Dewrêşê Evdî

Dewrêşê Evdî

Çapa 4an a berhema delal ji alîyê Weşanxaneya ”Nûbihar”ê da

 

Dema berhemek cara çaran çap bibe, bi serî xwe îzbata hostatîya nivîskarê berhemê û naveroka bêhempa ya wê berhemê ye, herwiha serbilindîya wê weşanxanê ye, ku ew çap kirîye.

 

Firotana berhemeke delal a bi jimareke pir herwiha şabûnekê dike dilê me, ku xwendevanên kurd qîmetê didine nivîskarên baş, kitêbên baş û weşanxaneyên baş.

 

Evîna Dewrêşê Êzîdî û Edûleya keça mîrê Milan trajîk û balkêş e.

 

Li gelek deveran, dengbêjan ev destana Dewrêşê Evdî bi kilamkî gotine.

 

Nivîskarê vê kitêbê Eyüp Kıran bi lêgerînekê kûr û dirêj jiyan, evîn û têkoşîna Dewrêşê Evdî berhev kiriye û ev romana hêja nivîsiye…

 

Van salên dawî gelê me qîmetekî mezin da bîranîna wî lehengê Kurd û Kurdistanê. Lêkolîner birêz Agit Yazar cîyê tirba wî dît û fîlmeke balkêş belav kir, li Ziyareta Êzdîyan ya li Ermenîstanê bi awayekî heytehol, bi amadekarîya Elîyê nevîyê Dewrêşê Evdî yê ji Wêranşeherê heykelê wî hate vekirin. Sipasîyeke germ ji bo herdu bira Mêralî û Dewetîyê Osê û avakarê Ziyaretê rehmetîyê Mîrzeyê Çolo Siloyan, ku xwe dane ber çêkirin û vekirina wî heykelê di nava dîroka me da gelekî giring û ber dilê me gelekî ezîz.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev