Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdiye -1

Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdiye -1

Em nivîseke zanyarî ya jêhînbûnê û bi îzbatîyan va dagirtî

ya lêkolîner Murad Ciwan bi 3 beşan, 3 rojan dû hev raberî we dikin.

Kerem bikin, îro beşa pêşin bixwînin.

Murad Ali Ciwan

(Murad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdiyeyê de semînerek da. Teksta li jêr, ji tomara dengê semînerê hatiye vekirin û redaktekirin, ji ber çavan hatiye derbas kirin û hinekî jî hatiye berfirehkirin.)

 

Ergun Yıldırım: Dema em li bîyografiya Murad Ciwan dinêrin, him ji alî qada tiştên li ser dixebite, him jî derên ku lê dijî, em dibînin mirovek e ku her tim tevdigere. Ev, a rast, ji bo mirovên dihizirin çîrokeke berhemdar e, çimkî her ku mirov digere û di nav tevgerê de dibe, her diçe bi berhemdar dibe, pêşdikeve.

Li Tirkiyê îro ji bo ku pirsgirêka Kurd baş bê fehmkirin, mijara ku li hember me disekine, ya nîqaş li ser tên kirin, pirsgirêka mezin a pergala cerdevaniyê ye. Dema pergala cerdevaniyê tê nîqaşkirin, carina qala Alayên Hemîdiye tê kirin. Ev çiqas rast û çiqas ne rast e?

Bi rastî jî ev tecrubeya îro tê çi wateyê? Di vê mijarê de ez bawer dikim ku ê me agahdar bike. Ji ber vê, ez di wê fikrê de me ku, şîrove û zanebûn û nêzikbûna di mijara Alayên Hemîdiyeyê de yên Murad Ciwanî, ji bo fehmkirina îro ê xweden nirxên girîng be. Kerem kin Murad Beg, ez dora axaftinê ji bo we berdidim.

Murad Ali Ciwan: Spas dikim.

Di derbarê Alayên Hemîdiye de pirr tişt hatine gotin, navê wan li pirr deran derbas bûye, lê, ku meriv bi çavekî cidî lê dinêre, dibîne ku li ser mijarê gelek hindik xebatên zanistî hatine kirin. Ewqas hindik ku, hejmara lêkolînên serbixwe li derve û hundir tiliyên du destan derbas nakin. Xebatên ku di dest de heyî, hema hema her tim dubarekirinên yên berê ne. Her yê ku hatiye, pêwistî bi lêkolîn û nivîsandina careke din nedîtiye, ew rast qebûl kiriye.

Dibe ku hin sedemên vê rewşê hebin: Her çendî yên ku Alayên Hemîdiye dinirxînin gelek aliyên cuda ne, ew ji kokên cuda tên jî, ji fikarên zanistiyê wêdetir, ji bo derfetên siyasî û bi nêzikbûnên îdeolojîk li ser mijarê sekinîne. Hîn di serî de armancên wan ew bûne ku ew Alayên Hemîdiye xerab nîşan bidin.

Di heyamên ewil de nirxandinên hevreng yên aliyên cuda, lêkolînerên dûra hatî, xistine bin tesîra xwe. Wan dîtiye ku nirxandinên hemû aliyan kêm zêde mîna hev in, careke din pêwist nedîtine lêkolînê bikin, ezberên heyî tekrar kirine. Aliyekî lêkolerên derbarê Alayên Hemîdiye de tesbîtên neyînî kirî ê hevpar heye; wan Alay, ji bo armanc û berjewendiyên xwe xeter dîtine.

Yek ji helwestên sereke ya Îttihad û Terakîyiyan e ku hêjayî şirovekirinê ye. Îttîhadî hîn ku mixalefet bûn û wan li hemberê Sultanê Osmanî Abdulhemîd têdikoşa, Alayên Hemîdiye wek çeteyên milîs ên çekdar yên rêvebiriya otokratîk a muteesib û mutlaqiyeta Sultan a li Rojhilat, temsîldarên desthilatdarê ên nav civaka Kurdan dîtine.

Amirên (fermandeyên) mulkî yên li herêmên Kurdan jî, bi taybetî di raporên xwe de ku ji Stenbolê re nivîsandine, cih dane tesbîtên neyênî yên derbarê Alayên Hemîdiye de. Hemîdiyeyî, wek kesên serberdayî, îsyankar, bê Sultan an Muşîr Zekî Paşa (li Erzincanê wê wextê artêşa 4. hebû, ev paşa zavayê Abdulhemîd bû û fermandarê artêşa 4. bû) guh nadin ti kesî, çekdarên asî nirxandine.

Hinên din ku li hemberî Alayên Hemîdiye helwesteke neyînî nîşan didan jî, beşek ji eşrafên bajarên kurdan bûn. Ew difikirîn ku, li gundewar û derbajaran hêzek her ku diçe bilind dibe ku guh nade rêvebiriyên bajaran û dezgeyên dewleta herêman, ew berjewendiyên wan tehdît dikin.

Her wiha dewletên wek Rûsyayê, Brîtanyayê, Almanyayê, Amerîkayê û Fransayê helwest li dijî Alayên Hemîdiye nîşan dane. Ji bo ku dawî li alayan bê jî, bi israr bi ser Osmaniyan de çûne. Di raporên dîplomatên biyanî, mîsyoner, bazirgan, gerok û derdorên darayî û diravî de, di derbarê Hamîdiyan de qet mirov rastî tesbîteke erênî nayê.

Raporên van, ji raporên objektîf ku rewşa Rojhilatê Împaratoriyê û Kurdistanê pirr-alî nîşan bide wêdatir, wek daxwaznameyan (skalayan) in ku gilî û gazinên civakên xayrê-muslim tînin zimên; nêzîkî temamê wan raporan welê ne, weka ku Kurdan û Hemîdiyeyan her gav neheqî li xayrê-musliman kiriye, malên wan talan kirine, ew kuştine û tecawuzî wan kirine. Armanca van raporan zêdetir ew bû ku rayagiştî ya Ewrupayê rake ser piyan, hikumeta Osmanî zêdetir tengav bike û di bazarkirinên dewletên biyanî de yên bi hikumeta Osmanî re, destê wan bi xwe xurtir bike.

Ji nîvê duyê yê sedsala 19. bi vir de Rûs, Fransî û Îngiliz, bi Osmaniyan re li ser mijara maf û azadiyên xayrê-musliman, her tim di nav pevçûn û bazariyê de bûn. Di Tanzîmatê de, di Islahatê de û ji şerê Kirimê şûn de peymanên ku pêk hatine (wek peymana Berlinê) ji rêvebiriya Osmanî daxwazên kêmnetewan (tenê xeyrê mulim kêm netewe dihatin hesibandin), bi taybetî jî ji bo mafên Ermeniyan daxwazî hebûn.

Di bazariyan de, her wiha daxwaz dihatin kirin ku pêşî li wan Hemîdiyeyên ku ew di heqê wan de xerab difikirîn bê girtin.

Dîtineka din a di derbarê Hemîdiyeyan de jî ya xeyrê-muslimên herêmê ye, bi taybetî jî îddîa Ermeniyan e. Ermenî li ser xaka ku lê dijîyan, bi giştî bi Kurdan re di nav reqabetekê/minafeseyekê de bûn. Dema ku wan xwe rêkdixist, dest bi têkoşîna siyasî dikir an bi hin daxwazan derdiketin holê, bi awayekî civaka Kurd li hemberî xwe dihesibandin. Wan Alayên Hemîdiye weka hêzeka an mewziyeka çekdar a ku Kurdan a li hemberî wan bidestxistî nirxandiye.

Gelek Kurdan bi xwe jî, derbarê Hemîdiye de tesbîtên balkêş û girîng kirine. Balkêş e, heta îro hema hema hemû nirxandinên Kurdan yên ji bo Hemîdiyeyan neyînî (negatîf) ne.

Nirxandinên wê demê yên Kurdan, di kovar û rojnameyên wan bi xwe de, di weşanên Îttihad û Terakîyê de, hetta di çapemeniya Ermeniyan de cih girtine. Kurdan ev tesbît kirine: eşîretên ku tevlî Alayên Hemîdiye bûne, li hemberî Ermeniyan ji aliyê Sultan Abdulhemîd ve hatine bikaranîn. Di wê heyamê de Kurdên ku li hemberî Hemîdiyeyan helwest nîşan didan, rewşenbîrên di nav Îttihad û Terakiyê de yên wek Abdullah Cevdet bûn. Ew di nav Îttihad û Terakiyê de, bi Ermeniyan re li hemberî rêvebiriya Abdulhemîd di nav têkoşînê de bûn, bi taybetî jî Bedirxanî….

Îttihad û Terakî, Kurd, Ereb û Ermen, carina di nav heman rêxistinê de, carina jî di nav rêxistinên xwe yên cuda de, bi hevkarî li hemberî Abdulhemîd tevdigeriyan. Sedema helwesta Kurdan a li hemberî Hemîdiyeyan, yek, derketina li hember saltanata Abdulhemîd, a din jî fikara qezenckirina rayagiştî ya navneteweyî bû. Çimkî rayagiştî ya Ewrupayê bi piştgiriya xwe ya ku dida Ermeniyan li dijî Hemîdiyeyê jî bû. A rast, ji xeynî Bedirxaniyan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan ne li dij hebûna Hemîdiyeyan bûn, lê zêdetir li hember siyaseta Abdulhemîd a ku teşwîq dikir da Kurd biçin ser Ermeniyan derdiketin û ji bo ku pevçûnek di navbera Kurd û Ermeniyan de nebe kurd hişyar dikirin.

Di nav Kurdan de tê dîtin ku, Bedirxanî li hemberî Hemîdiyeyan in. Ew jî, ji ber saltanata Mustafa Paşayê Mîran e, yê ku li ser xaka cedên(bapîrên) wan; li Cizîra Botan 35-40 sal piştî çûna wan hat danîn. Dema Mîrtiya Botan hebû Mustafa Paşa, di nav eşîra Mîran de, di bin emrê beg de, kesekî diz, talanker wek “Misto Keçelo” dihat nasîn, lê ku mîrtî belav bû, xaka wê ji wan re ma, ew bi Osmaniyan re, di nav hevkariyê de bûn, wan rutbe û meqam girtin, bûn Mustafa Paşa, dest danîn ser mîrata Mîrên Botan. Bedirxanî, ji vê sedemê jî, li hemberî hebûna Hemîdiyeyan a li Kurdistanê derketin. [Di dema Sultan Abdulhemîd de li Stanbolê di hin buyerên dijayetî û pevçûnên hin Bedirxaniyan yên bi hin desthilatdarên Îstenbulê de (1906) Abdulhemîd req li hemberî Berdirxaniyan rawestiya bû heta ew bi temamiya koma xanedaniyê sirgûnê derveyî Îstanbûlê kirin ku Bedirxanî careka gelek êşiyabûn tarûmar û derbeder bûbûn. Vê jî mixalefeta wan a li hemberî Sultan û hevkarên wî yên kurd dijwartir dikir]

Tesbîtên Kurdan bi wê heyamê sînorkirî neman, heta îro tên. Îro Hemîdiye hîn zêde ji bo diyarkirina Cerdevanên Gundan (Köy Korucuları) wek referansekê tên bikaranîn û wek encama siyaseta qirkirina Kurdan bi destê Kurdan tên nîşandan. Ji hebûna tevgereke Kurd tê hereketkirin û tê gotin bi avakirina Cerdevaniya Gundan ji hin eşîretan armanc berahevdana Kurdan e wek mesela avakirina Hemîdiyeyê. Hemîdîye ji wan re wek referens tên nîşandan.

A rast, ji her alî ve dijayetiyek li hemberê Hemîdiyeyan heye. Tesbît, bi temamî neyînî ne. Tabî di vê çarçovê de ez tenê me ku bi çavekî erênî li Hemîdiyeyan dinêrim, bi vê, tenê dimînim; wek “kelaynak”an.

Xebatên ku min meşandin, çavkaniyên min, ji yên din ne cudatir bûn. Zêdetir belgeyên ku heta niha eşkere bûne, lêkolînên ku hatine kirin û xebatên ku rasterast Hemîdiye ji xwe re nekirine mijar, ji wan xebatên cuda min agahî girtine, lê mêzekirina min a li mijarê bi çavekî din e. Ez ê hewl bidim ku li vir, bi çavekî din li ser mijarê nêrîna xwe vebêjim.

Ez, bi berevajî tesbîtên heta îro kirî, îdiayên avêtî holê, di wê fikrê de me ku Hemîdiyeyan di dema xwe de li ser civaka Kurdan roleke erênî lîstiye. Ez ê niha hewl bidim zelal bikim ku çima ez bi vî awayî difikirim. Ez ê zêdetir xetên giştî diyar bikim, ger pirs werin, wê wextê belkî hîn zêde em têkevin nav hûrkariyan û firsenda vegotina mijarê bi ber aliyên cuda ve bidestbixim.

Xisûsiyeta ewil a ku divê ez bibîr bixim, Hemîdiye, ew sazî ne ku ji eşîretên koçer yên civaka Kurdan pêk tên. Hemû civaka Kurdan, yanî bajarvaniyê an jî niştecihên Kurd yên ku bi çandiniyê ve mijul in nagire nav xwe. Pergala Alayên Hemîdiye, berhemê projeyekê ye ku bi fermaneke Sultan Abdulhemîd destpêkiriye. Berpirsyariya vê xebatê jî tê dayîn zavayê Abdulhemîd; Muşîr Zekî Paşa. Wî, eşîretên Kurdan, di çarçoveya Hemîdiyeyan de rêkxistine.

Xebatên rêkxistina Hemîdiyeyan, di sala 1890 an de destpêkirine, nîzamname di sala 1891ê de derdikeve û heta salên 1891-92-93 an dewam dike.

Ne rêkxeriyek e ku di carekê de derketiye, di nav çend salan de gav bi gav hatiye avakirin. Her tim guhertin tê de hatine kirin, heta ji aliyê yên ku ew sazkirine jî, ji ber fikareyan zû zû midaxeleya avayiya wan hatiye kirin, zagon û rêzikname hatine guherandin. Pêşiyê bi giranî destpêkiriye, hin alay hatine pêkanîn, her ku eleqe zêde bûye, çarçove hatiye berfirehkirin.

Pêwist e Hemîdiye di du qonaxan de bên nirxandin. A yekê, a ku di 1890 ê de destpêkir, heta Meşrutiyetê; sala 1909-ê ji text daxistina Abdulhemîd dewam kir. A duyê, qonaxa ku piştî vê tê; ew heyam e ku alay ji Alayên Hemîdiyê hatin derxistin, hatin veguherandin bûn taburên basît yên wek redîf. Di vê heyamê de, midaxeleyeke bingehîn a li hember Hemîdiyeyan a ku Îttihad û Terakiyê kiriye heye.

Bi zagon û nîzamnameyeke nû, him nav, him jî struktura rêxistinê û statu hatiye guherandin. Li şûna reîsê eşîretên Kurdan bi xwe, fermandarên artêşa nîzamî ên Tirk anîne ser û hewl dane ku avayiyeke bi rejîmê ve girêdayî çêbikin.

Qonaxa ku ez roleke erênî didimê, heyama berî 1909 an e, ya ku bi navê fermî wek Hemîdiye dihatin binavkirin. Dema mirov ji heyamên vê şûnda dinêre, a rast meriv nikare ji wan re bibêje ew Alayên Hemîdiye ne. Ji xwe Îttihad û Terakîyê jî, ewil xwestiye ku navê wan bike “Alayên Oguz (Oğuz Alayları)”, ji ber tirsa ku di nav gel de ê nav veguhere bibe “Alayên Uyuz (Uyuz Alayları –Alayên Gurrî)” jê geriyane û nav kirine Alayên Eşîretan (Aşiret Alayları). Ji armanc û rêkxeriya damezrandinê pirr cudatir, veguherandine, kirine rêxistineka din. Ez ê dûv re li ser vê bisekinim.

Di avakirina Hemîdiyeyan de, bêyî yek-du îstisnayan, eşîretên koçer hatine esasgirtin. Pergal jî wisa ye: Her mala koçer ê tevlî hespekî û kincan mêrekî bide Alayên Hemîdiye. Çeka siwarî, cebirxane û alavên leşkerî ê dewletê bidaya. Kesên ku digirtin nav Alayên Siwarî yên Hemîdiyeyan, ji wezîfeya nîzamî a leşkerîyê ê berî (dûr, muaf) bihatana girtin. Di demên diyarkirî ên salê de, ê li herêma xwe li derekê kom bibûna û wan ê perwerdehiya leşkerî bikirana. Piştî perwerdehiyê ew ê vegeriyana gundên xwe, malên xwe û jiyanên xwe yên rojane bidomandana. Di demên şer de, ê bihatana ba hev, tevlî artêşê bibûna û biçûna şeran. Yên ku bigirtana Alayên Hemîdiyeyan, ji hemû bacê (vergîyê) ê muaf bûna. Yên ku beşdarî Alayên Hemîdiyeyan bibûna, ê ji erdê xezîneyê erd bidana wan, bi vê pêvajoyê, niştecihkirina eşîretên koçer li ser erdan ê bidana destpêkirin û li gel mijulbûna bi ajeldariyê re, ê bihata temîn kirin ku bi xakê re jî mijul bibin.

Alayên Hemîdiye ê rasterast bi Artêşa Çarê (4. Ordu) û bi Sultan ve girêdayî bûna; amîrên mulkî yên li herêmê; walî, mutassarif û fermandarên leşkerî ê li ser wan ne xwedan gotin bûna, li hemberî bûyeran, amîrên mulkî û fermandarên leşkerî û berpirsan ê nikaribûna ji wan hesab bipirsin, dadgehên herêmî ê nikaribûna wan mahkeme bikin, ne bi îdareyên cîgeyî (herêmî), qazaî û leşkerî, rasterast ê bi Artêşa Çarê û Stenbolê re muxatab bûna.

 

Vê rewşê, Alayên Hemîdiye li hemberî saziyên dewletê yên deverî gav bi gav serbixwe kirin û rakir asteke bilindtir. Em karin bibêjin ku, bi vê gavê, li nav Împaratoriya Osmanî erdên perîferîyê yên ku dengî Kurdistanê tên, gavên nîvstatuyeke xweser a bi navendê ve girêdayî hatine avêtin. Vê jî, ji hilweşandina xanedanên Kurdistanê vir ve, civaka Kurd a ku ber bi hilweşandin û belavbûnê ve diçû, bilindî statuyeke nuh kiriye. Di heman çarçovê de, heyama Alayên Hemîdiye, ligel modernbûn û reformên ku di bin navê navendîbûnê de bi siyaseta jiholêrakirina mîrîtiyên Kurdan destpêkiribû û di nav Kurdan û rêvebiriya Osmanî de husûmet derxistibû vir ve, nêzikî sed salan şûnda bi saya Hemîdiyeyan Kurdan bi çavekî erênî li rêvebiriya navendî mêzekir, bi taybetî jî bi hezkirin xwe nêzikî Abdulhemîd kir.

Vê rewşê, derdorên wek Fransa, Îngiltere û Almanya yên ku di bin navê reform û modernbûnê de Împaratoriya Osmanî ber bi navendîbûnê ve dibirin, nerehet kir û bi taybetî jî Îttihad û Terakî qehirand. A rast, li hember derketina Hemîdiyan a eşrafên bajêr, erkanên mulkî û yên leşkerî, Ermenî, Asurî û xayrê-mislîmên din, dîplomat, mîsyoner, bazirgan û gerokên ku berjewendiyên xwe di parastina Osmaniyeke navendî de didîtin; sedemê lihemberderketina Hemîdiyan a van, wendakirina prestîja bi giştî û deverî a desthilatdariyê û statuyê bû.

Projeya Alayên Hemîdiye, di nav Kurdan de eleqeyeke mezin dîtibû û hema hema her eşîreta koçer a Kurdan ber bi alayan ve bazda. Ji sînorê Rusyayê heta başûr; Rihayê, Dîlokê (Entabê) û Cizîrê, derên ku Kurd lê zêdebûn, ji xeynî Sileymaniyê, Şarezorê û herêma Soran, bi giranî eşîrên sunî hatin girtin nav Alayên Hemîdiye. Heta li Semsûra îro, eşîreta Berazan, ne koçer bû û li taburên redîf (tabûrên yedek ên dema seferberiyê) nivîsandî bû û bi vê, mercên tevlêbûyina Hemîdiyan ji bo eşîrê tinebûn, lê ji ber pirr daxwazkirina wan, îstisnayek hat kirin û ew eşîr jî hat girtin nav Hemîdiyeyan.

Rêkxeriya Hemîdiyeyan, bi gelemperî li ser sê qadên erdnîgariyê belav bûne. Yek, li bakur; ku Serhed jî tê binavkirin; li Muşê, Erdexanê, Qersê, Agirîyê, di bin fermana Kor Huseyîn Paşa de Alayên Hemîdiye ber bi rêkxeriyê ve çûne. Du, li rojava û başûrê Diyarbekirê, di bin fermandariya Îbrahîm Paşayê Millî de, a siyê jî li herêma Cizîrê di bin fermandariya Mustafa Paşa (Mîran) de alay hatine rêkxistin.

Tenê ne Kurdên Sunî, Elewî û Yezidî, Ereb, Çerkez, li Golana Libnanê Durzîyan jî Hemîdiye projeyeke gellek lêhatî dîtiye û wan xwestiye ku ew tevlî alayan bibin. Dema em li rêkxeriyê dinêrin dibînin ku, li gel eşîretên Sunî yên Kurd, çend eşîrên Ereb û Qerepapax jî di Hemîdiyeyan de hene.

Kurdên Êzidî serlêdan kirine lê nehatiye qebûlkirin. Tevî vê jî li herêmên wî, Êzîdiyan di alayên Îbrahîm Paşayê Millî de cih girtine û ti îtîraz ji Dersaadetê an Artêşa Çarê nehatiye.

Durzîyan serlêdan kiriye lê ji bo wan gotine ku, ‘bawerî bi wan nayê’ û ew negirtine. Eşîrên Elewiyan bi serê xwe negirtine lê wek Êzidiyan, li Mereşê eşîretên kurmanc, Elewiyên Sînemîlî, di nav rêkxeriya Hemîdiye a Îbrahîm Paşayê Mîllî de cih girtine. Ji xwe Îbrahîm Paşayê Mîllî, ji berê de bi nifûza xwe ya ku heta Dêrsimê diçû, Elewiyên Mereş û Dêrsimê wek Êzidiyên Riha, Diyarbekirê û Mêrdînê xelkê xwe hesibandine, di nav hevkariyeke nêzik, dostanî û piştgiriyekê de ew eşîret û civak bi ser xwe ve dîtinee û girtine nav Alayên Hemîdiyeyê.

Berî Şerê Cîhanê yê Yekê, ji kesên ku peymana Sykes-Picot mor kiribûn yê Îngiliz Mark Sykes, di raporên xwe de cih dide agahiyên balkêş. Li gorî raporê, Îbrahîm Paşa, Mustafa Paşayê Mîranê li Cizîrê ê wek wî sunî ye ji xwe re ji eynî miletî nabîne, lê, Elewî û Yezîdiyên ku li herêmên ji Wêranşarê heta Dêrsimê dijîn bi xwe re ji heman milet hesibandiye. Di raporê de hin agahî cih digrin ku, di navbera Îbrahîm Paşa û Kurmancên Sînemîlî yên Elewî de dostanî û hevkariyeke nêzik hebûye. Ti helwesteke neyênî a Îbrahîm Paşayê ku Hemîdiye ye, wek li hemberî Elewiyan li hemberî Ermeniyan jî tine.

Mînakeke din jî heye. Raporek heye ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiyê a meclîsê de, dema behsa komkujiya Dêrsimê dikir binavkir. Di wê raporê de, dema behsa polîtikayên Osmanî yên wê heyamê yên derbarê Dêrsimê de tên kirin, tesbîtên ku di demeke diyar de, ji bo ku li Dêrsimê alayên Hemîdiye bên avakirin, pêşniyar hene ku fermandarê Hemîdiyeyan Zekî Paşa pêşkêş kirine, lê ji aliyê mutassarifê Elezîzê yê wê demê û muxalifên Hemîdiyeyan yên li Stenbolê ve hatiye red kirin.Tabî li Serhedê, li herêmên Muş, Erzîncan û Wartoyê, di navbera Alayên Hemîdiye yên eşîretên Sunî û eşîretên Elewî yên Dêrsimê de hin pevçûn qewimîne. Lê em nikarin van pevçûnan rasterast bi Hemîdiyeyan ve eleqedar bibînin. Berî Alayên Hemîdiye jî di navbera heman Kurdên Sunî û Elewî de pevçûn hebûn. Ev ne pevçûnek e ku bi taybet Alayên Hemîdiye bûne sedem. Li Başûr di qada bin fermana Îbrahîm Paşa de û li Cizîrê a Mustafa Paşa de pevçûnên bi vî rengî tinene. Lê li herêma Wartoyê, di navbera Xormekiyan û Hesenan, Cibranan de hin pevçûn û nakokî hene. Ew jî bi Hemîdiyeyan ve ne eleqedar in. Mirov kare van pevçûnan, pevçûnên kevneşopî yên navbera eşîretên Kurdan bihesbîne ku berê jî hebûn.

Ez dixwazim li ser xaleke din jî bisekinim. Piştî avakirina Hemîdiyeyan, li Stenbolê bi navê mektebên eşîretan dibistan vebûn. Pêşiyê ev mekteb ji bo zarokên Ereban bidin xwendin hatine avakirin, dûv ra ji wan hinek neçûne, yên ku çûne jî hinekên wan biserneketine. Lê Kurdan eleqeyeke mezin nîşanî dibistanan dane. Gellek zarokên reîsên eşîretan, bi salan li van dibistanan xwendine. Van xortan hînkariya hemdem girtiye û ew vegeriyane nav eşîretên xwe. Van li wir wek kesên pêşdahatî, hîn zane, lêhatî û hemdem wazîfe girtine. Li Stenbolê jî bi fikrên hemdem û yên miletperwer, bi neteweperwerên Arnawut, Ereb û Balkanan re hatine ba hev û neteweperweriya Kurd ji vir girtine. Kesên di dibistanên eşîretan de xwendine, dûv ra di nav tevgerên neteweyî yên Kurd de pileyên wek rêbertiyê girtine ser milên xwe. Di mijarên wek veguherandina civaka Kurd, maf xwestine, di dayina têkoşîna di vê riyê de wezîfe girtine. Mîralay Xalid Begê Cîbrî ji wan yek e û ev mîralayekî Hemîdiyeyan e.

DI NAVBERA HEMÎDIYEYAN Û CERDEVANAN DE WEKHEVÎ TINE

Meriv dikare gellek tesbîtan bike lê, nikare Hemîdiyeyan wek cerdevan binirxîne. Dema Hemîdiye avabûn, ti tevgerên netewî yên Kurdan destpê nekiribûn û li wir serhildaneke Kurdan tunebû. Tevgera Kurd a herî dawîn, tevgera di pêşengiya Şêx Ubeydullahê Nehrî de bû û di sala 1880-yan de qediyabû. Hemîdiye, ,10-12 salan piştî temirandina serhildana Kurdan a dawîn avabûn. Dema Hemîdiye dihatin avakirin, talûkeyeke berpabûna tevgereke Kurd tunebû. Ti bahane û hincetên, anîna beşeke Kurdan hemberî yên din ji bo pevçinandinê jî nebû. Nayê dîtin ku Hemîdiyeyan di navbera Kurdan de pevçûnên mezin derxistine. Tabî di heyama Hemîdiyan de ne ku di navbera hin eşîretan de pevçûn neqewimine. Wek berê û îro, eşîret û di nav eşîretan de malbat hatine hemberê hev. Lê ev lihevnekirin ne bestî ye bi Hemîdiyeyan, meriv dikare wek taybetiyeke eşîretî îzah bike.

Helbet Hemîdiye jî rêxistinên pirr paqij jî nayên hesibandin. Hêza ku wan ji statuyê digirt, da wê ji bo hin pirsgirêkên xwe çareser bikin, di nav hin meqamên Osmanî de ji bo meqam û bertîlan bikaranîne. Vê ji bo hin neliheviyên xakê, ku çawa li hemberî Ermeniyan bikaranîne, li hemberî hin eşîretên Kurd û eşrafan jî bikaranîne û hin îmtiyaz girtine. Lê girtina eşîretan a nav Hemîdiyeyan, firsend jî daye ku dewlet eşîretên koçer yên Kurdan ku ew serberdayî dihesibandin, hîn bi hêsanî bigre bin zeptûreptê. Bi vê wateyê, a rast, bi avakirina Hemîdiyan, ji bo kesên bêhêz yên civakê, xayrê-muslim û bi taybetî jî civaka Ermeniyan, em karin bibêjin ku rêkûpêkiyek û ewleyiyek jî aniye. Li hemberî neheqiyekê, Alayên Hemîdîye zanibûn ku êdî ê hîn hêsatir hesab ji wan bê pirsîn, loma bi feraseta berpirsyariyê, xwe dîsîplîne dikirin û ji bo Ermeniyan, bi gelemperî jî ji bo misliman û xayrê-muslimanan wasiteyeka ewleyiyê derketibû holê.

Ji ber vê, mirov nikare bibêje ku Hemîdiye, li dijî tevgera Kurd avabûye an projeya qirkirina Kurdan bi Kurdan e. Ji xwe mînakeke bi vî awayî jî tineye. Hemîdiye, di navbera Kurdan de, bi taybetî nebuye aletê derxistina pevçûnê, berevajî vê, ew di qonaxeke hîn fireh û bilind de ber bi yekitiyê kirine.

Heta, di vê mijarê de, di wê heyamê de tesbît û nirxandinên ku hatine kirin hene: Wek tê zanîn, Hemîdiye piştî ava bûn, reîsên eşîretên ku rutbe girtin hatin vexwendin Stenbolê. Di wê merasîmê de ku li Stenbolê ê bihata lidarxistin, Sultan Abdulhemîd ê xirqeyên wan li wan bikira û sancaxên wan bidana wan. Reîsên eşîretên cuda, bi maîyetên xwe ve çûbûn Stenbolê, di serî de li mizgeftan, li pirr deran hatibûn ezimandin. Wan dema merasîmê dipa, dihatine ba hev û bi hev re dipeyivîn. Yekî ku di nav wan de bû bi dizî ji hikumetê re rapor dinivîsî. Ji raporê tê fehmkirin ku, ew bi xwe ne Kurd bûye, lê Kurdî zanibûye. Rapor neyênî bû, tê de dihat: “Hûn Alayên Hemîdiye ava dikin, hin erk û îmtiyazan didin wan, di paşerojê de ev ê li serê Osmaniyan bibine bela. Osmanî, ku eşîr perçe perçe ne nikare wan îdare bike, tiştên ku tên kirin ê wan bîne ba hev, ew ê firsendên hîn mezin bi dest bixînin û ew jî ê rê li serîrakirina li hemberî Osmanîyan veke.” Tesbîtên bi vî awayî di raporê de cih digrin. Em ji raporên wê heyamê sehdikin ku, ev proje ne projeyeke wek cerdevaniyê ye a ku Kurdan bera hev dide û di nav wan de pevçûnan derdixîne.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev