Berhemên kurdzanên me – 211

Berhemên kurdzanên me – 211

Me di 210 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan. Beşa pêşin û duduyan me berî çend heftêyan çap kir. Kerem bikin, îro beşa sisîyan bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên

di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -3

Serdazêdekirina hejmara 23a

 

Jêdera ji nameya şêwirmend Voînov (ew di salên 1876-1877a da casûsê eskerî yê surî bû li Erzurumê) ya ser navê gênêral-çawîş Dûxovskî, ya 24ê adarê, sala 1876a

 

Ji quweta qaymeqama der e û ji serê wan zêde ye daxazên tirka bi cî bînin. Kuştina Gullebî beg da xuyakirin, ku qaymeqam ber kurda ne tiştek in. Dema pêkanîna daxazên dîwana tirka, ew qaymeqam gerekê hesabê jîyana xwe bikin. Kê ku wana bikuje jî, wê cezayê nexwe, wek ku Gullebî beg kuştin û Muxtar paşa jî got, ku ew kuştin karê malbeta wî ye û ew naxweze tevî wî karî bibe.

Sîyaseta tirka, ku di dema lazim da serekên kurda bîne alîyê xwe, bi ser nakeve, ji ber ku hema begên kurda xwe li wê siyaseta tirka bigirin, ber çevê milet reş dibin û kurd îdî hew teslîmî wan dibin. Ew hewildanên tirka jî bi ser nakevin, ku dixwezin bi destî tewlebazîya û hedya hukumê malbetên bi nav û deng li ser kurda bidine kêmkirinê. Nimûneyeke wê ew e, ku dema hukumê malbeta bega ya Şêx Huseyn oxli li ser milet kêm bû, dewsa wî wana Şêx Suleyman hilbijartin, û hukumê wî niha di nav kurda da gelek e û bin destê wî da 12 hezar şervanên çekdar jî hene. Ji ber wê jî ew hukum ji hukumê malbeta Şêx Huseyn oxli mehkemtir e.

Sebebê, ku Dêrsim nakeve bin hukumê tirka piranî ferqa di nav dînê wan û tirka da ne. Kurdên Dêrsimê qizilbaş in, lê tirk musulmanên sunnî ne. Fanatîzma di nav tirka da heye, carna digihîje wê derecê, ku ew bi çevê dijminatîyê li kurdên Dêrsimê dinihêrin û qizilbaş jî hindava tirka da usan in. Kurdên Dêrsimê, ku binecîyên vî welatî yên kevnarene, tirka wek dagîrkar dinihêrin û ruhê serxwebûnê, ku di nav kurda da heye, nahêle ku ew bikevine bin hukumê tirka û ew yek ji demên buhurî da ketîye di nav xwîna kurda. Ew yek jî alî kurda dike, ku warên ew lêne, çiyayî ne, rê-pêge lê nakevin, ruhê kurdên çiya jî timê berbi azayê ye. Mêrxasîya, ku hinkûfî xeysetê wan e, ji wê yekê tê, ku ewana bi sala-zemana xelkê talan kirine, qaçaxî kirine, bezîyane hev û bi dijmina ra ketine qal û cengê.

Tirk ser wê bawerîyêne, ku riya tek tenê bona hukumê xwe li ser Dêrsimê bidine testîqkirinê, ew pêkanîna pêşnîyara mişîrê Erzurumê yê berê Samih paşa ye, ango riya berbi Dêrsimê çê bikin û bi eskerên pir va êrîş bibine ser warên Dêrsimê yên bingehîn. Lê di halê hazir da tirk nikarin ewê daxazê pêk bînin, ji ber ku bona wê yekê gerekê perçekî eskerên ji korpûsa 4a derxin û bidine wî karî, di hêleke mayîn da perekî mezin lazime bona çêkirina riya. Bûyerên demên buhurî jî dane xuyakirin, ku di karê çêkirina riya da kurd wê alîkarîya tirka nekin û wê hela ji wan ra astengîyan jî çê bikin.

Vê demê li Dêrsimê haqas esker hene: li Mezgirtê taxbûra 1ê ya alaya 1ê ya peya û taxbûra 1ê ya alaya 2a ya peya (2 taxbûr); li Xozatê – taxbûra mêşindara ya 1ê û nîvê bêlûka 3a ya çiyayî (taxbûrek û 1,5 bêlûk); li Erzîncanê – taxbûra 2a ya alaya peya ya 2a, bêlûka mêşindara ya 5a û bêlûka topavêja ya 2a (2 taxbûrû sê bêlûk); serhevdu – 3 taxbûrên peya, du taxbûrên topavêja û 3,5 bêlûk, an jî 2300 eskerên peya bi 21 topa va û di her taxbûrekê da jî 450 esker hene.

Kurdên Dêrsimê pareveyî li ser çend qebîl û bereka dibin û ji wana yên bin hukumê qaymeqamê Xozatê – Mansûr axa da, evên han in: Ovecixa, Lertika, Şêxhesinîya, Gurêşanîya û Elanliya: bin hukumê qaymeqamê Kûzîcanê Huseyn beg da 5 qebîl hene: Lolanî, Heseranî û Gurêşanî, herduyên mayîn ne bêlîne.

 

Daxuyanîya 5ê îlonê, sala 1876a 

Ez ser bîr û bawerîyên xwe yên derheqa rol û kemala begên kurdên Dêrsimê da, ku min berê ji we ra gotibû, vana jî zêde dikim:

Bin destê xwedî-xudanê Dêrsima Jêrin (Aşaxi Dêrsim) Şêx Suleyman oxli da, ku hukumê dîwana tirka li ser xwe qebûl nake, hertim jî 5 hezar eskerên peya yên çekdar hip-hazir hene, ku tam bin hukumê wî da nin. Ev hemû kurd li gunda dimînin, ku nêzîkî warê jîyana Şêx Suleyman oxli – gundên Kîrşanliyê û Beyûk-kyoyê ne. Xênji van 5 hezar şervanên pêcirîyayî, bin destê wî serekî da 5 kelayên tunduristkirî jî hene.

Xênji wan begên navdar, ku min berê qala wan kiribû, di nav binecîyên Dêrsimê da qedirê van bega jî geleke: Izzed beg, Gecanîyê Memed beg û Kelgak. Ev beg ne qaymeqam in jî, ku ji alîyê hukumeta Tirkîyê da têne kivşkirinê, lê hukum û hurmeta wan di nav kurdên Dêrsimê da pire.

Mansûr axayê (ya rasttir – Minzûr axa ye), ku min berê qala wî kiribû, niha îdî ne qaymeqamê Mezgirtê ye. Ew beg dema pê hesîya, ku eskerên me nêzîkî Alêksandropolê hatine cîwarkirinê û usa texmîn kirîye, ku zûtirekê emê li van dera destbi şêr bikin, qasidekî xwe bi tucarekî hemwelatîyê me ra, ku gûz difirotin, şandibû bal konsûlê me, ku ji wî ra bêjin, ku dêrsimî hazirin di destpêka şêr da bêne alîyê rûsa, eger eskerên rûs bikevine axên cînarên Dêrsimê. Konsûl wan qasida qebûl ne kirîye û bersîveke ku ser rûyê xwe ret bike daye.

Niha Elî axa li vira – Erzurumê ye, ku serekê eşîra Heyderîya ne, ku li Wanê û Bayazîdê dimînin. Elî axa bi dawetkirina Samih paşa bi 200 kurda va hatîye vira, bona hevraxeberdana derbaz bike derheqa wê yekê da, ku bi serokatîya wî ji kurda alaya milîsa ya siyarîyan amade bike û yek jî derheqa wê yekê da, ku ji kurda baca berev bikin û derheqa pirsên mayîn da, ku piranî bi wê yekê va girêdayî bûn, ku kurda tam bikine bin hukumê dewletê, ku ew hukumeta tirka ya xwe bihesibînin. Samih paşa sê ordênên Tirkîyê dane wî û du kurdên mayîn yên navdar, ku bi wî ra hatibûn, û xênji wan jî gelek hedya dan kesên bi wî ra hatibûn, ku bi buhayê 60 lîrên tirka yên zêr bûn (240 rûbl).

Ber wan hedya va kurda soz dan, ku dema lazim bibe ew dikarin ji her eşîrekê 2 hezar şervanên siyarî derxine meydana şêr. Ji ber ku qedir û hurmeta Elî axa di nav eşîra Heyderîya da, ku li Wanê û Bayazîdê dimînin, pir e û min derheqa wê yekê da hela berê jî bihîstibû, dema ez li Bayazîdê bûm, ew sozdayîn wê ne wek sozdayînên begên Dêrsimê bin, ku wana dabûne Samih paşa û Muxtar paşa û xwedî li sozên xwe derneketibûn.

 

Daxuyanîya 10ê adarê, sala 1877a 

……. Mişîr hema ku ji Qersê vegerîya, Huseyn begê qaymeqamê Kozûcanê gazî bal xwe kir, hîvî jê kir, ku ji Kozûcanê û Dêrsimê weke 10 hezar kurdên şervan berev bike, lê Huseyn beg bersîv da, ku ew nikare soz bide, ku wê bikaribe ji Dêrsima Navbendî eskeran berev bike. Lê derheqa berevkirina milîsên kurd yên ji Kozûcanê da got, ku dema vegera ser karê xwe yê qaymeqamtîyê, wê bersîveke erênî bide.

Îdî min we agahdar kirîye, ku Huseyn beg ji malbeta Şêx Huseyn oxli ye, ku heta van axirîya jî li Dêrsimê serokatî di dest wan da bû û niha di rûyê wê yekê da, ku dîwana tirka di nav begên Dêrsimê da helekarîya dike û navbera wan li hev dixe, hukumê wan li ser piranîya kurdên wira sisttir bûye. Van demên axirîyê Suleyman axa dewsa wî girtîye, ku ji malbeta Şêx Suleyman oxli ye û hema bêje temamîya Dêrsima Navbendî di bin hukumê wî da ne û bin destê wî da 5 hezar esker û 6 kela hene.

Wek min di nav daxuyanîyên xwe yên berê da ji we ra gotibû, ji vê herêma, ku hukumê tirka li ser xwe qebûl nake, nikarin ji bo ordîya Tirkîyê alayên başî-bozûka amade bikin. Lê eger em bêne ser Kozûcanê, emê bibînin, ku ew tevlihevî û serîhildanên, ku di tebaxa sala par da li vira û li wilayetên cînar da bûn û di pevçûnên wan dema da Gullebî beg hate kuştinê û Huseyn begê Kozûcanê jî bi revê serê xwe xilas kir, û eger em wê yekê jî bidine ber çeva, ku kurda got em wan eskera nadine taxbûrên tirka, ku navê wan di redîfê da hatine nivîsarê, wî çaxî bi awakî zelal tê ber çeva, ku Huseyn beg wê nikaribe zor li Kozûcanê bike, ku ji kurdên wira başî-bozûka berev bikin bona ordîya tirka.

 

Daxuyanîya 25ê adarê, sala 1877a 

Kurdên herêmên Dêrsimê û deşta Mûşê, Bîtlîsê û Wanê ne tenê esker ne dane tirka, ku bi qanûnê gerekê du sala di ordîyê da qulix bikirana, lê eskerên ji bo redîfê jî ne dan, ku ji berê da di nav nîzamê da bûn û navê wan di navnîşa redîfê da hatibûne nivîsar. Samih paşa ji tirsa, ku dikare hêrsa kurda rabe û xirabtir bibe, zor li wan ne kir.

 

(beşa 4an a dawî piştî du heftêyan bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev