Azad Bedran û muzîka wî

Azad Bedran û muzîka wî

Mela Mihyedîn

 

Hunermend divê li ser koka xwe mezin bibin û hêza xwe ji koka xwe bistînin. Ew kok jî çand, ziman û bîrdozî ye. Hunermendên li huner, çand, ziman û bîrdozîya xwe xwedî derket kedek mezin dide milet û welatê xwe. Bi saya van hunermendan tarîtî û nexweşî ji holê radibe; ronî û xweşî di nava milet û welêt de şîn dibe. Bi huner û hunermendê xwe em hene. Yek ji wan hunermendên li ser huner, çand, ziman û bîrdozîya xwe disekine Azad Bedran e. Bi saya xebatên wî perdeya raş û tarî li ber çavên me radibe. Azad Bedran, mirovekî dilnizm, zimanhez û welatperwer e.

Me xwest em cenabê wî û xebatên wî ji nêz ve nas bikin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me. 

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Azad Bedran kî ye?

Ji bajarê Rihayê ji navçeya Siweregê me; li wir hatime dinê. Ji bo sedem û pêvajoyên salên 90î jîyanê em kirin koçber. Bavê min ji bo qesetên Kurdî difirot kete zindanê; gava ji zindanê derket me berê xwe da Tarsûsê. Jîyana me ya koçberîyê wiha destpêkir. Sala 2000î de hatim Dîyarbekir û di wan salan de li Sazîya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê min dest bi xebatên xwe kir. Min qeyda xwe ya tembûrê çêkir. Ji wan salan heta niha di sazîyê de xebatên xwe yê çand û hunerê berdewam dikim. 

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Bi awayekî akademîk di 2003yan de min destpêkir û heta niha ez karê xwe didomînim. 17 sal in ku ez karê muzîkê dikim. Di deh salîya xwe de min dest bi muzîkê kir û hîn jî ew evîndarî û rêwîtîya min ya muzîkê berdewam e.

 

Dema te biryar da tu yê albuma “Rewîyên Şad” derxî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Di derxistina albumê de ji te re bûne alîkar?

Gelek heval û hunermendan alîkarî dane min. Mamoste Farqîn, Bulent Turan, Comert û xebatkarên Navenda Çanda Dîcle û Firatê ked û alîkarî dan ji bo albuma min. Gava niha li albumê dinerim kêmasîyên wê dibînim lê li gorî wextê xwe xebatek baş derketîye meydanê. Ev album karekî komînal bû û dixwazim di rêya vê albumê de bimeşim. Malbat û hevalên min bertekên baş nîşanî min dan û bi saya wan hîn jî rêwîtîya xwe ya muzîkê didomînim. 

 

Hemû stranên te wekî hev xweş in. Ji serî heta dawî li hemûyan guhdarî dikim. Lê dîsa jî strana çîroka wê meraq dikim “Zindan” e. Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka vê stranê çi ye?

Hevalê min Firat Med berê nivîsandibû û heft sal berê şîrove kiribû di albuma xwe de. Ew stran ji bo min cihekî taybet digre. Birêz Selahattîn Demîrtaş di zindanê de ji min re stranek şand bi navê “Aç kaldık Özgürlüğe” (Em Hesret Man Bo Azadîyê). Min strana wî xwend û piştre min xwest jestekê jêre bikim û min strana “Zindan” ji bo Selahattîn Demîrtaş xwend. Zindan bi vî awayî derket. Di wî zemanî de gelek doz li ser min hatibûn vekirin. Di wê dêrûnîyê de min ev stran xwend. Piştî me stran qeyd kir me ew wek sîngle li platfrormên dijîtal barkir. Gel gelekî eciband, gelekî hate guhdarîkirin û şîroveyên xweş ji bo stranê hate nivîsand. Ev stran ji bo min cihekî taybet digre.

 

Bi  Simay Productionê re te xebatek kir. Di vê xebatê de bi awayê zindî û akustîkî te stranên xwe anîne ziman. Wekî heyranekî keyfa min pir ji van stranên zindî re hat. Gelo di pêşerojê de îhtîmal heye em li stranên te yên akustîkî guhdarî bikin?

Berîya albumê me bi Simay Productionê re xebatên xwe dikir û stranên xwe yê akustîk îcra dikir. Niha jî bêhtir li ser hesabê xwe yê Youtubê disekinim û xebatên xwe li wir bar dikim û belav dikim. Me niha albumek akustîk amade kirîye di demek nêz de em ê wê derxin.

 

Meriv dibîne gelek hunermendên me ji helbestan stranan çê dikin, gelo têkilîyek çawa di navbera helbest û muzîkê de heye? Navbera te û helbestê çawa ye? Tu ji kîjan helbestvanan hez dikî?

Ez ne hunermend im lê ez hewl didim bibim hunermend. Gelek hunermendan dişopînim, dinirxînim û siûdê ji wan digrim. Di kûrahîya muzîka Kurdî de helbest cihekî girîng digre. Gotin û muzîk ji hev cuda be mirov nikare wê stranê hîs bike. Divê gotin û muzîk li hev bê; wê demê muzîk sihrê li ser mirovan çê dike. Mirovan li pey xewn û xeyala digerîne; wan dixe nav xeyalên curbecur. Pêşî divê meriv ji helbestê fam bike û piştre meriv dikeve kûrahîya wê û muzîkê çê dike. Bi helbestvanên nûjen re dixebitim wekî Îlyas Yucel û Bêrîvan Zînzal.Helbestên wan li ser min gelekî têsîr dikin.

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ne ji terzekî ji gelek terzên muzîkê hez dikim. Muzîka ku ez jê hez dikim û dikevim kûrahîya wê terza min e. Terza min tembûra şehîd Serhad e, biska Mihemed Şêxo ye, tembûra Mihemed Arif Cizrawî ye, helbestên Cegerxwîn in, fikir û ramanên Ehmedê Xanî ye, awaz û dengzîza Delîla ye. Hîn dikarim gelek tiştan bêjim lê bi kin û kurtasî terza min ev e. 

 

Tu ji kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Bi kin û kurtasî pîrê muzîka Kurdî Hozan Serhad e. 

 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Di nava albumên kevin de “Şahîya Staranan”. Ev xebatek kolektîf û serkeftî bû. Di vê dema dawî de jî stranan “Şervano” mohra xwe li dîrokê xist û bi min pir serkftî ye; li ser min bandorek mezin çêkir.

 

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Dixwazim bi gelek hunermandan re bixebitim û min bi gelekan re jî xebat kirîye. Dema zarok bûm min xeyal dikir ku bi Hozan Dîyar re bixebitim, me bi hev re xebat kir. Min dixwest bi hozan Comerd re bixebitim û bi wî re jî min kar kir. Min pir dixwest bi Dilgeş re bixebitim ji bo ku bi strana wî hatim nasîn bi strana “Partîzan”. Lê mixabin Dilgeş çû ser dilovanîya xwe lê dîsa jî ez ê çend stranên wî bixwînim.

 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Huner û sîyasetê meriv nikare ji hev veqetîne. Meriv nikare hunerek sloganî û ji bo sloganê ava bike; ev dem ne dema wê ye. Ew dema propagandayê xilas bû. Êdî Kurd ketin asteka cuda û dikevin ser sehneyên cîhanê. Bi wêjeyê, bi sînemayê û bi stranan êdî hunera Kurda kûr dibe. Êdî divê mirov bi vî awayê modern bifikire. 

 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Belê rast e, wexta ciwanek stranekê çê dike û bi milyonan bê temaşekirin dibêje “Ez hunermend im”. Ez tu carî bi vî awayî nêzîk nebûm. Tiştê ez dixwazim min çi ji civak û xwezayê girtibe dixwazim van tiştan dîsa bidim civak û xwezayê. Bi vê felsefeyê mezin bûm. Hunera min ne ji bo salek û du sala ye. Dema tu populer dibî ji bo çar-pênc salan dibî populer. Ez tu carî bi awayî nêzîk nebûm. Hertim min xwe nûjen kir. Hunera xwe û îdeolojîya xwe bi hev re meşand. Nifşên nû dema bi vî awayî karê xwe pêk bînin wê bi ser bikevin.

 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Meriv nikare bêje krîterên muzîka baş ev e an jî ew e. Ez bawer im krîtera herî mezin hêstên mirovan e. Jîyana mirov, fikrê mirov û ramanên mirov li ser vê yekê bandor dike. Kesê bê fikir û raman li stranên arabesk guhdarî dikin. Kesê bi fikir, raman û xwedî îdeolojî ew nikarin stranên arabesk guhdarî bikin. Ev yek li gorî insanan diguhere.

 

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Dema hunera wî kûr be û bi xurtbûyîna xwe jî baş be dikare bibe hunermend. Lê herkesê stranên dibêjin nabin hunermend. Kesê ku stranan dibêjin stranbêj in ne hunermend in. Di navbera stranbêjî û hunerrmendîyê de kistasên kûr hene.

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Hunermendê Kurd nikarin jîyana xwe bi muzîkê bidomînin. Di piranîya cîhanê de hunermend bi piranî nikarin jîyana xwe bi hunera xwe bidomînin. Lê ev rewş hêdî hêdî hate guhertin; êdî bi saya platformên dijîtal û medya civakî hunermend pere qezenc dikin. Gava hunera hunermend di nava civakê de hat qebûlkirin ew dikare jîyana xwe bi rehetî li ser hunera xwe bidomîne. Dîsa jî ji bo debara xwe em bi piranî diçin dawetan; dawet jî çandeka me Kurda ye. Konser jî ji bo gel tê li darxistin meriv nikare tu pereyî jê qezencbike. Dema eşq û evîn di dilê te de hebe tu dikarî jîyana ji kevir jî derxînî û berdewam bikî. 

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Divê karê profesyonelî bê kirin. Hunermendên salên 80yî û 90î derketin rola xwe lîstin. Em jî bi saya wan niha dikarin kilaman û stranan bêjin. Nifşên nû jî gerek peywirdarên wan yê cîhanî û niştimanî muzîka xwe ava bikin. Bi awayekî profesyonelî gerek muzîka xwe em ava bikin. Muzîka Kurdî jî divê bi vî awayî pêş bikeve. 

 

Ji bo pêşerojê xebatên te çi ne?

Albumek nû bi navê “Evîna Azad” ez ê derxînim. Staranên akustîk û slov di albumê de cih girtine. Hin stran yên min in û hin jî yên hevalên min in. ev demeke dirêje em li ser dixebitin lê nesîbê vê salê bû. Di demek nêz de em ê parve bikin.

 

Ji Bo Guhdarîkirinê: 

Spotify: https://open.spotify.com/artist/6nf6LaxU7kzFoQmiWB9LFN?autoplay=true&v=A

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCGd0Bur3OfTZibdHr_o26Zg

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev