NIVÎSKARIYA FERHENGÊ YA KURDÎ

NIVÎSKARIYA FERHENGÊ YA KURDÎ

Mamostayê Université de Rouen Normandie,

endamê Komxebata KURMANCÎyê doktor Salih Akin

3 gotarên xwe yên bi  zanyarîyan va dagirtî ji bo malpera RIATAZA şandîye.

Em sipasîya wî dikin û îro nivîsa wî a pêşin çap dikin.

(Ferhengnûsiya Kurdî)

Salih Akin

Digel ku xwedî raboriyeke kin e jî, xebatên ferhengnivîskariya kurdî ew qasî baş in ku mirov pê heyirî dimîne. Kurdiya pirzarava ku demeke dirêj tûşî siyaseta pest û pişaftinê hat, bi pêşketinên baş ên siyasî û bi derfetên lêkolînê ku her diçe geş dibin, bû nîvenda bala medyayê. Ji ber vê kombinasyona erênî, van salên dawîn gelek ferhengên kurdî hatin weşandin. Kurdiya ku 30 milyon kes pê diaxivin, ji ber ku ne xwedî saziyên neteweyî bû, ev xebatên ferhengê jî pirranî bi awayê xebatên kesîn/kesane derketin pêş. Ev nivîskarên ferhengan kî ne? Xebatên xwe bi kîjan derfet û motîvasyonê pêk anîn? Ji bo çapkirin û weşandina ferhengan kîjan der bi rola xwe rabûn? Di vê xebata xwe de, em ê bi qonaxên sereke yên nivîskariya ferhengê ya kurdî re mijûl bibin, wekî kirûyên civakî û zimanî em dixwazin li ser mercên civakî û sîyasî ên ferhengnûsiyê rawestin.

 

  1. Ji duh heta îro nivîskarên ferhengên kurdî

Ji ber sedemên tarîxî, siyasî û civakî yên pêşketina Kurdî (Akın, 1997, 2010, Skutnabb-Kangas & Bucak, 1994) xebatên ferheng û ziman, pirranî bi înisiyatîfên kesane hate meşandin. Destpêkirin, pêşketin û geşbûna nivîskariya ferhengê ya kurdî dabeşî sê qonaxan dibe.

 

1.1. Destpêka nivîskariya ferhengê ya kurdî (Sedsalên 17ê û 19ê)

Ferhenga ku wek ferhenga destpêkê ya kurdî tê zanîn di sedsala 17ê de hate çapkirin. Ferhenga Kurdî-Erebî Nûbihara Piçûkan ku Ehmedê Xanî (1651-1707) nivîsiye, sala 1684ê, bo perwerdeyê derdikeve pêş. Ferhenga ku elfebeya demê ya Erebî ve hatiye nivîsandin, 1500 peyvên zaravayê kurmancî ku Ehmedê Xanî pê diaxivî, li xwe digire. Ehmedê Xanî ku helbestkar û fîlozof e, di heman demê de hîndekarek e ku zimanê xwe yê dayikê hîn dikir. Mebesta ferhengê ew bû ku fêrkirina ziman hêsantir bike.

Piştî vê xebata destpêkê ya ferhengnivîskariya kurdî, du lêkolînên xwedî mebestên cuda pey tên. Ev xebat, yên zanayên biyanî ne ku ji bo rêziman û gencîneya peyvên kurdî bidin nasîn wan ji ger û serdanên xwe yên eyaletên Kurdistanê dane hev. Kesê yekê ji van zanayan, keşîşê katolîk Maurizio Garzoni ye ku di sedsala 18ê de Romayê ew şandiye Mîrnişîna Bahdînan. Garzonî ku 20 salan li bajarê Amêdiyê maye, daneyên xwe di berhema xwe Grammatica e Vocabolario della lingua kurda de berhev dike ku wî di sala 1787ê li Romayê diweşîne. Di vê berhemê de her çend teswîra rêzimana ziman hebe jî, li ber teswîra leksîkê qels e. Ev berhema 288 rûpel, ji rûpela 11ê heta 74ê ji bo teswîra rêzimanê hatiye veqetandin, teswîra leksîkê tevahiya pirtûkê ya mayî li xwe digire. (s.75-282). Di beşa Vocabulario Italiano e Kurdo ya vê berhemê de bi qasî 6700 peyv bi Kurdî û beramberî wê Îtalyanîya wê hatiye dayîn.

Piştre oryantalîstê Polonyayî August Jaba (1801-1894), li bajarê Saint-Petersbourg ê Rûsyaya Çaran, di sala 1879ê de bi navê Dictionnaire kurde-français (Ferhenga Kurdî – Fransî) çap dike. Nivîskarê Ferhengê ku li bajarê Erziromê konsolos e, di heman demê de nivîskarê broşûra Recueil de Notices et de Récits kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan (Danheviya kurtenot û çîrok ji bo naskirina ziman, edebiyat û qebîleyên Kurdistanê) û bo fransî hatine wergerandin û sala 1860ê li bajarê Saint-Petersbourgê hatine çapkirin. Ev ferhenga ku li ser fermana Akademiya Zanistê ya Împaratoriya Rûsyayê hatiye amadekirin, ji 463 rûpelan pêk tê û 15000 peyvan li xwe kom dike. Di vê ferhengê de du elfabe hatine bikaranîn, peyvên kurdî berê bi elfabeya Erebî têne nivîsandin, piştre bi elfabeya Latînî bo Fransî têne wergerandin.

Piştî August Jaba, Yusuf Ziya’al-Din Paşa al-Khalidi yê Filistînî ku rayedarekî bilind ê Împaratoriya Osmanî bû, sala 1892ê li Stenbolê ferhengeke Kurdî-Erebî diweşîne. Al-Khalidi yê ku qeymaqamiya herêma Motkiyê dike, di ferhenga xwe de pirranî peyvên vê deverê berhev dike. Ev ferhenga ku ji bo Padîşahê Osmanî Abdul Hemîdê IIê dibe referans, bi ser navê Heddiye El-Hamidiyye Fi’l-Lûgat El-Kurdiye (Bi Zimanê Kurdî Diyariyên Hamidiyeyê) tê weşandin. Piştre Mehmet Emin Bozarslan peyvên erebî werdigerîne Tirkî û sala 1978ê heman ferhengê bi navê ferhenga Kurdî-Tirkî ji nû ve çap dike.

Ev teswîrên destpêkê yên peyvan ku ji aliyê lêkolînên Kurdolojiyê ve jî wekî referans têne qebûlkirin, ji bo zimanê kurdî belgeyên herî pêş ên herî berbiçav in. Wekî tê dîtin, ji bo ku nivîskariya ferhengê ya kurdî peyda bibe rola zanayên Ewropî gelekî karîger e. Her çend armanca destpêkê ya van lêkolînan berhevkirina peyvan û fêrbûna wan be jî, her wiha tê xwestin ku Kurd baştir bên nasîn.

 

2.2. Di dema tevgera neteweyî de ferhengnûsî (Sedsala 20ê)

 

Wekî tê dîtin, ji bo nivîskariya ferhengê ya kurdî peyda bibe, fêrbûna peyv û ziman xwedan roleke girîng e, bi taybetî nêrîna ji derve ve li ser serdest e. Di teswîrên piştî wê de, nêrîna ji hundir ve giraniya xwe datîne ser.

Gelek lêkolîner, nivîskar, helbestkar, fîlozofên kurd, xebat ji bo teswîrên peyvan kirine û eşkere dibe ku wan teswîra peyvê bi awayekî kolektîf nirxandiye. Di nîvsaleya duyem a sedsala 20ê de vê xwedîtîlêkirina li teswîra peyvê ya kolektîf, piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê, cara duyem li welatê Kurdan ê di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hate parvekirin xwe da der. Bi vî awayî, têgiha Netew-Dewletê ku bi Şoreşa Fransayê li cîhanê belav bû, bandoreke mezin li ser rewşenbîr û siyasetvanên kurd kir. Ev rewşenbîr û siyasetmedarên ku di şerê têkoşîna azadiya neteweyî de bi ser neketin, bi xêra lêkolînên ziman fersenda wê dîtin ku bikaribin dîrok û çanda xwe biparêzin.

Vê dema ku lêkolînerên kurd berê xwe didin nivîskariya ferhengê, du dever –kevneYekitiya Sovyetê û Iraq- xwedan taybetiyeke cuda ne. Kevne Yekitiya Sovyetê ku malovaniya gelekî Kurdan kir ku di Şerê Yekemîn yê Cîhanê de ji Tirkiyeyê hatin sirgûnkirin û bi awayekî madî û siyasî piştgiriya xebatên zimannasiya kurdî kir. Wê demê li Ermenistana ku endama Komara Transkafkasya Federatif a Sosyalist e, gelekî xebat bi ber çavan dikevin. Kurdên ku li Yekitiya Sovyetê wek « netewe » têne qebûlkirin û zimanê wan bi fermî tê venasîn, ji teşwîq û desteka dewletê sûd wergirt. Xwendegeh, rojname û weşanxaneyên wan êdî hene. Xebatên ku li navendên Kurdolojiyê têne meşandin, li ser warên cuda yên ziman û çanda kurdî ne û ji sala 1950ê pê de dest bi weşandina yekem ferhengê kurdî hate kirin. Ev tenê em behsa sê ji wan ferhengan bikin ku duyên wan sala 1957ê li Moskowê hatine weşandin :

–                    Çerkez Şudo Bakaev, Kurdsko-Russkij Slovar / Xebernama Körmancî-Rusi (Ferhenga Kurdî-Rûsî, 1957, 618 r.).

–                    I. O. Farizov, Ferhenga Rûsî-Kurmancî / Russko-Kurdskij Slovar (Ferhenga Kurdî-Rûsî, 1957, 781 r.).  Ferheng, bi her du zimanan jî têketina peyvan dide nasîn.

–                    Qanatê Kurdo, Kurdsko-Russkij Slovar (Ferhenga Kurdî-Rûsî, 1960, 890 r.), Ev ferheng, bi hevkariya Zarê Jusupov li Moskowê tê weşandin. Ji zaravayê kurmancî 34 000 peyvan li xwe digire, piştî wê sala 1979ê jî bi zaravayê Soranî jî ferhengek tê çapkirin.

 

Ligel van lêkolînan, Iraq, di çarçoveyeke xweseriyeke berteng de, rê dide ku Kli ser ziman û çanda xwe lêkolînan bikin. Di encama van xebatan de şeş ferheng têne çapkirin:

–                    Giwî Mukriyani, Raber / al-Murşid (Rêber, Ferhenga Erebî-Kurdî, 404 r. 12 000 peyv), sala 1950ê li Hewlêrê (Erbil) tê çapkirin.

–                    Giwî Mukriyani, Ferhengî Mahabad (Ferhenga Mahabad, Erebî-Kurdî, 795 r. 30 000 peyv). Sala 1961ê tê weşandin, ev ferheng berfirehkirina ferhenga berê ye ku li Hewlêrê hatî weşandin.

–                    Şeyh Muhammedî Xal, Ferhengî Xal (Ferhenga Xal, 40 000 peyv). Ev ferhenga ku navê nivîskarê wê li ser e, yekemîn ferhenga kurdî ya bi yek zimanî ye, ev ferheng bi awayê sê cildî salên 1960, 1964 û 1976ê li Silêmaniyê tê çapkirin.

–                    Tawfiq Wahbi & Cecil John Edmonds, Ferhenga Kurdî-Ingilizî (168 r, 10.000 peyv). Sala 1966ê li Londonê tê çapkirin, sala 1996ê çapa wê dîsa tê kirin.

–                    Cegerxwîn, Ferhengê Erebî-Kurdî, (Ferhenga Erebî-Kurdî, 2 cilt, 316 r. / 251 r.) sala 1962ê li Bexdayê tê weşandin.

–                    Abdul Rahman Zabihi, Qamusî Zimanî Kurdî (Ferhenga Zimanê Kurdî). Ev ferhenga ku ji 2 ciltan pêk tê, salên 1977 û 1979ê li Bexdayê tê çapkirin.

 

Salên 1950-1960ê li Iraq û yekitiya Sovyetan nivîskariya ferhengê ya kurdî ber bi pêşveçûnê rê kudandiye. Ligel vê bi belavbûn û bikaranîna ferhengan re ji aliyê dîtir ve li Tirkiyeyê di salên 1960ê de bi destpêkirina pêvajoya demokratîkbûnê re li welatên dîtir jî pêkanîna ferhengan xwe nîşan dide:

 

–                    Musa Anter, Ferhenga Kurdi-Tirki (Ferhenga Kurdî-Tirkî, 174 r. 12.000 peyv). Sala 1967ê li Stenbolê tê çapkirin.

 

Salên 1990ê ku 2 ferheng hatin weşandin, mimkûn e ku salên destpêkê yên berfirehbûna ferhengnûsiya kurdî bêne hesibandin:

–                    D.  İzoli, Ferheng, Kurdi-Tirki,-Tirki-Kurdi, 913 r. 25 000 peyv. Ev ferheng sala 1987ê li La Hayeyê tê weşandin û sala 1999ê li Stenbolê ev ferheng bi awayekî berfirehkirî dîsa tê çapkirin.

–                    Torî, Ferheng. Kurdî-Tirkî – Türkçe-Kürtçe 615 r. 12800 peyv. Sala 1999ê li Stenbolê tê çapkirin.

 

Ev xebat salên 2000 û pê de hê geştir dibin û bi hevkat, li diyasporaya kurd ku li Ewropayê hêdî hêdî pêk tê û li Îran û Sûriyeyê, lêkolînên ferhengnûsiye dest pê dikin:

–                    Ebdulrehmen Serefkendi, Henbane borîne (Hinbana Zêrîn) Ev ferhenga Kurdî-Farisî ji 62.000 peyvan pêk tê, sala 1990ê li Tehranê hate çapkirin.

–                    Muhemed Cemil Seyda, Ferhenga Jîn. Ev ferheng ji aliyê weşanxaneya Tîrêj ve ku navenda wê li Sûriyeyê ye, sala 1994ê li Beyrutê tê çapkirin û ew bi Kurdî- Erebî ye.

 

Endamên diyasporaya Kurd ku pirranî ji Kurdên Tirkiyeyê pêk tê ku sala 1980ê ji ber derbeya leşkerî reviyane, bi derfetên Ewropayê, êdî dikarin bi serbestî zimanê xwe fêr bibin û lêkolînan li ser bikin. Ligel rêbazên fêrbûna ziman, rêziman, rojname û kovaran, ev ferhengên xwarê jî têne weşandin.

–                    Malmisanij, Zazaca-Türkçe Sözlük / Ferhengê Dimilkî-Tirkî. Ev berhem sala 1984ê li Parîsê tê weşandin û bi dû re sala 1992ê li Stenbolê cara duyem digihêje ber destê xwendeyan.

–                    Reşo Zîlan, Svensk-Kurdiskt Lexikon (Nordkurdiska) (Ferhenga Swêdî- Kurdî (Kurdiya Bakur)). Sala 1989ê li Stockholmê tê weşandin.

–                    Rizgar Baran, ferheng, Kurdî-İngilizî / İngilizî – Kurdî (400 r. 12000 peyv). Sala 1993ê li Londonê tê çapkirin.

 

Ji aliyê dîtir ve profesora zimanê kurdî ya Enstîtûya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) J. Blau, ku navenda vê dezgehê li Parîsê ye, sala 1967ê ferhengeke bi sê zimanî (Kurdî-Fransî-Îngilîzî) li Brukselê çap dike. Ferhenga ku piştre wateya peyvan a tirkî lê tê zêdekirin, sala 1991ê li Stenbolê tê çapkirin. Ev ferheng bi zaravayê kurmancî tê weşandin. H. Hakim ku di heman Enstîtûyê de dixebitî, sala 1996ê bi navê Dictionnaire fondamental kurde-français (Ferhenga Bingehîn a Kurdî-Fransî) heman ferhengê bi zaravayê Soranî diweşîne.

 

2.3.  Ferhengnûsiyeke geş (Sedsala 21ê)

Ji sala 2000ê vir de ye nivîskariya ferhengê ya kurdî, profesyoneliyek û veguhirîneke hêvîdar nîşan dide. Li Tirkiyeyê bi saya rakirina pêkutiyên li ser weşana kurdî, qewîbûna xweseriya Kurdan li Iraqa Federal û her wiha bi saya xebatên Kurdên li diyasporaya Ewropayê, qalîteya ferhengan bilind dibe û bi vê re cure û awayê ferhengan jî zêde dibe. Êdî nivîskariyeke profesyonel a ferhengê derdikeve pêş û sazî û dezgeh jî xwe didin ber vî barî. Berhemên destpêkê yên vê dema nû ev in:

–                    Salah Saadallah, Saladin’s English-Kurdish Dictionary (Saladin Ferhenga Îngilizî-Kurdî, 1477 r. 72 000 peyv). Ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Parisê û weşanên Avesta ve sala 2000ê li Stenbolê tê çapkirin.

–                    Zana Farqînî, Türkçe-Kürtçe Sözlük (1278 r.). Ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve sala 2000ê li Stenbolê tê çapkirin..

–                    Şafik Qazzaz, The Sharezoor Kurdish-English Dictionary (Şarezor Ferhenga Kurdî-Îngilizî, 601 r. 12.000 peyv). Sala 2000ê li Hewlêrê tê çapkirin.

–                    Mehmet Tanrıkulu, Türkçe-Kürtçe Sözlük (Ferhenga Tirkî-Kurdî) (520 r. 23 000 peyv). Sala 2002ê li Stockholmê tê weşandin.

–                    Mickael Chyet, Kurdish-English Dictionary (Ferhenga Kurdî-Îngilizî, 847 r.). Ji aliyê Yale University Press ve, sala 2003ê tê çapkirin.

–                    Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî (2132 r.). Ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve sala 2005ê li Stenbolê tê weşandin.

–                    Mustafa Aydoğan, Vildan Tanrıkulu, Mahmud Lewendi Svenska – Kurdiska Lexikon / Ferheng Kurmanci Swêdî (1010 r. 28 500 peyv). Ji aliyê Enstîtûya Pêşvebiriya Xwendegehên Swêdê ve sala 2006ê li Stockholmê tê çapkirin.

 

Wek sembola pêşketina vê demê ya ferhengnûsiya kurdî xwe gihandiyê, cara pêşîn ferhengên Kurdî-Kurdî tên amadekirin:

–                    Umîd Demîrhan, Ferhenga Destî, Kurdî bi Kurdî (496 r. 16 000 peyv). Ji aliyê weşanên Sewad ve sala 2006ê li Bazîdê tê weşandin.

–                    Kamêran Botî, Ferhenga Kurdî-Kurdî (720 r. 15 000 peyv). Ev ferhenga ku cara pêşîn sala 2006ê ji aliyê weşanên Spîrêz ve li Duhokê tê weşandin, paşê ji aliyê weşanên Do ve sala 2007ê li Stenbolê tê çapkirin.

 

  1. Profîlên civakî û siyasî yên nivîskarên ferhengê

Teswîrên ferhengan bi pêş dikeve li gorî çarenûsa Kurdan û rewşa welatên lê dijîn. Ev xebat, têkilî bi pêşveçûna hişmendiya neteweyî ne ku ziman wek materyalê pêkhêner ê nasnameyê tê qebûlkirin. Teswîrên ferhengên sazûmanî dereng dest pê dikin – Enstîtûyên Kurdî yên Parîs û Stenbolê salên 1983 û 1992ê têne avakirin- ji ber vê jî, nivîskariya ferhengê ya kurdî pirtir bi ser înisiyatîfa kesên di nav xebatên civakî û siyasî de bi pêş ve çû. Em profîla çend nivîskarên ferhengê li vê derê destnîşan bikin û xebatên wan ên civakî û sîyasî deynin ber çavan.

Aktîvizma siyasî û civakî ku nivîskariya ferhengê karakterîze dike, ne mimkûn e ku mirov bikaribe fêm bike beyî ku siyaseta li dijî Kurdan tê meşandin. Kurd tûşî asîmîlasyon û îmhayeke dijwar bûne, zimanê wan, ji nav malbatê heta xwendegehê, di her warê civakê de hate qedexekirin, pê nivîsandin hate astengkirin, heta carina axaftin jî hate qedexe kirin. Ji ber vê jî, parastina ziman, ji bo nivîskar, rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd bû karê sereke. Ji bo vê jî ziman ji wan re bû navgîna rizgarkirina çanda xwe ya ji îmhayê û sedemê têkoşîna li dijî asîmîlasyonê. Ji bilî hin nivîskarên ferhengê yên biyanî, hemû ferhengnûsên kurd aktorên têkoşîna civakî û sîyasî ne. Xebat û profîla hin nivîskarên ferhengê, nîşan dide ku têkoşîna sosyo-siyasî û ya ziman parçeyekî hev in û jêkve nabin.

 

3.1. Ferhengnûsên “ronakbîr”

Xebatkarên pîşeyên ronakbîrên wekî nivîskar, helbestkar û fîlozofan, gelek alîkarîya ferhengnivîskariya kurdî kirine. Di nav van de Ehmedê Xanî, Cigerxwîn, M. Anter, A. Şerefkendî, A. Zabihî xwedî cihekî girîng in.

Yek ji danerên ferhengnivîskarên kurdî yên destpêkê Ehmedê Xanî (1651-1707), ronakbîrek e ku di berhemên xwe de behsa serxwebûna Kurdan dike. Ji ber ku berî neteweperestiya modern pêl vede jiyaye, hişmendiya wî ya neteweyî li gorî wê demê statûya pêşengiyê li wî bar dike. Wê demê civakan nasnameya xwe bi ser ol û dînan pênase dikir û bi şerê di navbera dînan ew dida pêş, lê E. Xanî di Mem û Zîna xwe de ku sala 1692ê de nivîsandiye, behsa serbixwetiya Kurdan dike. Wekî tê zanîn, ev destana ku ji 2650 malikan pêk tê, behsa pêkhateyên Kurdan dike û wan teswîr dike.

Jiyana Cigerxwînê ku sala 1962ê li Bexdayê ferhengê dinivîse, bi hin aliyan dişibe ya E. Xanî, lê ji ber angajmana xwe ya nav rêxistinên siyasî pirraniya jiyana wî li sirgûnê derbas dibe, ji vî aliyê ve cudatir e. Cigerxwînê ku navê wî yê rastîn Şêxmûs Hesen e, di sala 1903ê de li Hesara Mêrdînê tê dinê. Dema xwendina xwe ya Îlahiyatê bi navê Seydayê Cigerxwîn navê wî belav dibe. Ziman, edebiyat û dîroka kurdî dikole. Bi angajmana xwe ya siyasî û welatperwerî sala 1925ê tevlê serhildana Şêx Seîd dibe û sala 1946ê li Qamişloyê komeleke kurd ava dike. Sala 1948ê dibe endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê û sala 1954ê jî di hilbijartina parlamenteriyê de dibe bernamzet. Dure rêxistina « Azadî » ku dê piştre bûbûya Partiya Demakratîk a Sûriyeyê di sala 1957ê de ava dike. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1963 û 1969ê de Cigerxwîn li Şamê di girtîgehekê de tê ragirtin, bi dû re jî berê xwe dide nav refên tevgera berxwedanê ya kurdî ku li Kurdistana Iraqê di bin pêşengiya General Mela Mistefa Barzanî de li dar bû. Sala 1973ê li Lubnanê bi cih dibe û wekî Ehmedê Xanî, li ser hîmê welatperweriyê helbesta xwe ya « Kî me ez? » dinivîse ku li dijî zilma li Kurdan tê kirin wekî qîrînekê ye. Sala 1979ê Cigerxwîn xwe dispêre Swêdê û sala 1984ê li vê derê koça dawîn dike. Cigerxwîn, di kovara Hawar de ku ji aliyê Bedirxaniyên Bira û komek ronakbîrên kurd ve tê derxistin, gelek gotaran dinivîse. Ev kovar li Sûriyeyê derdiket. Cigerxwînê ku destehelbestên 8 cild li pey xwe hiştine, di heman demê de nivîskarê Destûra Zimanê Me û Tarîxa Kurdistan e.

Edburahman Şerefkendî (1920-1990) yê ku ferhengeke Kurdî-Farisî nivîsiye û pirtir bi navê Hêjar tê nasîn, jiyana xwe bi angajmana siyasî û têkoşînê borand. Piştî perwerdeya xwe ya olî, sala 1940ê helbestên xwe yên destpêkê ristin. Li cem Qazî Muhemedê cihê xwe digire li Komara Kurdistan a Mahabadê ku sala 1946ê tê damezrandin. Piştî şikestina Mahabadê 30 salên nefiyek ku dê berê wî bidaya Sûriye, Lubnan û Iraqê dest pê kir. Di nav refên şoreşa General Mistefa Barzanî de jî cihê xwe digire. Piştî şikestina vê serhildana Barzanî jî, sala 1975ê vedigere Îranê û sala 1990ê li vê derê çavên xwe li jiyanê dimiçîne. Dr Sadiq Şerefkendiyê ku sala 1992ê li Berlînê ji aliyê rejîma Îranê ve hate kuştin, birayê wî yê biçûk bû û di heman demê de sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê bû. Hêjar ê ku hemû jiyana xwe di ber doza kurdî da, gelek berhem ji bo kurdî û farisî wergerandin.

Jiyana A. Zabihî û M. Anter ji van ên berê gelek cudatir nebû, lê wan berdêla angajmanên xwe yên siyasî bi jiyanê xwe da. A. Zabihi (1920-1980) ê ku nivîskarê ferhengê yê bi modêla Petit Larousse bû, li bajarê Mahabad ê Îranê tê dinê. Zahibî dibe endamê rêxistina partiya siyasî ya Kurdistana Îranê, piştre di sala 1946ê de di dema Komara Mahabadê de dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê. Piştî hilweşîna Komara Qazî Mihemed, xwe dispêre Sûriye û Iraqê, bi dû re sala 1980ê li Bexdayê ji aliyê rejîma Beasê ve tê kuştin.

Musa Anter sala 1918ê li Nisêbînê tê dinê, nivîskarê ferhenga destpêkê ya li Tirkiyeyê ye ku bi Kurdî-Tirkî tê weşandin. M. Anter ê ku rojnamevan, helbestkar û nivîskar e, li Stenbolê di warê Hiqûq û Felsefeyê de perwerde dibe. Anter ê ku komeleya xwendekaran saz dike, bi dû re kovara Dicle û Yurt İlleriyê diweşîne. Anter, bi çepên tirk re beşdarî siyaseta aktîf dibe, ji ber vê yekê gelek caran tê girtin. Apê Mûsayê ku li Diyarbekirê bi cih dibe, sala 1992ê ji aliyê hêzên tarî ve bi awayekî bêbext ji nav me tê birin.

 

3.2. Ferhengnûsiya «dezgehî »

Ferhengên ku di layê saziyan ve hatine derxistin xwedî raboriyeke nêz e û gava mirov dide ber ferhengên bi înisiyatîfên kesane hatine weşandine, xwedî hejmarek kêmtir in. Li gorî rewşa Kurdan Tawfik Wahbi an jî Qanatê Kurdo yê ku mirov dikare wekî ferhengnûsên dam û dezgehî bihesibîne, ji aliyê çi saziyan ve nehatin peywirdarkirin da ku vî karî bibin serî, lê ji derfetên saziyên xwe sûd wergirtin û wisa karên xwe birin serî. Ferhengnûsên wekî Zana Farqînî û Salah Saadallah, bi tevahî bi ser derfet û piştgiriya saziyên kurdî bi vî karê xwe rabûn.

Tewfîq Wahbî nivîskarê ferhengeke Kurdî-Îngilizî ye (1891-1984), di artêşa Osmanî de milazim bû û di Şerê Yekemîn yê Cîhanê de, di artêşa nû ya Iraqê de xwedî roleke mezin bû ku di bin çavdêriya Brîtanyayê de hate avakirin. Wahbî, di sala 1920ê de ji bo şêwezara Soranî binecî bibe û kodên wê rûnin, roleke mezin girt ser xwe û lêkolînerek e ku dibêje bo vê zaravayê bikaranîna elfabeya Latînî guncantir e. Lê belê dewleta Iraqê elfabaya Erebî wekî bingehê yekîtiya neteweyî dibîne, li dijî bikaranîna elfabaya latînî derdikeve ku bi vê armanc ew bû ku Kurdên Iraqê nêzî yên Tirkiyeyê bûbûna. Wekî tê zanîn, komek ronakbîrên kurd, piştî avabûna Komara Tirkiyeyê xwe spartibûn Sûriyeyê, elfabaya latînî ku îro ji bo şêwezara kurmancî tê bikaranîn, sala 1930ê bi dengên vê zaravayê li hev anîbûn. (Akın, 2006).

Qanatê Kurdo (1909-1985) ku ji Kurdên Tirkiyeyê ye û nivîskarê çend ferhengên Kurdî-Rûsî ye, piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê bi malbata xwe re xwe dispêre Ermenistanê. Piştî sala 1941ê bi teza xwe ya doktora ya li ser zargotina lêkerên kurdî, li Zankoya Saint- Petersburgê, wekî Profesorê Ziman û Edebiyata Kurdî dest bi kar dike. Bi xêra xebatên wî yên li ser ziman û edebiyata kurdî gelek Kurdolog têne pêş, Yekitiya Sovyetan heta salên 1990ê, li cîhanê wekî navenda herî girîng a Kurdolojiyê dimîne.

Zana Farqînî û Salah Saadallah ku nivîskarên ferhengên Kurdî-Tirkî, Kurdî-Îngilîzî ne, di xebatên xwe de ji derfetên saziyên kurd sûd wergirt. Farqînî, piştgirî ji Enstîtûya Stenbolê ku yekemîn enstîtuya kurdî li Tirkiyeyê ye, sûd girt hem di warê çapkirinê hem jî di yê belavkirinê de. Saadalah jî, ji derfetên lojîstîk û teknîk ên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bi kar anîn û bi wê ferhenga xwe durist kir. Her sê ferheng jî nav û sîmgeyên saziyên xwe ku di warê lêkolînên kurdî de wek otorîte dibîne, li ser bergên xwe nîşan dide.

3.3. Ferhengnûsên ‘Penaberên siyasî’

Bi hezaran Kurdên ji ber zilm û pêkutiya welatên xwe reviyan, li gelek welatên Ewropayê bûn xwedî statûya penaberiya siyasî. Li van welatan, derfet dîtin ku bi awayekî azad lêkolînên xwe bibin serî, pê re xebatên xwe yên siyasî û çandî geş kirin. Vê nefiyê, ji aliyekî ve jî hişt ku Kurd zilm û zora li wan qewimî bigihînin raya giştî ya dinyayê. Ji aliyê dîtir ve jî têkoşîna vê derê, ji ser binemayê siyasî pirtir li ser yê ziman û çandî bi pêş ketin. Ji ber vê jî, diyasporaya kurd a li Ewropayê, di heman demê de bû qada hilberandina berhemên wêjeyî, rojname, kovarên kurdî. Ferhengnûsên girîng ên di nav van penaberên siyasî de deng vedane, hinek ji wan ev in : D. Îzolî (Hollanda), Mehmet Emin Tanrıkulu (Elmanya), Malmisanij, Reşo Zîlan, Mustafa Aydoğan, Mahmud Lewendî, Vildan Tanrıkulu (Swêd), Baran Rizgar (Brîtanya), Hakim Halkawt (Fransa).

3.4. Ferhengnûsiya « hevgirtiyên » doza Kurdan

Hinek lêkolînerên biyanî ku ji bo pêşveçûna ferhengnûsiya kurdî xwe dan ber barî, di heman demê de bi Kurdan re têkiliyên dostanî û hevgiriyê xweş kirin. Teswîrkirina peyvnasî û genca peyvê ya zimanekî hatiye qedexekirin û di bin metirsiyê de ye, ji bo Kurdan ji xebata ferhengnûsiyê gelekî biwêdetir e. Van lêkolîneran bi van xebatên xwe diviyabû bi Kurdan re temas çêkira, meqamên resmî ku derbarê vî warê vedişartin de ew wekî mêvanên negazîkirî didîtin, ji ber vê rûbirûyê gelek xetereyan bûn. Di nav ferhengnûsên biyanî de (Chyet, Edmonds, hwd.), J. Blau ya ku wekî sembola hevgirtina bi Kurdan re ya navneweyî tê dîtin, em hinekî binasin.

Joyce Blau, sala 1932ê li Misirê di malbateke ku bi Fransî diaxivin tê dinê, sala 1955ê gava tê dersînorkirin xwe dispêre Parîsê. Gava sala 1959ê di İNALCOyê (Enstîtûya Neteweyî ya Şaristanî û Zimanê Rojhilat), di beşa Erebî de perwerde dibû, Mîr Kamûran Bedirxan nas dike ku di hema enstîtuyê de dersa kurdî dida. Bi komeke milîtanên çepgir re beşdarî weşandina kovara Nouvelles du Kurdistan (Nûçeyên Kurdistanê) dibe. Blau ku dîplomaya Kurdî, Erebî û Farisî digire, xebateke doktorayê li ser devoka Amadiye û Jabal Sindjar a Kurdistana Iraqê dike . Blau, sala 1970 û 2000ê rêveberiya Beşa Kurdî ya ÎNALCOyê dike. Ji bo gelek xebatên doktora yên li ser ziman, edebiyat û şaristaniya kurdî şêwirmendiyê dike. Dema kariyera xwe ya akademîk hemû enerjî û hinêra xwe ji bo nasandin û pêşvebirina kurdî dabîn dike. Ferhenga Kurdî-Fransî-Îngilîzî, tezên doktorayê, bêhesêb weşan, beşdariya konferansên li ser kurdî û Kurdan, nîşana angajmana milîtanî ya wê ne. Blau, ji sala 2000ê vir de ye malnişîn e, li Enstîtûya Kurdî ya Parîsê xebatên xwe didomîne û niha jî şefê kovara Etudes Kurdes (Lêkolînên Kurdî) ye ku li Parîsê tê weşandin.

 

  1. Encam

Nivîskariya ferhengê ya kurdî ku peywireke sosyopolîtîk e û xwedî mebest e, eşkere ye ku çarçoveya gîştî ya pênasîna zimanê kurdî borandiye. Ligel gênca peyv û aweyê rêzimanê, yek ji parametreyên girîng a ji bo zimanan tê gotin e. Bi palpiştên nivîskî gênc û dewlemendiya zimanekî tê nîşandayîn, bingeheke semiyotik û sabîtiyê dide zimanekî ku bi demeke dirêj bi awayê zargotinê tenê hatiye bikaranîn. Weşandina zimanekî tê înkar û qedexekirin û vewejandina ferheng û peyva wî, ispatkirina hebûna wî zimanî ye. Ispatkirina hebûna zimanekî jî di heman deme de nişana wê ye ku civakek bi vî zimanî diaxive. Bi gotineke zelaltir, xebata ferhengnûsiyê, bi kêrî ispatkirina rastiyeke sosyopolîtîk tê : Heke ziman hebe netewe jî heye. Wekî ku M. Hroch jî pênase kiriye, nivîskarên ferhenga kurdî ku derfetê nivîsê didin neteweyê, mirov dikare wekî mimar û endezyarên danerên hesta pêkvebûnê ya civakekê jî bibîne (2001).

 

ÇAVKANÎ

AKIN S. (2010) : « Language planning in Diaspora : The case of Kurdish Kurmanji dialect », Procedings of the XIIe International Conference on Minority Languages, University of Tartu, Estonia

– (2006) : « L’alphabet kurde adapte aux caractères latins », L’orthographe en questions, Collection DYALANG (sous la dir. R. Honvault-Ducrocq), PURH, r.321-333

– (1997) : «Le kurde : formes de survivance d’une langue interdite», Proceedings of the 16 th International Congress of Linguists, Pergamon, Oxford, paper n°0081.

BLAU J. (2007) : « Une perspective historique sur les études kurdes. Entretien avec Joyce Blau », European Journal of Turkish Studies, Thematic Issue N°5 , Power, ideology, knowledge – deconstructing Kurdish Studies, URL : http://www.ejts.org/document797.html

DUBOIS J. (1971) : Introduction à la lexicographie. Le dictionnaire, Larousse, 271 r.

GAUDIN F. (éd.) (2006) : Le monde perdu de Maurice Lachâtre (1814-1900) , H. Champion, 286 r.

HROCH M. (2001) : Les grandes théories du nationalisme, A. Collin, 192 r.

SKUTNABB-KANGAS T.& BUCAK S. (1994). Killing a mother tongue ? How the Kurds are deprived of linguistic human rights.” in eds, T. Skutnabb-Kangas and R. Phillipson. r.347-370

THIESSE A. M. (1999) : La création des identités nationales. Europe XVIIIe-XXe siècle, Seuil, 302 r.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev