Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -3

Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -3

Yilmaz Güney: Mirov. Hunermend. Helwêst. 

(Ji 7 xelekên derheqa Yilmaz Güney da xeleka 3an) 

 

Dr. Îbrahîmê Mehmûd

 

Hêviya di Rê de!

 

Yilmaz Güney, ew kêlîka (firsend, dem), ku gel dixwest dengê rastiya jiyanê bibhêze û wî kesê ku hêviyên wan, yên bi salan li bendê bûn eşkere bike, bibênin, ji dest berneda…Wî bi şêweyekî hasan û zindî, li ser xwe û bi dengekî  nerim, bêtirs û bi bawerî hêviyên xelkê şirove kir!

 

Güney romanên wêjeyî (edebî) afirandin, çîrokên rêalîst nivîsandin û filîmên sînemê yên pir’ bi nirx çêkirin ne bi armanca daneheva dirav û hezkirina navderixistinê bû, yanjî jibo razîkirina hin hêz û kesan bû!

Belê wî ew xebat kir jiber hezkirina wî ji mirov û jiyanê re mezin bû, lewra wî temenê (emrê) xwe û hêmniya jiyana xwe a ku dikarî xweş be, diyarî wan kir; ew bi tihawî razî nedibû, ku li ser  naheqî û zordestiyê a ku li dora wî dibû, bêdeng bimîne…Ev bû sedema serek û armanca hemû xebatên wî.

 

Di destpêkê de Yilmaz cudabûn (ciyawazî, ferq û meylî) dixiste navbera mirovên gund û yên bajaran; navbera şêweyî jiyana gundîtî û bajarvaniyê de; û li gorî wan berheman jî, ew eşkere meyldarê gundiyan bû!

Lê bi demê re û li ser bingeha dirustbûn û pêşveçûna hişmendiya wî a siyasî, ew nerîn li ba wî hate guhertinê; êdî destpêkir ne tenê ji aliyê cografî (cih û war, erdnîgarî) ve temaşiyê jiyana mirovan bike, belku zêdetir ji aliyê hest,  helwêst û nerînên wan beramberî pirsên bingehîn, yên jiyana civakê ve!

Yilmaz, ev mirovê sade, nefispiçûk û dilovan hemû hêvî, êş û derd, xwein û xeyalên mirovên belengaz, hejar û bêçare dane ser milê (şanê) xwe û di dilê xweyî mezin de xwedî kirin! Ev yek bi zelalî di nameyekê de (10.07.1972) ji nameyên wî, yên ku berdewam ji girtîdîxana (zindan) „ Selemiyê“ ji kebaniya (xêzan, jin) xwe Fatime re dişandin eşkere dibe; tê de dibêje: „…Hezkiriya (xweşewîsta) min, ji me re di jiyanê de nehatiye nivîsandin, ku em bi xweşî û bêtirs bijîn, ew jî jiber sedemeke pir’ sade ye; Em hest bi êş, kul û xemên kesêd mayin dikin û weke êş û derdên xwe dihejmêrin (hesab dikin)… Jiber dilê me li ser xemdariya kesên ku em wan nasnakin jî di êşe û hêsrên wan dilê me parçe parçe dike…Me hêsir li ser pisîkan (kitik, pişîle) jî barandin û me sirûşt û hêlînên çivîkan (çûk, çoleke) jî parastin… Hezkiriya min! Çendî (çiqasî) xweşe, ku ti hevbeşê êş û derdên xelkê be! Çiqasî tiştekî mezine, ku ti mirovan ji tengasî û dilxemgîniyê rizgar (xelas) bikê… Min di jiyana xwe de, gelekî êş û derd kişandiye, lê tevî wê jî çiqasî ev jiyan xweş û bedewe!! Ji mirovan hez bike, alîkariya wan bike û bihêle ku ew jî ji te hez bikin; ji jiyanê dilsar nebe, bila dilxweşî ji te bi dûr nekeve; di vê jiyanê de, dijî êş û derdên xwe bi dilxweşî (kêf û e’şq) berxwe bide…“*.

Gotinên di vê nameyê de, yên hasan û sawa nîşan didin, bê çendî dilê vî teyrê zindankirî mezine û mirovheziya wî ji dile; bê çiqasî dilsoz û wefadarê prênsîp û bîr û baweriyên xwe ye; bê çiqasî wî bi hemû tiwaneyên (imkanên) xwe nivîsar û berhemên xwe yê hunerî xistine xizmeta mirovên ku ji wan hez dikir…! Dosteyêvskî, nivîskarê rûss yê mizin û navdar dibêje: „…Mirov bi serê xwe tenê, nehêniyeke (sir’eke) ji nehêniyên jiyanê, jiber wê pêwiste mirov bêwestan lê bigere. Jibo vê armancê lêhêja ye, ku mirov jiyana xwe jî li ser bike…Ez li vê nehêniyê û çareseriya wê digerim, dêmek (tê wê wateyî, yanî) ez mirovim…“.

Bi dîtina min, Yilmaz ê mirov hewil dida, daku bighêje vê armanca pîroz û bikaribe wê nehêniyê şirove bike?!!

 

Di destpêka salên 70 yî de, ji sedsala buhurî, ezmûna (tecrube) Güney di hunera sînemê de bi hêztir û xwirttir bû. Wî destpêkir ew huner, a ku tê hejmartin „ giringtirîn humer “  jiberê zêdetir weke çek di şerê xwe de djiî çînên serdest û desthelatdaran bi kar anî. Wî bawerî bi wê yekê anî, ku hunermendê rastteqîn (rastî, dirust) gereke xizmeta berjewendiyên gel û pirsên (problêmên) wan yên çarenûsî bike! Di vê derheqê de, ew dibêje: „ Gereke hunermendê rastî û rêalîst têkelî (tevî, bikeve) jiyana gel bibe û li tenşta wî raweste, yan na û na ew nikare bigihêje armancên rastiyê… Erkê hunermendê gelêrî ewe, ku rastiyê bighêne xelkê, ew rastiya ku ji aliyê zordestan ve tê veşartinê…Armanca min ewe ku ez wê rastiyê bighênim timamiya gel û ezê jibo bidestxistina vê yekê xebatê bikim…“(15).

Gotinên Güney û ramanên wî „ li ber bayê ne çûn“, wî bi ce’dî û bê mandîbûn xebat kir, daku ew xewna wî a mirovayetî bi cih bê! Di rastiyê de jî û li ser bingeha ezmûna xwe ya dewlemend, wî di demeke kurt de filîmê xwe yê giranbuha „Hêvî „ derhêna, ê ku bû kevirê bingehîn di hunera wî ya rêalîst de û herwise jî xelekeke pir’ giring di zincîra filîmên wî yên pêşerojê de. Di derheqa vî filîmî de, derhêner tirk Ardîn Kîral wise dibêje: „ Filîmê Hêvî gevirê bingehîn yê avahiya sînema tirkiyê danî û ew têhejmartinê weke destpêka hemû destpêkan; di dîroka sînema tirkî de yekem car bû, ku babetên rêalîst eşkere û bi rastî dihatin nîşandanê; yekem car bû di dîroka hunera me ya sînemê de, ku filîmekî wise sade tê çêkirinê;  bûyerên wê yên jiyana civaka me ya rojane bûn, ne weku trdîtsyona filîmêd me yên mayin, ku timî aliyên bedew û xeyalî nîşanî temaşevanan didan…“ (16).

 

Rastî jî, filîmê „Hêvî“ di dîroka sînema tirkiyê de tê hejmartin, ji aliyekî ve weke gulleyekî (fîşek) ber bi singa kesên faşî, paşverû û hemû çînên zordest li ser serê miletên di welat de, û ji aliyê din ve jî, ew jibo milyonan kesên bindest û bêçare, bû weke gulîstaneke pir’ li kulîlk û nêrgizan, hêlîna xewin û hêviyên wan… „Hêvî“ bû mizgîniya jidaykbûna hunermendekî ji nav gel û jibona gel; hunermendekî, ku wê rojekê ji rojan bibe cihê serbilindiya ne tenê miletê xwe, belê herweha a mirovayetiyê bi giştî!! Ev filÎm bû motika hunerekî rêalîst, ê ku di pêşde wê bibe  şahid li ser bindestî û rebeniya wîmiletê ku derhêner jinav derketiye!

Derhênera tirk a navdar û pêşverû Sema Buras – Ew jî jiber zordariya dewleta tirkiyê li derveyî welat dijî – di gotareke xwe de li jêr sernivîsa „ Padîşahê krêt hêviyan ji me re tê ne“ di derheqa vî filîmî de wise nivisandiye: „…Min çavreşî avêtibû filîmên tirkî yên bazirganî û arzan, û min qet (hîç, tucarî) ne dixwest li wan temaşe bikim; jiber wê ez pir’ kêm diçûme eywanên (salonên) sînemê…Lê carekê ji caran tiştekî rûda ku hîç ne li bala min bû; berî 12-e salan min bi tesadufî di eywaneke sînemê de filîmê „Hêvî“ dît! Dema min ew dît, ez ketim nav sergêjiyê de û hesteke tarî û ne normal bi min re çêbû, a ku berî wê tucarî bi min re çê ne bûbû…Wê çaxê min bêhneke kûr û dirêj veda û di dilê xwe de got: vaye ronahiyeke melûl (piçûk, Cilmisî, hûr) di sînema me ya tarî de xwiyanî kir. Ez dikarim bêjim û bê mezinbûn, ku filîmê Hêvî şoreşeke rastteqîne di sînema tirkiyê de çêkir. Derhênerê filîm, akterê herî navdar û hezjêkiriyê, min, û xelkê tevde, Yilmaz Güney bû…Birastî ev filîm rûdaneke nû û serketiye…Pêwiste em timî lê vegerin û jê hîn bibin, nexasime em, derhênerên gênc (xort, ciwan, nûhatî)…(17)

„ Hêvî „ ev filîmê wise giring, di nava du mehan de hate amadekirin û di  payiza sala 1970 î de li fêstîvala sînemê a seranserî (li ser astê, timamiya) tirkiyê, li bajarê Adena hate nîşandan! Ew di fêstîvalê de bû bûyra herî balkêş, lewra „Hêvî „ xelatên sereke yên wê wergirtin; ew hate hejmartin weke filîmê salê yê herî baş, sênaryo ya wî jî a herî serketî di wê salê de û Y.Güney bixwe jî xelata baştirîn lîstikvanê rola mêran stand… Lê tevî vê serketina mezin û nirxandina bilind ji aliyê komîta jûrî, rexnegirên huner û temaşevanan ve jî, desthelatdarên tirkiyê nîşandana filîm di eywanên sînemê de li seranserî welat, bi behaneya (hincet,biyanû) ku filîm „rastiya civaka tirkiyê şaş nîşan dide„ bi hemû şêweyî qedexe kirin?! Ma gelo ev tişt ne ciyê pirs û ser-sormandinê ye? Lê ya hîn ji wê xerabtir, wan (desthelatdaran) nehiştin ku „Hêvî„ (tevî ku jûrî, rexnegêran û hemû hunermendên beşdarîbûyên fêstîvala Adanê biryar dabûn, daku filîm ê Güney nûnerêtiya tirkiyê di fêstîvalên derveyî welat de bikê),  ji welat derkeve û beşdarî di fêstîvalên navneteweyî de bike?!!

Pêwiste bê gotinê, ku tevî çetnahî (zehmetî) û çavdêriya xwirt û berdewam ji aliyê dewletê ve, Yilmaz bi serhişkiya xwe û alîkariya çend hevalên xwe dikarîbû „Hêvî“ parçe bi parçe û bi dizî bişêne derveyî tirkiyê!

Piştî wê û li ser pirsa rojnamevanan, ku wî zakonên dewletê binpê kiriye û xwe tawanbar kiriye?! Güney wise bersiv dabû: heger ev karê min tawanbarî bê, ez pê serbilindim; jiber ez dizanim, bê encamên xebata min, wê çibin…Çi li hundirê welat û çi jî li derveyê wê…

Di rastiyê de jî, gotinên Yilmaz li boşê derneketin û gomanên wî di cihê xwe de bûn; europiyan bi xweşî û pesindan pêşwazî li „Hêvî„ kirin û yekser jî di fêstîvala navneteweyî de a sînemê li bajarê Grênopl ê, xelata taybet a komîta jûrî wergirt! Jibilî wê jî ew bi serkeftineke mezin li gelek welatên europa, asiya û afrîka bakur hate nîşandanê. Govara tûnisî a bi zimanê ferensî (Jon Afrik) ev filîm weke baştirîn filîmên „welatên sêhemîn“ li cîhanê binavkiri…(18).

Bêgoman filîmê „Hêvî„ navê Güney weke derhênerekî navneteweyî bilind kir; êdî berhem û navê wî di çarçoveya fêstîvalên sînemê yên navneteweyî de bû cihê balkêşan û gengeşê; rexnegêr û pisporên sînemê li gelek welatan dest bi lêkolîn, nivîsandin û helsengandina (teqî’m) berhemên wî kirin. Şûffê di govara „Lê Fîgaro“ de nivisand: „…Zîrekbûneke kêmnemune ye jibo birina temaşevanan ber bi bîrkirinê ve…“ Herwise rojnama „Lê humanîtê“ li ser hêvî û jibo temaşevanên ferensî wise nivîsand: “…Werin temaşe bikin.. qehremanê filîm prolîtariya bi xwe ye…qehremanê fim birayê we ye…“(19).

 

Rastî jî, temaşevanên sade û belengaz xwe û jiyana xwe bi xweşî û nexweşiyên wê ve, di fîlîmên Güney de didîtin; temaşevanan, di nav wan de pisporên hunera sînemê jî, dema ku filîmên Güney didîtin diketine serkêjekî û gomanan de, gelo ev belgenameyîne (dekûmêntalin) yan jî lîstkvanîne (çêkirîne, çîrokbêjin)?!

Di vê derheqê de, rojnama „Parîs de Matş“ wise nivisandiye: gelo ev filîm dekûmêntale yan jî hêzeke xeyalî ye…? Ew rastiya jiyanê wise nîşan dide, ku ji temaşevanan re pir’ çetine cudabûnê di navbera belgenameyî û lîstkvaniya wî de bibênin…!

 

Belê, vî hunermendê rêalîst ji hindur ve û bi çavên vekirî û dûrbîn temaşeyî nakokî û nexweşiyên civakê kir; wî bi bawerî xwe nêzîkî xelkê kir û havbeşî êşên wan bû, daku bikaribe bi dilsozî şirove bike û nîşanî ne tenê wan, belê cîhanê bi giştî, bide! Tekez li ser vê yekê, rexnegirê sînemê yê yûnanî ê navdar Dîmîtrîs Zaniyakîs wise nivîsandiye: „ Yilmaz Güney wêneyên rewşa jiyana rojana a gel kişandiye. Jiber wê, bûyerên filîmên wî bûne belgenameyên zindî li ser belengazî, paşdemayin û zordariya gelê wî yê bindest.“ (20)

 

Gelek caran çetine ku mirov bikaribe filîmên rêalîst, yên ku bi hunereke bilind ve hatine hûnandinê şirove bike; ew jî weke perçeyên mûzîka xweş: timî di nav awazê wan de hêzeke nedît heye, ku mirovî bi ser xwe de dikşênin, bê ku mirov bikaribe bi gotinan pesin bide…Jiber wê ezê li vir di derheqa „Hêvî“ de, çend gotin û nivîsarên rexnegirên sînemê, nivîskar û hunermendên cîhanî yên navdar bi weşênim, daku xwendevan xwe bixwe, li ser hukum bike:

Filîmekî ecêbe…dihêle ku mirov timî li ser piyan be…

Ev filîm bi mêjiyekî mezin û pir’ bi zelalbûn hatiye çêkirinê…

Netenê divê, belê pir’ pêwiste ku bi milyonan kes vî filîmî bibênin!!

Çarliz Hîpdu

Bêgoman, Yilmaz têhejmartin derhêner û lêstikvanê sînemê ê yekemîn

di welatê xwe de!

Govara -Farêtî-Newyork

 

Dengekî ecêbe…Karekî hunerî payeberz û belkêşe!

Bi rê ya vî filîmî, me sînemeke din naskir, a ku berî niha nenas bû!

L.Çarliz, rojnama -Frans Siwar-

Berhemên sînemê yên wise cid’î û hunerbilind tanî vê sewiyê, pir’ kêmin!

Şûffê -Lê Fîgaro-Filîmekî pevgirêdayî ye û mirov ber bi xwe ve dikêşe. dihêle ku temaşevan jî pêre serîhildin! Birastî jî wise dike, daku miro di nava xwe de bikele! Ev Filîm rûdaneke giringe!

Govara – Pozîtîv- N.T.

Vê çîroka hunerî em tevlîhev kirin…

Bi îmkanên xwe yên seretayî (piçûk, besît) û hozanvaniya xwe, me dixe sergêjiyê de…Tiştekî dûrî aqilane… Di sînema tirkî de tiştekî nû peyda bû (hate dîtin)!

R.Pînayon. Govara fransî “L’Buan”

Bi hozanvaniya xwe, bi rêalîta jiyanê û bi sadebûna xwe, sînema Tirkiyê a nû damezirand (ava kir) !

Lîs Lîtêrs (françasîs)

Bêgoman, ew (Y.G.) baştrîn akter û serkettirîn derhênerê sînema tirkiyê ye!

Pêter Brûk / Tonî Rîçardson

Filîmeke, pêwiste mirov li ser raweste û bîr lê bike!

Rojnama ferensî “Parî Matş”

Ev filîm pir’ bedewe; ew nûnerê rêalîzma nû ye. Berdewam bala mirovan dikşîne ber bibîrkirnê ve li ser rewşa jiyanê. Filîm rexne li rêjîma desthelatdar dike, a ku bû ye sedemê hêsirbarana xelkê û bindestiya miletê derhêner! Derhênerê filîm dibêje: ”min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rastteqîn nîşan daye”.  Jiber wê ew kete nav rêza çîna xwe û di hemû jiyana xwe de, xebat jibo rizgariya wê kir!

Marsêl Martan, govara “Êkran” çileya paşîn, 1974

Li hemberî filîmekî wise, Mirov dikare çi ji rêzlêgirtin û rawestana bêdeng  zêdetir bike?! Eve zordestî! Eve kedxwarî! Eve belengazî… Ev hemû tişt îro li tirkiyê hene…

Govara “Deng û Reng“

Gereke em ji du aliyan ve temaşeyî vî filîmî bikin: Ji aliyekî ve; ew bi şêweyekî rêalîst rewşa jiyana gel nîşan dide. Ji aliyê din ve, ew bi hemû wateyan filîmekî siyasî ye; bûyerên filîm çîroka malbateke belengaze, a ku li devereke jibîrkirî û pir’ feqîr li tirkiyê dijî. Xelkên wê deverê êşa bindestiyê bi hemû şêweyên wê dikşênin…Ev filîm hêzeke mezin dide pêşvebirina sînema pêşverû a cîhanê…Bi vî filîmê xwe, derhêner kete pêsîra (li hemberrawestan, rûbirû) rêjîma desthelatdar de…Babetên ku Yilmaz nîşan dide, dîtina wan di sînema siyasî de bi giştî,  pir’ kêmin.

Luîs Şaufêt

 

Berî derhênana vî filîmî, Yilmaz dizanîbû, ku wê ev yek tehlûke jê re bêne, lê tevî wê jî wî filîmekî wise, ê ku ne tenê li tirkiyê belê li seranserî cîhanê jî deng da, çêkir. Piştî pîşeya (mihne, sine’t) akteriyê, wî êdî dest bi derhênana filîman kir. Wî bixwe kamêra xwe hilda ser milên xwe û li hemû deveran geriya, daku filîmên di mêjiyê wî de meyî bûn çêbike…”hêvî” bûyerên filîmê “Dizê bisklêt (paskil) “ yê  derhênerê îtalî Vîtoryo De Sîka, tênê bîra me, lê ji aliyê teknîkî ve, ew filîmên Sovyêtî (Yekîtiya Sovyêt) yên “ Bê deng ” bibîra me tîne. Di filîm de diyar dibe, ku Yilmaz pirsgirêkan ne bi rê ya lav lav û girî nîşan dide, belê ew bi mêranî û zelalî bîr û baweriyên xwe pêşkêşî temaşevanan dike. Ji bûyerên filîm diyar dibe, ku Yilmaz bi yekcarî biryar da ye ku bikeve nav rêzên gel de, ew gelê belengaz, hejar û jibîr kiriî; yê ku di heman demê de jî, ji jiyana xwe dilteng bûye û vîna wî a xebatê jibo azadiyê heye. Ev yek di rê ya meşa protêsto (dêmonstratsiyon) de a ku Yilmaz di filîm de nîşan dide, diyar dibe. Ew nîşan dide, bê çiqasî xelk ji jiyana xwe bêzar û dilteng bûye! Lê ew bi zanebûn û hostayetî jî nîşan dide, ku gel hêjî negihêştiye pileya (sewiya, derece) xwerêkxistin û serhildanê. Ev raman bi zelelî di rabûn û rûniştina qehremanê filîm de diyar dibe; nexasime ew berdewam dikeve xewin û xeyalên dirav û qesir û qonaxên mezin û xweş de…Cebar (qehremanê filîm) jibo bidestxistina wan xewnan, û gera li zêr û diravên dibin erdê de, hemû tiştî winda dike û bixwe jî dîn (şêt) dibe! Güney bi rêya qehremanê xwe, cilikê li ser hemû e’yb û A’rên (kêm û kurtiyên) civakê dirake, bi taybetî paşdemayina baweriyên olî yên pûç û vale; her wise ew zordariya koledaran (kolonyalîstan) jî li ser navçeyên xwe nîşan dide…Gereke em guh bidin filîmê “Hêvî” û şirove bikin weke berdewamiya rê ya rêlaîzma nû a sînemê; lewra ew dikare vê rê yê bi xwirtî bi pêşve bibe…”

Can Lûp Basîk- govara “Sîneme“ Sala  1973

Helwêsta Yilmaz Güney zelale, ew bixwe dibêje: “ Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew berdewam (timî) li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”. Tiştê ku Yilmaz hetanî vê gavê ji sînema tirkî re pêşkêş kiriye, daxwazên gel têr nake û bersiva hemû pirsên wî yên civakî, siyasî û aborî nade. Di tebaxa sala 1970 î de Yimaz digot: “Jibo çêkirina filîmekî nû, dibe ku ez werim girtinê; ez dizanim, ku wê ev filîm li welatê min we re qedexekirinê û jibo wî jî, ezê bikevim girtîxanê (zindan, hebis) de, lê ev hemû jî nabe tehlûke û kelem (asteng, rêgir) jibo xebata min…” Desthelatdar li behanekê digeriyan, da ku Güney bigrin. Bi vî hawî û bi hinceta, ku ew alîkariya  „şoreşgeran” dike, 17 adara 1972 an ew girtin. Di dema hazir de ew girtî ye û jibo azadiya wî jî, komîteke navneteweyî ji navdarên sînema cîhanî pêkhatiye.

Magî Itson

 

Bêgoman di derheqa „Hêvî“ û derhênerê wî de gelek gotin û nivîsar hene; ez li vir dixwazim bi çend parçe komêntarên Yilmaz bixwe li ser vî filîmî, kotasî bi wan bênim: “ Di derheqa „Hêvî“ de ez dikarim bêjim, ku bi hatina nav pîşeya derhênanê û dirustbûna baweriyên min yên siyasî, min bi yekcarî dest ji çêkirina filîmên bazirganî, yên ku babetên wan temaşevan benc dikirin û dûrî rastiyê dixistin, kişand…Min dst bi çêkirina qehremanê rêalîst û erênî kir; herwise jî min hewil da babetên jiyana zindî a rojane nîşan bidim û şirove bikim…Min bi yekcarî xatirê xwe ji kotasiyên (dawiya) xweş û dilşad di filîman de, yên ku sînema Emerîkî a jehirkirî em hîn kiribûn, xwest…Vî filîmî efsana „Qehreman“ ê ku dikare hemû tiştî bike, herdem serketî be û qet zora wî naçe, şikand; jibilî wê jî, filîm ramaneke nû pêşkêş kir, naveroka wê ew bû, ku xebata bi tenhayî û hêza bi serê xwe, bê sûde û nagihêje armancan; jibo çareseriya rast, pêwist gel destê xwe bide hev û xebateke siyasî bi rêkxistin û li ser bingeha ramanên pêşverû, bike…Bêgoman ramanên wise tehlûke ya mezin bixwe re tênin; ez bawerim pir’aniya temaşevanan jî ev mebest (raman, mexsed) wergirtin, lewra ev yek naveroka nama mine di rê ya sînemê de…“(21).

 

Raste, jiber wê jî, vê xebata hunerî a giranbuha di dîroka sînema welatên „Cîhana sêhemîn„ de, girngiya navneteweyî stand û derhênerê wê jî weke hunermendekî navdar li ser asta cîhanê hate naskirinê! Jiber wê, lê hêja ye ku em ronahiyê, heger ne bi xwirtî be jî, bavêjin ser bûyerên wê…

 

Bûyerên filîm, pir’aniya wan li bajarê Aden ê çê dibin. Qehremanê filîm „Cebar„ (Yilmaz bixwe bi rola wî dirabe) şofêrê hentûrê (e’rebe a ku hesip dikşênin) ye, wî jiber naheqî û zodariya Axa (kesê feyodal)  ji gund barkiriye û hatiye bajêr, bihêviya ku rewşa jiyana xwe xweştir bike! Cebar bi şev û roj li ser wê hentûra kevin, a ku du hespên lawaz (jiber kêmbûna êm -xwarinia sewal-) li pey xwe dikşênin, kar dike. Gerekê bê gotinê, ku herdu hesip jî ne ê wî bûn, wî bi alîkariya dostekî xwe bi deyin kirîbûn! Roj û meh desrbas dibjn…lê hatina (nirxê keda wî) Cebarê belengaz di rojê de ji 10 lîre derbas na be?!

Li vê tofanê.. ma gelo wê heft mirov (kufletê malê) çawa bi van pereyên hindik bijîn?! Bi derbasbûna demê re, deynê wî perîşanî zêde dibin û hejmara deyndaran jî pir’tir dibe…Eşkereye, ku Cebar nikare deynên xwe bide; ma ji kudê gelo…çare çi yê?? Cebar dest bi kirîna kaxezên lotorî (yanesîb) dike, bihêviya ku hinek dirav (pere) qezenc bike, ew hêviyên mezin li ser wan kaxezên „bê îman“ datîne…lê berhem nîne…hemû kaxez vale (bê qezencî) derdikevin û pêre jî hemû hêviyên wî winda dibin…Cebar, di feqîrî, hejarî û xwenên xwe de ne bi tenê ye, belê dostekî wî „ Hesen“ ê barhilgir (hemal, ê ku çewalan li pişta xwe dike) jî heye…Hesen, sedî sed bawer dike ku gencîna (xezîna) zêr û zîv di bin erdê de heye û hemû hêviyên xwe pêve girêdane; jiber wê û bi lave lavê (qorban û heyran) hewil dide, ku Cebar jî bênê ser wê baweriyê û projeya xwe bibe serî: „…Heger te bi gotina min bikê, emê xwe û kufletên mala xwe ji vê rebeniyê rizgar bikin…Berî demekê min ew Şêx dît…Aaax, birayê Cebar, heger ti wî bibênê, tê bêje qey ev welîyeke ji awliayên xwedê yên herî salih…Heger em wî razî bikin û bê a’yat û sûretên qora’nê bixwênê, emê misoger gencînê bibênin…“!

Lê wê çawa Cebar bi gotina wî bike û ew di dilê xwe de dibêje: “ Hêviya Hesen xeyale û dûrî a’qilane…Çi bêhişe, ev barhilgirê belengaz, wî birastî xistiye serê xwe de, ku bi du’a û selewatan wê gencîna zêr bibîne…“?! Na û sedcarî na, Cebar bersiva Hesen dide û baweriyê bi wan hêviyên pûç na ênê…Lê deyndar deynên xwe dixwazin…Zarok pirçîne…Hentûr riziya ye û pêwistiya wê bi çakkirnê heye…Kaxezên lotorî vele derketin…Di encam de dest vale ye…

Aaax ji derdê feqîrtiyê, feqîrî tawane, kuf’re û ew barekî girane ne tenê li ser milê dê û bavan, belê herwise jî perîşanî û rezîliyê ji zarokên piçûk re jî tînê…Di dibistanê de, zarokên Cebar, jiber cilên xwe yên riziyayî, qirêj û pînekirî dibine ciyê pêkenîn û qerfên zarokê dewlemendan, jiblî wê jî û jiber feqîriyê ew bê defter û qelemin û nikarin dersên taybet jî werbigrin; ma gelo bi vî hawî wê çawa di xwendina xwe de bi serbikevin?!!

Her hevdîtinek di navbera herdu dostan (Cebar û Hesen) de, bi dilmanî, hesret û nûkirina birînan kotasî pê tê! Ji gotinên wan herdu perîşanan xwiyanî dibe, bi taybetî dema ew di ber dikana şêranî û goşt re diçin, ku wan di jiyana xwe de goştê birajtî, kebab û hetanî bi şêranî jî nexwarine!!

Hesen careke din çîroka gencîne û şêxê salih jê re dibêje, lê Cebar berxwe dide: „Hesen, ev çi xewin û xeyalên pûçin, ku ti xwe bi wan dixabîne…“ pişta xwe didê wî û diçe, daku ji xwe re çend qirûşan peyda bike…Lê malxerabûna mezin û tiştê ne li bîra tu kesî rûdide (diqewime)…! Cebar hentûra xwe li ser rê û li bin siya darekê radiwestêne û diçe daku pakêteke çixaran ji xwe re bikre…Dema wî dixwest nirxê pakêtê bide, ji nişkave û bi borîniya hespê re dengê terqîniyeke mezin hate guhê wî… Cebar li cihê, ku deng jê hat zivirî…Çi bibîne…Hespê lawaz li erdê dirêjkirîye û li ber sikratê mirinê ye! Li vê malwêraniyê… hêviya malbatê û çavkaniya sereke a jiyanê, di nav gola xwînê de digevize…Nêzîkî hentûrê, otombîleke (tirempêl, makîne, e’rebe) mersîdis ji yên buha, a ku li hespê xistiye, rawestiya ye! Mêrekê zikmezin, bi gumlek û kravat jê peya bû û bêyî ku berê xwe bide hesip, wî tenê li otombîla xwe mêze kir, daku bizanibe ka şixtik lê ketine yan na?! Ma gelo jibo wî çi bi nirxtire (buhatire)? Hespê lawaz yê di nav xwînê de, yan jî tekel û boyaxa (reng, subix) otombîlê? Bêgoman boyaxa otombîlê buhatire! Ev zakonên burjiwaziyane; ev perwerda rêjîma serdest û civaka genî ye…Mêrikê qelew (dagirtî, şîşman) ber bi Cebar ve tê û bi hêrs jê re dibêje: „ …Dilê te hênik (rihet) bû bê te çikir, hey bêmirês…Ti dibînê bê çi bi otombîlê hatiye, haa…Ti çawa hentûrê li ser rê bi cih dihêle hey kurê k…? Cebar, di cihê xwe de matmayî maye…Ew bawernake bê çi dibhêze û di nava xwe de dikele…Awireke dawî avête ser hespê mirî; hiş di serî de nema,  ber çavên wî tarî bû û bi hemû hêza xwe ve êrişî mêrikê zikmezin kir: „…Hey kurê dêlikê, ti çi dibêjê…? Te hespê min kuştiye û hîn jî bê şerim û fedî, ti behsa boyax û şixtikên otombîlê dikê…?!! Lê yekser rûdan (Pirs, mesele) hemû diçe binkeya (navenda) polîs “navenda wekhevî û mafparastinê“; pirs dikeve ber destê parastvanên zakonê, yên ku ew li gorî berjewendiyên xwe hûnandine!

Win, xwendevanên birêz xwe bixwe hukum bikin: du mirov li ber ofserê (zabitê) polîs radiwestin; yek bi gumlek û kravat, zikmezin û efendî ( yekser bi qedir û qîmet kursî jê re datînin) û yê din jî hejar, pepûk çavbitirs û cilqirêj û pînekirî…Ma wê kî ji wan herdiwan tawan bar bê gelo? Ev pirs yekser di mêjiyê ofser de çû û hat! Bersiv (li gor zakonên ku berêeşkere ne) sedî sed wê mirovê hejar û cilqirêj be! Ma dikeve a’qilan de, ku ev mirovê jixweheskirî û efendî bibe sedemê rebeniya kesên din? Zakonan binpê bike? Serêşî û teşqeleyan ji xelkê re dirust bike? Nexêr…Naaa… Ofserê polîs baş dizane, bê kî di civakê de sedemê serêşî, teşqele û problêman e; ew nahêle ku pepûkê Cebar lêvên xwe jî ji ser hev rake û bersiva xwe bide! ew yekser bi ser de diqîjêne: “… huss, bêdeng be, pêzewang û rezîl…Winin yê çavkaniya qirêj û serêşê…Winin yê ku…Offf…ji derdê we, emê kengî ji we rizgar bibin…”?! Pepûko Cebar(di dilê xwe de got), ma te nizanîbû ku ji destpêkê de ti tawanbarî…Ma te nedizanî ku nirxê tekel û boyaxa otombîlê ji yê te û hespê te buhatire…Ma jibîra te çûbû, ku di bin siya zakonên rêjîma desthelatdar de, mafê te tine, daku ti jiyaneke dilhênik û bi rûmet bibê serî…!! Cebarê perîşan bi dilekî şikestî hespê xwe birêkir, bire çolê avête binya çalekê û bû xwarina teyir û balindeyan…Bi dilekî melûl û serî di berde, Cebar ber bi malê ve vegerî… Wê çi ji xêzana (jin, kebaniya malê) xwe re bêje? wê çawa rûdanê ji zarokan re şirove bike? Gereke dirav peyda bike, daku zarok tî û birçî nemênin…Gereke deynê xwe bidê… Gereke… û gereke… lê çawa û bi çi şêweyî? pirsên bê bersiv!

Bi şev xew li çavên wî nakeve û di nav livînan (nivînan, cilkên xewê) de ji xêzana xwe dipirse: Ti çi diêje, heger ez di musim de herim daneheva pembû? Yanjî, ti çawa dibîne, heger ez herim gund û xwe bavêjim bextê Axa, yê ku min xulamtiy (xizmeta) wî dikir…?! Belengazo Cebar, ma haya kê ji mirina hespê te û birçîbûna zarokên te heye? Yanjî, ma ti bawer dikê, ku Axa dilbirehm û mirovhezin? Ma ne te jiber zilm û zordariya wan berê xwe da bajê? „…çi biserê min ketiye, ku hespê te kuştine, heyy kurê…ma min ji te re gotibû dev ji gund berde û here bajêr, haaa…? Li bajêr ne hesip tenê, dimirin… jiber çavên min winda be, yella, bera bajar zikê te têr bike… welî be…“ Bi van gotinan Axa bersiva lave lava Cebar da!

Cebar li karekî diger; li vê taxê li wê taxê, li vî deriyî dixe li wî deriyê…Lê hemû hewildanên wî bê encamin.

Yilmaz Güney bi derhênana hunerî a payeberiz û bi pêkanîna rola serketî, baş nîşan dide, bê çawa di civakeke wise de, mirov dibe dijminê mirovan; ji neçarî ew hemû rê yên ne rewa: dizî, şêlandin, lêdan û kuştinê digrin tanî bikaribin xwe û zarokên xwe xwedî bikin…feqîrî û birçîbûn dibe sedemê têkçûna pêwendiyên normal û hêmin ne tenê di nav cîran û dostan de, belê herwise di nav kufletên yek malê bixwe de jî! Yilmaz vê yekê bi hostayetî di rê ya çend bûyerên ku di mala Cebar de rûdidin, nîşan dide: Dê, bi kulma û bê rehim li kurê xwe yê piçûk dixe, jiber wî jiberdêla ku xwê bikre, çûye 25 qirûş daye bi kiriya bisklêt û lê siwar bûye…Di malê de hêlemane, şîv ne hazire, hewar û qîrîna giriyê zarokane her yek bi ê din re şer dike…Di wê kêliyê de, Cebarê westiyayî, dilşikestî û bêhêvî mayî, dikeve Malê de…Dema ew vî wêneyî dibîne, yekser êrîşî xêzana xwe dike û dide ber boks û piyan; ew hemû kerb û kulên jiyanê, yên ku dane dilê wî, di serê wê rebenê ve (a di bingeh de bêgunahe) derdixe! Li ser êkranê wêneyên ecêbmayî û kêmnemûne xwiya dibin! Bi rastî jî, ne ji valehiyê hatiye nivîsandinê: „ filîm bi drêjahiya xwe, dihêle ku temaşevan li ser piyan be….“ Cebar neçar dimîne, ku hemû tiştê malê, hetanî bi demança (a ku li ber wî pîroz û giringe) xwe jî dide ber firoştinê…Lê bextê reş ti kes tiştên wî, hetanî bi demançê jî, nakirin…Ew bi nerimî û guhdaneke mezin demança xwe di nav paçekî sipî de dipêçe û dixe bêrîka xwe de…Di wê navberê de, yekî diz ê bêrîka (pêxwas) çavdêriya wî dike û dide pey wî hetanê keysa xwe lê bêne (Bêgoman ew jî perîşanekî weke Cebar e, feqîrî û brçîbûnê wise lê kiriye, ku ew hînî vê pîşe ya krêt bibe)…Piştî qasekê (qederekê, kêliyekê) û di quncekî de, wî destê xwe xiste bêrîka Cebar a ku demançe tê de ye…lê ji bextê wî yê reş re, Cebar hest pê kir; bi destê wî girt û bi hemû heza xwe ew avête erdê û bi boks û piyan kete ser zikê wî de ( ev wêne, gelek bûyerên navdar yên sînema Yekîtiya Soviyêt a bêdeng di salên pirçîbûn û şerê navxweyî de, bi bîra me tênin). Lê hişê wî zû hate serê wî û ji xwe pirsî, gelo çima ev mirov diziyê dike…? Dibe, ku ew jî yekî weke min be, neçar û bê hêvî maye…? Ma ne baştire ez bîr li xwe û pêşeroja xwe bikim…? !

Dîsan bi dilekî şikestî Cebar divegere mala xwe…Li ber deriyê malê cîran li diya wî, a şêngirtî kombûne û nerazîbûna xwe nîşan didin…Deyndaran hentûr û hespê mayî birine mazatê (sûkê) jibo firoştinê…Cebar bi lez û bez ber bi bazarê ve diçe û bi ser wan de diqêre: Çawa win dikarin vî tiştî bikin? Kî ev maf daye we…? Lê bersiv bi gelekî xwirttir û girantir hat: Heger ti mêr ba, te yê deynê xwe vegerandibana…Ma, me şaşîtî kiribû dema me pere bi deyn dabûne te…?

Malwêraniyê destpêkir…Hemû hebûna wî di vê jiyanê de ji dest çû… Cebar bi yekcarî bêhêvî bû…Bê pilan û bê hiş di nav kolanên bajêr de diçe; ji nişkave ew rastî meyxanê (ciyê e’raq vexwarinê) hat…Belê meyxane; ciyê mirovên ku ji jiyana xwe bêzar û bêhêvî mane…Li wir ew hevalê xwe Hesen dibîne!

Ax…Ax birayê Hesen, Cebar di ber xwe de dibêje…Ew êdî bîr li şîret û xewnên Hesen dike… bûyerên roja xwe, bi hûrgilî ji hesen re dibêje, di nav de jî çîroka demançê…!

Hesen rewşa Cebar a xerab bi kar tênê û bi hemû şêweyî hewil dide, ku wî bi qena’et bîne: „ Ah, birayê Cebar! Heger ti bi a min bike, wê demança te bibe çavkaniya rizqê (jiyana) me …Heger ti bixwazê, em dikarin xwe ji vê malxerabûnê rizgar bikin…Were, em herin taxa dewlemendan û êrîşî malekê ji ê wan bikin…Yanjî bikevin ser rê ya yekî ji wan…Ha…Te çi got?? Cebar di serê xwe de bir û anî: dibe ku deriyek li me vebe…Ramanên Hesen û demança min bibine yek û xweşiyê ji me re bênin…Piştî nabûn û bîrkirineke kûr; Cebar li ber lave lava Hesen û baweriya wî a mezin bi serketinê, sist bû…Ma wê jiber rastiya jiyanê bi kuve herê…?

Çi sîstêmeke qirêj û rezîle, ew dihêle ku mirov tê de bibe diz, hov û mêrkuj!

Bi destpêka tariyê re, hedu hevalan berê xwe dane taxekê ji taxên dewlemendan û xwe di qunceke tarî de veşartin, hetanî nêçîra wan we re…Demançe jî bê gulle ye…Ma çi pêwistiya wan bi fîşekan heye? Herdu xweş bawerin, ku dewlemend bêzirav û tirsonekin; bese heger ti bitenê demançê nîşanan bide; ewê yeksre bêrîk û baxila xwe vale bikin û birevin…! Demek derbas bû lê ti kes diyar nebû…Cebar dixwaze here mal, lê Hesen lava lavê dike, ku ew qasekî din jî bimîne; di vê navberê de yekî emerîkî ê reş (berdestîk û pasewanê maleke dewlemend) beramberî wan tê…Bi dengekî nizim û bitirs, herdu heval dixwazin wî dêwî (e’frît, mirovê bilind û girs) rawestênin, lê yê emerîkî li xwe jî ne anî der û netirsiya, bi pêçewane wî êrîşî wan kir…Tevî ku herdu belengazan xwestin birevin jî, lê ew ji ber kutekên (kulm, boks) wî nefilitîn…Bi zor û heft kotekiya xwe ji nav lepên wî rizgar kirin! (Armanca Güney ji derxistina ê emerîkî li ser êkranê ew bû, daku bide zanîn bê hetanî çi pileyê berjewendiyên birjwaziya tirkî bi ya emerîkî ve hatiye girêdanê û ew ketine bin parastina wan dene. I.M.).

Jibo rêgirtin li pêşiya hatina hêzên impêryalî û xebat dijî berjewendiyên wan yên hevbeş bi birjwaziya neteweyî re, derhênerê filîm ramana xwe a sereke „Yekbûna prolîtariya“ bi zelalî nîşan dide! Ev yek bi eşkere di rêveçuna protêsto de a ku şofêrê hentûran li dijî biryara şaredariyê jibo qedexekirina wan derketibûn, diyar dibe, nexasime li ser zimanê Cebar dema di nîvî koma xelkê de bang dike: „ Gelî hevalan! Armanca meşa me ewe, ku em daxwaza mafên xwe yên windakirî, bikin…Ez di wê baweriyê de me, heger em rêzên xwe bikine yek, em dikarin wan mafan vegerênin…Yekîtî hêzê dirust dike, hevalno…werin em destên xwe bidin hev…“.

Tekez li ser vê ramanê, Yilmaz di sala 1975 an de nivisandiye: „ Pêwiste, ku bernameyekî zelel, dûr û dirêj û bê kompromîs yê prolîtariyên şoreşgêr, hebe…Jibo berxwedana dijî koledariyê bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî ve û her wise bidestxistina serkeftina dijê wê, pêwiste ku prolîtariya şoreşgêr di nav hêzeke rêxiszinî de û bi îdyolojiyeke rastteqîn, yekbûna rêzên gel pêkbîne…“(22).

Meşa protêsto di filîm de, berhemên baş bidest naênê…Kesî guh ne dida tiştên sereke…herkesekî xema xwe tenê dixwar…Hîn hêza milet ne gihêştiye…Ev raman û pirsên wise di serê Cebar de dizîvirîn; wî êdî nema dikarî xwe li ber çetnahî û kawiliya, ku bi serê wî hatiye bigre; vîna berxwedanê biyekcarî winda kir…Xewin û xeyalên Hesen, Li ber çavên wî bûne rastî…

Ew bi lez diçe ba Hesen: „Rabe birayê Hesen, em herin li şêx Hisên bigerin…Ew şêxê salih…Ê di xwendina a’yat û we’zan de pehelwan…Ê ku dikare ruh berde keviran…!

Hersê li mala Cebar civiyan…Legeneke (teşt) tije av anîn, hersê zarokên piçûk yê Cebar serên xwe bi ser de tewandin û şêx dest bi xwendina du’a û selewatan kir…Giring ewe (li gor zaniyariya şêx), ku yek ji zarokan di legena avê de siha darekê û du gevirên mezin, yek sipî û yek jî reş bibîne, daku şêx cihê gencînê destnîşan bike?! Mixabin, zarok tiştekî nabînin…Xedîce (xêzana Cebar) tê cihê zarokan (dibe ku çavên zaroka piçûkin û baş nebênin) bihêviya dîtina darê…Lê……..

Yilmaz bi hunera kamêra xwe nîşan dide, bê çi rewşeke taybet, kêmnemûne di sînemê de, li mala Cebar çêbûye: Xedîce serê xwe bi ser legena avê de tewan diye; Cebar û Hesen bi çav û rûyên geş, tijî hêvî li benda Xedîcê ne, ku mizgîniyê bide; zarokên Cebar, her yek di qunceke tarî de ji yên xanî çav zeloq û matmayî mane; û şêxê rihsipî bi dengekî bilind a’yatên xwe dixwêne……

Wê şevê xew nakeve çavên wan de…Nîvê şevê, Xedîce di xewnê de gencînê dibîne! Li Cebar dike qêrînî…Rabe gencîne hatiye koxika (gadîn, xaniyê sewêl) me…Pêwist nake win herin cihê dûr, vaye gencîne di bin piyê me de ye…Di wê nîveşeva baranbarî de, belengazê Cebar dirabe û binê koxikê dikole…“ Xema nexwe – Cebar bi lêxstina qazime re dibêje – wê hertişt baş be, nêzîk emê bibne xwedî dirav û zêr…“ Bi van gotinan ew dilê xêzana xwe xweş dike…Lê ew hetanî bi navikê jî şil (ter) bû ye û di nav çiravê de bêhêz bûye…Mixabin hemû mandîbûna wî bi boşê çû, Lê tevî wê jî xeyalên Hesen jêre bûne rastî û gera li gencînê êdî erke…Serê sibehê zû, xatir ji xêzan û zarokên xwe xwest: „Agehdarî zarokan be Xedîce…Nehêle ku ew hest bi xerîbiya min bikin…Ha ji te re çil Lîre jibo xerciya malê; deh roj tenê, ne zêdetir…Berê ez bi mehan ji mal der diketim û destevale divegeriyam…Vê carê tenê deh rojan xwe rakirin…tenê deh roj… û ezê bi zêr û zîv vegerrim…“!

Herdu hevalên perîşan dane tenişta şêx ê „salih“ û berê xwe dane çol û çiyan…Piştî çend rojan ji gerê li dara rût û bi tenê – Li gor zaniyariya şêx – wan ew dar li ser qeraxê çemekî dît…“ Destlimêja xwe bikin, lawên min – Şêx ji wan re got – Kevirên piçûk kom bikin û weke xêzekê li dora darê rêz bikin, daku ez bikaribim cihê gencînê sedî sed bibênim…“!

Cebar û Hesen bi gotina şêx kirin û li dora darê çûn û hatin û bi dorê (sirre, nobe) erd kolan…Şev û roj derbas dibn û her dikolin, lê tenê av derdikeve…Lê şêx her dixwend û şîret û selewat li wan dikir…“ Bêhêvî nebin…Hişiyar bin, ew (gencîne) gelek caran dikeve Şiklê (wêne, reng) kurmikan, yan marmarokan, yan çivîkan (teyrikên piçûk) yanjî gelek caran dibe weke marên mezin…Giring ewe win nehêlin ji destê we bifilite, çawa win lêbidin ewê yekser hemû bibe zêr, zîv û kevirên giranbuha…! Cebar di berxwede dibêje: wê çawa bifilte? Ma ne va demançe jî tije gulle ye…!

Heyvek derbas bû, lê di kortikê de (konçal, cihê kolayî) tenê av û mar û kurmikên bi rastî der dikevin…Herdu perîşan bêhêz bûn, li wan çolan bê nan bê av rewşa wan dehqat xerabtir bû…Cebar nema xwe girt…Ber bi şêx ve çu û qêrînî pêket: Eva heyvek derbas bû, şêx! Hemû keda me bi avê de çû…Zarok, birçî li hêviya me ne…Çil Lîre tenê…Wê jinêza bimirin, şêx…Marekî dî…Eve gencîne ha, ma tê bikuve herê û davêje ser mar…Zêr…zîv…Pere…“?!

Were ser hişê xwe -şêx dibêje- kurê min…Ev mar nîşana xêrê ye…û dîsan dest bi selewata kir, Lê dengê Cebar her diçû bilindtir dibû û di konçalê de li dora xwe dizêvirî û bang dikir: Zêr…Zîv…Wê zarok ji nêza re bimirin…Pere…kevirên buha…“!!

Bi vî hawî Güney qehremanê xwe ber bi dînbûnê (şêtî) ve dibe; dînbûna li wê çolê û di wê valehiya bi tirs û sehûkirtî de jibo hêviya windabûyî û bê şop! Wî ev yek bi zimanekî sade, yê hunera sînemê a pir’ li wêne û bi wate nîşanî cîhanê da; jibilî wê jî Yilmaz dikarîbû bikeve nav ruhê qehremanê xwe de; hemû derd û êşên wî, bîr û hêviyên wî bi hûrgilî derxiste ser êkranê!

Bi baweriya min ev yek bû sedema sereke a serkeftina filîmê „Hêvî“! Ne xweberî xwe ye (ne bi tesadufe) ku rexnegirê sînemê yê Italî ê navdar Lîno Mêçîka li ser „Hêvî“ wise nivîsî ye: “…Babeta filîmê Hêvî, naveroka filîmê rêalîzma nû ê giranbuha „ Dizê biskilêt “ yê derhênerê navdar Vîtoriyo Dê Sîka bi bîra me tîne. Di wî filîmî de, diziya biskilêtekî normal dibe sedemê perîşanî û belengaziya malbatekê bi temamî…Dizî di filîm de simbole; di rastiyê de ne tenê çavkaniya jiyana wê malbata îtalî a feqîr tê dizîn, belku zêdetir wateya ruhî û civakî a jiyanê tê dizîn û herwise jî hêviya  pêşerojeke xweş jî namîne…heman (eynî) tişt bi serê belengazê îstenbolî de jî, şofêrê hentûrê di filîmê Hêvî de, hatiye, yê ku hespê wî tê kuştinê! Bêyî hesip, ne tenê pêwistiya civakê bi wî namîne, belku zêdetir ew dibe bar li ser wê civakê…“ (23).

Di dawiya analîza „Hêvî“ de, pêwiste bêgotinê, ku mezinbûna Güney ne tenê di derhênana serketî, hûnandina çîrokê û dewlemendiya sênariyo de bû; belê herwise jî di pêkhanîna rola sereke debû. Yilamaz kesayetiya qehremanê rêalîst û sade, yê ku li herdevera welat tê dîtinê, anî ser êkranê…Jiber wê ez dikarim bi dengekî bilind bêjim: heger Yilmaz Güney bitenê akterê sînemê ba, yan derhêner ba, yan nivîskarê sênariyo ba, yan hostayê romanên edebî ba û yanjî berhemdarê (produktion) filîman bana, ew tenê têr dikir (bes bû) weke xwedêdaneke (mewhîbe) mezin , lê dema ev gurza rengîn ji xwedêdayinê, hemû di mirovekî de bêne ba hev…Eva birastî rûdaneke gelek balkêşe û kêmnemûneye di dîroka huner de!!

Dibe, ku filîmê „Hêvî“ daxwazên Yilmaz bicih neanîbû; wise diyar bû ku ew gotina wî a yekem bû, lewra salên 1970 – 1971 di jiyana wî ya sînemê de ne normal bûn!

Serketina filîmê „Hêvî“ û navdariya ku jêre anîbû (li hundir û li dervî welat) wise lêkir, daku xebata xwe hîn zêdetir û çalaktir bike…Wî bi roj filîm dikişandin û bi şev jî sênariyo a filîmekî din dinivîsand, bê ku ji dek û dolabên (pîlanên, komplo) dujminên xwe bitirse! Birastî jî berhema wê çalakiya wî, a şev û rojê sosret ( ecêb) bû; di nava du salan de wî bi tenha xwe; him derhêner, him akter, him nivîsevanê sênariyo û him jî berhemdar, neh /9/ filîmên balkêş çêkirin!! Ji bilî wê jî, ew di nêzîkî bîst /20/ filîmên din de jî, yên derhênerêd mayin, weke akter bi rola sereke rabû?! Weke nemûne hin ji filîmên wê qonaxê: „ Kesên reviyayî, bazdayî“, „Ibret“, „Kesên bê hêvî“, „Bav“, „Şêngirtî“, „kesên guneh“ û gelekêd mayin…

Pir’aniya wan filîman li fêstîvalên netewyî û navneteweyî hatine xelatkirinê. Weke nemûne, filîmê „Şêngirtî“ di fêstîvalên navneteweyî de; sala 1974 an li Tehranê û sala 1976 an li Teşkendê pir’ bilind hatine nirxandinê; jibilî wê jî sala 1972 an li fêstîvala Vênîsiya xelata „Rexna navnetewyî“ stand; herwise û jibo rêzgirtin li kesayetiya Güney, di nav filîmên (dervî pêşbirkê) fêstîvala navneteweyî de li bajarê San Rêmo, sala 1977 an şeş filîmên wî: „ Hêvî“, „ „Bav“, „Şêngirtî“, „kesên guneh“, „Heval“ û „Endîşe“ nîşanî mêvan û temaşevanên wê dan!(24). Lê li ser astê (sewiya) tirkiyê, hersê filîmên wî: „Kesên bê hêvî“, „Şêngirtî“ û „Dilşewat“ li fêstîvala Adena, sala 1971 ê hersê xelatên sereke wergirtin; jibilî wan jî, Yilmaz bixwe jî weke baştirîn derhêner, baştirîn nivîsevanê sênariyo û baştirîn akterê salê, hate helbijartinê!!! Herwise di wê salê de jî, romana wî „Stuxwar mirin“ cara yekem bi temamî ji aliyê çapxana „Dost“ ve hate çapkirinê!

Birastî, ev serketin di dîroka hunera sînemê de kêmnemûne bû! Jiber wê li vir pirseke giring tê meydanê: Gelo nehêniya (sirrê) serketinên Güney çi bûn?!

Bêgoman bersiva vê pirsê ne hesane, lê tevî wê jî bi dîtina min, nehêniya rastî û sereke di pêşkêşkirina babetên rastteqîn de bû, nexasime yên jiyana rojane di civaka tirkiyê de bigiştî û di welatê kurdan „Başûrê-Rojhelatê anadolya“ bi taybetî! Lê nehêniya din a wê serketinê, û ya nekêmtirî a berê, zîrekî û hostayetiya Yilmaz di pêkanîna rolên sînemê de bû! Wî cîhana ruhî, dil û hinavê qehremanên xwe nasdikir; jiber ku ew bixwe, ji nav çîna wan derketibû, baş kerakterên wan dizanî: çawa radibin û rûdinên, çawa bi hevre didin û distênin û çi dixwazin,!

Werin em bi kurtî li naveroka hersê filîmên wî, yên hersê xelatên sereke li tirkiyê standibûn meyze bikin…Filîmê „Şêngirtî“ tê hejmartin yek ji ên herî baş li tirkiyê di salên 70ê de!

Bûyerên filîm li ser sînorên di navbera tirkî û sûriyê de, yanî di navçeyên kurdan de, rûdidin…Herpênc /5/ qehremanên filîm cotiyarin; ew jiber zakonên dijî navçeyê, yên dijwar û nebûna alîkariya dewletê jibo xweşkirina jiyanê û daku bikaribin kufletên malê xwe xwedî bikin, neçar dibin karê qaçaxiyê li ser sînor bikin…Di nav bûyeran de, derhêner bi zanebû û zelalî paşdemayina wan navçeyan û xelkêd wê nîşan dide…Herwise ew zêdeyî carekê hebûna leşker û qereqolên wan, weke simbola nearamî û bindestiya rûniştvanên wê navçeyê, nîşan dide! Di rêya têkilî, rabûn û rûniştina qehremanên filîm de, filîmçêker jiyana gundiyên belengaz, yên ku bûne qurbana bindestiya netewyî û paşketina civakî, tîne ser êkranê…Bi gotinekê; Güney bi hostayetî û bi şêweyekî hunerî bilind, naveroka nama filîm: derxistina kêm û kurtiyên wê jiyana neyeksanî a xelkên deverê, rexnegirtin li paşdemayina civakê û reswekirina bindestiya xelkên deverê, pêşkêşî temaşevanan kir…hêjayî gotinê ye, ku wî bi mêranî ronahî avête ser mercên jiyana xelkên wê deverî (kurd), yên ku berdewam di bin tirsê û zakonên awarte de dijîn!!

Lê di filîmê „Dilşewat“ de, Yilmaz aliyên reş, qirêj û malwêraniyê, yên a’detên kevnare, nexasime tolhildana (heyfhilanîn) bi xwînê, destnîşan dike û bi hemû teknîka hunera sênemê, reswe û rexne dike! Weke ku em dizanin, li Kurdistanê di salê de bi dehan mirovên bêguneh dibine qurbana vê a’deta pîs…Jibo pênasandina berhemên xerab yên vê tolhildana nerewa di civaka kurdan de, û bi armanca reswekirina wê di nav xelkê de, Güney dest bi çêkirina vî filîmî kir…Ew tê de, malwêranî û çarenûsa Çîçek Alî  (qehremanê filîm) ê ku 15 sal ji temenê (emrê) xwe, jiber sedemên tolhildanê, di zindanê de derbaskirine, nîşan dide…Piştî derketina ji girtîxanê, Çîçek Alî divegere gundê xwe û daxwaza lêbuhrîn û e’fukirinê ji xizmên (xwediyên, mirovên) kesê ku wî kuştibû, dike!!

Qehremanê Güney bi demê re û bi çetnahyeke mezin, cihê xwe di nav gundiyan de, weke mirovekî baş û xwe ji gunehşûştî (tobekirî), digre… Çîçek Alî, daku nirxê şaşîtiya xwe bide, û xwe ji guneh rizgar bike, ew bi hemû hêza xwe ve, dest bi xizmet û alîkariya malbata wî kesê, ku bûbû qurban tawanbariya wî dike…Di rêya têkiliyên xwe bi gundiyan re, qehremanê filîm bi hemû şêweyî hewil dide, daku ew wî a’detê pîs terk bikin û dersê ji şaşîtiya ku wî bi xwe kiriyê, werbigrin…Ew ji wan re şirove dike, bê çiqasî wê bûyra kirêt (kuştina mirovekê bê guneh) bandoreke nêgatîv li ser pisîkolojiya wî hiştiye……

Roj derbas dibin û Çîçek Alî ji fecara sibehê de û hetanî şevtariyê, bi dil û can  xizmeta malikê dike, lê bûyereke ne li bîr û ne jî di xeyalan de rûdide û pêre jî çarenûsa jiyana wî tê guhertinê… Di encama agirvemirandina bênderên malbata ku li ba wan kar dikir, herdû çavên wî kor dibin!! Jiber wê, êdî ew nema dikare kar bike…Dêmek pêwistiya tu kesî bi alîkariya wî namêne û wê bi taqê tenê di rezîlî û birçîbûnê de rojên xwe yên dawî bijmêre…

Bi vî hawî û bi stîleke (şêweyekî) hunerî bilind, derhêner me ber bi wê rastiyê ve dibe, ku di wê civakê de wekhevî û dadperwerî (e’dalet) tineye…Paşdemayin û belengazî dujminên xelkê yên dijwarin û gereke bi hemû mêtodan şerê wan bêkirinê!!

Zîrekî û mêraniya Yilmaz Güney di wê yekê de bû, ku wî di berhemên xwe yên edebî û hunerî de, hemû babetên civakê di dewleta tirkiyê de, wê demê, analîz û şirove kirin! Yek ji babetên giring, yên ku Güney bi rexne destnîşan kiribû, babeta mafiya tirkî bû! Ew ê yekemîn bû di nav hevpîşe yên xwe de, ku bi mêranî rastiya mafiya tirkî nîşan da; ew mafiya ku berhema zakonên gendelî (koruptsyon) , zordestiya civakî, genîbûna dam û dezgehên dewletê û kêmmoraliya birêvebirên wê bû! Ev hemû tişt bi zelalî di filîmê „ kesên bêhêvî“ de hatine diyarkirinê…Qehremanê vî filîmî, Firat (Yilmaz bi rola wî dirabe) serokê hemû mafiya tirkî ye; hevalê wî yê bi tenê û cihê baweriyê, demança wî ye…Firat padîşahê herî mezine…Herkes jêre diçe ser çokan û gotina wî li erdê nakeve…Sê biryar di peyrewa (destûra) vê rêxistina hov û zalim de hene, ku ti kes mafê wî tine di ser wan re raweste: mafê endamê rêxistinê tine ku bi kabê (qumar ê) bileyize; nabê Içkê (e’raqê, alkohulê) hetanî bi serxwşbûnê vexwe û ya dawî, mafê wî yê jinhênanê (zewacê) tine ye?!! Kî yekê ji van biryaran binpê bike, heger Padîşahê mezin bixwe be jî, wê çarenûsa wî kuştin be…Li ser van bingehan û li ser hesabê xwîn û hêsrên xelkê ev rêxistin a ku di gelek cihan de (weke ku di bûyerên filîm de diyar dibe) têkiliyên wê bi organên (dezgeh, birêveberî) dewletê re hene, xebata xwe berdewam dike…Filîmçêker di rêya bûyeran de, bi zanebûn hişkî, bêwijdanî û bêrehmiya serokê mafiya, nîşan dide…Bi awirdaneke wî, yanjî bi çavşikandinekê, herkesekî ku di rê ya rêxistinê de dibe kelem, yanjî nerazîbûna xwe nîşan bide, ew yekser tê kuştinê, lê tevî wê jî, derhêner bi şêweyekî hunerî û li hevhûnandî nîşan dide, ku Firat jî mirove, hezkirin jî dikare bikeve dilê wî de…Ew bê pilan ji aktera balêt ê (reqisvana şano, têyatir, tatron) hezdike, a ku jêre pirsa mêrkirinê weke şert datîne: Yan jinhênan û yanjî mafiya, yek ji herduan…? Firat, weke ku tê gotinê: kete nava du agiran…Piştî bîrkirineke dirêj û daneberheva bûyerên jiyana xwe, wî rê ya hezkirinê helbijart…Lê mafiya rehmê nake…Dema peyayên (çete, zilamên) wî agehdarî vî tiştî bûn; cîgirê wî serokatiya rêxistinê xiste destê xwe de û biryara kuştina Firat stand……

Weha ev filîmê dilşikestî û şênî bidawî tê, û herwise jî  çarenûsa mirovê ku rêya hezkirin û poşmaniyê di ser a kuştin, dizî û talaniyê re bigre.

Li gor belgenameyan; temaşevan û rexnegirên sînemê bi dilxweşî pêşwazî li

hersê filîmên Güney kirin! Êdî Yilmaz, bê pêşbirk (lihemberderketî, munafese) di tirkiyê de, bû derhêner, akter û nivîsevanê sênariyo ê yekem! Stêrka wî a hunerî li ba temaşevanan hemûyan: feqîr û dewlemend, gundî û bajarvanî, xwendevan û nexwendevanan bilindtir û geştir bû. Lê di heman demê de jî, serketinên wî êdî bi ced’î bûne çavkaniya sergêjî, çavreşî û dildengiya hêzên desthelatdar! Neteweperistên dewletê hest pêkirin, ku êdî jibo wan, ew dibe tehlûke ya mezin; netnê jiber ku ew filîman li ser jiyana feqîran çêdeike, yanjî di ramanên xwe de pêşverû ye…belê hrewise jî, jiber ku ew destpêdike rewşa „Tirkên ne dirust, ne ê rastteqîn, yên çiyayî) têne ser êkranan û nîşanî cîhanê dide…?

Wise û roj bi roj ev hunermendê zîrek û lêhatî, di çav û pîlanê dewletê de bû dujminê wan ê numre 1…“ Carina ew digirtin û bi rojan ew di zindanê de dihiştin, bêyî ku ti sedem hebe…tenê pirsyarî û biduvdeçûn…Gelek caran jî, jê re digotin ji vî welatî barbike û bireve…Pir’ê caranjî, polîs bi kuştinê gef (tehdîd) li wî dikirin û  jê re digotin: tê di kolanê (li ser cadê) de weke seg (kuçik) werê kuştinê û ti kes jî nizane bê kî kiriye…“(25).

Bi gef û çavsoriyê desthelatdarên dewleta tirkiyê bixwirtî dest bi çavdêriya hatin û çûyina wî û li her deverê kirin, Lê Yilmaz, weke hercar çavşikestî nebû û xebata xwe bi zanebûn û çav û guhên vekirî, berdewam kir. Wî rê ne dida, daku Pîlan û da’fkên dujminan, yên ku jêre vedabûn, biserbikevin; wî hemû tevger û xebatên xwe di çarçoveya zakon û qeydên fermî de dikir! Wise dikir, ku gelek caran dujminê wî jî zîrekiya wî dipejirandin! Carekê yekî ij hevalên wî (yên hindik) gotibû: „…Yilmaz bi zîrekiya xwe, zora dewlemendan di mal û lêstika wan de, bir…Pêwistiya wan bixwe jî bi filîmên wî heye, jiber temaşevan li wan meyze dikin… Heger filîmên Güney di ber komîsyonên çavdêriyê* re derbasbûna, êdî serketina wan misoger (sedî sed) bû…Dewlemendan dixwest, ku Güney bikeve nav rêzên wan û li ser rê ya wn here, lê wî ev tişt ji bingehê ve red kir.“(26)

Lê sedcarî mixabin, hevalên rastteqîn yên Yilmaz gelekî kêm bûn! Di meydana şer de dijî rêjîmên tirkiyê û bidrêjahiya salan, ew bi tenê mabû. Di vê derheqê de wî digot: „…Problêm û serêşiya min bi desthelatdarên dewletê re, ji kêliya ku min dest bi nivîsandina çirokên kurt kiribû, derketin. Dêmek ji sala 1956 av ve…“(27)

Birastî jî, tevgera Güney û serketina filîmên wî di wê rewşa neyartî û çavdêriya berdewam de, ciyê sersormandin û pirsê ye?!

 

Berî razîbûna li ser kişandina (wênegirtinê) filîmên Güney, sênaryo yên wan diçûne ber destê çar /4/ komîsyonên taybet; di nav wan de jî a leşkerî, ya ku biryara dawî di destê wê de bû…Encam jî, timî razîbûn li ser naveroka wan û dest bi kişandina filîman, didan!! Lê piştî çêkirina filîman û dema ku jibo nîşandanê di eywanên sînemê de amadebûn, wan komisyonan bixwe jî (dijî biryarên xwe yên berê) pêşkêşkirina wan jibo temaşevanan, bi behaneya ku ew filîm tehlûkene, yanjî  nerastiya „civaka me“ nîşandidin, qedexe dikirin??

Bêgoman, pirseke bê bersiv di serê wan kesan (endamên komisyonan) de diçû û dihat? Çawa me razîbûna xwe li ser sênaryo yên wan daye ?!!

Li vir giringe, ku em amaje bi zîrekî û pehlewaniya Yilmaz di mêtodên xapandina desthelatddaran de, bidin. Wî sênaryo yên kurt û sade pêşkêşî komisyonan dikirin, daku tenê razîbûna wan werbigre, lê di dema wênekişandinê de wî guhertinên bingehîn dixistne naveroka wan de!

Bi vî hawî, Güney desthelatdar û komisyonên çavdêriyê xistibûne serkêjiyê de…Çi li der-dora me bibe? Mirovekî bi tenê me hemiyan dixapêne û bi serde jî bi rê yên rewa û destûrî?! Gelo tiştê wise çawa dibin? Em çi bikin? Çawa û bi çi şêweyî em wî winda bikin?? Ev û gelek pirsêd mayin ji desthelatdaran re bûne karê rojane…Organên asayişê (ewlekariyê) ew erk birine ser milê xwe û bi şev û roj çavdêriya ne tenê çalakiyên wî yên hunerî û edebî, belê her wise jî, ya hemû tevger û jiyana wî a taybetî, kirin. Êdî eşkere nûkerên dewletê 24 si’etan û bi mêtodên polîsî, ew û mala wî xistin bin nîşanê…Di encama vê çavsoriyê de, wan behaneyek (xwedêgiravî ew xwendevanên şoreşgêr di mala xwe de diparêze) jê re peyda kirin û bi biryara dadgehê a bi lez û formalîtê (şeklî), 10 sal sizayê girtîxanê danê?!!

 

Bi vî hawî; di encama da’fka ku dujminan jêre vedabûn û li ser bingeha biryara dadgehê a nerewa û dijwar, Yilmaz di 17 ê adara 1971 ê de birin girtîxanê…

Wî pêşwazî li roja ji daykbûna xwe, a 34- e mîn di zindanên reş û tarî de kir! Dumahîk maye!

———————————————-

Jêder û têbînî: 

 

* Ev name û nameyêd mayin, ku hejmara wan giha bû 177an. Weke pirtûk li jêr sernivîsa “Nameyên ji Selemiyê” sala 1975 an û piştî ku Yilmaz bixwe pêşgotin jê re nivîsîbû, hate çapkirinê.

(15) – Pirtuka “ Hucra min “ ( oda zindanê-I.M. ) Yilmaz Güney, Istenbol sala 1975 an R. 9-11 (bi zimanê tirkî).

 (16) – rojnama “ TAZ “  11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).

(17) – çavkaniya berî wê (jorî wê).

(18) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.

(19) – Kovara “Al-Nehic“ R.22 – çavkaniya berê.

(20) – Rojnama „ Heft Roj „ Organa komîta nawendî a partiya komunîsta yûnanî- Roja Yekşembê, 16.09.1984.

(21) – ev gotinên derbarê „Hêvî“ hemû, me ji Kovara „Jiyana Sînema yê„

          Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985  (bi zimanê erebî) wergirtine.

(22) – “Hucra min“. Yilmaz Güney – çavkaniya berê.

(23) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- çavkaniya berê.

(24) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.

(25) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- çavkaniya berê.

* Zakonên çavdêriya li ser wêje û huner li tirkiyê gelekî hişk û dijwar bûn. Wan ew zakon ji kodêksa (yanî ji destûra) Italî a dema – Mosolînî – fişiyetê wergirtibûn!

(26) – “Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê“ – çavkaniya berê.

(27) – “Kovara pêşerojê“ hejmara  395 an, 15. 09.1984 (bi zimanê erebî) –

 

Têbînî: Cend wêne ji filîmê Hêvî, heger win bixwazin win dikarin bi weşênin!?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev