Şivan Perwer û Êzîdî

Şivan Perwer û Êzîdî

Cevdet Tuku

 

Ev alozî ҫawa rû da? Şîvan Perwer di Video de axavtinek kirîye, di axavtina xwe de bahsa Êzîdîya kirîye. Piranîya Ezîdîya ev xeberdan tev şaş fehm kirine. Baş guhdarî nehatîye kirin.

Ev ҫend roj in alozî, gengeşî û êrîşê mezin ji alên hinek kesên Êzîdî ve tên ser Şîvan Perwer. Hinek kes bi maqûl û bi edeb rexne li Şivan dikin. Ҫiqas rexnê wan rast bin an ne rast bin, ev tiştekî din e.

Ji xwe ew awên ku êrîş û tehdît anîne ser Şivan, ew nahin qebûl kirin û cîhê şermezekirinê ye. Û ew kesên ku ҫêr û tamsarî kirine, ew şerma wan kesa bi xwe ye. Merovekî hej şeref û namusa xwe bike, tu car ҫêra bi şeref û namusa yekî din nake. Ev wisa ye. Min wek yekî Ezîdî gelek şerm kir, bi cihaltî, bi nezanetî û bê edebî ya hinek kesên mixabin di nav civaka me Ezîdîya de ne. Ma ev kesên bê exlaq civata me Ezîdîya temsîl dikin? Qet na û hîҫ na. Ew şev û roj Life-Video ҫêdikin, ҫêr û tamsarîya pêştir tiştekî din nakin. Ev kes ne zanîna wan heye û ne xwendina wan heye, kesên bê serî û bê mejî ne, û wisa zirarek mezin didin civata me. Ew kes tu car nikarin nameyekê binivsînin. Civata me bi piranî civatek maqûl û paqij e, civata me xweyê kultur, edeb û dîrokeke gelek mezin e. Em destûrê nadin tu kesî nava xwe û derveyî xwe, ol û civata me reş bike. Ez rexne ewilî li komel, rêxistin û rewşenbîrê me Ezîdîya dikim, ku hûn bê deng dimînin. Tu kes ji we û ji me bawer nake, gavê em basa neheqî, zilm û zora ku li me bûye bikin, lê gava hinek kesên ji civata me rabin neheqîyê li hinek kesên din bikin û şeref û namûsa wan bînin ser pênҫ quruşa û em dengê xwe li wan nekin. Ez sipasî mamoste Eskerê Boyîk û Eyyup Kurt dikim, ku ew li hemberî wan bê edebê di nav me de derketin.

Ez werim ser meselê. Ev alozî çawa rû da? Şîvan Perwer di Video de axavtinek kirîye, di axavtina xwe de bahsa Êzîdîya kirîye. Piranîya Ezîdîya ev xeberdan tev şaş fehm kirine. Baş guhdarî nehatîye kirin. Ҫend gotin tenê ji xeberdana wî girtine, anjî tenê ҫend gotin ji hevok û mijara wî birîne, hinek kes bi zanebûn û dibe hinek kes jî ne bi zanebûn ev yek kiribin. Gotinê wî manupule kirine, yanî wan gotinê wî ser xal û ji mijara ku wî bahs kirîye radikin û bi maneyek din û bi gotinê din ve girêdidin û gor xwesteka xwe derdixin. Dibêjin Şivan Perwer gotiye: “Êzîdî Faşîst in“ û „Êzîdî ne însan in“. Û dest bi êrîşa dikin. Ka em birênin, wî ev tişt gotîye? Ez dibêjim na, negotîye.

Em li xeberdana wî guhdarî bikin.

Sivan Perwer: “Di nav Êzîdîyê me de mesele dibêjin em resenî ne, em kurdê heqîqî ne, em kurdên rasttir in. Ser çava. Em ew Kurdê rastîn destê wan maҫ dikin. Em didin ser serê xwe. Em birayên hev in.“

Ev gotin, hewceyî şirovekirinê ye. Na, Şivan rêz û hurmetê ji Êzîdîya re digire.

Şivan wisa dom dike: We hîştîye Kurden Êzîdî her gav fermana û şerpeza bikevin. Û serê Kurdê misilman jî kelerext kirine ku êrişî birayên xwe dikin.”

Ma ev jî ne vekirî li dijî neheqî, zilm û zora ku li Êzîdîya dibe, derdikeve.

Şivan ku di virde ewqas vekirî piştgirî, hûrmet û rêz ji Êzîdîya re digire, ê çawa rabe ҫend hevok dû re Êzîdîya reş (faşîst, ne însan) nîşan bide?

Em werin hedî hedî ser gotinê wî ê kû faşîst, ne însan bi kar anîye.

Şivan:“Îslam dibê, yek misilmanî berde, welah xwîna wî helale, gerek were kuştin.

Êzîdî dibêjen, kese Êzîdayetîyê berde, xwîna wan qirêj e, êdî nikarin bibin Êzîdî. Ev ҫi felsefe ye, ev ҫi felsefe ye, ya. Keҫek kurda êzîdî ji kurdekî misilman hez dike, dibêjin qetila wê helal e. Dikujin bi keviran. Ev ne faşçzm e? Faşîzm e! Kê vê biryarê dide? Însanên vana? Ew ne însan in. Na.”

Di vir de Şivan hîҫ gotina “Êzîdî” di hevokê de nayne ziman. Ew gotina “faşîzm û ne însan in”, ji bo wan kesên ku keҫa Êzîdî Dua bi kevira kuştin, bi kar tîne. Cardin dubare “Dikujin bi kevira, ev … faşîzm e… Ew ne însan in “

Şivan kuştina însana bi kevira faşîzm dibîne û ew kesen ku van kiryara dike, ne însan dibîne.

Di virde tiştekî şaş ez nabînim. Kuştina însanekî/ê, kê dibe, bira bibe, sebeb ҫi dibe, bira bibe, heq nade tu kesî tiştekî wisa hov bike. Ez jî dibêjim, ev hovîtî ye, belê faşîzm e. Me hingê jî ev bûyera Dua şermezar kir û her tim jî emê bikin. Me Êzîdîya ji vê bûyerê zirarek mezin jî dît, qedirê me û navê me li dinê de xirab derket. Di vî ruhî de 24 kesên Êzîdîyê bê suc û bê sebeb li Musilê hatin qetil kirin. Ew kesên ne însan û bê aqil ku ew bûyer pêk anîn, dişibin wek van însanê îro ku ҫêr û kûfirîya bi Şivan dikin. Em destûrê nadin wan kesa ku cardin civata me Êzîdîya ber xirabîyê ve bivin. Em bi hevî ne Şivan Perwer jî bi aqil tev bigere û nehê provokasîyona van kesên bê edeb.

Ez di virde gazî Adnan Xeravayî dikim, ji ber ew yek ji ê ewilî bû ku Şivan şaş fehm kiribû û bersîva Şivan dabû. Ew rabe baş vê nivîsê bixwûnê û Video yê Şivan guhdarî bike, û bi xwe şaşîya xwe bibîne. Dû re ew wê mezintayîyê nîşan bide, qisûra xwe ji Şivan bixwaze, da ew efû bike. Ez bawer im hingê ev mesele ê ber bi aramîyê ve here. Adnan ilmdarek me yî mezin e, rûmet û qedirê wî di nav civata me Êzîdîya de gelek heye. Gelo ew ê vê mezintayî nîşan bide? Ji merovê mezin tiştê mezin tê xwestin. Emê binhêrin…

 

Ҫend gotin ser daweta bûk û kurê Osman Güden – Ҫîrokek zindî 

Navê bûka Osman Güden Bêrîvan e. Bav û dîya Bêrîvanê kurdên misilman in. Lê welatperwer in. Gavê xwedê keҫek dide wan, navê wê datînin Bêrîvan. Navê Benefş Agal kû navê wê yê rexistinî Bêrîvan bû, li keҫa xwe dikin. Bêrîvan (Benefş Agal) li Cizîrê şehîd dikeve, doktor wê kontrol dikin ku hê qîz bû. Qahremantî û paqijîya Bêrîvanê (Benefş Agal) bandorek mezin li wan dike. Di wê demê de, kêm jin di nav gerila de hebûn. Bav û diya wê zanîbûn Bêrîvan (Benefş Agal) Êzîdî bû, lê cardin jî bi serbilindayî û bi kêfxweşî navê keҫa xwe datînin Bêrîvan. Hê Bêrîvan di ҫilrojîya xwe de ye, xalê wê, birê diya wê, ji xwîşka xwe re dibêje: “Navê keҫa te pîroz be, navekî xweş e, welah Êzîdîyê ser vê keҫê xwe qir bikin û ê ji te bistînin.” Hingî hê ji piҫukayîya xwe ve Bêrîvan delalî bû. Xalê wê bi erênî vê gotinê dibêje. Bav û diya Bêrîvanê ji bo navê wê, wê bi şêranî û bi delalî mezin dikin. Ew keҫa xwe bi hemû mafê azadîyê perwerde dikin. Jê re hemû rê û îmkanê azadîyê vedikin. Bêrîvan jî dizane navê keҫeke Êzidî lê kirinê û bîyografîya Bêrîvanê (Benefş Agal) baş dizane. Ew jî dixwaze layîqî navê Bêrîvanê be û ew jî bi edeb û paqij tevdigere. Fermana Şengalê zêde zora Bêrîvan diҫe. Ne tenê wek însan, wek keҫek kurd zora wê diҫe ku tiştê Daiş tîne serê xwîşk û birayên wê kurdên Êzîdî. Ew dibêje, navê keҫek Êzîdî li min e, firqê hiҫ naxe navbera xwe û keҫên Êzîdî ên ku bi zorê li sûka tên firotin. Fermana Şengalê wê gelek xemgîn dike û kulek mezin dixe dilê wê. Ew xwe ji wê rojê virde zêde wek keҫek kurda Êzîdî dihesibîne. Ne navê Bêrîvana keҫa Êzîdî lê ye! Qismet wisa ҫê dibe, dilê wê dikevê xortekî Êzîdî, kurê Osman Güden. Dilê kurê Osman jî dikevê. Herdû hez ji hev dikin, soz û ad bi hevre didin, ku ҫi dibe bira bive, ҫi astengî hebin jî, ew dev ji hev bernadin. Kurê Osman, Ridwan ji bavê xwe û ji dîya xwe re meselê dibêje. Osman Güden û hevjina xwe bi tundî ewilî hemberî kurê xwe disekinin. Û hîҫ qebûl nakin. Dikin û nakin kurê wan jî dev ji Bêrîvanê bernade. Ridwan soz dayê, hez ji Bêrîvan dike. Lê bêdilîya bav û dîya xwe jî nake, Bêrîvan narevîne. Dixwazin ev kar bi aramî û bi edebî serbikeve. Pênc sal ev alozî û dijberî di navbera kurê Osman û malbata wî de dajo. Pênc sal. Hemû hewildanê Osman û hevjina wî pere nakin. Bêrîvan û Ridwan dev ji hezkirina xwe bernadin.

Rojek Bêrîvan bi xwe tê mala Osman Güden. Jê re dibêje: “Apo, ҫima tu min bûka xwe qebûl nakî? Apo, ez hez kurê te dikim, ew jî wisa hez ji min dike. Tu dizanî navê min Bêrîvan e, navê keҫek Êzîdî bav û dîya min li min kirine. Ez hê derguşê de bûm, xalê min, ji dîya min re gotîye, welah Êzîdî ê vê keҫa te ji te bistînin. Hê ez di dergûşê de bûm, qedera min bi kurek Êzîdî re hatîye kifşkirin. Dû fermana Şengalê ra min xwe Êzîdî dihesiband. Dibe newma be jî dilê min ketîye xortekî Êzîdî. Êzdayî bawerîya pêşîyê me kurda teva bû, bawerîya kal û bapîrên min bû jî. Ez dixwazim cardin werim ser bawerîya kal û bapîra. Bêje min, ҫima tu min qebûl nakî?”

Osman jî gelek difikire û soz dide, dibêjê, ma ev tev tiştê ku tu dibêjî, bav û dîya te jî qebûl dikin?

Bav û dîya Bêrîvanê jê re dibêjin, Bêrîvan tu car me bêdilîya te nekirîye. Em îro jî û di mêrkirina te de jî bêdilîya te nakin. Tu çawa rast ji xwe re bibînî, em qebûl dikin. Tu azad î, tu çawa qirara xwe bidî, tu serbest î. Me te azad mezin kirîye, tu mezin î, gavê tu azad qirara xwe bidî, yekî Êzîdî bikî û herî ser bawerîya Êzdayî, em jî emê vê qirara te qebûl bikin û pirsgirêka danaynin. Osman jî naxwaze bi dizî vî karî bike û naxwaze bûka wî wek sêwîya bi kurê wî re mêr bike. Dawetek piҫûk ji bo xatirê Bêrîvanê çêdike. Mara bûk û zavê jî li gor edetê Êzdayî tê birîn.

Bi seda keҫên me Êzîdîya ji xortên misilmanan hez dikin, em tejikê sor li pêşîya wan datînîn, zilam û zarokê wan re em dibêjin, zavê me û xwarzîyê me. Em ji wan re xwe dikin binerd.

Gelo em ji Bêrîvanê û ji kurê Osman re jî hima hinek merhemet û tolerans nîşan biden ê ҫi bibe…?

 

Du gotinên min ji Bêrîvanê re.

Bêrîvan rêzgirtina min ji bav û dîya te re bê hidûd heye.

Cesareta mezin li ser xezûrê te ye û qîmetek mezin daye te.

Ji bîr meke!

 

Jêder: http://www.rupelanu.com/sivan-perwer-u-ezidi-10731h.htm

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev