Kierkegaard û Mem û Zîn

Kierkegaard û Mem û Zîn

Ferhat Dayan

 

Soren Kierkegaard (1813 – 1855) Teolog û Feylezofekî Danmarkî ye. Her çiqas her feylezofê hebûnparêz ji hev cihê-cihê ji xwe re fraksiyonek peyda kiribin jî mumkun e ku mere bêje Jean Paul Sartre, Martin Heidegger di bin bandûra wî de mane, wek pêşengê felsefeya hebûnparezîyê tê naskirin. Li gorî Kierkegaard heke mirovê ku bixwaze bi felsefeyê mijûl bibe divê berî her tiştî jiyana xwe jî li gorî evînê amade bike. Kierkegaard ê kî bê Regine Olsen kêm e, ji lew re mirov dikare bibêje ku feylezofiya wî girêdayî evîna Regine ye.

 

Kierkegaard ti carî nezewiciye. Di sala 1840 de bi Regina yê gavek zewacê avêtibe jî salek şûn de gulîska wê jê re şandiye û nîşana bi Regine yê xera kiriye. Piştî vê bûyerê Regine bi memurekî re dizewice û jiyana xwe didomîne belam Kierkegaard heya mirinê, ji bilî Regine ji kesî heznake, di derheqê Regine de di rojnivîska xwe de, di wir de û di wê de nivisiye û her nivisiye, heya pîştî mirina xwe bi wasiyetekê hemû mal û milkê xwe ji Regine yê re hiştiye (lêbelê wê ev mîras red kiriye tenê name û nivisên derbarê xwe de stendiye).

 

Îja pirsa ku divê bê kirin ev e; piştî hezkirineke wisa mirov çewa dikare terka dergistya xwe bike? Felsefevanê Tirk H.İbrahim Türkdoğan di nivîseke xwe de vê rewşê wiha şîrove dike “Hebûnetiya olî ya Kierkegaard, hebûnetiya seksualiteyê red kiriye. Belam berevajî nerîna papazekî Kierkegaard pêşî, seksê pîrozwer dike, ji bo ku tiştek ji pîrozweriya “goşt” kêm nebe û neyê neletkirin, divê ti carî nê destdayîn loma jî Kierkegaard dest ji Regine diqere.”

Ev nerîn rastiyek biçûk di xwe de bihewîne jî lê rastiyek biçûk e, nerînek bi vî hawî têra ravekirinê nake kêm e û qels e. Jivir û pêde divê mere serî li “şagirtê” Lacan, Solavej Zizek bide. Zizek di axaftinek xwe de “arezûya objeyê” bi vê kurtemînakê rave dike; “bifikirin ku jinek min û dostikek min hebe ji bo ku ez û dostika xwe bi têr gora dilê xwe bijîn, divê jina min ji holê rabe! û ji xwe’r li şensê binerin ku jina min ji holê radibe lêbelê êdî demên ku ez bi serbestî dostika xwe re dibuhurînim ti zewqê nade min! dûv re ez fêm dikim ku ez ne ji dostika xwe ji wê “arezûyê” hez dikim, ku ez gihaştim wê şûn de êdî ne hez û ne jî evîn dimîne”

Aha tam jî di vê niqtê de em van risteyên Ahmedê Xanî bînin bîra xwe;

“Mem jî ji xeyal-î rûyê dildar
Yenî ko ji arezûyê dîdar
Bû dînekê dilpezîrê sewda”

Bi van hevokên li jor kifş dibe ku Ahmedê Xanî beriya Freud, Lacan û Zizek rewşa “arezûyê” tehlîl kiriye. Mem li ser arezûya Zînê dibe dînekî evînê, bi gotineke din heke Mem û Zîn mîna Tajdîn û sitê bigihiştina hev gelo îro mere dikarîbû pesnê evîna wan bida? gor mînaka Zizek gelo ma wê evîna wan neqediyaba? ev yek gunehê Bekoyê ewan paqij neke jî, esasen ew bêhemdî bûye mîmarê evîna Mem û Zîn ê! Îcar Kierkegaard bo ku dawî li hisret û arezûya wî neyê, evîna wî a Regine heta hetayê bidome û qet neqede pêdivî bi Bekoyekî nedîtiye navika xwe bi xwe biriye. Belê wî baş dizanîbû tiştên ku mere pir dixwaze piştî bidestxistinê ti qedr û qîmeta wan namîne loma Kierkegaard bi evîneke wisa mezin girêdayî Regine bû ku, bo xatirê li bal dilê wî qedr û qîmeta Regine neqede, terka wê kir. Ka em vê nivisê bi van peyvên Kierkegaard bi dawî bikin “bizewic û poşman bibe, nezewic û poşman bibe, bizewic an nezewic poşman bibe, tu dixwazî bizewic tu dixwazî nezewic dîsa poşman bibe.”

https://feylesofphilosophia.blogspot.com/2019/09/kierkegaard-u-mem-u-zin.html?fbclid=IwAR2cKKHsJoxd_SzGmk-cSS0c0XQZv9-lfNgM6DtHK6laeuW1BfQYh0HnC3I

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev