Banga akademîsyanê kurd bo yekîtîya gelê kurd!

Banga akademîsyanê kurd bo yekîtîya gelê kurd!

Nadirê Kerem Nadirov

 

Daxweza banga min a sereke ew e, ku dîn nebe sebebê dubendîyê di nava gelê me da. Û bi bawerîya min di hevpeyvînên birêz Şivan Perwer yên van dawîyan da jî ev daxwez bi awayekî zelal xuya dibe.

 

Hinek kurdên me hevpeyvînên bi Şivan Perwer ra bi cûrê xwe, ango şaş fêm kirin û şirove kirin û hinekan jî Daxuyanîya FNDK derheqa helwêsta dengbêjê kurdan yê binavûdeng Şivan Perwer da bi cûrê xwe, ango şaş fêm kirin û şirove kirin.

 

Mesele, bi hezaran kurdên êzdî û kurdên musulman gotin ku xudêgiravî Şivan Perwer ji êzdîyan ra gotîye faşîst. Belkî cûrê gotina Şivan hinek nermtir û naziktir bûya, wê baştir bûye, lê a rast ew e, ku Şivan tiştekî wisa ne gotîye. Tiştê birêz Şivan gotîye ev e:

 

-Êzdîyên ku bi keviran keçên xwe ricim dikin, ji ber ku bi kurdekî musulman ra mêr kirîye, ev yek faşîzm e. Li vira çi şaşî an bêhurmetî di hindava êzdîyan da heye? Şivan ji êzdîyan ra ne gotîye, lê ji wan kesan ra gotîye ku ev karê nemirovane kirine.

 

Hinekan got Şivan êzdî bêhurmet kirine, êrîş birîye ser hinek şexsên ruhanî yên êzdîyan. Birêz Şivan tiştekî wisa ne kirîye û tiştê gotîye ev e:

 

-Hinek şêxên êzdîyan dibêjin em ji Êzîdê Muawî ne, lê ev ne rast e, êzdî Ezdahî ne, ango Xwedayî ne.

 

Ez jî ser fikira Şivan im, ji ber ku êzdî ne ji esilê Muawîyê ereb in.

 

Hinek êzdî dibêjin em qurêşî ne, lê Şivan ji wan ra dibêje:

 

-Qurêşî ereb in, ew navê eşîra Mihemed Pêxember e, bawerîya xwe wan kesên nezan neynin.

 

Hilbet Şivan rast dibêje û ez jî ser fikira wî me!

 

Şirovekarên ku di bin Daxuyanîya FNDK derheqa helwêsta dengbêjê kurdan yê binavûdeng Şivan Perwer da şirove kirine, ketine nava eynî şaşîtîyê.

 

Di dawîyê da dixwezim destnîşan bikim, ku birêz Şivan Perwer di hevpeyvînên xwe da şaşîyên bi zanebûn ne gotine jî, lê bi neheqî tûşî ewqas rexneyên giran, dijûnên ne gorî çanda me, heqaretên tewş bû, dîsa jî lêborîna xwe ji gelê kurd, taybetî jî ji êzdîyan xwest. Eva mezinahîya wî dide xuyakirin.

 

Şivanê ewqas mezin, ku di hişyarbûna tevaya gelê me da xwedî rola here mezin e, bi wê lêborîna xwe ber çavên me mezintir bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev