Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -2

Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -2

Yilmaz Güney: Mirov. Hunermend. Helwêst. 

(Ji 7 xelekên derheqa Yilmaz Güney da xeleka 2an) 

Dr. Îbrahîmê Mehmûd 

Efsana „Padîşahê krêt„

Zindan, kîlerên binerd yên tarî û qirêj, deriyên hasinî, dîwarên qalind û derabekirî… Ev gotin û ciyên bi tirs û sehûgirtî; gelo çuqasî dengên azadîxwaz têde hatine xeniqandinê? Gelo çendîn mêrxas û xwedî prînsîp têde hatine windakirinê û canê xwe ji dest dane?! Lê di heman demê de jî, çuqasî ev ciyên reş, kûr û tarî bûne motika çirûsk û tîşikên ronahiyê li ser rûyê erdê jibo pêşerojeke geş û serfiraz!! Çendîn mirovên navdar û mezinên dunyayê têde peyda bûne, û ji wêderê bi zengelorkên xweyî zêrîn sitran gotine;! Yan jî bi xwîna xwe pirtûk û nvîsarên herdem zindî nivîsandine…? !

Ez bêtirs dikarim bêjim, ku Yilmaz, ev xortê başûrî yê vînpolat, bi serblindî kete rêza wan mêrxasan de, yên ku bi xebat û helwêstên xwe ve, rûpelên zêrîn di dîroka mirovayetiyê de vekirine; zindanê tu bandora neyênî (nêgatîv) lê nekir, belko bi pêçewane (bi berevajî wê, eksê wê) ew hîn xwirttir û mukurtir kir, da ku rêya dabû pêşiya xwe, tevî çetnahiyan jî, bibe serî! Loma jî em dibênin, her di nav wan quncên reş û tarî de, dest bi nivîsandina romana xwe a navdar „situxwar mirin”* kir.

Belê, di zindanê bi xwe de Yilmaz Güney bû nivîskar û hunermendekî xwedî bawer û rêalîsperest. Di vî warî de, ew wise dibêje: „ Zindanê hîç bandoreke neyênî li min nekir… bûyerên çîroka ku min nivisandbû, ji rastiya jiyanê hatibûn. Min li gor ezmûna (tcruba) xwe û hevalên xwe, bi dilsozî (emanet) rûdan şirove kiribûn…Ji wê çaxê ve û di hemû xebatên xwe de, yên edebî û sînemê, min xeta rêalîzmê parast û bûme dilsoz wê…“(8).

Bi drêjhiya dema di zindanê de, Güney bîr lê dikir, ka gelo piştî derketinê wê çi bikê?? Wî baş dizanî bû, ku êdî ew ketiye bin çavdêriyê de û bûye nîşan ji desthelatdaran re… Di vê demê de hesteke xwirt pêre peyda bû bû, ku ew dikare tenê hemû daxwaz û xewnên xwe di rêya sînemê de cî bicî bikê; lê pirs ew bû: çawa û bi çi şêwe û mêtodan…?? Piştî bîrkirinên kûr û dûr, daneberhev û helsengandina mijarê ji hemû aliyan ve, ew gihêşte wê baweriyê, ku ew tişt tenê bi rêya lêstikvaniyê (ekterî) di flîman de dikare pêk bê; heger pêwist be, bila di filîmên bazirganî yên bê wate û erzan de be jî! Tiştê giring di vê qonaxê de jibo wî ew bû, ku bighêje armanca sereke…!

Di rastiyê de jî, ew raman û xewnên wî zû bi cih hatin; piştî derketina wî ji zindan ê, ew pir li kar geriya, çi kar be bila bibe, giring ewe, ku bi berpirsiyariya xwe beramber malbatê rabe… Şansê baş, ew vê carê jî rastî şirketa sînemê, a bi navê Mîrîc-Film hat û tê de kar kir… Ji wê çaxê de, yanî ji destpêka 1963 an ve, Yilmaz Güney êkranên (perde, şaşa) sînema tirkiyê roj bi roj dagîr kir û bû ekter û nivîsevanê sênaryo jibo filêman yê herî serkevtî.

Güney bi pehlewaniya xwe di filîman de, hemû rolên ku dispartine wî, weke ekterekî lêhatî û hostayekî zîrek pêktanîn! Ji ber wê hezkiriyên wî di nav temaşevanan de, roj bi roj zêde dibûn û bi navê wî bang dikirin!!

 

Bêgoman, organên ewlekariyê, yên ku çavdêriya hemû xebat û rabûn û rûniştina Y.Güney dikirin, bi serkevtinên wî narehet dibûn û didanên (diran) xwe lê disêqeandin! Her weha sermiyandar û çîna burjwazî jî, yên ku pîşeya sînemê di bin hukmê wan de bû, ji pêşveçûna Güney û serkevtinên wî di “cîhana”wan de, nerazîbûn û bi hebûna wî dilteng dibûn; û di guhên hev û du de dikirne piste pist û ji hev dipirsîn: Gelo çi li der-dora me diqewimê?! Ev xortê gundî, feqîr, krêt (nexweşik, fehiş, nebedew) yê ku ribba (çarîkek) hunermendên me yên navdar, ne xweşike, rolên xwe bi hostayetiyeke bilind pêktîne?! Ew roj bi roj, hiş û dilê milyonan ber bi xwe ve dikşînê?!! Salonên sînemê, yên ku filîmên wî di wan de têne nîşandanê, rê û rêwan ji xelkê di wan de namênê? Em çibikin beramberî vê rûdanê… Çênabe, ku em bêdeng bimênin…??!

Bi vî hawî, hêzên nexêrxwaz gotina xwe kirin yek û wek gava yekem, çekê xwe: Rojnamegeriya “zer”a kolanan û rojnamevanên erzan di rûyê wî de rakirin.”…Nexêrxwazên min – Güney dibêje – nexasime bazirganên mezin yên sînemê neçar man û bê vîna xwe qebul kirin ku, ev xortê nexweşik rolên xwe bi deh qat, ji ekterên me yên padîşahê bedewiyê baştir pêktîne…Wê çaxê min bi dengkî bilind ragihand û got: heger ekterên we padîşahên xweşikbûnê ne; bila ez jî padîşahê nexweşik (krêt) bim…! Ji wê demê ve û tanî vê rojê rojnamegeriya wan ev nav bi min ve girêda “(9).

Dujminên Güney bi hemû şêweyî hewil dan, ku efsane û navê wî ji sînema tirkiyê winda bikin! Lê hemû hewildanên wan serî negirtin û karên wan ê qirêj di derheqa wî de, ber bi valehiyî û beravêtinê ve çûn; ji ber wê, ew zû bi ser hişê xwe ve hatin û gihaştine wê baweriyê, ku şerkirina dijî Yilmaz wê ziyaneke mezin li şirketên wan ê sînemê bikê! Lewra wan destpêkir xwe nêzîkî wî kirin û vexwendî (dawetî) lêstika di filîmên xwe de kir! Bêgoman ne ji ber ku jê hezdikirin, belko zêdetir ji bo rikberiya hev, qezenciyên diravî û bilindkirina navê şirkrtên xwe bû!!

Li vir pirseke mezin xwe bi xwe têne meydanê; Gelo çi tiştî dihişt ku Güney bibe hezkiriyê temaşevanan?!

Pêwiste bê gotin, ku bersiva vê pirsa giring, ne hesane û bi du-sê gotinan nayê bersivdanê; lewra di destpêkê de gereke ez amaje pê bidim (destnîşan bikim, zelal bikim), ku ketina Yilmaz Güney di nav cîhana edeb û sînemê de bi taybetî, dijî zakon, şert û mercên civaka burjwazî bû, nemaze civakeke wek a tirkiyê di wê serdemê de. Ew jî, jiber sedemekî xwerust (sirûştî, sade, besît), ku Yilmaz kurê cotiyarekî belengazî nexwende bû û rewşa jiyana wî û civaka ku têde perwerde bû bû, ne tenê dûrî wî pîşeyî bûn, belko tu bingeh jî jê re ne danîbû!

Burjwaziya pîşezazî bi hîç şêweyî rê ne dida, ku laşekî xerîb – kurê cotyarekî hejar – nêzîkî Mîrnişîna wê ( wan hesab dikir, ku pîşeya sînemê taybetmendiya çîna dewlemendan e ) bibe! Ji ber wê xweferzkrina li ser çîna dewlemendan dijî vîna wan û bidestxitina cihekê di Mîrnişîna wan de, – di bin navê Bedew yan jî ne xweşik – bixwe serkevtineke mezin û zîrekiyeke bê pesindan bû!! Ev sedemek bû ji hezkirina xelkê jê re; lê sedemê din ew bû, ku Yilmaz ji ber rewşa jiyana cotyarî, a ku bi xwe têde derbas bû bû, baş nirxê belengaz û hejaran dizanî; cîhana wan a ruhî ji hundirve nasdikir, zanîbû çawa û bi çê şêweyî, êş û derdên wan bêne ser êkranên sînmê û berê wan bi kuve bidê!

 

Dema, ku xelk dihatin salonên sînemê jibo temaşekirina filîmên Güney, wan sedî sed bawer dikirin, ku wê wextekî, her çiqas kurt be jî, wê bi kesayetiyekê re wek ya xwe li ser êkranê bijîn; ew kesê, ku eynî êş, derd û xemên wan dikşêne. Jiblî wê jî, ew piştrastbûn, ku wê ew kes ( yanî Yilmaz) bi lêstika xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi awir û lihevpêçana (mîmîka) laşê xwe, wê problêmekî ji problêmên civaka wan destnîşan bikê… Weke ku em dizanin, ev yek dijberî naveroka hemû filîmêd mayin yên tirkiyê bûn; ew flîmên, ku “Padîşahên xweşikbûnê“ di wan de dileyistin… Xelk li tiştekî nû, li tiştekî rêyalîst û nêzîkî jiyan xwe a rojana digeriyan û wan, bêpesindan (mubalexe) ev yek di kesayetî û hûnera Yilmaz Güney de dîtin; bi gotineke din, Güney ji wan re bûbû neynik (awêne, mirêk) a ku xwe têde didîtin; ev bû nehêniya (sirrê) sereke ji serkevtina Güney û hezkirina xelkê ji wî re. Lê bidîrina min, nehêniyeke din, nekêmî a berê ji hezkirina temaşevanan ji wî re hebû, ew jî qelafet û gewdê wî bû! Tevî ku dijmin û nexêrxwazên wî berdewam, ew weke mirovekî nebedew û xwînta’l destnîşan dikirin jî, lê di rastiyê de û ji aliyê hunera sînemê ve, ew dûrî pesnê dijminan bû. Temaşevanan û herwise jî rexnevanan, li ser êkranê xortekî nûhatî, bejinzirav û lihevhatî, pehlewankî zîrek û jêhatî di pêkanîna rolên xwe de, didîtin. Jixên wê jî, awir û lîstka çavên wî, hezkirin û dilovaniya wî ji hejar û belengazan re, hişkbûn û mêraniya wî beramber naheqî û zordestiyê didane zanîn, ku ew xwedî vîneke pola ye û tucarî nayê tewandin ê… Bêgoman vê yekê ew li ber çavên temaşevanan hîn şêrîntir û bilindtir dikir!!

Di vê qonaxê de û hetanî sala 1968 an Güney bi lêstika xwe di filîman de bû stêrka herî geş di sînema tirkiyê de. Daxwaza rabûna bi rolên sereke di filîman de êdî ji hemû aliyan ve jêre hatin; netenê ji derhêner (rêjîsor) û filîmçêkerên arzan û nenas ve, belê herwise ji yên navdar û xwedî tecrubeyên mezin ve jî!

 

Yilmaz bi hindkayî salê di 10 filîman de rolên sereke pêktanîn; di nava 5 salan de ew di 60 filîmî de leyist; ji wan filîman weke nimûne:

“ Çemê sor”–”Kujerê ku bû qurban”–”Bizina reş”–”Teyrê brîndar”– “ Her ku dimirim dîsan dijîm”– “ Gurê çiya Koçero “ – “ Tanî dilopa dawî ji xwînê”û gelekêd main.

Gelek dijminên Güney û di nav wan de jî hin rexnegirên sîmema burjwazî, nav û naveroka wan filîman, yên vê qonaxa seretayî di jiyana wî de, bi xerabî li qelemê dan û ew weke Filîmên “bazirkanî yên arzan (Mîlodramî) û bê wate“ nîşan dan; wan dixwest vê yekê wek çek dijî kesayetiya Yilmaz bikar bênin, daku navê wî xerab bikin û rê ya serkevtinê li pêşiya wî bibirin!!

Bêgoman ew helsengandin û nirxandin gelekî dijwar û ne rewa (naheq) bû, jiber ku filîmên Güney herçiqas bazirganî bûn jî, lê ew bi tu hawî ne weke yên “Hwlyod”û yên tirkî bi wateya milodramî bûn; bidîtina min, di wan de awazeke taybet – awaza Güney û perwerdeya wî a zaroktî û civaka wî – hebû. Jibilî wê jî, rastiyke pirî giring heye, pêwiste em jibîr nekin û careke din bi bîr bênin. Weke ku me berê jî xwiya kiribû, armanca sereke a Güney ji lêstika di wan filîman de ew bû, ku nav û dirav ( mal) peyda bike, daku bikaribe di pêş de û serbixwe hemû bîr û ramanên xwe yên ku bi dem û tecrubêre di mêjiyê wî de di meyan, pêk bêne!!

Bêgoman ev mêtod (şêwe,îslûb) di dîroka hûner de tiştekî rewa û eşkere ye û berî Güney jî gelek hunermendên navdar li cîhanê ev taktîk bi kar anîne; Tenê weke nemûne: Yek ji Derhênerên herî navdar li Cîhanê, damezirvanê rêalîzma nû ( New Realîzim ) di sîmema Italî de – Vitoriyo De Sika – ew taktîk bi kar anî û bi rastî jî giha armancên xwe û berhmên pi’r bi nirx û bilind di dîroka sînemê de çêkirin! Ev tişt bi Yilmaz Güney re jî çê bû. Wî gelek caran tekez li ser vê rastiyê kiriye û di got: “Xebatên min yên bazirganî ji ailiyekî din ve alîkariya min kirin. Bi saya navdariyê, sewiya min a hunerî, baweriya temaşevanan û filîmçêkeran bi rolên min û qezenciya diravî, êdî min daxwaz kir ku filîmên xwe bixwe çêbikim. Min dixwest filîmên cuda (başqe) ji yên berê derbixim; filîmên bi wateyên siyasî û helwêstên eşkere bin, ew girêdayê Markisîzimê bin weke felsefa mirovayetiyê bi giştî û rêbaza wê a ramanî (fikirî) û ciwaniyê (êtîk) di huner de a ku min ji xwe re helbijart û li ser şopa wê diçûm “. (10)

Armanca din a Y.Güney ji serxwebûnê di çêkirina filîman de, bi dîtina min her çuqas bê pîlan (bêhemd) û zanebûn be jî, ew bû ku jiyana civaka kurdan bi hemû kêmasî, nakokî, tradîtsiyonên (adetên) kevnare û problêmên rojane derxe meydanê û nîşanî xelkê bide?! Bêşik hesteke netewyî guvaştî û veşartî di dil û hişê Güney de hebû; dibe ku di forma xweyî seretayî de bû û ne bi wateya siyasî û berxwedana rojane bû (gereke tucarî jibîra me neçê, ku hesta neteweyî li ba kurdên Kurdistana bakur bi giştî piştî şikandina serhildanên salên 30 û 40 î ji sedsala buhirî û jiber zilm û zordariya dewleta tirkiyê a dijwar, nizim bû bû. Desthelatdarên tirkiyê bi hemû şêweyî û bê rehim şerê xwenaskirina kurdan a neteweyî di bin çi navî de bûna jî, dikirin).

Y.Güney dixwest jiyana kurdan a rojane, karakterê wan yê milî, welatê wan yê bi sirûşta xwe ve bedew û çiyayên wê yên bilind û asê bi rêya navê filîman û qehremanên wan û helbijartina cihên rûdana bûyeran nîşan bidê…

Jiber perwerdeya malê a hişk, bingeha wî a milî û serpêhatiyên ku bi çavên serê xwe dîtibûn, wî dikarîbû êş û derdên civakê ji hundir ve şirove bikê û tiştian bi nav bike, ango tiliya xwe deyne ser birînê! Weke nimûne ka em bikurtî awirekî bavêjin ser filîmê “Koçero“?! Ev filîm bişêweyekî indîrêkt (ne yekser) – jiber tirsa sansura tirkî a dijwar – serpêhatiya qehremanê kurd ê gelêrî, ku tanî mirinê dijî desthelatdarên tirkan şer kiribû, dike! Ma gelo kî ji kurdan navê Koçero û efsana mêrxasî û şerê wî dijî tabûrên leşkerên tirk, ne bihîstiye?! Jibilî wê jî di filîm de çîrokeke avîndariyê a sade û di heman wextê de jî sert û bê nemûne, ku ew tenê dikare di civakeke wek a kurdan de bi hemû nakokiyên xwe ve rûbide, heye! Yilmaz bi hostayetî hemû êş û derdên jina kurd a ku ji hemû mafên xwe bêpaare di kesayetiya qehremana filîm de nîşan dide. *

 

Dîsan weke nimûne, ka em bikurtî awirekî bavêjin ser filîmê “ Zakonên sinûr “?! Bûyerên filîm bişêweyekî vekirî li ser sinûrên di navbera Tirkiyê û Sûrî de pêktên; rûdan (bûyer) nîşan didin, bê çawa ew xeta ku li erdê kurdan xistine û li herdû hêlên wê mîn û bombe çandine bûne sedema êş û birînên yek miletî ku di nav du dewletan de hatiye parçekirin. Ji neçarî, jibo xwejiyanê û gelek caran jobo serdana xizim û kesên nêzîk, xelkê deverê xwe li nav bomban dixin, lê di encam de, weke ku filîm diyar dike salê bidehan mirovên kurd li ser herdu aliyên sinûr têne kuştin û birîndarkirin. Filîm eşkere nîşan dide, ku ew sinûrên di navbera kurdan de, dijî vîna wan hatine danîn û bûne bingeha belengazî, bindestî û ne aramiya jiyana wan.

Bi vî hawî em dikarin bêjin, ku naveroka piraniya filîmên Güney êd mayin jî li ser babetên jiyan û civaka kurdan bûn…Bûyerên filîman bigiştî li kurdistana bakur (tirkiyê), li nav deşt û çiyayên wê yên bikind û asê de dihatine kişandin; jiyana xelkê çiyayî (ma gelo çiyayî kî ne? Gereke em tucarî jibîr nekin, ku tanî vê rojê jî toraniyên tirkan navê “Tirkên çiyayî“ li me kurdan dikin û bi wê yekê hewil didin hebûna me a milî wenda bikin), mêraniya wan û girêdana wan bi axa xwe ve nîşan dida!

Bi dîtina me, ev hemû nîşanê wê yekê bûn, ku hesteke neteweyî bincilik (veşartî) di kesayetiya Güney de hebû: ew hest xweberîxwe (efewî) û hêdî-hêdî di rolên wî de, yên ku bi wan dirabû, derdiket ser êkranê. Lê rastiyeke li ber çav heye, ku tu kes nikare înkar bike; ew jî ewe, ku asil û bingeha wî a neteweyî bandoreke mezin li ser kesayetiya wî a edebî, hûnerî û siyasî kiribû! Jiber wî bixwe di derheqa vê yekê de weha gotiye: “…Bavê min berdewam di goti: xewina min ewe, ku ez ji vî welatî barbikim û vegerim welatê xwe, da ku ji vê jiyana pîs û reswe xelas bibim. Di destpêkê de, min wateya gotinên wî fam nedikir, lê piştre ez têgehîştim, ku netewa wî bûbû sedemên êş û derdên wî û pozbilindiya wî, ew bindestî qebûl nedikir û dixwest rojekê berî a din ji wir barbikê… Gelek caran dema ku ew bi hêrs diket û aciz dibû, dest di avête tembûrê û stranên kurdî yên mêranî û navtêdanê digotin…Min ev nehênî (siir) jî vê paşiyê fam kir; jiber stranên kurdî bêhna wî fereh dikirin û damarên wî sist dikirin.Wî hemû kîn, êş û derdên di henavê xwe de bi rê ya stranan derdixist“.(11)

Jibilî wê jî û tenha weke nimûne, ka em guh li gotinê hin ji hevalên wî sebaret (derheqa) bi asil û nêzîkbûna wî ji miletê wî re, bigrin. Di gotareke xwe de, derhênerê tirk ê navdar Ardîn Kîral * nivisandiye: “Yilmaz, tê hejmartin lawekî payebilind yê miletê xwe. Dema win temaşeyî filîmên wî bikin, win vê rastiyê dibênin; herwise win bi zelalî dibênin, bê ew çiqasî nêzîkî miletê xwe ye, di nav de dijî û bi dilê xwe yê mezin ji wan hez dike “(12).

Bi herhal, emê hewil bidin vê rastiyê, zêdetir di pêş de bidne xwiyan.

 

Em vegerin ser filîmên wî, yên ku navê”Mîlodrama”li wan dikirin, yanjî gelek caran yên ji wan re “arzan“ dihate gotin! Bo zanîn û li gor dîtina me ev hukim ne rewa bû; tevî ku Yilmaz di filîmên “bazirganî“ de jî di leyist, lê wî rolê rêalîst pêktanîn, wî tucarî rola qehremanê ku nayê şikandinê, yanjî kuştinê qebûl nedikir, ev ji alîkî ve û ji aliyê din ve jî, wî timî kesayetiya mirovên rêal, yên civaka xwe tanî ser êkranê, û bi hemû zanebûna xwe ve guh dida problêmên belengaz û hejarên civaka xwe; bi gotineke din, em dikarin bêjin, ku ew qehremanekî gelêrî, dilovan û diltenig bû.

Tekez li ser vê yekê, rojnameyên burjiwazî yên tirkiyê neçar mabûn û li ser rol û kesayetiya Yilmaz weha dinivîsandin: “…Gelek kerakterên Güney yên xerîb û nedîtî hene. Wî di filîmên xwe yên destpêk de gelek tûndî, kuştin û talankirin bi kar anî, lê em dibênin, ku di heman demê de jî dilovanî û henûniyeke bêhempa li ba wî heye. Ew gelekî guh dide kesên derdora xwe û li wan miqateye û xwedî derdikeve; ev tişt di sînema cîhanî de, mînakeke gelek kême …”(13)

Birastî jî û bêmezinkirin (Mubalexe) dema mirov filîmên Güney dibîne, hest bi rastiya jiyanê dike; ev yek berî hemû tiştî divegere ser guhdan û agehdariya wî li ser rewşa civak û problêmên kesên ku têde dijîn, û herweha hezkirina wî ji hunerê sînemê û bipêşvebirina wê re.

Pêwiste em li vir bêjin, ku berî hatina Yilmaz Güney ser êkranên sînema tirkiyê, ew sîneme bi yek aliyî ve diçû û rêyeke eşkere ji xwe re dîtibû; ew jî rêya filîmên avîndarî, eşq û kêfê bûn yên ku pirraniya wan bi navê hûnermenda tirk a bi xweşikbûna xwe bi nav û deng Turkan Şorayî ve hatibûn girêdan. Weke, ku win dizanin, naveroka wan filîman li ser hezkirin, qesr û qonaxên buha û jiyana dewlemendan bûn, yên ku hunermendên bedew bi rolên wan dirabûn. Armanca wan jî mijûlkirina temaşevan bi jiyanke xeyalî û dûrketinê ji problêmên civakê yên rojane bû! Lê bi hatina Yilmaz Güney rêyeke nû di sînema tirkiyê de peydabû û wî berê wê bi aliyekî din ve da, ku 180 pile (derece) dijberî rêça yên berî wî bû: Rêyeke rêlaîst a nêzîkî jiyana rojane, bi taybetî a kesên feqîr û belengaz, yên ku li hêviya ronahiyekê bûn da ku jiyana xwe a tarî û pirr li nakokî bibênin, nîşan bidin û li dîtina çareseriyê jî bigerin!!

Bêgoman ev yek ne bidilê çînên feyodal, burjwazî û desthelatdaran bû; jiber serketina rêya rêalîst dijî berjewendiyên wan bû û jiyana wan dixiste tehlûkê de, loma jî wan careke din bi rêya rojnameyên arzan dest bi nivîsandinê li ser Yilmaz kirin, bihêviya ku wî aciz û bêhinteng bikin, da ku helwêstin şaş bistênê, jibo ku ji wan re bibe behane (biyanû, hincet), şerê wî eşkere bikin û biyekcarî xwe jê xelas bikin.

Wê çaxê rojnameyan gelek tişt di derheqa wî de nivîsîn; tenê bo nemûne em çend gotinan li vir bibîr bênin: “… Heger em rê li pêşiya vî xortê serserî negirin, ewê ne bikêfa me û dijî vîna me (xesip li ser me) bikeve dîroka me de! Lê hîn ji wê xerabtir jî; wê ew dîrokê li gor vîna (îrada) xwe binvîse…”, “…Ev mirovê (mexluqê) nexweşik, serhişk û xerîb ê ku li me naçê (na şibihê me) ji kuve ji me re derket?!! Ew ne di bîçim ê (rûdan, şikil) me de ye û nejî rabûn û rûniştina wî wek a me ye?!”, “…Filîmên wî pirr bi dênamîkin, tevgereke xwirt û balkêş; weke lêdan, dizî û kuştinê jî di wan de heye, jiber wê jî, netenê temaşevanên me ji wan hezdikin, belê herwise temaşevanên Europî jî ji wan hezdikin; nexasime yên Italî…”û h.w.d.

Belê xwediyê wan gotin û ramanan, jibîr dikirin, yanjî nedixwestin qebûlbikin, ku Yilmaz rastiya jiyanê, bi hemû kêm û kurtiyên wê ve nîşan dida; lomajî temaşevanan ji filîmên wî hezdikirin, nexasime yên Italî, lewra wan di kesayetiya Güney de hunermendekî dilsoz û parêzgerê rêya rêalîzma nû di sînemê de, a ku piştî şerê Cîhanê yê dûhemîn li Italiya destpêkiribû, didîtin.

 

Weke ku têzanîn, bûrjwaziya tirkiyê û desthiladarên wê hemû mêtodên rewa û nerewa jî bikar anîn da ku rê li pêşiya Yilmaz û serkevtinên wî bigrin, lê vîna Güney a polat û baweriya wî a tekez bi serkevtinê bi gellekî ji bîr û boçûnên (karên) hêzên kevneperist û nexêrxwaz bi hêztir bûn. Wî ciyekî xwe yê taybet û ber biçav di cîhana sînemê de çêkir; û di demeke pirr kurt de bû stêrika herî geş di sînema tirkiyê de bi yekcarî; bîçim û gewdê wî li hemû deverên welat hate naskirinê; wêneyên wî li ser rûpelên yekem yên rojnameyên mezin, li ser derî û pencereyên dikanan û herwise jî li ser dîwarê kolanan (sikakan) li bajarên mezin û piçûk, feqîr û dewlemend hatne belavkirinê.

Bi vî hawî hebûna Yilmaz û kesayetiya wî a hunerî hate ferzkirinê… Wise diyar bû, ku hemû tişt bi rêyeke sirûştî ve derbas dibe; çînên dewlemend û desthilatdar ji neçarî ev rûdana awarte (istisnaa) qebûlkirin û di guhên hevûdu de gotin:

ma wê çi bibe?! Bila ev kesê nebedew û xwînta’l were nav rêzên me: pere, navdari, keçikên xweşik, koşik (qesir) û otombîlên buha û fereh …u h.d. Qey qedera civaka me wise ye…!!

Lê ew çîn careke din, di hesab û gomanên xwe de şaş derçûn û qet nehate bîra wan, ku navdarî û daneheva dirav jibo Yilmaz ne armanca sereke bû, belku halet (mêtod) bû, da ku bikaribe xebata xwe, serbixwe bi pêşve bibe!

 

Piştî bi destxistina serkevtinan û navdariyê di cîhana sînemê de, Yilmaz biryar da ku êdî dem hatiya jibo pêkanîna armancan, yên ku bidrêjahiya salan di mê-jiyê wî de meya bûn: derhênana filîmên cidî, yên ku li gor nerînên wî yên siyasi bin û her wise jî li ser jiyana xelkê a rojane bin û bersiva birsên wan bidin!!

Bi vê yekê Güney soz da, ku qet nekeve rêza burjuazî û zordestan de û di jiyanê de nebe hevalbendê wan. Di derheqa vê yekê de wî gelek caran gotiye: Ez yek ji wan kesa me yên, ku dijî çînên serdest şer dikin; pêwiste ez bidime xwiyakirinê, bê ew çîna ku ez ji nav wê hatime, çawa û bi çi şêweyî û ji aliyê kê ve tê çewsandinê??

Li ser bingeha van bîr û baweriyan û li gor ezmûna (tecruba) xwe a ta’l di jiyanê de, nexasime ji zaroktiya xwe ve – Jiyana çotiyarî, nakokiyên civakî, birçîbûn û belengazî, bindestiya çînî û neteweyî – Yilmaz serbixwe, dûrî bandora şirkrtên bazirganî yên mezin dest bi çêkirina filîman kir, nexasime dema hinek dirav kete destê wî de.*

Di sala 1968 an de, bi çêkirina filîmê “Seyid Xan* Y. Güney bi ezmûna xwe a yekem di derhênana filîmên sînemê de rabû. Li gor dîtina rexnegir û pisporên sînemê, filîmê “Seyid Xan”tê hejmartin (hesabkirin) destpêka filîmên Yilmaz yên rêalîst e, jiber di wî filîmî de bi zanebûn wateyên civakî bi kûrî hatine nîşandan.

Bi rastî jî, filîmê “Seyid Xan”rêyalîst bû, têde jiyana gundekî kurdî bi hemû kêm û kurtî û paşdemayina xwe ve dihate xwiyakirin. Seyid Xan, qehremanê filîm (Y.Güney bi xwe bi rola wî dirabû) mirovekî gundî û belengaz bû; tevî feqîrtiya xwe, wî bêwestan û bi vîneke polat alîkariya hejarên gund dikir; dijî naheqî û bindestiyê dirabû û serê xwe li ber feyodal û zordestan nizim (ne ditewand) ne dikir!

Temaşevanan, cara yekem bû, ku xwe û mirovên civaka xwe di kesayetiya Seyid Xan de dîtin; jihevre digotin: ew weke filankese, yanjî bêvankese; ji filan taxê ye, yanjî ji filan gundî ye…Bi rastî ev yek, sedemekî herî giring bû ji sedemên serketina filîm! Di demeke kurt de 8 milyon kes temaşe kirin, ew di dîroka sînema tirkî de bû rêkord (hejmara herî bilind); jibilî wê jî “Seyid Xan”di fêstîvala sînemê de li Adena, sala 1969 an xelata yekemîn “kûzê zêr”wergirt û Y.Güney jî xelata baştirîn lêstikvanê rola mêran stand.

 

Serketina filîm ji aliyê rexnevanan ve pir bilind hate nirxandin, ta giha pileya (sewiya, dereca) ku ew weke filîmê “Erd diheje“ yê derhênerê Italî, ê rêalîstî û navdar Lûkîno Fîskontî, bi navkirin!! Bêgoman tenê ev wekhevî, di wê serdemê de, dihate hejmartin weke xelateke payebilind!

Raste “ Seyid Xan “ srkeftineke mzin ji Yilmaz re anî, navê wî hîn belavtir kir, layinger (sempetîzan) û temaşevanên wî hîn zêdetir kir, lê ew serkeftin têra wî nedikir! Jibo wî, ew filîm ezmûna seretayî (destpêk) bû li ser rêyeke gelek dûr û dirêj, tev astteng û êş, lê di heman demê de jî serbilindî û rûmet!

Di derheqa vê yekê de, wî li gelek deveran digot: ku ev filîm ne li gor hêviyên min bû û ew di gelek aliyan de qels hatibû, lê ew ezmûneke (tecrubeke) dewlemend bû; min zanebûn û derfetên xwe têde taqî (ceriband) kirin û bi rêya vî filîmî hînî nehêniyên vî pîşeyî (sin’et) bûm…

Lê birastî jî çarenûsa vî pehlewanê mezin paradoks (ecêb) bû! Di dema ku wî xwe jibo çekirina filîmekî nû amade dikr, dezgeha (ordiya) leşkerî (eskerî) di rê ya wî de rawstiya û daxwaz-nameya çûna eskeriyê, bi zûtirîn wext, dane destê wî…!!

Çare çi ye? Yilmaz Güney jixwe pirsî. Ev erk gereke bê kirinê… Reva ji vê xizmetê tehlûke?!

Bêgoman wî jî, weke her xwertekî nûgihêştî, ku kaxeza eskeriyê distîne, xem û mitala ciyê xizmeta leşkeriyê dikir! Lê ev nehênî gelekî nedomand û sala 1968 an Yilmaz Putûn birne eskeriyê, bajarê Mûşê, bajarê kurdî ê kevnare, cî û warê dayika wî, … Xizmet li vî bajarê – dilê kurdistana bakur – Netenê bextê (şensê) Yilmaz bû, belê herwise bextê miletê kurd bû jî; jiber li wir û hîn di destpêka pêvajoya berhemdariya xwe de, rewşa jiyana kurdan ji hemû aliyan ve: rabûn û rûniştin, zilm û zordarî, hêvî û daxwaz, şîn û şahî û h.d… ji nêzîkve naskir; lewra hetanî wê çaxê Yilmaz tenha dizanî ku bav û diya wî kurdin, ne zêdetir!! Lê li Mûşê wî hemû tişt di derheqa miletê xwe de dît û bû şahid li ser bûyerên jiyana rojane li wan navçeyan…Bi dîtina min wê yekê bandoreke (şopeke, ta’sireke) gelek mezin li ser nerîn, helwêst û hestên wî hişt! Ez dikarim bêjim, wî ji wê çaxê ve bi çavekî vekirî û hişmendiyeke kûr çavdêriya jiyan û çarenûsa miletê xwe kir, lê bêyî ku derxe derve û bidengekî bilind eşkira bike! *

Wî bi zanebûn ev yek di hiş û dilê xwe de parast, da ku di qonaxên pêşde û li ser xwe (hêdî-hêdî, gav bi gav) û zêdetir bi rêya çekê xwe – kamêre û hûnera sînemê – pêşkêşî ne tenê miletê xwe, belê herwise jî nîşanî cîhanê hemûyî bide!

Piştî filîmê “ Seyd Xan “ û geşbûna stêrika wî di sînema tirkiyê de; û di dema ku navê wî, netenê weke lêstikvanekî lêhatî û nivîskarê sênariyo, belê herwise weke derhênerekî leheng jî, li ser zimanan digeriya û di rojnamegeriyê de dihate xwendinê, ew ji ber cavan winda bû…Xelkê tirkiyê bi hemû çînên xwe ve (Civakî, rewşenbîrî, siyasî û h.w.d.) li ser paşeroja wî gengeşe (Diskusyon) kirin û li ser çarenûsa wî li eskeriyê cudahî peyda bû: gelek ji wan li hêviya vegera wî bûn, bi hisreta ku careke din wî li ser perdeyên sînemê bibênin; û bêgoman di rêya wî re, xwe û jiyana xwe jî bibênin! Lê gelekêd mayin jî, bi dûrkrtina wî rizgariya xwe, ji dêwekî ku li ser singa wan mexel hatiye û bûye bela li ser serê wan, dîtin! Wan bi şev û roj hêvî dikirin, ku eskerî bibe sedema dûrkrtina wî ji cîhana sînemê! Yanjî kûştina wî li wir…Lê ji bextê geş re, ew hêvî û daxwazên dujminane bi cih nehatin û dilxweşiya wan dom nekir?! Yilmaz derfeta çend rojên vehesandina xwe – Jiber êşa movikên pîştê – li eskeriyê bi dest xist û mijûlî karê sînemê û derhênana filîman bû!! Tekez (ta’kîd) li ser hezkirina wî ji hûnera sînemê re û bidestxistina piçûktirîn derfet û bûyerên jiyana rojane jibo çêkirina filîman, derhênerên tirk yê navdar Ardîn Kiral di bîreweriyên xwe de li ser Yilmaz dibêje: “… jiyana vî mirovî gelekî balkêş û seyre (ecêbe)! Wî hemû jiyana xwe di zindan û awarebûnê de desrbakir; herwise bê westan û bihemû tiwaneyên (îmkanên) xwe ve dijî faşiyet û bindestiyê şer kir, bêyî ku yek rojê jî çekê (sîlah) sînemê jibîr bike “(14)!

 

Di rastiyê de jî karên Yilmaz kêmnemûne bûn; wî guh (nirx, qîmet) ne da êşa di piştê de, çavdêriya eskeran jê re û qedexekirina hatin û çûyînê…Belê wî her sê mehên vehesandina xwe jibo nexwşiyê li Istanbûlê bi kar anî û sênaryo a filîmê xwe “ Gurên birçî”nivîsand, derhêna û bi xwe jî rola sereke têde leyist?! Lê dema serokatiya eskeriyê jibo vî tiştî agehdar kirin, wan yekser rojên vehesandina wî birîn, ew bi lez û bez vegerandin ciyê eskeriya wî û siza jî kirin: ew ji nîşankirna pileya efseriyê (zabit), – tevî ku li gor qanûnê weke mirovekî xwendevanê ûnîvêrsîtê mafê wî hebû jî – bê parkirin?!

Piştî “Gurên birçî”Yilmaz Güney dest bi derhênana yek ji filîmên herî balkêş “Mirovê Krêt”(Bêmirês, Nexweşik, Xwînta’l) di wê qonaxê de kir.

 

Ramana bingehîn a vî filîmî çend bûyerên pêkhatiye, ku di jiyana Yilmaz bixwe de rûda bûn; Dema ew diçû dibistana seretayî, zarokên dewlemendan kenê (henek) xwe bi bîçim û gewdê wî, bi cil û bergên wî yên riziyayî dikirin…Güney bi hostayetî ew bûyer di “Mirovê Krêt”de nîanşanî xelkê kir; jiblî wê jî bi hemû tiwaneyên xwe, hewilda ku qonaxên jiyana xwe û bi taybetî hatina wî nav cîhana sînemê nîşan bide.

 

Em dikarin bêjin, ku ev filîm weke biyografiya (serpêhatiya şexsî) a derhêner bixwe hatibû; lewra wî bi rastî rola rojnamegeriya arzan, burjuazî û paşverû a ku rojane şerê wî dikrin û asteng jêre peyda dikrin daku neghêje navdariya bilind, bi hûrgilî di vî filîmî de nîşan da. Jiber wê em dikarên bêjin, ku armance sereke a filîm eşkerekirina bêmoralî û bêbextiya civaka feyodal-burjuwazî û lêstikên wan yên qirêj û di pişt perdeyan de dijê bi sedan xortên zêrek û jêhatî, bû. Lewra jibo serketina vê armancê, Yilmaz hemû haletên sînemê: Lêstika pisporane (profêsyonêl), wênegiriya serkeftî, mûzîka watedar û birîna (montaj) hûnandî bikar anîbû.

Filîmê “Mirovê Krêt”di nav xelkê de deng da û bi razîbûneke mezin pêşwazî lê hate kirin; herkesekî ji temaşevanan, li goriya têgehêştina, ji xwe re tiştek tê de dît. Beşekî ji wan ta dawî ramana filîm bikûrî şirove nekir, lê bi kêfxweşî qonaxên jidaykbûna lehengekî lêstikvanê sînemê ji nav refen feqîr û belengazan şopandin; lê gelekan jî, bi taybetî rexnegêr û pisporên sînemê, armanca filîm a rastî têgehîştin û bi dengekî bilind mêraniya derhêner jibo nîşandana babetên wise, ku wê çaxê li tirkiyê qedexe bûn, nirxandin! Loma jî “Mirovê Krêt”di fêstîvala giştî de, li Antakiya sala 1970 ê weke baştirîn filîmê salê hate helbijartinê û Güney jî, xelata baştrîn lêstikvan ê mêr di filîm de wergirt, jibilî wê û di heman demê de jî, wî xelata baştirîn lêstikvan ê mêr a wê salê bigştî û li ser astê timamiya tirkiyê stand!!

 

Bi vî haweyî em dibênin, ku qonaxa eskeriyê jî nikarîbû rê li pêşiya Yilmaz bigre, dilê dujminên wî hênik bike û vîna wî a polat bişkîne… Belê bi pêçewane (dijberî, berevajî, bile’kis) wî sûdeke mezin ji wê tecrûbê wergirt û zanîbû çawa bikarbêne…

Bi serbestkirina ji eskeriyê qonaxeke din ji qonaxên jiyana Yilmaz Güney a hûnerî û têkoşanê kotasî pêhat; da ku qonaxeke nû pir li serketin, ezmûneyên nû, serêş, berxwedan û xebat jibo bidestxistina armnacan destpêkir, a ku ez bêtirs dikarim bêjim, bû xala (nuqteya) guhertinên mezin ne tenê di dîroka sînema tirkiyê de, belê herwise jî di dîroka sînema welatên “cîhana sêhemîn”bi taybetî û dûnyayê tevî de bigiştî… Dumahîk maye! 

—————————————————— 

Jêder û têbînî: 

* Ev raman jibo gelek zimanên biyanî hatiye wergerandinê.

(8) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, R. 113 (bi zimanê erebî).

(9) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. A. Huseynof, Mosko 1978, R. 113 (bi zimanê rûsî).

(10) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, (weke jêdera bihûrî).

* Babeta bindestî û rewşa jinan, bitaybetî a jina kurd, di hemû berhemên Yilimaz Güney de, yek ji ê herî giringbû. Wî li gelek cihan gotiye: Civaka ku jin tê de ne serbest be, ew civak ne azade!

(11) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“ Mosko sala 1986 an. R. 114, (bi zimanê rûsî).

* Ew derhênerê yek ji filîmên herî balkêşe li ser jiyana kurdan bi navê „Sêzonek (mûsimek) li Hekarî „. Di dema hazir de weke penaber li Elemaniya dijî.

 (12) – rojnama”TAZ” 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).

(13) – Kovara “Sînama Akadêmîk“, hejmar 4, çirya pêşîn (oktober) sal, 1969, R. 14 (bi zimanê tirkî).

* Bi pêçewanî (bi eksê) derhênerêd main, Y.Güney sênariyo a filîmên xwe dinivisandin, bi rola sereke di wan de dirabû û herwise jî berhemdana (produksiyon) wan jî li ser hesabê xwe dikir!!

* Li gor hinek çavkaniyan, ezmûna wî a yekemîn di derhênanê de, ji çêkirina filîmên”Ez kerîmim”û „ Pîre’bok Nûrî“ destpêdike?!

* Sedema nederxistina hest û bîr û baweriyên xwe beramberî pisra kurdî, bidîtina min weke roja li nîvro eşkere ye! Jiber di welatekî weke Tirkiyê de – ku hetanî îro jî hebûna gelê kurd weke miletekî serbixwe napejirêne – xebat bi eşkera yanjî bi dizî bo pirsa kurdan, nexasime di wê çaxê de, çiqasî çetin û tehlûke bû, bi taybetî ji yekî weke Y.Güney re!!

(14) – rojnama ”TAZ” 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev