DUBAREKIRINA KEWŞ Û GEMARA MÊTINKARIYÊ

DUBAREKIRINA KEWŞ Û GEMARA MÊTINKARIYÊ

Husên Duzen 

Ҫavkaniya quretiyê her nezanî ye, ji quretiya ciwaniyê pê ve. Gelek keҫ û xortên nûgihiştî li gel zanebûneke têra xwe jî, bi quretî balê dikşînin ser xwe. Quretiya ciwanan quretiyeke lihevhatî ye, derdorê aciz nake. Quretiya mirovên navsere ne tenê nezaniya xwediyê xwe destnîşan dike, ew gelek caran ji derdorê re dibe barekî ku nayê hilgirtin.

 

Salên ku min wek xortekî nûgihiştî têkilî bi derdora xwe re danî, salên şoreşgeriyê bûn. Rojeva welêt germ bû. Hebûna biyaniyan li ser axa me bi me ne xweş dihat. Em li riyên guhertina civakê digeriyan. Şoreş pêdiviyeke dîrokî bû, li gor zanîna me ya hîngê. Dîroka tevahiya mirovatiyê, li seranserê dunyayê li gor şemayekê diyar pêk hatibû. Piştî civaka mirovahiyê ya destpêkê, civaka koletiyê dihat, koletiyê jî şûna xwe ji feodalîzmê re dihişt ku kapîtalîzim jî li pê wê dihat. Piştî kapîtalîzmê jî divê sosyalîzm bihata. Hinekan digot dê ew ji ber xwe bê, ji ber ku pêdiviyeke dîrokî ye, gelek ciwanên mîna min jî digotin ji bo hatina sosyalîzmê şoreş pêwist e.

 

Kêmzêde ev bû şêweyê hizrîna me. Liva me ya ji bo van hizran ne bê kelacan, ne jî bêyî quretiya cwaniyê bû. CheGuara (Che Guevara) îdolê gelekan ji me bû. Wî giyanê xwe ji bo wê dunya me dixwest dabû.

 

Piştî ez hatim Awropayê, pirtûka Bîranînên Şer ya CheGuara ket destê min. Tê de bahsa hevalekî xwe yê gerilla dikir ku her êvar li quncikekê rûdinişt û bi zimanê xwe yê dayikê tiştin dinivîsandin. Che digot ew zilam şervanekî baş bû, lê ev aliyê wî yî xerab hebû: Nivîsîna bi zimanê xwe yê hindî. Hîngê şika min li dijî modernîteyê xwe da hestkirin. Ew bû sedem ku ez li hember gotinên ji bo pêşketina mirovahiyê şema ku li jor bahs bû bi hemd tevbigerim. Hîngê ji min ve diyar bû ku modernîte dikare mêtinkarî be jî.

 

Bi salan re ez ê tê bighîştima ku taybetmendiyên mêtinkariyê li tevahiya dunyayê dişibin bi hev. Bi tevahî mêtinkar xwe pêşketî, mirovên mêtingehê jî bipaşdemayî dibînin. Kirinên xwe yî tahrîbkar mîna alîkariya ji bo pêşketina mirovên mêtingehan î îptîdaî destnîşan dikin.

 

Her ku ez peyvên Abdullah Öcalan dibhîzim ku welatperwerên kurd mîna neteweperestên iptîdaî, „ilkel“ binavdike, ev rastiya dîroka mêtinkariyê tê bîra min. Bi vê wateyê ne peyvin nû ne. Dîroka mêtinkariyê li gel kirinên mêtinkaran î kirêt bi peyvên mêtinkar û hevalbendên wan î ji vî şêweyî tijî ye. Peyvên Şivan Perwer yên vê dawiyê ku êrîşî ola kurdanî resen dike, heqaretê li nirxên pîroz î Êzîdatiyê dike jî tenê hinek ji dîroka mêtinkariyê ne.

 

Çepgirên dunyayê yên ku li ser navên karker û gelên bindest diaxivin jî gelek caran bi vî karê mêtinkariyê yê kirêt radibûn, radibin. Hîn di navenda sedsala 19. de F.Engels li dijî tevgera rizgarîxwaz î gelê Ҫek derdiket, ji ber ku wî ew mîna tevgereke li dijî pêşketinê didît û dixwest ku ew ji aliyê „karkerên pêşverû“ ve bê pelçiqandin. Arşîvên Komînternê bi peyvên qominîstan ên li dijî tevgera Şêx Seîd tijî ne.

 

Di salên 1980î de desthilatdariya Sandinîstan bi hezaran çermesorên bi navê Miskîto ji rex derya Atlantîk ji cîh û warên wan rakirin. Wek sedemê vê kirina xwe ya ne mirovane jî gotin, ku ew dixwazin wan li deverin din medenî bikin, ango kirineke li dijî „îlkelbûna“ Miskîtoyan bû.

 

Niha piştî ewqas sal, piştî ewqas azmûnên gelên bindest, mirovek ji nav gelekî bindest derdikeve, gemara modernîzmê dubare dike û nirxên welatê xwe binpê dike. Û hejmareke pirr ji elîta me bêdeng e, hejmareke jê pirtir jî van kirinan wek axavtina mitîngeke ji bo modernîteyê dibîne û jê re li ҫepikan dixîne.

 

Ne min gotibû: Ji cergi min dît ku modernîte li ser tunebûna min ava bûye, min jê hew hez kir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev