XELATA ÎNSANÊ DUNYAYÊ

XELATA ÎNSANÊ DUNYAYÊ

Nuri SINIR

10ê çirîya pêşin (oktober) a 2019ê bû, ez ji xewê dereng rabûm. Îro merasima xelatê ye. Min dest bi amadebûnê kir. Paşê daketim, hêwana xwarinê. Koçer xanim û Hanna Jaff taştê dixwarin. Min jî, ji bona taştê hinek xwarin bi hevda û çûm cem wan, bi silava “sibeha we xweş” re ez rûniştim.

Me hîn taştêya xwe xelas nekiribû, kekê M. Zeki jî hat cem me. Piştî taştê me li ser mijara xelatê hinek guftûgo kir. Paşê kekê Zeki ji me destûr xwest û çû.

Nêzî êvarê dîsa hat û em bi hev dû ra derketin. Zeki li cîhekî sekinî, Hanna Jaff ji texsîyê daket. Paşê Zeki jî daket û li ber derîyê xanîkî mezin wêneyê Hanna kişand. Pîştî kişandina wêneya hatin û dîsa em bi rê ketin. Min ji Zekî pirsî;

“Cihê kû we wêne kişand, çi cih bû, aîdê çi ye?”

Zeki got;

“Nuri ew cih demekê kampa miltecîyan bû. Hanna gellek alîkarî bi wê kampê kiribû. Ji bona bîranînê wêne kişand.”

Texsî li cihekî sekinî. Gotin vira barîgeha şaredarîya Traiskirchenê ye. Merasîm wê li vê derê çêbibe. Em çûn hundirê barîgehê, însan hatibûn. Reşik, spî û gellek insan. Di nav wan insanan de balyozekî Avusturyayê ê kevn Dr. Walter Lichem, Parlemenê eyaletê û serokê şaredarîya Pfaffstaltenê Christoph Kainz. Serokê Federasyona aştîya Universal (navgelî) Peter Haider, serokê federasyona îslamî ya Avusturyayê (ê kevn) Dr. Fuat Sanaç, serokê Integrationê Peter Ramberger, serokê şaredarîya Traiskirchenê Andreas Babler, berhemdarekê opera Avusturyayê Masilene Novak, yek berhemdarê opera Italya Marco Astani û sazbendekî ji Dersîmê Mansur Şahin û ji bona min qîmetek giranbuha ji balyozxana Kurdistanê Nergîz xanim li wê derê bûn. Îşê balyozê Kurdistanê derketibû, ji dêvla xwe Nergiz xanim şandibû merasîmê. Bername bi hunermendê operayê dest pêkir. Paşê mesajên hatibûn şandin hatin xwendin. Du mesajên gring, yek serokvezîrê Avusturya, yek jî a serokê komara Avusturyayê bû. Piştî hunermenda xelata Hanna Jaff danê û Hanna Jaff axiftina xwe kir. Piştî Hanna Caf li ser jiyana min axaftin çêbû û navê min hat xwendin, ez derketim ber mêvanan. M.Zeki xelata min pêşkeşî min kir û min ji bona axaftinê dawetî ser mikrofonê kir. Berdevkîya zimanê Almanî jî wî girt ser xwe. Ez ê li virê bi kurtayî axaftina xwe binivîsim.

“Ez ji erdnîgarîyek (cografya) pirr bi xwîn têm. Domkirina bi sedsalîya şerran û ji erdnîgarîyek tije qetlîaman ez têm. Lê piştî 3000 kilometre, li rastîhevhatina we însanên xweşik û hatina min î nav we ji bona min bû semeda nemîna êşê û bi vî awayî ez şad û bextewar bûm. Ez ji bona vê xelatê; ji xebatkarê însanê dinê M. Zeki û sazîya Însanê dinê re malavayîyê wek deynekî dibînim.

Di dîroka mirovahîyê de êşên pirr mezin hatine jiyandin. Em; gelê Kurd di erdnîgarîya rohilata naverast de van êşan bi qatmerî jiyan.

Piştî derbeya leşkerî ya 1980yî deshilatdarê devletê, cûntaya leşkerê faşîst ji bo mirovahîyê zilmek herî mezin kirin. Li zindana Amedê, bi jimara 5an, zilma ku hat kirin ji kampa Auschiwildê zêdetir zilmek bû. Hitler di kampa Auschiwild de însan di yek carê de şewitandin û kuştin. Em di wê zindana Amedê de her deqqe û sanîya de li mirinê digerîyan, lê mirin ji bona me di cih de nedidîn. Cûnta leşkerî bi berdawamî 3 sala me û mirin li dijberê hev xist. Semeda hatina min î vê derê jî, ji ber zilma kişandin û şahidîya min a li dijî zilmê li ser pirtûkekê nivîsandin bû. Ev êş li wê erdnîgarîyê kêm nebû û hin jî dom dike. Şahidîya min î iro ez lê rast hatime vê hêvîyê dide min; ramanê ji bona insan, xebatê jibona insan û insanê di van raman û xebata de li dinê zêde bibin.

Di erdnîgarîya em lê dijîn ramana fundamantalist ya sîyasî, ji bona mirovahîyê metirsîyek mezin çê dike. Bi giştî hun şahîdin, li Îran, Iraq û li Sûriyê ramana siyaseta fundamantalist bi navê DAIŞê ji bona mirovahîyê êşên mezin çêkir. Ji bona me Kurdan ew erdnîgarî 100 sal e dîrokek pirr bi êş anîye ziman. Li Dêrsimê, Zîlanê; li Ararat, Helebce, li Barzan û li gellek cihê wê erdnîgarîyê de bi sedhezaran insan; bes di bûyera Enfalê de bi navê sûreyek ji perçê Qûranê Enfal, fermana Kurdan rakirin û 182000 (sed û heştê û du hezar) însan zindî zindî xistin nav axa çolan.

Bi van tevahîyan jî, bi van êş û elemê dirêj jî em Kurd ji ramana mirovahîye, ji ramana hezkirina mirovahîyê dûr neketin û em ji hezkirina mirovahîyê dûr nakevin jî… İro jî; bûyerên tên serê Kurdan li ber çavê dinê de tên serê wan. Lê me vê bawerîya xwe wenda nekir û em ê wenda jî nekin. Bawerîya mirovahîyê, girêdana bawerîya mirovahîyê, qedrê girêdana insan û mirovahîyê em ê tu caran wenda nekin. Em ê ji insan hez bikin, bi giştî ji insanê dinê em ê hez bikin, em ê li renk û qewmîyeta wan ne nihêrin û bi giştî ji bona mirovahîyê em ê hêvîyên rojên baş bi xwazin.

Bi van ramanan bi giştî ji we re rêz digrim, silav û evînîya xwe pêşkeş dikim.

Bi tevahî mala we avabe.”

Bi çepikê wan î li ser linga û bi hizrek geştî ez ji kursîyê daketim. Piştî wêne kişandin, pîrozkirin û guftûgoyan em derbasî xwaringehê bûn, li virê jî guftûgo berdewam kir û em derbasî hotêlê bûn

 

Peywirdaran em ji balafirgehê girtin. ”Em” dibêjim, ji ber ku ez û hevjina min Koçer bi hev ra çûn Wiyanayê. Wan em birin hotêla bi navê hotel Park, li Badenê, qeza bingeha Wiyanayê ye. Me alavê xwe danin hotelê û em li lobîyê rûniştin. Demek kin bi şun de xanima xwedîyê xelata jinê jî anin hotelê. Ji min ra gotibûn ji netewa Amerîkayê ye. Xanimek ciwan xuya bû. Paşê ew jî hat li cem me rûnişt. Me bi hev du dan naskirin. Navê wê Hanna Jaff Bosder bû. Hanna û Kek M. Zeki bi zimanê Almanî ketin nava axaftinê, min jî bi Kurdî tiştek ji Koçerê pirsî. Wexta Koçerê bersiva min bi Kurdî da, bala min ket wechê Hanna xanimê ku li me gohdar dikir û devliken bû. Bi rastî ez şaş bûm.

Min berê xwe da wê û jê pirsî; “ Wek tu jî Kurdî fêm dikî. Tu bi Kurdî zani?”.

Bi ken serê xwe hejand û gote “erê.” Bi zaravêkî nêzî soranî çend bêje axifî. Şaşitîya min hîn zêdetir bû. Min dîsa jê pirsî;
“Tu ji kêderê yî?“.

Gote;
“ Ez ji herêma Jaffê me.”

Ez li Kekê M. Zeki vegerîyam û min jê pirsî;
“ Kekê Zeki, te gotibû Amrikayî ye? “

Zeki gote;
“Welle brayê Nuri, heya niha jî ez wê Amerîkî dizanim.”

Hanna ket navîna axiftina me û ji min pirsî;
“Tu Kurdê kêderê yî?”

Min gote;
“Em Kurdê Bakurê Kurdistanê ne.”

Bi rûyekî devliken li min nêrî û serê xwe hejand. Bi rastî şaşitîya min çûbû û gellek menûn bûbûm. Bi wê memnûnîyeta rûyê min î devliken min lê nihêrt û min gote;
“ Ez ji Jaffan yekî nasdikim.

Hanna;
“ Tu kê nasdikî?”

Min gotê;
“Ez Tara Jaff nasdikim.”

Dîsa bi wî rûyê xwe yî devliken bi memnûnîyetî li min nêhert û gote;
“ Ew, mirova min e.”

Bi rastî Tara Jaff muzîsyeneka Kurd û navdar bû. Hatibû Amedê jî. Bi tevahî ji alîyê Kurdan va dihat naskirin. Wexta xwarina êvarê bû. Hanna ji bona xwarinê xwe bexşand û derket oda xwe.

Em bi Kekê Zeki ra çûn xwaringehek yekê Kurd û piştî xwarinê, me anî hotêlê.

Hanna Jaff kî bû û ji kêderê bu?
Paşê, Kekê Zekî jiyana wê bi dûr û dirêjî, ji min ra anî ziman.
Hanna Jaff, ji Kurdistana Rojhilat, ji ‘eşîra Jaffa ye. ‘Eşîra Jaffa, li her du beşên Kurdistanê jî hene. Li Rojhilat û li Başûr, li ser xakek mezin û ‘eşîrek mezin e. Bapîrê Hanna Jaff, piştî Komara Kurdistanê li Îranê têk diçe, ji Îranê direve û diçe Meksikayê. Piştî demek dirêj bavê Hanna Jaff derbasî Amerîka/ Kalîforniyayê dibe. Li wirê dişixule û li wirê bi keçek Frensayî ra dizewice. Hanna li wêderê, li bajarê San Diago tê dunyayê. Dixwîne û zaningeha Harwirdê xelas dike. Li ser bûyerên dunyayê, li ser gellê bindest, li ser qetlî’am û koçberan dikeve nava çalakîyan û xebat dike. Derbasî Meksika dibe, li wirê jî çalakîyên wê ji bona însanan dom dikin. Di hikûmeta bi serokatîya Morelos da, dibe vezîrê berevanîyê. Ji bona yarmetîya mexdûrên qetlî’aman, koçber û zarokan veqfek dide damezrandin. Piştî bûyera Helebceyê mitîngek bi girseyî li New Meksîko çê dike. 4 salan wezîretî dike û piştî çar salan xebata xwe ya ji bona însanan dom dike. Li 80yê Welatên dunyayê, li Asya, Afrîka û li Latîn Amerîkayê beşên weqfa wê hene. Ji bona xwendina zarokan xebatên wê her berdewamin.

Ez ê Hanna Jaff û hatina me ya li gel hev, bi twita Kekê Abdullah Keskin xelas bikim.
“Di van her du salên dawî da Kurdan, di pir qadên cuda da xelat stendin. Xelata herî manîdar jî ya vê salê(2019), bi navê “xelata însanê dunyayê” ji alîyê du Kurdan ve hate stendin. Her du nav jî Kurd in. Nuri Sinir ji zindana Amed’ê “bê can” derket, bi tîkî li ser linga ye. Hanna Jaff bi eslê xwe ji Helebceyê ye û çalakvaneka Amerîkî ye. Gîhandineke pirr ‘ecêb e. Pîroz dikim

Di wêne da: Nuri SINIR (ji rastê yê duduyan) di roja xelatgirtinê da

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev