Rap-Muzîka Kurdî – 3:

Rap-Muzîka Kurdî – 3:

Ronî Artîn û Muzîka wî

Mela Mihyedîn

 

Hunermend divê ji nava gel û di nava gel de bin. Hunermendê dûrî civaka xwe û dûrî gelê xwe nikare xwe nêzî dilê wan bike; hunermendê xwe neghîne dilê civakê nikare li ser pîyan bimîne. Hunermendê ku di dilê civakê ji xwe re hêlîn çêkir wê xwe bighîjîne ava heyatê  û wê bi xebatên xwe bibe nemir. Yek ji wan hunermendên ji nava gel û di nav gel de Ronî Artîn e. Ronî Artînê hem karê xwe yê rojana dike û hem jî alîkarîya derûdorê dike û hem jî karê xwe yê hunermendîyê dimeşîne. Hem bi mirovatîya xwe û hem jî bi hunera xwe di nava civaka xwe de hêlînek delal ji xwe re çêkirîye.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jîbersiv dan pirsên me.

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Ronî Artîn kî ye?

Ez 28 salî me,  xelkê Mêrdînê me. Li gundekî Mêrdin karên cotkarî û hunera Hip-Hopa Kurdî dikim ji ber wê  jîyan ji bo min xweş û tije derbas dibe. 

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Ez zarokekî pir hîperaktîf bûm. Min malbat  pir dibettiland. Wê demê li holeke werzîşê min dest bi sporê kir.  Li wê derê min “break dance” nas kir hîn 10 yan 11 salî bûm. Li wê derê muzîka biyanî lêdixstin. Weki 50 Cend, Sentello, Shagy û Eminem. Keyfa min ji vê muzîkê re  hatibû wextên xweyî vala li wî cihî bûm; ji bo muzîka Hip-Hopê guhdar bikim û break dancê bikim. Li Qoserê komeke me hebû. Em çend heval me break dance dikir û muzîkên biyanî guhdar dikir. Agir wê demê bi dil ket; kesî nikaribû vemiranda. Ew jî di dilê min de mezin bû. 2008An de min strana xwe ya ewil çêkir gellek amator bû belêlê xebata yekem bû. Ew jî bû agir û mezin bû..

 

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk ji bo min rizgarî û azadî ye. Yekem ne ev bû belê dem û tecrûbe bijarî dixwaze. 

 

Rapa Kurdî di çi rewşê de ye?

Gorî salên berê baştir e. Her go dihere baştir dibe. Belê guhdarwan giran kom dibin, ev tişt di destên hunermenda de ye. Çiqas karên baş û rast zêde be  rewşa mejî wê baştir be.  Hertişt bi şerê xwe tê naskirin. 

 

Dema te biryar da tu yê muzîka Rapê bikî û stranên xwe derxînî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Ji te re bûne alîkar?

Gellek salan malbat nizanibûn min çi kar dikir. Bavê min hîn jî baş nizane ez çi dikim. Di nav tinnebunê de me dest pê kir.  Strana xweyî yekemîn li ser  mîkrafona berguhk  min çêkir û hêsteke xweş da min. Wilo wilo me nas kir û da naskirin. Alîkarîyek mezin me ne dî. Dîsa jî ji bo yên ked dayî spasdar im û diwazim ji wan re bêjim: “Her Bijîn”

 

Di stranên te de hemû stranên te wekî hev xweş in lê dîsa jî strana ku herî bêhtir guhdarî dikim “Mezopotamya” ye. Em dizanin her stran xwedî çîrokek e. Gelo çîroka vê stranê çi ye?

Bi rastî  “Mezopotamya” li cem min gelekî bi qiymet e. Di amadekirina klîbê di em ji mirinê filitîn fîşal nakim.  Ew stran şerê xwe da û amade bû. Ew stran wekî çîroka xwe xwêdan da. Stran jî behsa ev tiştî dike:  “Xwedan hebûn û micadele”. Min ji bo jîyana xwe go: “Ji kê çi pêwîst bi wê rajê”. Mezopotamya hebûne ji bo min.

 

Dema tu derdikevî ser dikê û stranên xwe dibêjî tu çi hîs dikî?

Ciyawaze rast nayê gotin, nizanim çawa bêjim. Ew  hîs tiştekî dine. Wekî ew kar Xwedê ser milê min danî. Ew xweşîya giranbunê bela dikim sivik dibim. Coşî jî di nav de ye û ji hêla xwe karên xwe dikim

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Li hemû tiştên baş guhdar dikim. Belê zêdebûn Reage, Trap, Afro û Elektronîk ji hêla me jî kilam, dengbêjî û stranên kes û koman guhdar dikim. Gorî dilê xwe min kesên zêde guhdar dikim ev in: Sonder, Damian Marley, Hopsin, Tyga, The Weeknd, Dhafer Youssef, Şakiro, Miradê Kinê, Aynur Dogan,Ciwan Haco, Hîvron, Mehmet Atli û Cengiz Yazgi 

 

Tu kîjan muzîsyenan wek “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî û bêhtir kîjan muzîsyen li ser te bandor çê kirine?

Şakiro, Bijan Kamkar û Şivan Perver bi rastî ji bo min Pîrê Muzîka Kurdî ne. Muzîsyenên herî zêde li ser min bandor kirî jî “Koma Wetan” e. Çîroka wan nêzîkî xwe dibînim.

 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Koma Wetan: Bayê Payîzê 

 

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Bi rastî Ciwan Haco, Aynur Dogan û Serhado her dem di dilêmin de ne û dixwazim bi wan re bixebitim.

 

Muzîk hem ji sîyasetê û hem jî ji wêjeyê, hem ji çîrokê û hem jî ji dîrokê bi bandortir e û van hemû disîplînan jî di hundira xwe de dihewîne. Tu li ser vê yekê çi difikirî?

Ji bo vê sûalê ez ne gellekî tije û zana me. Belê Muzîk wekî şîyarbûnekê ye. Gelek fikran hişyar dike. Gelek tişt difikirî lê belê muzîk dihêle tu hîs bikî. Ji ber wê yekê bandora wê jî  zêdetir e. Belê ew tiştên dinê jî li ser muzîkê bandora wan zêde ye. Yek yekî dişo. 

 

Hin kes hene tenê stranbêjîyê dikin û tiştekî naafirînin. Tenê keda muzîka Kurdî dixwin û ev kes jî ne meqam dizanin û ne jî dengê wan xweş e. Lê gava li medyaya civakî meriv binêre bêtir şopînerên wan hene û muzîkên wan bêtir tên guhdarîkirin lê ligel vê yekê muzîkjênên baş kêm tên guhdarîkirin û şopînerên wan yên hesabên medyaya civakî jî kêm in. Gelo sebeba vê yekê çi ye?

Bi rastî guhdervan serê xwe naêşîne. Ji tiştên rihet û ji tişten sivik hez dike. Belê wisa fêr bûne lê ev  tişt jî kêmasîya hunermenda ye. Me ew fêr nekirin, me bala wan nekişand û me xwe ji kombûnê dûr xist. Empatî gelekî kêm e di nav xelk û hunermendên baş de. Ev jî ne tiştekî baş e. Çiqasî tu her bangî wan jî bikî “Bi tirra nameşe keştîbar li behra”.

 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Krîterên muzîka baş: ya pêşî hunermendê baş û  ya duduyan jî çîrokek bi hêst.  

 

Herkes dikare starnan bêje û bibe hunermend?

Herkes dikare bibe hunermend. Biborînin Belê herkes nikare bibe stranbêj û bila nebejî.  Li mala xwe bila herkes bibe. 

 

Muzîka Kurdî dikare zikê xebatkarên/xizmetkarên xwe têr bike? Hunermendekî/e Kurd dikare bi muzîka xwe jîyana xwe bi rehetî bidomîne?

Çima nikare. Belê yên debara xwe bi muzîkê dikin kêm in. Lê tiştên baş herdem pere dike. Îro endustrîyeke baş ya muzîka Kurdî tunne. Gerek xebatkarên li xwe zêde bikin, xwe pêş bixin û li hunera xwe bidin naskirin. Armanc ev be dibe. Guhdarwanên zêde gellek tiştan zêde dike. 

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo pêşketinê karên nûser û endustrî pêwîst e. Tiştên fehş û bi kesên kopyakêş nabe 

 

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Ez hinek giranî dimeşim li ser projeyan. Ji ber jîyana min ya rojane gelek wext û enerjî ji min re namîne. Belê ev demî armanca min her meh dixazim karekî derxînim. Di nava xebatên pêşerojê de projeyên mezin jî hene lê belê vê demê amadekirina wan nayê xuyanî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev