Heqê Dewrêşê Evdî xelata netewî ye

Heqê Dewrêşê Evdî xelata netewî ye

Ew ne mêrxasekî ji rêzê ye, ew egîdekî netewî ye

Îbrahîm Osman

 

Werin ez îro egîdekî Şerqiyan, mêrxasekî Êzdiyan bi we bidim naskirin.

Dewrêşê Êvdî. Lawê Evdoyê kal, siyarê Hedban. Kilê çavê Edûlayê.

Her çiqasî destana Dewrêşê Êvdî li hinek deveran, mîna çîroka eşq û evîna Dewrêş û ya Êdûla keça Zor Temir Paşayê Milî hatibe naskirin jî, lê rastî ne tenê ev e, berovajî vê ye. Heta roja îro aliyê destanê yê netewî çi bi zanebûn û çi bi nezanî hatiye veşartin û paşguhkirin. Hinek kesên Êzdî jî ji xişîmiya xwe bûne parek ji vê lîstik û dolabê. Ew jî dibêjin, ”Dewrêş çû ji bo jineke musilman xwe da kuştin.” Îro jî hinek Êzdiyên di vê baweriya şaş de hîn pîkoliya dikin hene. Ji bîr mekin, eger ku Dewrêş evîna welêt di ser ya takekesî re negirta, ne dida ser rêya bêveger. Wî dikarîbû roj li nava rojê bi çepilê Edûlê bigirta û ji nava Milan birevanda. Ma egîdekî qetabê xwe li qetabê Dewrêş bixista, sînga xwe bida sînga wî, li hember wî şûr û rim bihejanda hebû li nav mila? Na. Nebû! Ne ku ez dibêjim, hemû şaxên stran û çîrokê vê dibêjin.

Wexta ku hûn li hinek stranbêjên kurdên musilmankirî ku strana Dewrêş Êvdî distirên guhdarî dikin, heta ji wan hatiye bi giştî mêraniya Şerqiyan û bi taybet ya mala Evdoyê Milhim bi gotinên sivik û nerast biçûk kirine. Şerqiyan mîna dizê ker û hespan nîşan didin. Lê dîrok şade ye ku mêraniya Milan bi saya serê Şerqiya bû. Di tu ceng û şeran, halan û talanan de Milan bêy mêrxasên şerqiya mora xwe li tu serkeftinan nedane. Dayîm cengewer û egîdê pêşî xort û maqûlê Êzdiya bûn. Heman tişt ji bo hinek nivîskarên ku dest avêtine nivisandina vê destana mêrxasiyê jî derbas dibe. Ew jî mîna wan dengbêjan ketine nava heman şaşiyan. Wan jî bi pênûsên xwe neheqî kirine.

Mixabin ku ji sedema Kurd nebûne dewlet, xwedan tac û text, loma jî xelata egîdiyê negiyaştiye Dewrêşê Evdî. Lê bi derengî be jî pêwîste ev xelat bê dayin. Ev hêvî, daxwazî û fikra min e.

Berî her tiştî divê bê zanîn ku Dewrêş bi bêbextî hat kuştin. Ew bû qurbana dek û dolabên Zor Temir Paşayê Milî. Bavê Temir Paşa jî, di heyama xwe de bêbextiyeke wisa li Evdoyê Milhimê bavê Dewrêş kiribû. Ew şandibû ser mirinê, şerê man û nemanê. Şandibû rêya bêveger û dawiyê jî li soza xwe qulibî bû.

Bêbextiya ku li Dewrêşê Evdî hat kirin, îro jî dom dike.

Ev bêbextî çima û çawa çêbûye ezê ji we re raxînim ber çavan. Tenê hinekî bîna xwe fire bikin. Destpêkê divê ez destnîşan bikim ku du rûyên vê û du piyên vê bêbextiyê yên kirêt hene. An jî bi gotineke din ev bêbextî ji hêla du hêzên cûda ve bi mebest û armancên cûr be cûr hatiye meşandin. Yek li ser bingeha dek û dolaban û reşkirinê yek jî li ser reşkirin û biçûkxistinê meşiyaye, dimeşe. Lê bi qenata min ev rastî jî hêla civaka Kurd ve baş nayê zanîn. Ji ber ku hêza xwedan desthilat bi zanebûn ser mijarê niximandiye û yên ku diviyabû bibin xwedî jî ji ber safokî û kawikiya xwe di bin bandora pêla reşkirinê de mane.

Bêbextiya ewilî, çîna axa û began û kurdên musilmankirî li Dewrêş kirin. 12 siyar bi tenê di bin navê kişfê de şandin şerê Erebên Gêsî, Turkmen û Osmaniyan. Ya dudiyan jî, beşekî ji Êzdiyan bi xwe bi kampanya reşkirinê bêbextî li Dewrêş kirin û hîn jî dikin.

Di wê demê de, ji etegên çiyayê Qerejdaxê, heta bi berriya Wêranşarê, heta bi textê Kêtikê Berazan, Elîgorê Dinan, xwe ji wir dide Serê Kaniyê Çewliga xezalan, ji wir heta bi Çiyayê Kurmênc, ji wir xwe bide navsera Çiyayê Şengalê, di ser Dihoka Dasiniyan re heta bi Xabûrê Hevêriya, ji Mêrdîna Çêlkan heta bi sînorê Êrîvanê tevî eşîra Sîpkîyan, ji wir were Xerzaniyê welatê Xaltan û di pira dehderî re xwe berde Dawidiya li rexê Qerejdaxê tev Ezdî bûn. Ango 250 sal berê xweşmêr û maqûlê vê axê Êzdî bûn. Wekî hinek dibêjin Êzdî ne çend malek bûn. Xûkî û qemçûra herêmê ji wan dihat pirsîn û qirûşek dirav û pûlê wan nedikete xezîna dewleta Osmanî. Ji xwe şerê ku Derwrêş têde hat kuştin û bû cangorî ji bo Osmanî ji nûve herêmê têxin bin kontrola xwe rû da.

Binêrin, strana Dewrêş li çar beşên welêt û heta bi Qafqasya, li nava Kurdên Konya û Haymana, bi hemû zaravayên kurdî hatiye hûnandin. Bi rixma ku di wê serdemê de Zor Temir Paşa ev stran qedexe kir. Hinek dengbêjên ku kilam stira bûn, Temir Paşa ew kuştin û hinek jî reviyan binxetê. Lê dîsa jî, stranbêjên kurd yên navdar tevan ev stran strane û hetanî roja îro anîne. Wekî mînak: Hesenê Gulê Weynarê, Emê Xêlit, Mahmûdê Hesê, Şakiro, Baqî Xido, Reşîdê Mamçûçanê, Bavê Saleh, Memê Xudo û piraniya dengbêjên çiyayê Şengalê ev stran strane. Min bi soranî jî ev stran guhdarî kiriye. Îjar eger ev destan tenê destaneke evînî bûna, girêdana wê bi azadiya xaka welêt re nebûya bi rixma eqas astengî û reşkirinê jî wê li çarnikarê welêt belav bibûna gelo?

Bi kiyamanî be jî dengbêjan xelata Dewrêş a netewî danê. Maye ku desthilatên Kurdistanê, partî û rêxistinên xwedan gotin jî, rojeke vê têxin fermiyetê û vê xelata derengmayî bigihînin xwediyê wê.

Hestiyê Dewrêş û hevalên wî li ser Girê Edşanê veşartî ne. Lê sed mixabin ku gor û serkêlkeke wan li wir nînin. Wek gava ewilî dikare gorên wan egîd û mêrxasan yên temsîlî bêne çêkirin.

 

Di wêne da: ev der Girê Edşanê ye. Dewrêş û hevalên xwe li ser vî girî hatine binaxkirin. Goreke wan jî nine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev