Sihet û hizûra malbatekê

Sihet û hizûra malbatekê

Welat Agirî

 

Ev ji mehekê zêdetir e, li piraniya welatên dinê dibistan hatine girtin. Zarok bi dê û bavên xwe re di mal de mane, ku divê ev wext bi adan û bereket were derbaskirin. Ji aliyê fîzîkê ve, ger sîstema parastina laş xurt nebe, lê ber koronayê têk diçe. Yanî di hêla fîzyolojîyê de, di navbera 2-3 heftan de yan pak dibî, radibî ser xwe yan jî ji vê dinê bar dikî diçî.

Ger mijar derûnî be, ev bandora negatîf ya li ser derûniyê, ne îşê 2-3 hefta ye. Dinyayê semptomên koronayê ên pîskolojiyê bi zelalî bibîne, lê ne îro, di rojên bê de. Heke dê û bav plan û programeke baş çênekin û bi sebr û sebat wê programê nexin pratîkê, pêkan e ku ev psîkolojîya civatê ya xirab hê zêdetir xirab be, şexsiyet û karekterên kor û topal li civatê peyda bin.

Çend xal hene, ku dixwazim bi xwînerên malpera Rîataza re parve bikim.

Di vê heyamê de, bi bikarnîna van bendan, hûn ê dijwarî û zehmetiyên xwe kêm bikin;

 

  • Di serî de, bo pîskolojiyeke baş divê siheta laş jî baş be. Herro, herî kêm saetekê spore bikin. Bêhereketî ziyaneke mezin dide saxî û derûniya zarokan û mezinan.  
  • Heta ji destê we tê, zarokên xwe ji telefûn û tabletan dûr bixin. Herweha divê dê û bav jî bikaranîna teknolojiiyê kêm bikin. Di malbatekê de teknolojî û înternet çiqas kêm be, hizûr û aramî ewqas zêde ye.
  • Lîstokên bi lebatan gelekî ji yên ferazî çêtir in. Li şûna lîstokên compûterê, hûn dikarin bi zarokên xwe re, di mal de gog, çavgirdonek, şeşik, birêz, kişik û wdn, bileyîzin an jî bidin leyîstin.
  • Ziman bi çîrok, meselok û metelokan pêş dikeve, heta ji destê we tê ji zarokan re çîrokan bêjin an jî bixwînin. Ger di destê we de pirtûkên kaxizîn tunebin, dikarin ji vê malperê gelek pirtûkên pdf ên zarokan daxwînin.  

https://mamosteye-zimane-kurdi.blogspot.com/

  • Di vê demê de, li ser Netflix û Youtubê gelek fîlm tên temaşekirin. Ger ew fîlm bi malbatî werin temaşekirin, wê baştir be. Aktîvîteyên ferdî, ferdên malê ji hev sar dike, dûr dixe.
  • Jiberkirina helbest û strana, bona hefiza zaroka û pêşxistina zimên gelekî baş e. Zarok dikarin helbestekê an jî stranekê di navbera  2-3 rojan de ji ber bikin.
  • Di çêkirina xwarinê, şûştina firaqa û paqijiya malê de şuxil bidin zarokan jî, bira betal nemînin, alîkariyê ji wan bixwazin. 

Ev çend xal bûn, ku di van rojên di malê de, xalên girîng in. Divê neyê jibîrkirin: -Di malekê de bikaranîna teknolojiyê çiqas kêm be, hizûr û rehetî ewqas zêde dibe-

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev