Derwêşekî Pirtûkfiroş: Lezgîn Kitêbçîyan

Derwêşekî Pirtûkfiroş: Lezgîn  Kitêbçîyan

Mela Mihyedîn 

Li jîyanê hin çîrokên xweş û balkêş hene; gava meriv guh dide wan çîrokan meriv dibe heyranê wan. Di eslê xwe de jîyan jî nivîskara herî baş e, lê mixabin pênûsa wê nîn e ku wan çîrokên xweş binivîse.

Hin mirov hene jîyana wan dibe pirtûk, jîyana wan dibe fîlm an jî stran. Ev mirovê han wisa jîyanek xweş û balkeş jîyane. Lezgîn Kitêbçîyan jî yek ji wan kesa ye. Bi eslê xwe, bi fikrê xwe û bi qerekterê xwe ji mirovên din xwe dide alî. Jîyana Lezgîn dişibe mîna jîyana derwêşan, lê derwêşekî pirtûkfiroş.

Gava meriv li Lezgîn dinêre çîrok û rêwîtîya Baldassare Embriaco (lehengê çîroka Amin Maalouf – Le Périple de Baldassare) tê bîra mirov. Wekî Baldassare pirtûk xistine bingeh ji bo jîyana xwe û ji bo pirtûkekê dikare sahaf bi sahaf, bajar bi bajar û welat bi welat bigere. Camêr hewqasî dil daye pirtûkan.

Me xwest vî camêrê wekî rûbiken û dilgeş bi we bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.  

Tu dikarî ji me re hebekî qala jîyana xwe bikî? Lezgîn Kitêbçîyan kî ye?

Ez Lezgîn. Dalînî me. Gundekî Midyadê ye, ev 15 salên dawî malbata min li Ava Spî dimînin. Ez ji bo zanîngehê hatim Stenbolê û ev 10 sal in li vir dijîm. Min beşa Têkilîya Bi Gel (PR) û Felsefeyê xwend. Lê karê xwe nakim, pirtûkfiroşî, wergera axiftkî ji zimanê Inglîzî û Kurdî bo Tirkî dikim. Ji bo ajansekê min pêşkeşvanîya bernameyeke gerê kir. Ev 3 salên dawî beşdarî bernameyên Yekîtîya Ewropayê (Erasmus +) dibim, di mijarên civakî, çandî û sîyasî de danûstandinên fikrî dikim. Karê min yê ku debara xwe pê dikim pirtûkfiroşî û tercumanî ye.  

Evîna pirtûkan kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê firotina pirtûkan dikî?

Ji zarokatîya xwe ve dixwînim û xwe xwînerekî baş dihesibînim. Gava ez derbasî pola 6an bûm, me mala xwe barkir Ava Spî. Her du salên dawî yên dibistana seretayî min li gund xwendin. Pirtûkxaneya gund pir piçûk bû, bi tevahî 50 pirtûk yan hebûn yan nebûn. Diçûm û dihatim min ew pirtûk dixwendin. Pirtûkên gerokê Osmanîyan yên Evlîya Çelebî bûn. Ew e ku ji dewsa şefaatê ji pêxember bixwaze seyahat xwestibû. Ez niha dibînim ku gelekî tesîr li ser jîyana min kirîye û ku ez hem ji xwendinê û hem ji gerê hêz dikim (li vir kenekî xweş dike).

Dema derbasî lîseyê bûm (min li bajarê Dîlokê xwend) derfetên min baştir bûn. Ez êdî dikaribûm bigihîjim gelek pirtûkan. Wê demê min klasîkên dinyayê xwendin û kêfa xwendinê êdî ket nav laşê min. Ez nema dikaribûm bêyî xwendin bimînim.

Min dest bi topkirina pirtûkan û avakirina pirtûkxaneya xwe li wir destpêkir. Sala ku min lîse xelas kir dîya min ji min pirsî; “Kurê min va te mekteba xwe jî xelas kir, êdî tê çi bike ji van kitêban?” Li gorî wê pirtûk tenê bi mektebê vê girêdayî bû. Lê min da fêmkirin jê re. Êdî nema pirsî.

Sala 2010an ez hatim Stenbolê. Ev der ji alîyê pirtûkan ve wek bihuştekê bû ji min re. Min her sê salên pêşî tenê didan hev ji ber ku bixwînim. Lê êdî ewqas zêde bûn ez nema digihîştim bixwînim. Wî çaxî ez vegerîyam karê xwe yê etarîye* û min dest bi firotinê kirin.

Pirtûk ji bo te çi îfade dike?

Her pirtûk jîyanek e li gorî min. Gava ez yekê dixwînim ez dibêm min jîyanek li emrê xwe zêde kir. Rehmetîyê Goethe digot; “Hewceye du heb jîyanên me hebin, yek ji bo jîyînê û yek ji bo xwendin e.”

Dema te biryar da tu yê karê firotina pirtûkan bikî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di stendina pirtûkan de weşanxane ji te re dibin alîkar?

“Piştî ewqas sala te zanîngeh xwend û tu bûyî pirtûkfiroş. Ma çi hewce bû te xwend. Tê xwe bi xwendinê bikujê”. Cara ewil bi vî awayî tişt digotin. Lê êdî wek berê nîn e. Ez maf didim wan jî, bi salan bixwîne û bibe tiştekî ku ne hewceye “xwendinê”, lê rewşa ku em tê de eşkere ye. Ka yekî ne got Lezgîn were li cem me bixebite û em ê mafên te bidin te.

Weşanxane di serê pêşî de min wekî xwînerekî didîtin. Êdî hem wek xwîner û wek firoşker dibînin. Lê hîn jî ne bi dilê min e.  

Tu ji kîjan terzên pirtûkan hez dikî?

Bêhtirîn kêfa min ji çîrokan re tê. Roman û helbest şûnde tên. Lêkolînên li ser civakê jî pir bala min dikşînin. Gelemperî kêfa min ji pirtûkên ku jîyanê bi min baş didin fêmkirin tê.

Birêz Selahattîn Demîrtaş li ser xwendina pirtûkan twîtek nivîsî bû. Di twîtê de navê te jî nivîsandibû. Dema te twît dît te çi kir? Di firotina pirtûkan de twîta Demîrtaş ji te re bû alîkar?

Min ew twît nedît (dikene). Ez wê demê li Tûnisê bûm û têlefona min hatibû dizîn. Ez bê telefon bûm, rojekê ji têlefona hevalê xwe ketim Twitterê û hay hoy. Bi sedan şopîner, rt û fav hesabê min talan kiribûn. Ez spasdarim ji ber parvekirina wî. Hêvî dikim zû ji esaretê xelas bibe û bigihîje rojên azad û ronî. Da ku çayeke bi hev re vexwin.

Çend kesan ji min pirtûk xwestin lê ji ber ku ez ne li Stenbolê bûm min zêde fêde jê nekir. Heke wî ev nivîs xwend ez dixwazim pirtûkên ku dixwaze bixwîne jêre bişînim. Zor spas Kak Silhedîn.  

George Orwel di pirtûka xwe ya bi navê “Books v. Cigarette” de cixare û pirtûk dabûn ber hev. Pirs dikir gelo çima mirov pirtûkan naxwînin, gelo sebeba vê yekê buhayê pirtûkan e? Tu li ser nerînên George Orwel çi difikirî?

Buhayê pirtûkan sebebek piçûk e. Berî wê xwestina xwandine tê. Gerek mirov bixwaze bixwîne û bînê bîra xwe ku pirtûk xwendin tamekê xweş dixê jîyanê yekî. Xwendin nêrînên mirovan diguherîne û bi rêya xweş ve dibe. Miletên dinyayê yê bi pêşketî hemû bi rêya xwendinê bi pêş ketine. Ev rastîyek eşkere ye êdî.

Kurdno, malxirabno; bixwînin!  

Di wêjeya Kurdî de sê nîvîskarên ku li ser te bandor kirin kîjan in? Di wêjeya kurdî bi te pênç pirtûkên herî baş kîjan in?

Sê na sî û sê, sêsed û sî û sê…

Helîm Yûsiv, Firat Cewerî, Hesenê Metê, Bextîyar Elî, Mehmed Uzun, Jan Dost, Eta Nehayî, Kawa Nemir, Ciwanmerd Kulek û hwd.

Hîn bersiva pirsa dudîyan nikarim bidim.  

Di wêjeya cîhanê de sê nîvîskarên ku li ser te bandor kirin kîjan in? Di wêjeya cîhanê de bi te pênç pirtûkên herî baş kîjan in?

Ev lîste jî pir dirêj e lê vê dawîyê ez dikarim van her sê navan bêjim; Charles Dickens, Dostoyevskî û Harukî Murakamî.

 

1- Charles Dickens – Kaxezên Mister Pickwick (roman)

2- Harukî Murakamî – Kafkayê li Ber Avê (roman)

3- Dostoyevskî – Tîmseh (çîrok)

4- Jorge Luis Borges – Xewn û Xeyal (çîrok, bi wergera Ciwanmerd Kulek)

5- Giovanni Papini – Gog (çîrok)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev