Dengbêjîya kurdî di nava şînê da ne…

Dengbêjîya kurdî di nava şînê da ne…

”Bilbilê dilşadî” ji nav me bar kir bo herdem bi me ra be

 

Îro tevaya gelê kurd di nava şînê da ne. Serxweşîyên welatparêzan, evîndarên dengê Seîd Gabarîyê gurbuhuşt rûpelên kovar, rojname, malperên kurdî tije kirine, radio û têlêvîzyonên kurdî bi gotinên xemgînî û dilkovanî destpê dikin, deng û awazên wî dengbêjê mezin di guhê her kurdekî da olan dide.

Em yek ji wan serxweşîyan – gotina dost û hevalekî Seîd Gabarîyê nemir – birêz Hemîd Smaîlaxa raberî we dikin.  

 

Hemîd Smaîlaxa,

Berdevkê PDK Bakur

 

Hunermendê binavûdeng, xebatkarê serbixwebûn û azadiya Kurdistanê, pêşmergeyê dilêr, kenza kaniya çand û bêjeya Kurdî Seîd Gabarî îro destê sibê li Hewlêra payitexta Başûrê Kurdistanê ji vê dunyayê koça dawî kir.

 

Ne bi tenê PDK Bakur dostekî xwe, piştgir û hevalekî hêja wenda kir, her weha cîhana çand û hunerê Kurdistanê xweşbêj û têkoşerekî bê hempa sparte axa Kurdistanê.

Ta ku navê Kurd hebe, ta ku di Kurdistanê de xebat û rêbaza Kurdistanî ser piyan be, navê Hunermend û Pêşmergeyê serxwabûn û azadiya Kurdistanê Seîd Gabarî dê di nav rêza leheng û têkoşerên Kurdistanê de bi rêzdarî bihê nivîsandin.

 

Serê Miletê Kurd û Kurdistaniyan sax be.

Yezdanê dilovan Seîdê Hêja bi rehma xwe şad bike, ji malbat û hemî hezkiriyên Gabarî re sebr û aramî daxwaza me ye.

 

Serxweşîya Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA

 

Em jî wek her kurdekî cihanê îro dilkovan û xemgîn in, lê di eynî wextî da serbilind in, ku gelê me ejdaheyekî hunera stiranbêjîya kurdî xuliqand û mîrasa wî ji me ra hîşt. 

Em bawer in, ku stiranên Seîd Gabarîyê gorbuhuşt xênji lezeta ruhî, wê bo neslên me bibine serkanîya perwerdehîya welatparêzîyê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev