Êzidîtî û Zerdeştî: wekhevbûn û cudahî

Êzidîtî û Zerdeştî: wekhevbûn û cudahî

Dr. Yura Dasinî,

Serokê Enstîtuya Dîroka Êzdiyan li Moskowê

 

Ji destpêka sedsaliya 21-ve li cîhanê dîrok û ola civaka êzîdî bêtir balkêş dibe û hewl tê dayîn bo ev dîrok û ol bi şêweyekî nûjen bê têgihiştin. Mijara vê lêkolînê êzîdîtî û zerdeştî ye, ku di zanistiya îro, li gorî nivîskarên cihêreng, bi ramanek cûda heye. Ji gelek salan dîskusion tên kirin ku êzîdî zerdeştî ne, yên din jî amaje dikin ku êzîdî civakek serbixwe ye û bi tu awayî têkiliyên van olan nînin. Lê bi rastî, dîroka êzîdî û zerdeştî wiqas bihevgirêdayîye, ko yek bêyî ya din nayê têgihiştin. Ji bo baştir ola zerdeştî bê têgihiştin, pêwîst e xwendinek kûr û nişmî ji sirûdên pîroz yên ola êzîdî re bê kirin. Ev sirûd bûne bingeha pirtûka pîroz a zerdeştiyê-Avesta û bi pirranî li ser prênsîpên ola êzîdî hatiye nivîsandin. Di şirovekirina ne tenê zerdeştiyê, lê belê hemû olên kevnar yên indo-îranî, wek Mîtraîzm, Zervanîzm, Manichaeism, Mazdakism,Vedism û yên din, bi hêsanî tê pêşbînkirin ku ev ol bi kokên xwe pir nêzîkî ola êzîdî ne, her weha mîtolojî, sêmbol û adet, navên hin Xwedana û lehengên afsane yên wan yekin. Çawa xirîstiyanî û îslam ji himbêza cihûtiyê derketine, ev hemû olên îranî jî bi şêweyekî pir nêzîk bi ola êzîdî ve girêdayîne, û bandora wê li ser wan bingehî bû.

 

Li gor ola êzîdî, ji roja ko Xweda civaka êzîdî afirandiye, ol dirust bûye û bê navberk heta roja me ya îro heye. Di nivîsarên pîroz yên ola êzîdî de tê gotin ku destpêkê Xweda heft milyaket afirandiye û Melekê Tawûs kirîye serokê milyaketa; paşê bi alîkariya milyaketan Cîhan-Zemîn, Ezman, Roj û Heyv afirandiye; paşê Adam û Hewa afirandiye û ji bedena Adam Bin Sefer afirandiye. 72 milet ji Adam û Hewa çêbûne, lê civaka êzîdî ji Bin Sefer çêbûye; Xweda Melekê Tawûs kir parêzgarê civaka êzîdî û di rêya wî re sirûdên pîroz ji êzîdiya re şandiye. Di pêşgotina pirtûka pîroz ya êzîdiyan ”Cilwa” da tê gotin: ”Xweda Tawûsê Melek şand vê dinyayê jibo ew civaka xwe ya bijarte veqetîne û rastiya zanînê bighînê û wê ji tirs û şaştiyê azad bike. Ev yek destpêkê bi devkî hatibû gotin û paşê di pirtûka binavê ”Jêlwa” de hatiye nivîsandin û nabe ko mirovêd ne êzîdî vê pirtûkê bixwîne”. Di pirtûkek din a êzîdiyan – “Meshefa Reş” de, ku di sedsala 12 hatiye nivîsandin, tê gotin: ”Berî jidayikbûna Îsa, li cîhanê olek me tenê hebû, ku yên din jê re dibêjin pûtperestî. Cihû, xiristiyan û misilmanan, her weha îranya jî, zirar li ola me kirine”.

 

Li gorî mîtolojiya êzîdî, ola êzîdîtî herdem heye û ne tenê kaniya bingehîn ya zerdeştiyê ye, lê ya hemû olên dine jî. Wek yezîdî dibêjin, Zerdeşt êzîdî bû û ola zerdeştî şaxek ji ola êzîdî ye. Bi taybetî di pirtûka şêx Hesenê Dasinî de, ku di sala 1246-an hatiye nivîsandin, tê gotin: ”Zerdeşt li welatê Dasina, roja çarşembê meha nîsanê, li gundê Drînê başûrê çiyayê Maklûbî ji dayik bûye. Zerdeşt li Kaniya Spî hatiya morkirin. Destpêkê ew mijûlî ola êzîdî bû, lê paşê, bi destê oldarekî bêxof bi navê Arcas kiras guherî û li ser naveroka kitêba pîroz a yezîdî ”Cilwa” olek nû, ango zerdeştî damezrand û ev ol belav bû li welatê Îranê û Hindestanê. [Şerîf Şêxanî, Mijdeha roj. Laliş, Hejmar 17, Adar 2002, r.37].

 

Zerdeşt dijî pergala girtî ya ola êzîdî bû û pêşniyar kir, ko ev pergal bê guhertin û deriyê vê olê ne tenê ji kesên ku bi koka xwe êzîdî ne, lê bo hemû kesên daxwaze re vekirî be. Li gorî nêrîna Zerdeşt, ev yek pêwîst bû bo jimara oldaran pir bibe û bi vî awayî civak bihêztir bibe. Rohanî a bilind yên yezîdî, ko digotin yezîdî miletekî bijarte ye û tenê kesên ko bi koka xwe yezîdî ne dikarin bibin êzîdî, ev hizra Zerdeşt red kirin û ew wek dijminê olê nîşan dan û ji civakê derxistin. Zerdeşt piştî ko di nav gelê xwe de biserneket, berê xwe da gelên din û wek pêxember hat pêşwazîkirin, pişt re navê wî di nav gelê wî jî belav bû.

 

Li gorî fêrbûna ola êzîdî, 1001 navên Xwedê hene, yek ji wan [Ez da, Ezdayê min], û navê ola êzîdî tê ji [Ezda-Ezdayî], lê di Avesta de, Ezda navê [Mazda] wergirtiye. Di hin çavkaniyan de, Zerdeşt bi gelemperî bi xeletî bi Mazdaismê tê hev kirin. Di rastiyê de, ew yek ol e, navê Zerdeştîtiyê ji hêla Yewnanî hatî dayîn, navê kevneşopî Zerdeştî di zimanê Avestan [Mazdaism] de, di zimanê Îranî yê kevnar de Pehlewî [Mazdasna] e, û bawermendên vê olê di Avesta tête gotin [Mazdayasna], ku tê wateya parastina Xwedê. Zerdeşt bi xwe navê ”Badînî” li ola nû kir û wetaya vê gotinê jî ”Baweriya Baş ” e.

 

Rastiya ku Ezdaism-Mazdaism pêşiya Zerdeştîtiyê bû, bawermendên Zerdeştî jî vedanpêdan dikin: ”Ji ber ku berî zerdeştiyê û piştî wê jî navê “Mazdayasna” li peyrewên vê olê dikirin, loma jî mirov kare bêje, ko Zerdeşt rêformxwazê ola mazdayasnê ye û ne damezranerê wê ye. Zerdeşt têgehên berê bikaranîn, an jî dibe ku peyrewên wî hêmanên olên berê derbasî zerdeştiyê kiribin, jiber ko fêrkirinên Zerdeştî gelek caran dihatin guhertin, çimkî destpêkê jê re pir zehmet bû, ko fêrbûnên xwe bighîne gel. Sebebên din jî hene ko dihêlin bê texmînkirin, ko Zerdeşt rêformxwaz bû. Têgeha wî ya dawî -”Mazdayasna”, ji têgînên berê, ku bi navê Mazdayasna tête gotin, pir cûda bû. Ji bo van gotinan ra vekirin heye: ”Mazdayasna” ne wek navê olê, lê wek ”îbadeta Xwedê” tê wergorandin. Doktrîn a îbadeta berî Zerdeşt, ji ya ku Zerdeşt pêş anî, pir cuda ne. Tê gotin, ku ”Mazda” -di Avêstê de navê ”Xwedê” bi xwe ye û ne bedîlê wî ye. Navê Mazda an jî Xweda, di nav sedên salan de dikare bê guhertin û di her zimanekî bi rengekî bê gotin.

Ahûra Mazda, ku pêxember Zerdeşt wek tenha Xweda ragihand, ne hizra wî bû, çimkî ew berî fêrbûnên Zerdeşt hebû. Ahûra Mazda ne yek peyv e: Ahûr –hebûn e (made-”matêrial”), Mazda-Xweda (giyan-”rûh”). Loma jî peyrewên zerdeştiyê navê mazdayasnê, lê ne ”ahûrayasnê” li xwe dikin. Di Avêstê Ahûra-Mazda – afirînerê destpêkê, sazkarê her tiştî, Xwedayê qenciyê, rêxistinkar û desthilatdarê dinyayê ye û cihê herî bilind yê ibadeta zerdeştiyan e, lê wetaya mazdayasna an jî mazdayasni -”ebdê Xwedê” ye. [http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/overview/simplified.htm]

 

Lêkolînerê navdar yê ola zerdeştî Meri Boys dinivîse: ”Mazdaîzm – navê çend olên kevn yên Îranî ye, ku berî zerdeştiyê hebûn. Berûvajî ola zerdeştî, Ahûra Mazda di mazdaismê de Mithra re wekheve. [Boyce M. Zoroastrians. St. Petersburg: Petersburg Oriental Studies, 2003, p. 30]. Li gorî nêrîna Zener, berî zerdeştiyê jî Ahûra bi konsepta rastiyê an jî nimûna derbarê ”rêziknama kozmosê”, her weha av, ronahî û rojê ve girêdayî bû. [Zaehner R.C. The dawn and twilight of Zoroastriaism. New York, 1961, Р. 74-75].

Li gorî zanyarên navdar li cîhanê yên wek: N.Y. Marr, I.M. Dyakonov, Sûbxaş Kak, T. Barrow, R. Izadî, Tawfiq Wehbî û yên din, yezîdî yek ji kevntirîn gelên cîhanê ye. Lêkolînerê olên Kurdistanê Reşad Mîran dibêje, ku ola kevnar zerdeştî ko li cîhanê bêtir nasyare, di sedsalên 7-6 b. z., piştî rêforma Zerdeşt ji mazdaismê li Impêratoriya Mîdyayê peyda bûye. Lê ola nûjen yekcar ji aliyê gel ve ne hat qebûlkirin û Zerdeşt wek dijminê olê hat nîşandan. [Rashad Miran, Ethnic and Confessional Situation in Modern Kurdistan, Moscow – St. Petersburg, 2004, p. 16].

Dîrokzan Tosinê Raşîd wisa dinivîse: ”Ola êzîdî jî berê wek mazdaismê nasyar bû, avêsta-mazdayasna, bi kurdiya kurmancî ”Baweriya Baş” e. Zerdeşt ola xwe wek altêrnatîv ji mazdayasnê re pêşkêş kir. Wî Xweda dabeşî Xwedayên qencî û xirabiyê kir – ”Ahûr” û ”Daeva”. Daeva bû Xwedayê xirabiyê û Ahûr yê Qenciyê. Heyranên Xwedayê ”Daevayasna” jibo peyrewên ola zerdeştî a nûjen bûn heyranên Xwedayê xirabiyê, piştre ev yek dibe sebeb, ko çirokên vala li ser yezîdiyan bên belavkirin. Zerdeştiya xwe wek peyrewên ”Mazdayasna” diyar kirin, lê peyrewên ola berê xwe wek ”Daevayasna” nîşandan. [Tosne Rashid, Comparison of the Yezidi religion with the Indian Vedic religion / In Search of the Forgotten Past, M. 2018, p. 88].

Di ”Avan Yaşt” ya Avêstê (5.94) hatiye nivîsandin ko wetaya ”Daevayasna” – ”daeva perestî” ye. Di beşê 19 yê Vendidadê, ”Daevayasna” dijberî ”Mazdayasna” hatiye kirin. Ji wê demê ve di Avêstê de ”daeva-dev” wek gotinek pîs hat zanîn, peyrewên ”Ahûra Mazda gotina ”Daeva-Dev” jibo hemû hêzên nebaş bikar anîn. Tev ko felsefa Zerdeşt yekdestiya dualîst bû jî, lê piştî mirina pêxember bi deh salan, ola zerdeştî bû olek pûtperest.

Lêkolînek berfireh ji kanî û kevneşopiya devkî ya van herdû olan re, rê dide bê gotin, ko ola êzîdî û zerdeştî ne tenê nêzîkî hev in, lê belê di bawerî û deb û nêrînên xwe yên olî de û hetanî di terminologiya xwe jî de gelkî wekhev in, û loma jî mirov dikare bêje ku koka wan yek e. Di bingeha van herdû olan de -baweriya bi Xwedê; rûmeta milyaketan; pergala kasta civakê; rewşa mîratî ya kahînan; morkirina bi ava pîroz û paqijkirina bi agir; rêûresmên cenazeya û rêûresmên bîranîna mirî; şîn li gorî asta têkiliyê – ji çend mehan heta yek sal tê kirin; dualîzm (cîhan li gorî ramanên wan, qada têkoşîna du hêzan – başî û xirabiyê); îbadeta rojê û agir; rûmeta çar elemêntan: zemîn, av, agir û avê; miqatbûna sirûştê – qedexe ye ko zemîn, agir û av bên gemarkirin; rengê sipî, ne xasim di cil û bergan de, yê herî hezkirî ye; veguhestina giyan; hebûna buhişt û dojehê û hwd.

Du`a yên zerdeştiyê gelkî wek yên peyrewên ola êzîdî ne. Ew jî dema du`a dikin berê xwe didin rojê, destên xwe vedikin û hildidin jor. Jimara du`a yên rojane yên zerdeştiyan jî wek yên ezîdiyan – pênc in, lê du`a yên sibeh û êvaran yên herî giring û ferzin (dema roj derdikeve û diçe ava). Her weha, wek yezîdiyan, gotinên pîroz divê bi devkî bên guhestin. Di zerdeştiyê de hînbûn tenê bi şêwekî devkî dihat kirin, çimkî zerdeştiyan çi nivîsandina heba wek çewtkirina rastiya gotinên pêxember dinirxandin. Tev wilo jî, di sedsaliya 3 b. z., ola zerdeştî di Avêstê de hat nivîsandin.

Her weha, cejnên sereke yên herdû olan jî wek hev in – di orta buharê û orta havînê de, wek nimûne: ”cejna berhevkirina genim, cejna vegera sewalên malê ji mêrgên havînî; di orta zivistanê de, cejna bîranîna mirîyan, Sersal di meha Nîsanê. Ew bi qendîl, hêkên rengîn û gulan pêşwaziya Sersalê dikin. Agir di ola yezîdî da sêmbola paqijîyê ye, hêk sêmbola jiyanê û gul jî sêmbola xweşî, ronahî û cur bi curiya jiyanê ne. Cejna sereke ya zerdeştiyê, wek ya yezîdiyan, di 20 çilya pêşîn de ye (dema roj destpê dike dirêj dibe) -”Cejna jibo Xwedê – Eyda Êzîd e, di zerdeştiyê de Cejna jibo Xwedayê Rojê – Mitra” ye. Hemû cejn çi li ba yezîdiyan û çi jî li ba zerdeştiyan, bê agir derbas nabe. Agir di perestgeh de tê pêxistin. Cejnên wisa heta niha li ba êzîdiyan mane. Ev hemû tişt di ola êzdî de heya roja îro hatine parastin.

Her weha herdû ol di têrminolojiyê de jî wekhev in: navê olê -”daêna” (din); rohanî – pîr; cejin, eyd û hwd. Jimara milyaketan jî di herdû olan de wekhev in, tenê serokê milyaketan li ba yezîdiyan Melek Taûs e, di zerdeştiyê de Amêşa Spênta. Hetanî sêmbola sereke ya zerdeştiyê -”Faravahar”, gelkî sêmbola yezîdyan ”Tawûsê Xwedayî” tîne bîra mirov. Tê de bask û dirûv û şikilê mirov bi diskê tevê hatiye zêdekirin.

Tev gele wekhevbûn di herdû olan de, cudahî jî di nav wan de hene. Wek nimûne, nepena morkirina mirov, cenaze, ko tê de mirî nayê binaxkirin, lê li ser kevirekî taybet tê hiştin û hwd. Her kes dikare bibe zerdeştî û dibe ko mirov bizor jî tevlî vê olê bikin. Di ola yezîdî de karên missyonî (tebşîrî) bi hemû rengên xwe yekcar qedexe ye, û nabe mirov bi zorê tevlî olekê bê kirin. Di ola Yezîdî de pêxember tune, li gorî fêrdariya vê olê, di navbera mirov û Xwedê de nabe kesêd navber hebe. Cudahiya sereke di navbera ola yezîdî û zerdeştiyê de – pûtperestiya durengî û vebûna olê ye. Zerdeştî li ser hizra durengî ya du Xwedayên ko timê dijberî hev in (Xwedayê qenciyê – Ahûra Mazda û yê xirabiyê – Ahrîman) hatiye avakirin. Di navbera herdû Xwedayan de têkoşîna herdemî heye û dawiya dawî Xwedayê qenciyê wê bi ser keve. Ji peyrew jî tê xwestin, ku beşdariyek çalak di vê tekoşînê de bike û alîgirê ronahiyê be. Di heman demê, Ahrîman ku kesayetiya xerabiyê ye, wek giyanekî ebedî û wisa jî bi hêz mîna Xwedayê ronahiyê Ahûra Mazda hatiye temsîlkirin. Zerdeştî bawer dike ku li vê têkoşînê da serketine destpêka baş bibe.

Di ola êzîdî de Xwedayên qencî û xirabiyê tunene – yak Xweda heye, ew Xwedayê erd û ezmên e û her tişt di destê wî de ye, tu kes nikare li himber raweste û bêyî vîna wî tiştek pêk nayê. Xwedê tenê qenciyê tîne, lê xirabî ji mirov bi xwe tê, kîjan dixwaze guneh an sûcê xwe li kesekî din bike, ango xirabî haya encama gunehbariya mirov e.

Wek em dibînin, di zerdeştiyê de rêûresmên olî, terminolojî û sêmbol dihatin guhertin, lê naverok ma wek berê. Li ser vê bingehê, mirov dikare bêje ku êzîdîtî di têkiliya Zerdeştî da çavkaniya bingehîn e. Di vê babetê de em tenê li ser xalên sereke yên herdû olan rawestiyan, da ku têkilyên di navbera herdû olan de bidin xuyakirin. Bêguman, bo berhevkirineke bêtir ji wan re, pêdivî bi lêkolînek taybet heye, ku wek em zanin, heta niha li cîhanê ne hatiye pêkanîn.

Ola êzîdî girtî ye û tu carî ne xwestiye û bi qanûnên xwe jî nekari bû statuya oleke cîhanî bigire. Dabeşkirina ji hêla Alexanderê Makedonî di 331 b.z. Mezopotamiyê, guherînên radîkal yên hêzên siyasî li herêmê kir, ku gelek bandor li jiyan û hişmendiya olî ya mirovan kir. Tevlihevbûna çand û baweriyên cûda hişt ku gelek pevçûn derkevin û qeyrenek giyanî (rûhî) dirust bibe. Ola êzîdî ku girtî ye, nikarîbû di rewşek wisa de li ser hesabê gelên din bihêz bibe. Tenha çareserî ji rewşek wisa re ew bû, ku li ser asta dewletê olek hebe, kîjan karibe gelên din jî bixîne bin desthilata xwe. Di rewşa wisa de ola zerdeştî çareseriya herî baş bû. Di sedsalên 5-4 b.z., ola zerdeştî di dewleta Akêmênyan hat pêşvexistin, jiber ku rêberên dewletê pir dixwestin sînorê dewleta xwe berfireh bikin. Ev pengav hişt ku ola zerdeştî di nav gelên welêt hin bi hin belav be. Tersî êzîdiyan, zerdeştiyan dixwestin ku gelek mirov tevlî ola wan bin. Ola Zerdeşt, ya ku desthilatê diparêze û karê misyonî dike, li gor kêfa padîşahên Sasanîya bû. Ev padîşah destpêkê bi xwe bûne zerdeştî û pişt re daxwaz kirin, ku kesên din jî derbasî vê olê bin.Tev ku destpêkê ew êzîdî bûn. Dîrokzanê ereb Ş. Fattah dinivîse: ”gotina padîşahê Sasanî Şapûr II (310-379) – ”ez bi koka xwe ezdîme”, li ser zinarekî hatiye nexşandin, destnîşan dike ew ji êzîdiyane. (Fattah 1969:16)

Di empêratoriya Sasanî de (sedsalên 1-2 b.z.), zerdeştî bû ola dewletê û bîr û baweriyên wê di pirtûka Avêsta da hatin nivîsandin. Ji dîroka Sasaniya tê xuyakirin, ko deshilatdarên wê ibadeta ronahiyê û agir ya Zerdeşt bi hizra impêratoriyê dewletê ve girê didan. Cara yekemîn di dîrokê de, Sasaniyan ol wek amûrek geopolîtîkî bikar anîn, ku cîhanê dagir bikin. Di empêratoriya Sasaniyan, hejmara şehadeta Zerdeşt ewqas mezin bû, ku zerdeştparêzî dibe ku bibe oleke cîhanê, lê ev nebû. Di sedsala 7-an Îslam êrîşî Mezopotamyayê kir. Piştî kuştina Şahinşah Êzdigerd III di 652-an de, emparatoriya Sasaniyan hilweşand û ji hêla xelîfatiya Ereban ve têkildar bû.

Dagirkirina empêratoriya Sasanî ji hêla ereban, bû sedem ku bandora dînê zerdeştî li ser axa bi navê Îrana Mezin pir lawaz bibe û paşê jî bê bîrkirin. Ne tenê zerdeştî, lê mitraîzm, mazdaîzm û olên îranî yên kevnar, ku di dema xwe bo serweriyê şer bi êzîdiyan re dikirin, di paşeroja dîrokê de man. Berûvajî, gelek olên kevnar, ku hilweşiyan û bûn beşeke dîrokê, ola êzîdî di bin siya Melekê Tawûs, bi serhildan û daketin, serketin û têkçûnan, ne tenê li cîhanê ma û ne hat guhertin jî û têkoşîna xwe bo parastina olê berdewam dike – ola ku ji hêla Xwedê ve hatîye dayîn. Ji demên borî, sêmbola sereke ya êzîdîtiyê roj bû, yezîdî bi bawer in ku her tişt tên û diçin, lê roj wek ronahî dida, herdem wê ronahiyê bide.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev