ŞEŞ GOTINÊN PÊŞIYAN

ŞEŞ GOTINÊN PÊŞIYAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Hin gotinên pêşiyên Kurdan hene ku meriv dersine mezin ji wan werdigire. Ew gotin hertim sufte ne û çu car ji rojeva demê danakevin. Ev e şeş gotin ji wan li jêrê ne:

 

. SOND PÎNEYA DEREWAN E:
Kesê ku hertim sond dixwe, ew bi wan sondan xwe dide dest ku ew derewan dike. Yanena kesê ku rastgo be, pêdiviya sondê nake ku ew sond bixwe.

 

. RIYA AQIL LI HER DEVERÊ YEK E:
Mejiyê mirovên normal 1300 gram e. Zanîna dinyayê tev têkeve mejiyekî, tenê %17 tije dibe. Ji têgihîştina mejî re, AQIL tê gotin. Bi milyonan aqilên cuda, dema li ser tiştekî radiwestin, tenê riyeke rast û yeke şaş dibînin. Ji wê riyê re RIYA AQIL tê gotin. Îcar çendî ku aqilmend ji hevûdu dûr bin, ji aliyê nijadî û çandî ve ji hevûdu cuda bin jî, riya rast dibînin.

 

. KESÊ DEREWÎN CAREKÊ DIXWE FIRAVÎN:
Rast e, ku kesê derewîn careke tenê bi serdikeve. Lê belê di vê dema niha de pirî ku teknîk berepêş çûye, fêlbaziyên dek û dolaban jî pir bûne, kesê derewîn jî gelek car firavîn dixwe û kes pê nahise. Berê çavên mirovan bi perde û hîzaran didane girtin, lê niha bi tenkîn û zanistiyê didin girtin.

 

. KESÊ NEKE HESÊBA WÊ BIBÎNE ECÊBA:
Divê hertim meriv di hesabê xwe de be û bi tevdîr û ra be. Eger meriv ne wisan hişyar û guhdar be, wê bela û siqûmatên mezin werin ser meriv.

 

. ÇI TÊ SERÊ QULING JI QÊRÎNA QULING E:
Dema meriv karê xwe bi zanîn û têgehiştin bike û bidomîne, kes nikare astengiyan li meriv bike û derî rade. Na, eger meriv wek mesela ”Dizê Dîk” bike, çu karê meriv naghîje serkeftinê. Divê meriv kilîda di destên xwe de nede çavnebar û kulzikan. Hingê meriv bi serdikeve.

 

. EZ BI TE, TU BI MIN, EM BI XWEDÊ:
Eger ez ji te re rast û dirust bim, eger tu jî bi min re rast û rewa bî, hingê meriv çi karê zehmet bike jî, meriv dê bi serkeve.
Ev Gotina Pêşiyan, naveroka ayeteke Qurana pîroz e.
Îcar ez nizanim, ev Gotina Pêşiyên Kurdan berî dahatina Quranê jî hebûye, yan piştî dahatina Quranê hatiye gotin? Divê lêkolîn lê bête kirin.

 

Bi hêviya ku ciwanên me lêkolîn li ser Gotinên Pêşiyan bikin û dersine rewan ji wan derxînin. Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev