja kirin. Danberdana herdu zaravayên kurdî (zazakî û kurmancî), danberdana zimanê kurdî û zimanên din yek ji wan mijaran e ku bi salan bala wî kişandiye. Mirov vê yekê di çend nivîsên wî yên di van kovaran de çap bûne, baş dibîne. Ligel xebatên gramerê, çend ferhengên wî jî wek pirtûk hatine weşandin. Di sala 2011an de, di Unî­versîteya Mardîn Artukluyê de dest bi xwendina xwe ya masterê kir. Di nav çend salan de ev xebata xwe jî bire sêrî. Tezeke bi navê Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî amade kir.

Di nivîskariya Seîd Veroj de, dema here berhemdar bêguman salên 2015-2020 ye. Di nav van pênc salan de çend xebatên berfireh di warê dîroka kurd de weşandin ku bi zanyarî û agahiyên kêrhatî ve tijî ne. Perîyoda ku di dîroka kurd de zêdetir bala Seîd Veroj kişandiye, çaryeka dawîn ya sedsala 19 û çaryeka yekem ya sedsala 20 e. Lê belê wî zêdetir çaryeka yekem ya sedsala 20an, ango salên 1900-1925an hildaye bin mercekê. Ew salan çawa tê zanîn di netewetiya kurd de serdemeke nû pêk tînin. Di van salan de ştilên modernîzmê tên avêtin. Navenda wê Stembol û çend welatên Ewropayê ne. Rola qelem û defterê, kovar û rojnameyan, komele û partiyan her diçe zêdetir dibe.

Çend xebatên bîyografîk yên Seîd Veroj hene ku mirov bi hewaseke mezin dixwîne. Di nav van  de kesên ku zêde bala me dikşînin Abdurehman Nacîm û kurê wî rojnemevanê kurd Mevlanzade Rifet e. Bav bûye mijara pirtûkekê, kur jî bûye mijara yeka din. Eger em herdu pirtûkan bînin bal hev, em dikarin bibêjin ku Seîd Veroj dîroka malbateke kurd (Mevlanbegzade yan jî Mevlanzade) bi hûralî nivîsiye. Di çaryeka dawîn ya sedsala 19an de em rastî navê Abdurehman Nacîm, kurdekî gelekî balkêş tên. Wek kesekî edîb, şaîr, perwerdekar, hiqûqnas hatiye nasîn. Mirovekî piralî bûye. Malbata Abdurehman Nacîm herwiha yek ji wan malbatên navdar yên kurdên Stembola kevin pêk tîne. Ji başûrê Kurdistanê hatiye Stembolê wek malbata Seîd Paşa (bavê Şerîf Paşa). Abdurehman Nacîm wek mînak di helbesteke xwe de pesnê Seîd Paşa dide ku wê demê bûye wezîrê karên der. Di sala 1881an de dema konsolosê brîtanyayê li Dîyarbekirê, Trotter di raporeke xwe de beyan dike ku kurd kesinê hov in û ji edebîyatekê bêpar in, kesên wek Abdurehman Nacîm, Keyfî û Hesen Zuhdî bi çend nivîsên xwe vê yekê protesto dikin, bi agahiyên berbiçav nîşan didin ku edebîyateke kurdî ya dewlemend heye. Ev cara yekem e ku nivîskarên kurd wek Abdurehman Nacîm, Keyfî û Hesen Zuhdî bi rêya çapemenîyê dîtinên xwe wiha bi eşkere beyan dikin. Nivîsên wan di rojnameya Tercüman-i Hakikat de hatine weşandin. Ji van kesan Hesen Zuhdî wek mînak di nivîsa xwe de nîşan dide ku nivîskarê kurd Ehmedê Xanî, ji nivîskarê fransî Alexandre Dumas ne kêmtir e, herduyan dide ber hev. Ev cara yekem ku di demeke wiha zû di çapemeniya osmanî de li ser edebîyata kurdî û Ehmedê Xanî tê nivîsîn. Çend nivîsên ser kurd û Kurdistanê jî bêîmze û bi kurteya navên wek A.T.  di Tercüman-i Hakikat de hatine weşandin. Ew jî li tevî gengeşî û nîqaşên li ser kurdan, dibin. Balkêş e, ev dîtinên çandî û ramanî ku di salên 1880yî de bi rêya rojnameya Tercüman-i Hakikatê deng vedane, gelek sal berî rojnameya yekem ya kurdî Kurdistanê (1898) dest pê kirine!

Bi saya pirtûkeke Seîd Veroj ya din, em fêr dibin ku rojnamevanê kurd Mevlanzade Rifat qasî bavê xwe Abdurehman Nacîm navdar bûye. Mevlanzade Rifat di jîyana xwe ya polîtîk û rojnamegerîyê de wek kesekî muhalîf hatiye nasîn. Zêdetir li Stembolê bi weşandina rojnameya Serbestî hatiye nasîn. Jina wî Ulviye Mevlan jî bi salan kovareke jinan derxistiye: “Cîhana Jinan” (Kadınlar Dünyası). Serbestî wek weşaneke osmanî derketiye, lê belê di salên xwe yên dawîn de, dema pirsgirêka kurd li cîhanê tê nîqaşkirin, Serbestî, dibe organa ne-fermî ya Komeleya Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti). Ev yeka bona gelek xwendevanan nûçeyekê pêk tîne. Tiştê herî baş jî ew e ku cara yekem Seîd Veroj, me ji hemû wan nivîsên ser kurdan ku di Serbestîyê de derketine, agahdar dike. Seîd Veroj di vê xebata xwe de, him lîsteya nivîsên li ser kurdan ku di Serbestîyê de derketine û him jî tekstên beşeke mezin yên van nivîsan di dawiya pirtûkê de raberî xwendevanan dike. Bi vî tehrî gelek nivîs û nûçeyên ku di Serbestîyê de hatine weşandin, bi saya vê xebatê derdikevin rûyê rojê. Ev materyalên rojnamegeriyê, di pêşerojê de dikarin gelek alîkariya nivîsîna dîroka kurd bikin û di vî warî de hin pirsgirêkan zelal bikin.

Ronakbîrê kurd Mehmed Mîhrî Hîlav jî, bûye mijara pirtûkeke din ya Seîd Veroj. Ev

malbata ji  rohilatê Kurdistanê hatiye Stembolê. Li vir em dibînin ku piştî derketina rojnameya yekem ya kurdî Kurdistan (1898), qasî 20 sal derbas dibin vê carê kovareke bi navê Kurdistan di sala 1919an de li Stembolê derdikeve. Xwediyê îmtîyaz yê vê kovarê Mehmed Mîhrî Hîlav bûye. Li vir wek xebatên xwe yên li jor navborî, Seîd Veroj, di vê xebata xwe de jî lîsteya nivîsên ku di kovara Kurdistanê de derketine û tekstên çend nivîsan jî pêşkêşî xwendevanan dike. Di vê pirtûkê de çend wêneyên endamên malbatê jî hene ku heta niha li tu cîhekî de belav nebûne.

Di pirtûkeke din de em jîyana herdu birayan Celadet û Kamiran Bedirxan dibînin. Di vê pirtûkê de zêdetir nivîskariya wan ya salên 1913-1923 tê lêkolandin. Em li vir rastî wan nivîsarên herdu birayan tên ku di van salan de di çend rojnameyên Stembolê de derketine. Çawa em dibînin herdu birayan di salên gelek zû de dest bi nivîskariyê kirine. Wek mînak di sala 1919an de her yekî bi dehan nivîs di rojnameya Serbestî weşandine. Belkî jî herdu bira di dîroka Bedirxanîyan de kesine pêşîn in ku di nav demeke wiha kurt de evqas zêde nivîs amade kirine û weşandine. Emsalekî din nayê bîra min.  Seîd Veroj tekstên van nivîsan jî di pirûka xwe de weşandine. Di sala 1919an de çawa tê zanîn destana kurdan ya neteweyî cara yekem wek pirtûk li Stembolê tê weşandin. Ji van birayan Celadet Bedirxan danasîneke dirêj di derbarê weşîna vê berhemê de dinivîse û ji rojnameya Serbestîyê re dişîne. Rojname vê danasîna  dîrokî di sala 1919an de wek du beşan diweşîne. Di nav van nivîsên Celadet Bedirxan de nivîsa ku min bi evîn û hewaseke mezin xwend, divê ez li vir dîyar bikim ku ev nivîsa wî ya li ser şahberhema kurdî: Mem û Zîn e! Celadet Bedirxan li vir rexneyên gelek erênî û balkêş pêşkêş dike. Giftûgo û hevpeyvînên lehengên berhemê bala wî dikşîne û vê berhemê dişibîne şanoyekê! Di cîhekî de Celadet Bedirxan bona gora Ehmedê Xanî ku li Bazîdê dimîne jî, wiha dibêje: “Tirba wî ya pîroz wek qibleya kurdan ya neteweyî tê zanîn, di rojên taybetî de dibe zîyaretgeha gel”. Belê, di sala 1919an de gelek tişt li Stembolê diqewimin. Bi kovar û rojname, komele û rêxistin, jin û mêr, kurd pêkve li Stembolê radibin pêyan! Ronakbîr, pêşevan, rojnamevan û nivîskarên kurd bi rêya qelem û nivîsê dengê xwe bilind dikin.

Seîd Veroj, pirtûkek jî li ser Kurdîzade Ahmed Ramiz nivîsîye. Ew jî kesekî balkêş e. Seîd Veroj, wî wek “Weşangerekî Xwebexş û Aşiqê Lefzê Kurdmancî” dide nasîn. Kurdîzade Ahmed Ramiz ne tenê pirtûkên xwe weşandine, wek weşanger pirtûkên kesên din jî dane çapkirinê. Belavkirin û bi buhayekî erzan firotana wan jî aniye rojevê û di vî warî de gelek hewl daye.

Lêkoler Seîd Veroj, her kesayetêkî kurd ne tenê kiriye mijara pirtûkekê, jîyan û karên hin kesên din jî bi kurtahî ligel hev wek berevokekê weşandiye. Cildê yekem yê vê projeyê di sala 2019an de bi navê Portreyên Şophiştî hatiye weşandin. Gelek caran jî em di malper û weşanên kurdî yên perîyodîk de rastî hin nivîsên Seîd Veroj yên kêrhatî tên. Wek mînak heta niha me hew zanibû ku tenê 25 hejmarên kovara Jînê, di navbera salên 1918-1919an de derketine, lê belê angorî nivîseke Seîd Veroj piştî peydabûna hejmarên 33 û 36an yên vê weşanê, derdikeve holê ku ev kovara heta sala 1920an jî derketiye! (Kovarabir.com, 10/10 2019). Bi vî tehrî agahiyên me yên di derbara jîyana vê weşana girîng de hebûn, hatin nû kirin.

Seîd Veroj bi hemû bîyografiyên ku amade kirine naxwaze tenê jîyana wan kesan bi xwendevanan bide nasîn, wek me li jor jî dît herwiha aliyên van kesan yên weşangeriyê jî derdixe pêş. Seîd Veroj bala me dikşîne çavkaniyên li ser wan û çavkaniyên ku wan bi xwe nivîsîne jî. Xebatên wî vê carê çehreke bîblîyografîk werdigrin. Ji ber vê jî, divê mirov van lêkolînên Seîd Veroj, wek çend lêkolînên bîo-bîblîyografîk jî bihesibîne.

Seîd Veroj, zêdetir kesine bi jîyana weşangeriyê re mijûl bûne, ji xwe re hilbijartiye. Ew, rola nivîskaran di çapemenî û di rojnamegeriya osmanî û kurdî de bi belge dide nasandin. Ev xebatên Seîd Veroj di pêşerojê de dikarin gelekî alîkariya nivîsa dîroka rojnamegeriya kurdî jî bikin. Rojname û kovarên ku li derveyî welat derketine jî benda lêkolînê ne. Wek mînak kovara ku Abdullah Cevdet cara yekem li Cenevreyê bi navê Îçtîhat derxistiye hê nebûye mijara lêkolînekê. Ji sala 1904an heta sala 1932an qasî 358 hejmarên wê derketine. Kovara bi navê Meşrutiyet (Mecheroutiette) ku Şerîf Paşa li Parîsê di sala 1909an de derxistiye jî balkêş e, heta sala 1914an qasî 54 hejmarên wê hatine weşandin. Lê belê xwendevanên kurd vê gavê nizanin di nav rûpelên van weşanan de çi hene! Di van weşanan de û di organên wek van de, bêgûman gelek agahiyên kêrhatî hene ku dikarin dîroka Kurdistanê ronî bikin. Divê weşanên perîyodîk yên van salan baş bên şe kirin, qet nebe fîhrîstên nivîsên ku di nav rûpelên wan de hene derkevin rûyê rojê. Ez bawer dikim ku bi saya Seîd Veroj û lêkolerên wek wî, em ê di pêşerojê de bibin xweyê gelek zanyariyên hewaskar û kêrdar. Peyveke efsûnkirî qasî peyva “meraq” tune ye ku deriyên nû li pêşiya lêkoleran vedike. Xwedê tu wext lêkolerên kurd ji meraqê bêpar nehêle!

Çavkanî: http://kovarabir.com/ û https://twitter.com/RAlakom

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev