PRAG, DR. YEKTA UZUNOGLU Û ÇÎROKEK JI KURDISTANÊ -1

PRAG, DR. YEKTA UZUNOGLU Û ÇÎROKEK JI KURDISTANÊ -1

Nuri Sınır

Min û birayê Yekta di sala 1979an da hev û du li Parisê nas kiribû. Wê demê ez xebatkarê şaredarîya Amedê bûm. Yekbûna şaredarîyên sosyalist ê Fransê otobus bexşî şaredarîya Amedê kiribûn. Yekem panzdeh otobus hatibûn Amedê. Ji bona otobusê din me xebatkar amade kir û bi wan re ez çûm Fransê. Amadekirina wan otobusan li Fransayê bi giştî ji alîyê xwendekar û ciwanê Kurdan ve hatibû çêkirin. Keda Kendal Nezan, Dr. Yekta Uzunoglu û ciwanê Kurdan di vê bûyerê da yekem li pêş bû. Xebata wan a dûr û drêj, ji alîyê yekîtîya şaredarîyên sosyalist ve 32 otobus ji bona şaredarîya Amedê hatibûn bexşandin. Min û Yekta wê çaxê li Parisê hev û du dîtibû û hev û du naskiribû. Ji wê rojê pê ve me hev û du nedî bû û têkilîya me çê ne bûbû.

Me 16 otobus, piştî zahmetîyek mezin anîn Amedê. Zahmetî, ji alîyê devletê ve derxistina astengîyan bû. Astengîya herî mezin, ji alîyê mirovê tarî, ji alîyê îstîxbaratê ve şevekê bê agahîya me jê hebe li ser otobusekê “ Kurdistana Hur” hatibû nivîsandin û li rojnameya Hurrîyetê tevlî wêneyê kişandibûn, bi sur manşetê hatibû weşandin. Di ketina Tirkîyê de piştî hinek bûyerên ne xweş û bi şûn de em derbas bûn û hatin Amedê.

Di bihara sala 1980ê da ez ji xebatkarîya şarêdarîyê bi xwestina xwe derketim û min dest bi karekî taybetî kir.
Rojekê xebatkarekî şaredarîyê hat cem min û ji min ra gote “ Mehdi abê gotîye, bila Nuri were heya cem min.” Min got “ baş e, ez ê werim.”
Ez çûm şaredarîyê û çûm cem wî. Şerafettin abê ( Prz.Şerafettin Kaya) jî li cem wî rûnîştî bû. Piştî li hev pirsandinê û sihbetê, ji min tiştek hat xwestin.
Piştî vegera Xumeynî rejima molla berê xwe dabû Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û şer dest pê kiribû. Ji alîyê textorên hidût nenas çend kes wê bihatana Wanê û derbasî Kurdistana Rojhilat bibûna. Ji bona yarmetîya wan textoran, ji min çûyina Wanê hate xwestin. Ji bona xizmetkirina wan min nikaribû bigota “na” û piştî ez derketim derve min dest bi amadebûna xwe kir.

Êvarê dereng ez ji Amedê derketim û min berê xwe da Wanê. Ez çûm cem mirovekî Kurd ê cangorî, li ser bûyerê me sihbet kir û wexta daketina firokê jî çûm balafirgehê. Rêwî ketin hêwana balafirgehê û min nîşana xwe di destê yek mirovî da dît. Nîşan rojnama Fransî, bi navê “ Liberation” bû. Min ew li texsîyê kirin û em çûn otêlê. Êvarê mirovê min î Kurd ê cangorî jî hate otêlê û me bernama xwe amade kir. Sibehê zû em rabûn û li otobusekê siwar bûn. Berîya em bi gihêjin Ebakê (Başkale) rêberên me li benda me bûn. Min otobus sekinand û em daketin. Em û rêberên me li davîya pîkabê siwar bûn û pîkabê berê xwe da çiyayê rojhilat. Pîkab heya karibû çû û li cîhekî sekinî. Hêstirek û mirovek li benda me bûn.

Me derman li hêstirê kir û bi linga me dest bi meşê kir. Di nav textoran de yekî bi ‘emir hebû. Nevê wî Balî bû. Lingekî wî wek seqet bû. Pir ne rehet bû. Bi rastî di meşê da jî, her di pêşîya min da bû. Carekê li min nihêrt û kenîya. Bi îşaretan gote “ cixarê venexwe, terk bike.” Min heq dayê û ez ne heq bûm di vî warî da. Ev çîrok, ev çûyîn wê şevê heya sibehê dom kir. Li herêmekê me van textoran radestî peşmergeyan kir û bi rêberê xwe ra em çûn gundekî Urmîyê. Wê roj û şevekê em li virê man û roja din serê sibehê em ketin rê. Rêber min di rêyek din da meşandin û zûtir di çîya ra em derbas bûn. Wê rojê jî em li gundekî man û li virê me bêhndan kir. Sibeha wê şevê em li texsîyekê siwar bûn û hatin Wanê.
Ev çîrok dûr û drêj e. Piştî 39 salan bi şûn da wê dîsa derketa hemberê min.

Sal li ber dawîya 2019 dan bû. Bala min nivîsên Dr. Yekta kişand. Li ser feysê, di malpera wî da nivîsên wî yên balkêş dihatin nivîsandin. Min di yek nivîsa wî da navê “profesor Balî” dît. Bi rastî navê “Balî” bala min kişand û ez li ser fikirîm. Balî, textorê hidûtnenas, derman, Kurdistana Rojhilat, şer, textor Yekta, xebata wî ya di nava enîya şer da, pêşmerge, birîndar…

Erê Profesor Balî ew Balîyê min biribû. Ji bona ez navê Balî li cîh bidim rûniştin min ji Yekta ra nivîsek, nivîsand. Min jê pirsî “kekê Yekta ew textorê ku te ew anîye ziman, ne yekî lingê wî pîçek seqet bû û bi ‘emir bû?” Bersîva wî min şaşwaz kiribû. Gote “ erê kekê Nuri ‘eynî wek tu dibêjî, lingê wî piçek seqet bû.” Min bi kurtayî birina textor û dermanan jêre got, îja ew şaş bû û bi kêfek mezin gote “ Nuri dêmek te ew derbasî Kurdistana Rojhilat kiribû.

Ew textor û derman gihaştin cem min û me bi hevdu ra komek zêde pêşmergeyên birîndar tedawî kirin.” Ez ji alîyekî kêfxweş bûm, ji alîyê din ve jî xemgîn bûm. Ji yan bi nişkewazîya tijeye. Eger min zaniba Yekta li wirê ye û ev textor û derman derin cem wî… Belkî ez venegerîyama û biçûma cem wî. Mixabin min nizanibû û piştî 39 salan bi şûn da bi nişkava derketibû hemberê min.

Lê xem tune, profesor Balî piştî 39 salan bi şûn da min û Yekta anîbû cem hev.
Ew Yekta, ev Yekta bû û piştî 39 salan bi şûn da em li serok bajarê Çekya, li Pragê hatibûn cem hev û em wan rojan diaxivin.

(berdewama nivîsê sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev