Li Pey Şopa Fîlozofan

Li Pey Şopa Fîlozofan

Nesrîn Rojkan

 

Tîrek ji jor ve hat û ket nav dilê min.  Berî jan kir, kul kir, birîn kir û dû re tevizand, şal kir, şil kir. Dengê lîrê ya nazik û hestewar hil bû jê, rîtmeke ahengî lê peyda bû. Demek şûnde, hemû laşê min dîl girtibû û ji nav min firiyabû ev hesta efsûnî. Bi deng, bi wêne, bi helbest û çîrokan ve ez sermest û bê hiş kiribûm tîrê hunêrê. Hestên min ên birîndar, kul û keserên min bûbûn hêlmêk hênik û wek rondikan firyabûn ji çavên min…

 

Em li warê Xweda, Xwedawend û filosofan bûn. Li ber perestgaha Apollo rawestiyabûn û bayekî payîzî û efsûnî li derdorên me digeriya û em dibirin nêzikê 2700 salan berê. Em bi grûbek turîstên Swêdî re di nav kolanên bajarên antîkî de digeriyan û li dû şopa Xweda û filosofên Yûnaniyan ketibûn. Çavên me li rêyan û diwaran digeriyan da bêtir rûxsar û agahî li ser Apollo;  ew xortê lihevhatî û destpêhatîyekî piralî (!) peyda bikin. Apollo Xwedayê lîrê, hosteyê tîrê, afirînerê mûzik, helbest, wêne û hemû hunerên din, Xwedayê rojê, êgir, zelalî, ronahî û rastiyê, yê bizijkê û herwuha yê kehanetê. Porên wî yên zêrin û gurr  ku wek tîrêjkên rojê rûyê wî yê rind dorpêç kiribû bala me hemûyan kişandibû. Apollo, li gor mitolojiya Yunanî kurê Zeus e û yara wî Leto ye.  Xortek çeleng û jîrek e. Di panteîzma mitolojiya Yunanî de rolek giring hilgirtiye. Xwediyê gelek erka ye û erka wî ya herî giring  jî berpirsiyarê kehanetê ye. Di wê demê de agahiyên li ser siberojê giring bûn. Jiyana xwe li gor kehanetan, û stêrknasiyê (astrolojî) şêwe/rave dikirin. Gelek çîrokên evîndariyê û efsaneyên şepal û lehengiyê li gor van kehanetan hatine afirandin.

 

Perestgahên Apollo jî, weke navenda kehanetê dihate bikaranîn. Yek ji wan perestgahan ku li Prienê ye, nz. beriya 2700 salan li bajarê kevin, ji aliyê Îyoniyan (antîk Yunanî) ve hatiye avakirin. Perestgeh heta niha rastê  êrişên gelek imparatorî û mîriyên wek, Farisan, Lidyayî, İskenderê mezin,  Kapadokiyan, Pergamoniyan hatibe jî heta niha li gor hemû rûxandin û talankirinan, ba û erdhêjiyan jî çend ji stûnên mermer li ser xwe mane. Prieniyan kevirên xwe yên mermer ji ginta nêzikê perestgahê derdixistin di wê demê de. Ji ber ku zanîna li ser siberojan gelek giring bû û Apollo jî Xwedayê Kehanetê bû, ew yek ji wan giringtirîn Xwedayan e di panteîzma antîk de. Lewra gelek bajar û perestgah ji bo wî dihate avakirin. Wek kehanetgaha (orakel) Didyma (Didim) ku bûbû navenda kehanetan da ku mirov bên û siberojên xwe çarenûsên xwe bizanin gelek perû û xelatên giranbuha diyariyê keşîşan dikirin. Oidipusê komplex, ku niha di beşa derûnnasî de rojane tê bikaranîn, çîrokek e ku giringiya kehanetê/orakelê dide diyar kirin. Balkêş e,  ku di dema berê de herdem dixwestin siberojên xwe bizanin û li gor wî jî  ol, bawerî, kar û pîşe wek kehanet, qeder, stêrknasî, falavêjî, rêmildarî pêk dihatin. Di dema îro de jî  zanîna demên berê wek arkeolojî, dîroknasî, olnasî ve ew çend giring e da bikarin jiyana xwe bikin xwediyê ahengek mayînde.

 

Pişti salâ 1300an, bajarê Prienê dikeve destê tirkan û navê Prienê ya niha dibe/dikin Aydın/Söke. Dengê pisepisa fîlozofê mezin, şagirtê Eflatûn,  Aristotales ku li vê warê jî di dema Îskenderê mezin de mamosteyî kiriye, weke bayekê dikeve guhê me û  dibêje, ‘guh nedine van dînikan, ev hemû tiştên beredayî û peydakirî ne. Xweda Xweza ye, Xweza Xweda ye, gerdûn tevde Xweda ye, tu jî ez jî tê de, tevde bihev re Xweza ne, Xweda ne’.

 

Em ji nişkave ji xewna efsûnî şiyar dibin û mantiqa me riya otobûsa me nîşanê me dike. Ji Apollonê dil dînik xatir dixwazin û berê xwe didine gundê xwîşka wî. Li gor lêkolînan , yunaniyan wê demê de Xweda û  Xwedawendên derdorên xwe dixistin nav panteîzma xwe de û ew li gor çand û baweriyên xwe asimîle dikirin û bi vî awayê jî panteîzma xwe mayînde dikirin. Diviya herdem 12 xweda/xwedawend di warê wan de li Olîmpûsê hebûna. Mîrê xwedayan Zeus bû, mîrbanû jî Hera bû. Lê gelek caran ev xweda nêzikê mirdar/mirovan dibûn û evînî, evîndarî di navbena wan de peyda dibûn. Zarokên nîvxweda, nîvmirovî ji wan çêdibûn. Lê dîsa jî hejmara xwedayan tu carê ji 12 yan kêmtir an bêtir nedibûn. Artemîs û Apolloji wan Xweda û Xwedawendan bûn ku di eslê xwe de Xweda û Xwedawendên çandên din bûn. Apollo Xwedayê rojê, cêwîka wî Artemîs jî, Xwedawenda hîvê ye. Artemîs jî wek birayê xwe tîrebdaz bû û Xwedawenda mêrgan bû. Nêçirvanek jîr û keçek sipehî bû. Ew Xwedawenda bereketê, dayika axê bû. Peykerên xwe de xwediyê 37 memikan e.  Ji bo ku bikeve panteîzma Yunaniyan de diviya ji rola xwe ya giring derkeve û bibûya keça  Xwedayê Zeus.

 

Efes bajareke  kevin e ji dema neolitîk ve û heta îro jî tê de jîn hebûye liv hebûye.  Efesus ku naveke Yunanî ye, girêdayî bajarê Ayasulukê ye ku îro navê wir Selçuk e.  Çavkaniyên antîkî dibêjin ku ev bajar ji aliyê jinên Amazonan ve hatiye avakirin. Dîroka Efesusê digihije 700 salan B.Z. Lê gelek caran cihê navendê hatiye guhertin, û bermahiyên bajarê li erdeka fireh belavbûne. Efes, yek ji wan mezintirîn mûzeyên vekirî ya cihanê ye û yek ji wan ji heft nuwazeyên cîhanê yek e.

 

Gelek peykersazên navdar li wir ketine pêşbirkan da ku hunerê xwe ya herî spehî pêşkêşê Artmemîsê bikin.  Di vê peretsgaha 2550 salî de, carek din dibin dîlgirtiyên dinyayek pirfantazî û romantîk û hevşabûnên xwedawend û xwedayan. Herakles, ji daristana zeytûnan derdikeve û berê me dide pirtûkxaneya bi navûdeng Celsiusê. Carek din em ji xewna şîrîn şiyar dike ew mantiqa hişk û zuwa. Celsius bi erka xwe ya zanyarî û felsefeyê, xizmeta Romiyan kiriye, herwuha ew perestgeh/tirbegeha giregirên bajarê dema xwe bûye jî. Efes tevde bi kevirên mermeran ve hatiye sazkirin û bi perestgaha xwe, pirtûkxaneya xwe, anfîtiyatroya xwe, dibistanên xwe ve bûye xezîneyeka cîhanî. Herakles me ji bajêr derdixe û berê me dide xwezayê, ku ew bixwe jî ji zordestiya mîrê Farisan Darius reviyaye û vekişayê xwezayê.

 

Em jê dûr dibin û berê xwe didine gundê  herdû cêwîkan, Didimê. Didyma  li ser navê van herdû zarokan hatiye avakirin, ango Apollon û xwişka wî Artemîsê. Perestgahek din ya Apolloye ku niha di navenda navçeya Aydinê Yenihîsarê  ditewizîne jî heye. Perestgah li vir çêtir xwe paraztiye û bi nexş û peykeran ve şopên ji Yunana Antîk, heta dema niha nîşanên gelên din, olên cûda cûda, (ji pagaîzmê bigire heta stêrka Dawûd pêxember û xaça Îsa pêxember) ve dîroka xwe ya pirmacerayî ji me re vedibêje. Li gor efsaneyeke dema xwedayê rojê û ronahiyê Apollon li herêma Didyma digere,  rastê şivanekî tê. Şivan Brankhos bi nefbiçûkî û dilsafî nêzikê Xwedayê xwe dibe, û Xwedayê wî jî jê hez dike û hunerên xwe yên kehanetê hînê wî jî dike. Ji bo ku kehanetên xwe bigehîne mirovan, Brankhosê şivan  yekem perestgaha  bi navê Apollo li nav daristana defneyê û nêzikê avê, ava dike. Lewra wî û zarokên wî demek dirêj de rêveberiya vê perestgah kirine û her wiha  di demek dirêj de jî  ev cih wek Brankhidai jî hatiye binavkirin.

 

Gelo ku vî şivanê dilnarîn qedera Didyma ya rastî bizanîya dê kehanetgehek wisa bi heybet avabikira? Didyma ji xwe di dema neolîtîk ve bermahiyên xwe hêlaye û hema hema her serdemê de jî bûye hedefa gelek êrişan ji aliyê gelên din ve yên wekî; Mîkenî, Girîtî, Akayî, dû re Faris û Bizansî paşî Tirkan û piştî şerekî dîsa Bizansî (di dema xaçperestan de) û carek din ji sala 1261an heta niha jî Tirkan desthilatdariyên xwe li ser vê navçeyê ceribandine. Li ser diwarên mermerî, ne tenê rûxsarên Apollo û Artemîs hatine nexşandin, herwiha yên Eros, Xwedayê evîn û evindariyê jî hatine nexşandin û Erosî tîrkevanê xwe amade kiriye ku bavêje dilekî reben. Bi hestên evînî û bê evînî, em xatirê xwe ji van hersê tîrbazan jî dixwazin da bigihijine hestê Truvayê ku li dû Helenaya sipehî bikevin…

 

Çavkanî: Kovara Felsefevan, Hejmar 01. Rêbendan, Sibat, Adar 2015 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev