Roja Rojnamegerîya Kurdî Pîroz be!

Roja Rojnamegerîya Kurdî Pîroz be!

Ferîd Mîtan, rojnamevan 

Nivîsara pêşîn a Rojnameya Kurdistanê ku tê da Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyê dide nasandin:

“Heyfa min têt ji kurda re. Kurd ji gelek qewman zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêr in, dînên xwe de rast û qewî ne, xurt in; û dîsa weke qewmên dî ne xwenda ne, ne dewlemend in, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Moskof çawa ye, wê çi bike, nizanin.

 

Loma, rêya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî. Bi îzna Xwedê teala paş nuho, her pazde roja de carekê ez ê cerîdekê binivîsim. Navê vê min kiriye “Kurdistan”.

Vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya ilm û marîfeta bikim; li kû derê mirov dielime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa kurda bikim. Li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim.

Heta nuho kesî cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîda min a ha, ya ewulî ye. Loma wê gelek kêmasî hebitin. Ez hêvî dikim kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê de.

Eve êdî ez ê dest meqsedê bikim. We mînellahîttewfîq!”

 

Mîqdad Midhet Begê lawê Bedirxan Paşa.

Rojnameya Kurdistanê, 22yê nîsana 1898an, roja pêncşemê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev