Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdiye -3

Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdiye -3

Em beşa sisîyanya dawî  ya nivîseke zanyarî ya jêhînbûnê û bi îzbatîyan va dagirtî

ya lêkolîner Murad Ciwan a ji bi 3 beşan, 3 rojan dû hev raberî we dikin.

Me duh û pêr beşên  pêşin û duduyan çap kir.

Kerem bikin, îro beşa sisîyan, ango ya dawî bixwînin.

Murad Ali Ciwan

(Murad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdiyeyê de semînerek da. Teksta li jêr, ji tomara dengê semînerê hatiye vekirin û redaktekirin, ji ber çavan hatiye derbas kirin û hinekî jî hatiye berfirehkirin.)

 

SAÎD NURSÎ HEMÎDIYE ERÊNÎ DÎTIN

Di xebatên xwe de di derbarê Hemîdiye de ez rastî tesbîtên balkêş hatim. Mesela Saîdê Nursî (Saîdê Kurdî) ji ber ku hin zilman dike, diçe ba Mustafa Paşayê Mîran ê ku yek ji paşayên Hemîdiyeyan ê li herêma Cizîrê ye, hin nesîhetan li wî dike, wek alimekî ku kare bêje “van meke” jî, bi awakî balkêş li hemberî Hemêdiyeyan nêzikbûneke erênî nîşan daye û Hemîdiye bi navê “Kuwayê Kurdîye” bi nav kiriye. Hema hema hemû dîrokzan û şexsiyet, li hemberî Hemîdiyeyan di nav helwesteke neyînî de bûne, lê Saîdê Nursî, her tim wesfeke erênî daye Hemîdiyeyan. Pişt re jî, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, Saîd Nursî, di serê Alayên Eşîretan de, ku ji hin aliyan ve dewama Alayên Hemîdiye bûn, li hemberî Rûsan çûye şer. Wek min berê jî diyar kir, Alayên Eşîretan her çendîn ji hin aliyan ve wek dewamiya Hemîdiyeyan bin jî, di esasê xwe de organîzasyoneke guhertî ya heyama Îttihad û Terakkiyan e. Di encama siyaseta Îttihad û Terakkiyê de Alayan statuya xwe a berê wenda kiriye û wek taburên redîf çûne şer, roleke wan a ji wan zêdetir nebûye.

LI SER EŞÎRET Û HEMÎDIYEYAN NÊRÎNEKE KOLONYALÎST Û ORYANTALÎST

(Guhdarek?): We got dewamiya Hemîdiyeyan e, li ser vê, li ser gotina we a dewamiya Hemîdiyan e, gelo avakirina Teşkîlatê Maxsûsa jî, ji Hemîdiyan feyz girtiye an jî piçek be jî mirov kare berdewamiya wan bihesibîne?

Murad Ali Ciwan:

Na, Teşkîlatê Maxsûsa zêdetir rêxistineke îstixbaratî ye. Wek rêxistinên modern yên îstixbaratên îro, an jî wek tevgereke kontr-gerîla, bûyerek e di heyama şer de, împaratoriyeke mezin a ku xwestiye li hemberî dijminê hundir û derve, li paş eniyê operasyonan bike. Hemîdiye, hîn zêdetir li ser bingeha civakê ye, tenê ne bûyereke leşkerî ye. Di nav vî karî de eşîretên koçer hene.

A rast, lazim e hinekî jî mesele ji wir bê destgirtin. Em dibêjin ya, bi navê “oryantalîzm”ê tiştek heye. Oryantalîstan Rojhilat û civakên misilman wek beşên kevneperest, nezan, hov, talanker dîtine yên ku pêwist e ji wan re şaristanî bê birin. Heta hûn zanin, nêrînên hîn radîkal yên kolonyalîst hene: Ew eşîretên reşik (çermreş) yên li Afrîkayê, çermsorên li Amerîkayê civakên dûrî şaristaniyê, hov û kevnare, xwe jî wek kesên ku şaristaniyê dibine wan deran, mirovên hemdem pêşkêş dikin. Di nêrînên ku heta roja me hatine de, nêzikbûneke bi vî rengî heye di nirxandina Hemîdiyeyan de. Nirxandineke wiha oryantalîst, heta kolonyalîst û nijadperest heye li ser eşîretên Kurdan.

Lê pêwist e mesele dûrî fikar û pêşînhukmiyan, li ser esasê civakî bê nirxandin. Ger eşîretek koçer be, keriyên pezên wan hebin, debara xwe bi ajeldariyê dikin, welatê wan ji aliyêkî zozan in, çiyayên ku havînê hênik ên xwedan mêrgên zêde ne. Ji aliyê din jî zivistanê ku berf û serma destpêdike û mêrg diqedin berê xwe didin germiyan û çol û berriyên deştên dûz . Ji ber vê, eşîretên koçer, em bibêjin, havînê li çiyayên Zagrosa ne, ji Colemêrgê heta Qersê an jî li rojava heta Sêwasê zozanên bilind ên bimêrg û hênik in. Zivistanan jî li rojhilat derûdora Helebê, Reqqayê, çolên Musilê, li rojava deşt û bejayiyên Konya û Enqere ji xwe re dikin wargeh. Ev qad, ji bo eşîretên koçer qadên aborî û civakî ne. Hemû derdên mensubên eşîran ew e van havîngeh û zivistangehan ji bo xwedîkirina pezên xwe, ji bo jiyana xwe wek wargeh misoger bikin, rê û guzergehên koçeriyê vekirî bihêlin.

Li hemberî van, helbet gundên niştecîh jî hene. Ew jî çandiniyê dikin. Hebûna wan jî têgeheke civakî ye. Ew jî hewl didin ku, zeviyên xwe, qadên çandiniyê, baxçeyên zebze û fêkiyên xwe, li hemberî keriyên pezên eşîretên koçer yên ku tên û diçin biparêzin. Berberiyên ku her du komên civakî tînin hemberê hev hene. Lazim e herdu jî wek têgehên civakî bên dîtin û berberiyên wan bên nirxandin.

Lê, dîtineka ku aliyekî medenî, biexlaq û hemdem û yê din jî hov, talankar û diz dibîne jî heye. A ewil, herdu aliyan jî civakî dibîne, mercên wan, berjewendiyên wan tîne ba hev û dinirxîne. Li gorî wî, aliyek ji aliyê din paqijtir an qirêjtir nîne. Aliyek ku firsendê dibîne kare zirarê bide yê din, yê din jî ku firsendê bibîne kare zirarê bide aliyê din.

Ji xwe di têgeha Ermenîtî, Kurdîtî û Tirkîtiyê de jî di vê wateyê de têgehihîştinek divê hebe: Ne Kurd civakeke wisa paqij, pirûpak, alîcenab in, ne jî Ermenî saf, ji bo mafên neteweya xwe ên bilind têdikoşin, civakeke ku qet xirabiya wan tine ye, ne wisa ye. Ti ferqa Ermenî, Kurd û Tirk tineye. Ku firsend xistiye dest, wî jî qirkiriye, kuştiye, birîye, yê din jî. Wî jî malê yê din xwariye, yê din jî malê wî xwariye. Dewlet û hêzên mezin jî, ji xwe, ew ji bo berjewendiyên xwe li hemberî hev bikaranîne û ji siyaseta xwe re kirine navgîn. Her du alî li hemberî hev bikaranîne û ew bera hev dane. Dûv re jî di oxira van berjewendiyan de yekî ya terk kiriye çûye, an jî mehfbûye çûye. Ev dîrokên trajîk yên ku em dijîn bi vî awayî derketine holê. Hemû civak û gel wek hev in, yek ji yê din ne bilindtir, ne jî nizmtir e.

(Guhdarek?): Murad Beg, niha teşkîlateke ku nêzika 18-19 sala dewam kiriye heye, hatiye biçekkirin û ji perwerdehiya çekdariyê derbas bûye. Tê gotin ku, piştî Şerê Yekê yê Cîhanê hatiye rakirin lê, di nav vê pêvajoyê de bi awakî cidî eşîret têne biçekkirin, ji perwerdehiya çekdariyê tên derbas kirin û li herêmê dibine hêzeke mezin, li herêmê têne rewşeke bi serê xwe wek dewletê, vê rê li hin pirsgirêkan venekiriye?

Murad Alî Ciwan:

Tabî nehatiye wê qonaxê, ger bihata, ê rê li ber pirsgirêkên ku serê Osmaniyan biêşîne vekira. Tam berevajê vê bûye, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, li Sarikamişê tasfîye bûne, ji %90ê artêşa ji 90 hezaran pêk dihat miriye. Wek alayên eşîretan çûne, lê ne bi techîzat bûne, xwarin, lixwekirin û çekên wan tinebûne.

Tarik Çelenk: Alayên Hemîdiye di wê wextê de hebûn?

Murad Alî Ciwan:

Navê wan wê wextê Alayên Sivik yên Siwarî bûn (Hafif Süvari Alaylari). Û sazûbûna wan pirr hatibû guhertin. Em karin bibêjin ku hatibûn rewşa taburên redîf yên kevneşopîyê. Ji xwe mesele jî ew e. Yên ku di berf û zivistanê de telef bûn; cilûbergên wan, techîzatên wan tinebûn, qasî artêşeke birêkûpêk (nîzamî) ne amade bûn, hunera leşkeriyê qasî leşkeran nizanibûn, qerisîne. A rast, leşkerên nîzamî jî li Sarikamişê pirr ne amade bûn, telef bûn.

(Guhdarek?): Em karin ji bo alayên Hemîdiye bibêjin, fermana Islahatê a Kurdan e?

Murad Alî Ciwan:

Ji bo vê, pêwist e em li têkiliyên navbera Kurdan û Osmaniyan binêrin û li bersivekê bigerin.

Têkiliyên navbera Kurdan û Osmaniyan, di sala 1514 an de destpêkiriye. Berî ku Kurdistan tabi’a dewleta Osmanî bû, hin mîrîtiyên Kurdan hebûn. Şah Îsmaîlê ku li Îranê derket ser text, heta Mereşê, Meletiyê hat û erdên ku Kurd lê dijiyan xist destên xwe. Dema ku ew der digirtin jî, mîrên Kurdan ji wezîfê daxistin. Hin mîr kom kirin û şandin Tebrîzê. Li şûna mîrên Kurdan, ji navendê hin fermandarên xwe tayin kirin. Piştî demekê, mîrên Kurdan yên ku direvin û xwe rizgar dikin û mîratgirên wan tên ba hev, bangî Îdrîsî Bîdlîsî jî dikin û dibêjin ku, “Şah Îsmaîl welatê me girt, hin mîrên me birin li paytexta xwe avêtin zindanê, dîl girtin an jî xistin bin çavdêriya xwe, azadiya me nema. Em dixwazin li dijî Şah Îsmaîl serî hildin û welatê xwe xelas bikin. Biçe bi sultanê Osmanî re hevdîtinê bike, ger piştgiriya me bike, em ê vî şerî qezenc bikin.”

Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîmê ku bi Îdrîsî Bîdlîsî re hevdîtinê dike, dibêje “bigre, ji te re qaxizeke spî, mîrên Kurdan kîjan mercan dixwazin min qebûl in, em hevkariya hev bikin, ez mafê we yê mîrîtiyê, pergala we ya berê a kevneşopî qebûl dikim. Li hemberî Îranê em tev şer bikin.”

Şerekî wisa derketiye. Dema em li şerê wê heyamê dinêrin, ew ji bo Kurdan bi piştgiriya Osmanî şerekî rizgarbûnê ye. Yanî li ser vê, lihevkirinek di navbera Kurd û Osmanîyan de heye. Erk û statuyeke Kurdan a cuda hebûye. Di nav xwe de xweser bûne. Di çarçoveyeka ku ji bavê derbasa kur dibû, mafê wan yê milkiyetê û mîrasê destnedayî bû û bi pergaleke ku em karin bibêjin adem-î merkezî bûn, Kurd bûbûn tabi’ên Osmaniyan.

Di destpêka sedsala 19-ê de ku Osmanî ber bi navendîbûnê ve çûne, mîrîtiyên Kurdan ku em karin bibêjin bi sîstemeke adem-î merkezî bûn, tûşî midaxeleyan bûne. Kurd hatine xistin bin barê giran yên mercên girtina leşkeriyê, bacên nû. Li şûna wê, ger reform bihatana kirin, statuya Kurdan a adem-î merkezî bihata parastin, di wê çarçowê de islahat bihatana kirin, muhtemel e ku pevçûna Kurd û Tirkan heta îro nedihat. Kesên ku reform rêvedibirin, yên ku ji modernîteya jakoben a Fransî, ji mîlîtarîzma Alman feyz girtibûn û siyaseta navendîbûnê dimeşandin, bi hemû civakên li perîferiyê re dest bi pevçûnan kirin. Tu diçî, midaxeleya pergala eşîretan a ku bi sedsalan e heye dikî. Mîrîtî heye, dema tu diçî ser, ew jî ê li dijî te serî hilde, çimkî dixwaze mîritiya xwe biparêze.

Îsmaîl Armagan: We got Kurdên Êzîdî û Durzî negirtine Alayên Hemîdiye. Davutoglu dibêje, “ku kî li derveyî welêt dijî, ji kîjan nîjadê dibe bila bibe ew diasporaya me ye.” Ez dixwazim çend xala bi hev ve girê bidim. We têkoşîna navbera Kurd û Tirk û Ermeniyan a sedsala 20. û şûnguherandina wan vegot. Di pêvajoya entegrasyona Yekitiya Ewrupayê de projeyên vegerîyana welêt hene. Hûn li Swêdê man, ez jî li Hamburgê beşdarî civîneke Êzîdiyan bûm. Ger em di çarçova konsepta vegerîyana welêt de vê meselê şîrove bikin, karin ji bo Êzidî û komên nijadên biçûk çi maf û konseptê pêşkêş bikin? Di dijmintiya li hemberî Alayên Hemîdiye de, payeke mafdar heye gelo? 

Murad Alî Ciwan:

Hûn zanin, dema em li heyama berî reforman a Osmanî dinêrin, em dibînin ku xayrê mislîm li gorî zagonên Îslamî hatine rêvebirrin. Di vê çarçovê de statuyeke “zimmî” a xayrê mislîman heye. Wan nagirin leşkeriyê, li hemberî vê cîzyeya ku tê wateya baca xayrî mislîman, hin bacên din ji wan distînin. Mecbûriyeta parastina teb’aya xayrê mislîman a dewleta Îslamî heye. Dema em di pergala ramana modern a îro de, li gorî nirxên gerdunî yên hemdem digrin destê xwe, em karin bibêijn ku teb’a xayrî mislîman li welatên Îslamî ên ku em dibêjin Dar’ul Îslam hîn di asta jêr de ne. Yanê ew ji hemû mafên misilmanan sûdê wernagrin.

Lê bi derketina nijadperestiyê, tê xwestin ku civakeke homojen bê afirandin, hemû civakên ku li gorî civaka homojen ne lihev in tê xwestin bên asîmile an jî îmhakirin. Wek welatekî Îslamî, siyaseta meriv a îmhayê tine, meriv qebûl dike, dibêje “di nav sînorên min de misilman jî, xiristiyan jî, Kurd û Ermenî û Suryanî jî kare hebe.” Maf û berpirsyariyên her civakê hene. Tu di vê çarçovê de wan diparêzî. Di vê çarçovê de di “zimmîtiyê” de li dijî xayrî mislîman neheqiyeke mîna teb’a sinifa duyê heye, lê di heyama Îttihad û Terakiyê de, di heyama Komarê de, tu bi projeyeke homojen a afirandina civakeke yek tîp, hemû kesên ku naşibine te diqedînî.

Li Tirkiyê hemû gayrî mislîm, bi awakî hatine qewitandin an tasfiye kirin. Nîjadperestî ji mercên Dar’ul Îslamê girantir zorê dide û îmha dike. Elewîtî nehatiye tasfiyekirin lê gêrî aliyekî kirine. Bi israr siyaseta sunîkirrinê û tirkkirinê hatiye meşandin. Ji bo Kurdan jî wisa ye. Cihû dîsa wisa ne…hatiye gotin ku, hûn ê bi Tirkî bipeyivin, hûn ê biçine dibistanên Tirk. Bi daxwaza bacên pirr zêde dest dane ser milkên wan. Li welatekî wisa ku tu Kurd an Ermenî bî, ku tu ti tiştekî nekî jî, tenê ji ber ku tu Kurd an Ermenî yî, tu bi Kurdî an Ermenîkî dipeyivî, ji bo ku tu xirîstiyan î, tu dibî hedef. Projeyek heye, siyaseteka ku herkesî bike Sunî û Tirk tê meşandin. Ger tu ne li gorî normên yên ku pergal danîne bî, ku tu tiştekî nekî û li quncikê xwe rûnê jî, tu dibî hedef. Ji bo hedefbûnê, ne hewce ye tu serî hildî an li dijî pergalê derkevî.

Heta wêdatirî wê heye, Kurd û Tirkên normal yên Sunî û oldar, Suniyên derveyî pîvana îdeolojiyê hene; dema meriv bala xwe dide tevgera Saîdê Nursî, hin terîqetan, civakên Sunî, meriv dibîne ku desthilatdarên rejima Komarê çûne ser wan jî. Tenê neçûne ser Kurd, Elewî û Ermenîyan. Suniyan dixwaze, lê ew Sunî jî ku ne li gorî rejîmê bin wan jî naxwaze. Dixwaze wan jî îla bişibîne sunitiya li gorî hişê xwe.

Dema em di vê çarçovê de binêrin, diyarkirina neheqiya li dijî Ermenî an Êzidiyan, ji aliyê wan ve li derveyî welêt pirr normal e. Pêwist e em bi feraset pêşwazî bikin. Ji bo ku hinekên me di nav projeyên dewletê de cih girtine, hinekên me ji ber berjewendiyên xwe an ji ber tirsê bi dewletê re hevkarî kirine, bi vî an wî awayî, me çûye êrîşa gundên Suryanî an Êzîdiyan kiriye, me dest daye ser zeviyên wan, keçên wan revandine, ezîyet bi wan daye kişandin. Loma lazim e em wan fehm bikin. Di heyama Osmaniyan de siyaseteke bi vî rengî tineye. Bi çavekî teb’a zimmî li wan tê nêreîn lê nayê gotin, “ez ê te bikujim, te qirbikim.”

Heta di heyama Osmaniyan de, li hemberî yên ku serî hildidan jî nêzikbûneke cuda heye. Di heyama mîrîtiyan de, dema serhildanên Kurdan ditemirîne, rêberên serhildanê ji qetlîamê derbas nake, hatiniyekê dide malbat û maîyetê û sirgunî bajarekî dike, li Stenbolê bi cih dike, an jî wek rêvebir dişîne Gîrît an Varnayê. Qetlîaman nake, 40-50 mirovan li ser hev îdam nake. Siyaseta îmhakirinê û afirandina civakeke homojen tune.

Siyaseta îmhakirinê, zêdetir bi nijadperestiyê û modernîzma jakoben derketiye holê. Li ser vê em karin modernîzma jakoben û nijadperestiya ku anîye, wek jirêderketineke dîrokî binirxînin. Têgeheke ku wek trên ji rayê derkeve û wergere, ev derketineke derveyî pêşketinên dîroka normal a civakan e. Ku ew were derbaskirin, trên ê di rê keve. Civak ê li kêleka hev di çarçoveya entegrasyoneke nû de, dîrokên xwe bidomînin.

Kesên ku di nav tevgera modernîteyê de cih digrin, dibe ku mirovên pirr biexlaq û binirx bin, lê modernîteyê bi xwe em karin wek “bêexlaqiyeke dîrokî” binirxînin. Tu bihuşta xwe vaad dikî, dibêjî ez ê civakekê biafirînim, ê Tirk be, homojen be, modern be. Tu plan dikî ku li gorî mercên cîhana hemdem civakek be. Ji bo ku tu xwe bigihînî vê bihuşta xwe ya xeyalî (ku di serî de tu garantiya wê tuneye ku ê biserkeve ê bibe cennet), Dêrsimiyan qetl dikî, yên din sirgun dikî, hinekan lêdidî, misilmanan davêjî hepsê. Mîna mînaka Stalîn, eşqiyayek û nivînên wî heye. Eşqîya hin mirovan tîne datîne ser qaryolayê, ger bejna wan kin bû, bi lingan digirt, kaş dikir û dirêj dikir, ji bo ku bîne drêjiya qaryolayê. Ku ling dirêjbûna jî, îcar jêdikir, dîsa ji bo ku bê dirêjiya qaryolayê. Mîna wê, roja îro tu pîvanên modernîzma jakoben datînî holê, bihûştê vaad dikî. Ku kî ne li gorî wê bihûştê be an tu lingê wan jêdikî an jî dirêj dikî. Dema wisa be, xayrî exlaqîyet peyda dibe. Gelo kî vê erkê dide te? Civakeke xeyalî, vîzyonek, bihûşteke vaadkirî, ne diyar e ku pêk bê an na. Ji bo wê anîna her cure bobelatê serê mirovan tu ji xwe re wek maf dibînî. Tu qurbaniyên xwe jî, neheq û gubehkar damxe dikî.

Li Tirkiyê ev bihûşta modern pêk nehat. 80-90 salan qirkirin, komkujî, fişar çêbûn. Lê Kurd asîmile nebûn. Çerkezan hebûna xwe parast. Cihû man, Elewîyan bi berxwedanê hebûna xwe parast. Misilmanan, di misilmantiya ku zanîbûn de israr kir, bi ezm liberxweda. Ev e Nurcî heye, Naqşî heye, heye û heye, herkes ku çawa zane dixwaze wisa bijî. Gelo êşkence, ezîyet û qetlîamên van 90 salan çawa bûn? Gellek dîplomat fermandar, birokrat û siyasetmedarên ku perwerde bûnê, cîhan dîtine hene, van serê vî karî kişandine. Mirovên pirr biexlaq û hemdem in… Bi subjektîfî dibe ku ew kes mirovên baş bin, lê pergal bi xwe bi îdeolojiya xwe xayrî exlaqî ye. Tu çawa dikarî wê erkê di xwe de bibînî? Ji bo civakeke xeyalî ewqas bobelatan diafirînî. Ev tiştek e ku lazim e bê redkirin.

Dema ew tê redkirin, ku tê gotin vegerîyana paşde; yanê bûyerên ku we behs kir, ê yekbûnekê, aramiyekê bîne. Yanê dema zor û zehmetî, înkar û mercên pirr giran radibin, mirov hîn bi hêsanî bi hev re dikevine nav diyalogê, ê yekbin û hevdu hembêz bikin û bi hev ve entegre bin. Em mînakên vê hêdî hêdî dibînin. Dema mafên Kurdan tê qebûlkirin û rêz li mafên wan tê girtin, mirovên ku herî dûrî dewletê ketine jî nêzik dibin, dûr nakevin. Dema TRT Şeş vebû, pirraniya Kurdan berê xwe dan vî alî.

Bi vê jî nasekine, Kurdên li Suriyê jî rûyê xwe bi vî alî ve dikin. Kurdên Iraqê jî dinêrin; 90 salan gotin Kurd tine, niha TRT Şeş a ku bi temamî weşana bi Kurdî dike vebûye. Li cem yên din jî heman hest peyda dibin. Li Êzidiya dinêrin, aramiyek heye, vedigerine gundê xwe ji xwe re xaniyan çêdikin. Suryanî jî wisa…

Ku çiqas em ji pevçûnan, tinekirinan û cudakirina difilitin, ewqas mercên pêşdeçûna bi hev re hîn zêde diyar dibin. Tirkiye hinekî dişibe dêwekî, ku rabe ser her du lingan. Dêw ê rabe ser lingan, kevirên aşa yên mezin li dest û lingên dêw girêdane. Tu dibêjî bila dêw rabe lê bi wan kevirên aşa ne mimkin e ku rabe ser herdu lingan. Lazim e kevirên aşan bavêjî ku dêw karibe rabe ser lingan.

Lazim e Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser bike ku rabe ser herdu lingan. Niha hatiye wê qonaxê. Tirkiye zêdetir mîratgirê împaratoriyê ye. We behs kir, Davutoglu gotiye ku, em ê her derê bikine diasporaya xwe. Ev têgeheke dîplomatîk e, tê vê wateyê ku Ermeniyê li Fransayê, neviyê Ermeniyê me yê li Kayserî, Edene û li vir û wir e. A rast ev diaspora me ye. Lazim e bi wî çavî lê binêrî. Ez ê qebûl bikim ku ew ji vî welatî çûye û bi wî re diyalogê bikim. Çima ez bi navberkariya Fransayê bi wî re bazariyê bikim, ez ê wî wek diaspora xwe bibînim. Ez ê bi xwe rasterast bi wî re têkevime diyalogê.

Ez vê pozîtîf dibînim. Belkî zêde eşkere nayê îfadekirin, bi zimanekî dîplomatîk tê gotin lê, a rast nêzikbûneke erênî ye. Di axaftina dawîn a serokwezîr de jî, mesela anîna ziman a fermana Kanunî Sultan Suleyman, ez sultanê vira ûwira û yê Kurdistanê me, ev bibîranîn jî nuveyên erênî di nav xwe de dihewîne. Sultanê Ermenistanê, Anatolyayê, Şamê û Kurdistanê xîtaba qralê Fransayê dike. Dixwaze vê bibêje, êdî ê nijadperestî nebe, em ê cudatiyan normal bibînin.

Komara Tirkiyê hîn nû li ser vê siyasetê rûdinê. Normal e ku wek mîrasgirê Împaratoriya Osmanî a kevn xwedî li civakên cuda û ol û mezhebên cuda derkeve. A rast, di damezrandina komarê de heta roja îro, heyama ku em tê de hatine, ne li gorî dewamiyeke normal e. Ne avasaziyeke ku xwedî li mîrata Împaratoriyê derdikeve, ne a ku xwedî li mîrasa bavê xwe derdikeve. Hîn nû tiştên wek berê diqewimin. Zêdetir hîn nû dilive.

TÊKILIYÊN ÎMAM XETÎB Û MEDRESEYAN

Bi meleyan re eleqedar pirsek jî hat. Mele, alimên dîn in yên ku li medreseyan dixwînin. Ti eleqeya van a taybet bi Hemîdiyeyan ve tineye. Lewra buyera meletiyê bi îfadeyeke hîn berfireh perçekî civaka Kurdan ya xwezayî bê dîtin. Pêwist e bi çavekî civakzanî li Kurdan bê nihêrtin. Eşîret, medrese, bajar, gund, çand, kevneşopî, hemû nirxên Kurdan civakekê peyda dikin. Medrese jî saziyake wisa ye. Medrese zanistiya olî, felsefeyê, tasawufê, fikihê, kelamê û mijarên şerîatê jî digre nav xwe. Meleyan di wê heyamê de, di mijarên wek doza xwînê, têkiliyên milkiyetê, hevdu berdanê û gellek mijarên bi vî rengî çareser dikir. Heta gundiyan pirsgirêkên xwe dihanîn çareser dikirin. Ew rêberek bû ku li mizgeftê jî li pêşiya cemaetê nimêj dikir. Wan li medreseyan ders dane. Di wê heyamê de ku medrese hebûne, oldarî û Kurdewarî bi hev ve bûne sentez. Ahmedê Xanî mirovekî wisa ye. Kurd e lê Neqşîbendiyek e, ulema ye û muderrîs e. Di kesayetiya xwe de, ola xwe û kurdeweriya xwe kiriye yek. Mafên Kurdan xwestiye lê ev maf ji civakeke ku wek wî îslam bûye xwestiye. Medreseyên ku ji kevneşopiya wî tên jî wisa ne.

Îslamiyeta di nav Kurdan de, ji a Hindistan, Pakistan, Afganistan, Bengladeş, Endonezya, Malezya û dawiyê ji a îslama radîkal a Ereban cudatir e. Kurd ne siyasî, zêdetir wek çandê îslamiyetê dijîn. Çima? Yê ku neheqî li te kiriye jî wek te misilman e, tu îslamê li dijî wî nikarî bikarbînî’ polîtîze bikî. Li Hindistanê, li Pakistanê li hemberî Îngilizan hêsan e ku tu İslamê wek sembolekê bikarbînî. Tu karî radîkalîze bikî, bînî rewşeke wek semboleke siyasî.

Di heyama komarê de, ji bo ku ji îslamiyeteke wisa, ji jiyana medreseyan tirsiyane, medrese, tekke û zaviye girtine û qedexe kirine. Tezeka min heye, belkî jî ev tenê ya min e. Li gor hineka dibe ku bêvaç be lê, ez bi vê bawer dikim; Di civaka Kurdan de ji ber ku îmam xetîp vebûn û medrese paş de man, di nav tevgerên Kurdan de têgehên Marksîst-Lenînîstî û materyalîst zêde peyda bûn. A rast îmam xetîp vebûne da zêdetir mirovên wisa bên gihandinê ku ê sunîtiya fermî a dewletê a li gorî têgeha kemalîst û laîqiyê belav bikin. Çiqas bi ser ketin, ew mijareke din e, lê, îmam xetîp pirrtir li gorî konsepta kemalîzmê ne.

Li nav Kurdan îmam Xetîp ji bo jiholêrakirina medreseyên kevneşopiya Kurdan wek navgînekê hatine bikaranîn. Ez dihizirim ku, di vê wateyê de îmam xetîban, hucre û medreseyên ku pergalên ol û kurdewerî lê dihatin jiyan ji holê rakirin, rê li ber tevgerên civakî vekirin ku berê xwe bidin çepgiriyê. Ger li şûna îmam xetîban medrese bihatana reformekirin û îlm û zanistiya dinyewî jî li medreseyan bihataya xwendin, dibe ku, tevgera Kurd a ku îro zêdetir radîkal bûye a wek materyalîzmeka qeba derketiye holê, nebûya.

Ji bo ku we ez guhdarî kirim gellekî spas dikim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev