Ji nimûneyên zargotina me – 211

Ji nimûneyên zargotina me – 211

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûyanzdehan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşgotinê raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

HÎVA GUNDÊ ME YEKŞEVΠ

Hîva gundê me yekşevî,

Derzê gundê me yekşevî,

Xadê bikuje kurê qomsî –

Nemamê min – serê vî sebabî,

Çawa nehiştîye mirazê min û xelqê delal bive,

Malî, gundî, cînar, hûn gazin û loma li min nekin.

 

Hîva gundê me hîva sava,

Bextê mine yan nizanim telê teye,

Hîv engirîye, naçe ava,

Ezê nifirîya bikim, hûn bên – amîn,

Belkî kotî-dewarê kewa gozel bimire,

Ez bivim zeva.

 

Sîngê kawa min zêrê zere,

Sîngê dosta min lal û dur tevda sere,

Mîna baxê Eşterekê meriv

Dilê xwera cewa ser girêde, berde sere.

 

Hîva gundê me çardeye,

Derzê gundê me çardeye,

Teresê, mal û cînar tev şedeye,

Ezê dikim kewa gozel birevînim,

Cotê qerewila daye bere.

 

Hîva gundê me blinde,

Emê pirsa kawan û kubaran bikin ji gavanî gunde,

Gavano, tu bi xwe kî, bi xadê kî,

Tu ji minra bêjî bi rastî,

Tu nav gund dikevî,

Tu nanê xwe top dikî,

Çika kawa kubar çiqa rinde.

 

DE BEYAZÊ

De Beyazê, ha Beyazê, derdo,

Çevbelekê, sûret sorê, quveqazê,

Heyfa minê tê wê heyfê,

Şevek şevê payîza kotî dewarê mêra li berda razê.

 

Herê Beyazê, ha Beyazê, derdo,

Ez li pîkî, tu li pîkî,

Agirê kulê beyta bavê ketê,

Kofî xar kirîye ser alîkî,

Emê herin cem qazîkî, cem miftîkî,

Du serê çê çima naçin ser belgîkî.

 

Beyaza min sekinîye ber rewaqê,

Kotî, dewarê mêrara çê dike

Nexişê gorê, nîkê saqê.

 

DE YO, YO, YO SEYRANÊ

De yo, yo, yo Seyranê!

Dibê: “Gundê hanada gimîna def û zurnêye,

Seyrana Melle Mûsa ne têdane”.

 

Go: “Kîye defçîye?”.

Go: “Manûkê cînare,

Kalê dost û bavaye”.

 

Manûko, xwe kî, bi xwedê kî,

Tuyê çomaxekî zêde li defê xînî,

Tê Seyrana Melle Mûsa def û zurnê mal derînî,

Zêrekî zer pêrinca xwe bistînî,

Hesavê kihêl, kihêlê mala

Zor Temir paşayê Millî,

Bira sergovendîyê xwe çargoşe bihejîne.

 

BEJINA GEDE LAWIKÊ MIN

Bejina gede lawikê minî zirave,

Ser xanînga diçûrise,

Gava avrangê vî nemerdî, vî nekesî dide min,

Ro bi ro gula min diçilmise.

 

Hevraz çûm, berjêr hatim,

Binîya koopêratîvê rastî hev hatin,

Avrengê vî nekesî, vî nemerdî

Nona gulleke maûzerê ez hingaftim.

 

BAŞÊ

Başê, ha bi rêda, ha bi rêda,

Min eynek danî, kofîya Başa xwe girêda,

Şevekê, nîvê şevê bû, çûm ramûsana Başa xwe,

Min dî şindokê mêra paşlêda.

 

Başê, ha bi rêda, ha bi rêda,

Başê ser kulekê, ber kulekê,

Herçî here ramûsana Başa min,

Bizanibe, gulekê diçirpîne ji felekê.

 

Başê, tew, tew dikim, nayê xewe,

Sîng sedefê, gerden şeve.

 

* * *

Lawiko qurba, vî zinarî li me sî kir,

Bişkok vebû, sîng sipî kir,

Xudê baîsara qe nehêle,

Orta min û lawikê minda qomsîtî kir.

 

Lawiko qurba, dilêm dilê tera,

Neyê-neçe êla mera,

Dê û bavê minê muhbeta me bizanbin,

Yê pirsê nepak bêjin tera.

 

GEWRÊ

Gewrê, tu nahelî, tu polayî,

Derdê dila te dîtîye, to hostayî,

Lê, lê gewrê!

Gewra min blinde rê naçinê,

Sîng û berê Gewra minê mîna mishebê –

Rojê sê cara melle û feqî datînin ber xwendinê.

 

Gewrê, kulmal, ez nexweşim, were ser min,

Lihêf û doşekan hilde, razê cem min,

Hergê gundî, malî pê hesyan –

Bêje: “Feqîyê gundê meye, dixûne ser min”.

Gewrê, kulmal, ez pîr bûme, dil pîr nabe,

Şûşeka dilê min terizî, cebar nabe,

Dil kevî dila rayî, mikûn-çare nabe.

 

Lê Gewrê!

Îşev şeve, şev çileye,

Sîng û berê Gewra min pêl pêlok bû, derenceye.

Lê, lê Gewrê!

Xinûs xweşe, Bîngol berda,

Te dilê min kirîye behra Wanê, miskenê kul û derdan.

 

EZÊ KULÎLKIM

Ezê kulîlkim, kulîlka vê nîsanê,

Hêşîn dikim orta Hayastanê-Axbaranê,

Çawa îsal pêra kotîyê mêra qor berdanê.

 

Keçikê dînê, dilê min dêre,

Dêra wa mezine,

Cotê zerîya xwe da bine,

Minê şeva dinê xewna xwe dîye,

Dayka te bûye xasîya mine.

Ezê nizanim navê te li çîye,

Sîngê te zozane, zozanê jêd mabûn,

Îsal pêra kotî-şinedayî pîsî mêra kewne konê xwe ser danîye.

 

Keçikê dînê, navê te Seyrane,

Teyê qolî ser zêrada berdane,

Teyê çevê belek, bejina blind

Gele jin ji mêra lê berdane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev