KORONA YEK JI BERGIRA DINYAYÊ BI XWE YE!

KORONA YEK JI BERGIRA DINYAYÊ BI XWE YE!

Laleş Qaso 

Însan pê re dijî û hîn dibe; ev aliyekî însên e. Bahwerî ji vir tê. Însan pê re nejî jî hîn dibe; ev jî aliyekî însên e. Vir maka şikê ye. Însan dixwaze bijî û hîn bibe; ev jî aliyekî însên e û ev alî kaniya jîn û jiyan û bizavê ye. Xwendin, dîtin, bihîstin, destdan, keft û lept, tahm û bêhn hîn dike. Lêbelê carina di hin bîstikan de, yek ji wan jî mirov têhr nake. Ew rastiya ku mirov jiya bû, ji xwe bi dûr dikeve. Rastî tam nabe xeyal jî. Mejî najenîne, hêdî bi hêdî dinisilîne. Mirov dibêje qey di navbera rastiyê û xeyalê de tiştek hebû ku mejî, wê bi mirov dike wek hebû û tune bû. Ne mirov jê dûr dixe û ne jî dihêle mirov nêzîkayê lê bike. Nahêle ku mirov bûyerê jîndar bifikire; geh li ber guhan dike camcamkek û geh jî di ber çavan re mîna çirûskekê derbas dike. Ew rastî ye, ew xeyal e, ew çi ye?

 

Însan bi însên, heywan bi heywên û dinya jî bi kayinatê dinya ye. Ev doh wilo bû, hîn jî wilo ye. Lê gelo wê wilo bimîne? Ez bi şik im, ji ber ku însan jî mîna dinyayê çêbûneke û bi dûv her çêbûnekê de tunebûnek heye. Tunebûneke ku bibe destpêka hebûneke nuh. Îcar heger ez însan bim, ji ber ku tu, ew û ên din hene ez însan im. Lê gelo însan çiqasî bûye însan? Însan însên dixwe. Însên însan xistiye pêxêla hev, yan qeweteke nependî însan xistiye pêxêla hev? Kî kê çêkir? Şeytan ji ku derê ye? Ji bo çi ew afirandin? Madem hevdu çêkirin îcar çima hevdu zîvar zîvarî dikin û li ser koka hev rûdinin?

 

Ez hêsîr im. Ez diêşim. Ez digrîm. Û carina jî dikenim. Çima min hêsîr kirine? Kê ev êş daye min? Kî min bi girî vedike? Tew min dikenînin jî? Ev xezeba ku hatiye serê min qey bi rastî “qeder e?” Heger qeder be, neheqiyeke mezin e! Ma min xwe çêkiribû? Min çêkirin. Him jî çêkirineke ji loda sebeban. Ez ne degel, çavsor û zalim bûm. Min zilm li kesî ne kiribû. Îcar ji bo çi hemû tiştên pîs û xerab bûne qedera min?

Belkî bi rastî jî tiştek tuneye, hertişt xeyal e. Xwezîka wilo ba, da min bêtirs temamê qanûnên li jêr û jorê dabana nav lingan. Lê dengê garanê tê min. Ker dizirin, çêlek diorin, hesp dişîhin û kûçik jî ha ha direyên. Balafiran ezman çirandin, bombeyan erd hejandin. Ez bi sed hezaran kesên ku ji bo gezeke nan xwe difroşin, dibînim. Nebe ku ev hemû kêlîk bin? Hemû ev kêlîka ku ez heme? Gelo kêlîk ne xeyal bin? Mirov ji kêlîkan re çima xela nabêje? Hertişt gava ku ev kêlîka niha be, min jê re xeyal, yan rastî, yan hebû û tunebû got wê bibe çi yanî. Ez mîna ku ez tuneme û ez heme dînparêzino, misilmanino, mizgeft, kenîşt, axret, bihişt, Xwedê. Pêxember, Şeytan, jehr û ziqûm, ewqas!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev