VEGOTİNA RAGİHANDÎ Û PİRRENGİYA RAGİHANDİNÊ Dİ ZİMANÊ KURDÎ DE

VEGOTİNA RAGİHANDÎ Û PİRRENGİYA RAGİHANDİNÊ Dİ ZİMANÊ KURDÎ DE

Mamostayê Université de Rouen Normandie,

endamê Komxebata KURMANCÎyê doktor Salih Akin

3 gotarên xwe yên bi  zanyarîyan va dagirtî ji bo malpera RIATAZA şandîye.

Em sipasîya wî dikin û îro nivîsa wî a sisîyan çap dikin.

Dr. Salih Akin

Vegotina ragihandî, û biqende wê nebe jî pirengiya ragihandinê di zimanê kurdî de, tiştê ku em dizanin, heta roja îro nebûne mijara lêkolînê. Nimûneya bi tenê ya vegotina ragîhandî ku me heta niha peyde kiriye di rêzimaneke kurdî (Bedirxan & Lescot, 1992) de ku bi awayekî pratîk tekane referansa hemî lêkolînên li ser zimanê kurdî ye. Ev nimûneya ku ji nûnerayetiya vegotina ragîhandî dûr e, xwe bi diyarkirina bikaranîneke gîhaneka kuyê nîşan dide, ku ew jî bikêrî şirovekirina vegotina neyekser tê (r. 272). Nebûna lêkolînê li ser vegotina ragihandî di zimanê kurdî de biqende rêzimanan di berhemên zimanasiyê yên li ser zimanê kurdî de jî xuya dike û wîha diyar e ku vî warê lêkolînê zêde bala kesî nekişandiye.

Helbet, ev kêmanî nayê wateye nebûna vegotina ragihandî û pirengiya ragihandinê di zimanê kurdî de, ku taybetmendiyên bingehîn ên hemî zimanan in.Lêhûrbûneke bilez a çend berhemên wêjeyî yên weke, çîrok, rojname û kovarên bi kurdî nîşan didin ku cihekî mezin ê peyvên kesên din, çi bi riya îmakirinê çi jî bi awayekî vekirî hatibin gotin di van berheman de heye. Ji aliyê din ve, naveroka daxwazên çandî û zimanî yên gelê kurd, ku çarçoveyeke wê ya girîng a vegotinî heye, cihê tevgera nebitenê vegotinên lidij an ligel doza kurdî, lê belê her wiha jî yê vegotinên ji ber dubendiyên û nakokiyên navxweyî yên civatê û pêkhatên siyasî yên cihê pêk tên jî ye.

Di vê nivîsa ku weke destpêkeka pirsa vegotina ragihandî ya zimanê kurdî ye de, em dixwazin taybetmendiya awayên ragihandina vegotinên kesên din diyar bikin. Em dê bi vî rengî formên zimanasiyê yên ku bi wan di zimanê kurdî de vegotina ragihandî tê rojevê şirove bikin û bizanibin bê ka di kîjan çarçoveyê de cîbicîkirina tabloya vegotina yekser (VY) – vegotina neyekser (VN) – vegotina neyekser a azad (VNA) dikare bibe.

 

  1. Aweyên ragihandina vegotinê

 

Daneyên ku em ê wan analîz bikin pirraniya wan ji vegotinan pêk tên ku li derveyî welêt hatine afirandin. Berhevoka tekstên ku em ê li ser lêkolînê bikin afirandinên vegotinî yên nivîskî ye. Ev tercîh ji bingeha xwe de ji ber cihê ku îşaretên tîpografiyê di warê destnîşankirina vegotina ragihandî de digrin tê. Berhevoka me ya xebatê her wiha jî ji berhemên wêjeya hevdem a kurdî, gotarên di kovaran û rojnameyan de û nameyên elektronîk pêk tên. Hemî vegotinên di vê lêkolînê de hatine analîzkirin bi zaravayê kurmancî hatine afirandin. Loma jî ev lêkolîn tenê bi zaravayê kurmancî bi sînorkiriye.

Ji bo wesifandina û dabeşkirina vegotina ragihandî di kurmanciyê de, em ê ji nimûneyên ku di zimanê fransî de hene îstifade bikin. Ev metod çend problemên zanyariyazanînê derdixe pêşiya me : berêxwedana analîzeke wiha, ango ku mirov ji tîpolojiyeke heyî dest pê bike, dikare bibe sedema ku tenê nimûneyên ji zimanekî din girtî (fransî), di zimanê ku tê lêkolîn (kurmancî) de derkevin holê. Lê bi raya me, nebûna hemî cure û nimûneyên ku dikarin bibin taybetmendiyên vegotina ragihandî di zimanê kurdî de, pêngaveke beramberkirinê ya wiha li ser mirov ferz dike. Em bawer dikin ku ev berêxwedan dikare derfeta saxkirina bide ku di kîjan çarçoveyê de tabloyaVY-VN-VNA dikare li zimanê kurdî bê tedbîq kirin û heke di vî zimanî de derfetên ragihandina vegotinên yên din hebin ku di fransî de tunebin.

  1. Pevgirêdana diyarbûna gotina yê din

Xebatên Birêz Bakhtine û J. Authier-Revuz ên ku em di vê lêkolîna xwe de xwe dispêrin wan pirengiya avaker a hemî vegotinan nîşan didin. Diyalojîzma bakhtînî, weke ku tê zanîn, dibêje ku vegotin ne tenê ji bo civatekê ye, lê ew her wiha di vegotinên din de jî derbas dibe: «hemî ravekirin ji xeynî xelekeke zincîra kiryara peyvê pê ve ne tiştekî din e. Her vegotina nuh ya beriya xwe dirêj dike, bi wan re dikeve devjengiyê, li benda reaksiyonên çalak ên têgihîştinê û li benda wê bixwe ye.» (Bakhtine, 1974, r. 105). Ev pirdengiya ku ji hemî hevkarîgeriya lêkerî nabe her wiha di serûberkirina wateya peyvan, cihê ku dengê yê din olan dide de jî tê dîtin.

Ji aliyê xwe ve, J. Authier-Revuzê ku vê diyalojîzmê weke yek ji bingehên fikirîna li ser xwepêşandan û pêşkêşkirinên di vegotina vegotineke din de dibîne, vegotinên derve weke di nav mijarê de û di nav vegotinê de jî wan weke mercê avaker ê hebûna vegotinê dihesibîne (1984, r. 99). Cotê pirengiya avaker / ji pirengiya nîşandayî ku, li gor wê, hemî vegotinê ravedike, diyar dike ku vegotina li ser tiştê berê hatiye gotin, ji berî de amade ye, berê hatiye avakirin ku bikar neyê, bêguman pirsa cihê yê din di vegotinê de neke tuneye. Heke pirengiya avaker – tê peyivîn, tê gotinpêvajoyên rastî yên avakirina vegotinekê destnîşan dike, têkiliya pirengiya nîşandayî bi pêvajoyên […] raberkirinê yên di vegotina avakirina xwe de re heye (id., r. 106). Ew li hemberî hebûneke tesbîtkirî, dîtî ya vegotineke din a di berdewamiya tekstê de tê û dibe du beşan: formên nediyar û formên diyar yan jî zelal. Formên nediyar dikarin li ser bingeha nîşanên tekstî yên cihê yan jî bi saya çanda hevebêjî (îmakirin, lihevnêrîn, henekirin, û hwd.) bên nas kirin, çawan ku formên diyar bi awayekî yek mane tên destnişan kirin. Ev dikare vegotineke yekser an neyekser, neynûk, şirovekirin be. Ew bi hemî nîşanên zimannasî û derzimanasiyê (şirove, neynûk, îtalîk) re tên destnîşan kirin ku bi wan vegotin bi awayekî zelal diyar dike ku gaziya xwe dibe hêmanên vegotinî ku li dervî wê dimînin. Di destpêkê de dê tesbîtên me li ser destnîşankirina van hêmanên derveyî, mana xwe li ser formên bi pirengiya nîşandayî diyarkirî bin. Bi rastî, heke hemî vegotin bi pirengiyê bê piştrastkirin jî, naverokên ku tê de dengê yê din cihekî bingehîn di vegotinê de digrin jî hene û divê weke xwe bên jêgirtin û dayin. Derfetên zimanasiyê dest didin ku mirov karibe di kurdî de, bilihevanîna ji nêzîk ve ya taybetmendiyên tîpolojiya VY-VN-VNAyê tiştekî gotî ji nû ve ravebike.

2.1. Destnîşankirina vegotina yekser

Lêkerê destpêker û nîşanên tîpografiyî

 

Heke ji aliyê tîpografiyî ve vegotina yekser du pevragihan – ya vegotina jêgirtî û ya jêgir – îfade bike, tê mana ku ew ji aliyê bikaranîna îşaretên cihê yên zimanasî û tîpografiyî ve hatiye destnîşan kirin. Her wiha, mana xwe lêkerê destpêker yê VY bi awayekî giştî li pêş hatiye bicih kirin. Di berhevoka me de, gelek lêker derfeta destpêkirina gotina kesê din didin: axaftin, anîn ziman, bilêv kirin, diyar kirin, daxuya kirin û hwd. Lê lêkerê gotinê ye yê ku ji dûr ve pirr tê bikar anîn, weke di jêgirtina li pêş de jî diyar dibe (peyvên reşkirî ji aliyê me ve tên destnîşan kirin) :

 

Gundogan dibêje : “Heger di klavya Fransiz de herfa (ı) hebûya me yê jî nuha bi îhtîmaleke mezin herfên (i) û (î) wek Tirkan bi şiklên (ı) û (i) binivîsandina”.[1]

 

Bi awayekî giştî, lêkerê gotin, di dema niha de, weke di vê mînakê de tê tewandin. Û bikêrî ragîhandina vegotinekê ji bo piştgirî yan redkirina biryarekê tê, carinan jî bi mebesta polemîkê pêk tê. Rojaneyiya axaftinên ragihandî bê şik hêmaneke serekî ya bikaranîna dema niha ye; her tişt weke ku gotûbêj«germagerma» di dema din a ravekirinê de ku mirov gotinên wê radighîne dom dike û derbas dibe. Li hemberî vê, di uslûba edebî de, dema ku ravekirin bûyerên qediyayî radighîne, lêkera gotinê weke di dema borî de tê tewandin.

Vegotina ragihandî weke jêgirtinekê di nav tekstê de hatiye bicih kirin. Ew hemî taybetmendiyên xwe yên hevoksaziyî yên destpêkê diparêze û di bin bandora tu diyardeyên ravekirinî yên vê cîguhaztinê yên weke destnîşankerên kesayetî, demî de namîne. Heke lêkerê destpêker bitenê ji xwe re ji nû ve çêkirina vegotinekê diyar bike, ew di nav vî tekstî de piştî du niqteyan di nav neynûkê de cih digre. Vatiniya wan ew e ku sînorê di navbera vegotina jêgir û vegotina jêgirtî de bi tîpografiyê bê eşkere kirin. Bi vî awayî, rê li ber tevlîheviyeke pêkan a van her du vegotinan de tê girtin. Tîreya serê rêzê jî her wiha dest dide ku mirov vegotineke ku bikaranîna wê xuya ye bi heman gûmana bi sînorkirina tîpografiyî ye bixe nav tekstê:

 

Gundogan dibêje :

– Wek tê zanîn di elfabeya Bedirxan de sê herfên bi kumik (û, î, ê) hene. Bi daktîloyê nivîsandina van herfan îşkenceyeke rastîn e.[2]

 

Her çend ku lêkerê destpêker bi awayekî giştî li pêş bicih bûbe jî, me di nav hin berhemên wêjeyî de tesbît kir ku ew her wiha jî dikare di pozîsyona hevoka navberê yan jî dawiyê de be:

 

Hesen bi çar fincana zivirî mizgeftê. Hacî Zorav qurçek li qehwa xwe da û oxînî kir. Destê xwe danî ser zikê xwe û miz da.

– Jiyan bê qehwe nabe Zibeyr, Hacî got. Bi serê bavê min, ez bê nan îdare dikim, lê ne bê qehwe.

– Bi a min, Zibeyr got. Tu tişt ciyê şorba kambax nagire Hacî.[3]

 

Bi alîkariya anîna serê rêzê ya tîreyê, her du beşên gotûbêjê xwedî lêkerekî destpêker ê di rewşa hevoka navberê de di kurdî de berevajî nebûye. Heke hevoka navberê bi ravekirinê re tevlî cîguhaztineke kirde û lêkerê bibe û hemleyeke vegotinî ya têkiliya vegotina jêgir/vegotina jêgirtî taybetî bike, mirov dizane ku li hemberî vê di fransî de hevoka navberê ya ne veguhastî di zimanê axaftinê de bikar tê û dikare bi armanca pêkanîna encamên stîlîstîk pêk bê (Rosier, 1999, r. 251). Lê tu lêrasthatineke hevoka navberê ya bi veguhaztina kirde û lêkerî di tekstê me yê lêkolînê de nehate dîtin.Ev nebûn bêgûman ji avasaziya qaideyî ya hevoka kurdî tê ku li ser mirov nîzameke kirde-lêkerî di her halûkarî de ferz dike. Ji ve jî wêdetir, di vegotina jêgir de hevoka navberê weke taybetmendiyeke berhemên wêjeyî yên li xerîbiyê ango derveyî welêt hatine afirandin û wergerandin xuya dike, ev rewş yek ji bandorên wêjeya biyanî ya li ser wêjeya kurdî ye. Bi rastî jî, M. Baksî, nivîskarê çî bigre deh romanan, 30 salên xwe yên dawîn li nefiyê, li Ewrûpa jiyaye. Heciyê Cindî, ku ew jî hevoka navberê bi heman awayî bikartîne, romana xwe Hewarî li Ermenîstanê nivîsiye (Weşanên Roja Nû, 1999, Stockholm). Rûbirûbûna wan a bi wêjeya welatên ku lê mane re bê şik ew tan dane ku awayên nivîsa wêjeyî ku wê demê di kurdî de tunebû qebûl bikin.

Di dawiyê de, lêkerê destpêker dikare bê taxîr kirin:

 

– Ha, – got,- erê, lê, niha dora min e, min hê gotina xwe xilaz nekiriye.

– Kerem ke, min gotê.[4]

 

Ji aliyê din ve, tevî ku di mînakên li pêş de, lêkerê destpêker bi neynûkê, du nuqte û tîreya serê rêzê hatibû destek kirin jî, ew ji wan vegotinan ku, weke di tekstê li jêr de jî diyar dibe pêyvên wê bi tenê bi bihnokê dikarin bên kêm kirin:

 

Elbet baş tê zanîn serok dibêje, baş bijî, baş evîndar be, baş şerbike. Meniya va gotinan pirr mezine[5].

 

Di encamê de, li pey lêkerê destpêker ku ya gîhanek dikare cih bigre, ku ew jî VY a bi ku pêk tîne:

 

Li ser bombekirina merkeza DEPê, Serokê DEPê Hatip Dîcle got ku “ev ji aliyê hukumetê ve hatiye plankirin û ji aliyê kontrgerilla jî hatiye tetbîqkirin”.[6]

 

Peyva jêgirtî ya bi du apostrofan (bihnoka ji jor de) nîşankirî, ku heman vatiniya wan a bi sînorkirinê weke ya neynûkan heye, xweseriya xwe ya hevoknasiyê diparêze. Lê gîhaneka ku vê rêzê bi formeke vegotina tevlîhev re lihev tîne ku ev jî bi awayekî giştî dibe taybetmendiya vegotina rojnamegeriyê: vegotina ragihandî ya bi awayê yekser ber bi awayê neyekser ve diguhere. Weke em ê di nimûneyên pêş de jî bibînin, bikaranîna kuyê bi rastî jî ji xeynî di vegotina ragihandî ya di rewşa neyekser de pê ve nepêdiviye, ku ev jî ji aliyê din ve di kurdî de pirr kêm tê dîtin. Bikaranîna kêfî ya kuyê ji aliyê din ve di heman gotarê hatiye piştrastkirin, ku di jêgirtinê de tuneye:

 

Dema ku Husamettin Cîndoruk nameya gazinan ji Parlamentoya Ewrûpayê re dişand, avahiya merkezî ya DEP’ê ya Anqerê jî dihat bombekirin. Hatip Dîcle got “ev bombekirin bersîva qerara Parlamentoya Ewrûpayê ye û dewlet mesûlê vî tiştî ye.”[7]

 

Lê, her wiha vegotinên ku di wan de lêkerê destpêker ê bêyî tu hevaltiya nîşaneke tîprêziyî jî hene:

 

Heta kû em bibêjin bijî Serok û nebêjin bijî Kurdîstan em tu carî bi sernakevin.[8]

 

Di eslê xwe de, bikarneanîna tu îşaretên tîprêziyî ji aliyê kesê ku van şîaran radighîne ve dikare fikra ku ew bi vî awayî dixwaze pêyvên ku radigihîne (bijî Serok) bike malê xwe bîne bîra mirov. Bikaranîna peyva em, ku, ji xeynî bêjer ve, her wiha jî, di pevgirêdana afirandina vegotinê de xwe digihîne şervan û hezkiriyên PKK (Partiya Karkirên Kurdistanê) û tê mana kirpandina vê întibayê. Di rastiyê de, ev stratejiyeke vegotinî ye ku baş tê zanîn, ango xwemalîkirina vegotinekê ji bo baştir redkirina wê ye. Bi şîareke PKKê ketina nava şerekî vegotinî, ev stratejî derfetê dide ku nebûna gotina din (bijî Kurdistan) bê şermezar kirin. Ev rêzkirin nîşan dide ku bi tenê arasteya wateyî dest dide ku vegotinên ragihîner û ragihandî yên li pey hev rêzkirî ji hev derxe û cihê bike.

 

Jêgirtina vegotina yekser a bê lêkerê destpêker

 

Di encamê de, em ê jêgirtina vegotina yekser a bê bikaranîna lêkerê destpêker jî ravebikin. Ev stîl weke taybetmendiyeke vegotina wêjeyî xuya dike ku tê de nebûna lêkerê destpêker diyar e ne bi tenê ji bo aboriyeke zimannasiyê, lê her wiha jî bi armanca afirandina bandoreke rewanbêjiyê ye :

 

« We bihîstiye ka kî hatiye bajarê me û bi cih bûye? »

« Dibêjin, alîmekî ji Mabeynê ji Saraya Ali Osman hatiye… »

« Na, na, ne ji Mabeynê, dibêjin ew şoreşgerekî ye, şoreşgerekî mutexes. »

« Ne alîm, lê hozan. »

« Na, ne hozan, lê nivîskar û musiknas »

« Ne nivîskar, lê siyasetçî.. »

« Axirrr… Dibêjin, merivekî pak û rind e. »[9]

 

Peyvên ragihandî yên bi alîkariya neynûkan ketine nav nivîsê, bi kirpandina ne-girêdayîbûna jêderên diyarker pirdengiyeke pirr bihêz pêk tînin. Ji vê jî bêtir, vegotina ragihandî ya bi awayê yekser bixwe jî bi vegotinên din re dibe yek, li vir jî dîsa ev yek bi jêderên diyarker ên nediyar re dibe. Bikaranîna sazkirina peyva dibêjin, di çarçoveya ku ew dest bide ku mirov vegotinekê têxe navê de, ji ber pirengiya diyarkirî tê. Bikaranîna pirranî pirdengiyê xurttir dike. Ew derfetê dide ku mirov karibe vegotinekê bêyî agahdariyeke zelal ragihîne. Ev bîrûbaweriyeke hevpar, jêdereke raveker a qatbiqat e, himehimeke dengan a ku sazkirina peyvê îma dike.

Ji aliyê din ve, ev hevok bi tu kirde ve nayên girêdan. Bi vî aweyê bikaranîna lêkerekî destpêker hewce nabe û rêzkirina tevlîkirinên li jêr hêsan dibe. Bandora stîlî ya pêkhatî ya ravekirinekê ye ku, întibaya girtina ser xwe xwe bi xwe dide, derfeta jinavêbirina nivîskarî dide.

2.2. Vegotina neyekser: kategoriyeke ku nû derdikeve holê

Di berhevoka teksê me de, vegotina neyekser, bitaybetî jî ya bi gîhaneka ku, kêm xuya dike. Berhevoka me ya ji berhemên wêjeyî bê par, ji aliyê devkî ve jî qet nehatiye tesdîq kirin: weke mînak, di tomarkirineke sitraneke menzûm a saet û nîvekê de, ku li ser jiyana jineke kurd hatiye gotin, tevî ku awayê yekser tekane navgîna ya ragihandina peyvên kesên din e, tu bikaranîneke awayê neyekser nehatiye dîtin. Bikaranîna wê ya çî bigre taybetî ya di warê nivîsa rojnamegeriyê de, ku di heman demê de taybetmendiya wê ya bitenê ye, ku ragihandina vegotinekê ya di çarçoveyeke şirovekirin û ravekirinê de ye û derfetê dide ku mirov wê weke kategoriyeke li ser riya diyarbûnê bifikire.Ev avakirina awayê neyekser ê ku bi rê de ye, di çarçoveya ku derketina holê ya rojnamegeriya nivîskî ya bi kurdî di destpêka sedsala 20ê de ye, di vegotina rojnamegeriyê de êdî mirov şaş û mat nake[10].

Lêkolîneke li ser çend gotarên di rojnameya Rojevê de her wiha nîşan didin ku ev rojname stîla neyekser bikar tîne. Lê diyardeyên hevoknasî û ferhengî yên ku rê didin ev stîl têkeve ziman ji biîstiqrarbûnê hîn jî dûr in. Weke nimûne, tevî ku rêziman rola ketina nav ziman a vegotina neyekser dide wê jî, bikaranîna gîhaneka kuyê weke tercîhekê xwîya dike (Bédir Khan & Lescot, 1992) :

 

Wezirê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Rumsfeld diyar kir, ku ewê êrîşên xwe li ser Afganîstanê bidomînin. Wezîrê Parastinê Rumsfeld got, hedefên hêzên Emerîkî û Îngiliz ên li Afganîstanê tenê leşkerî ne. Wezîrê Parastinê îdîa kir ku di operasyonê de sivîl ne hatine kuştin[11].

 

Heke îfadeyên yekê û sisiyê gîhaneka kuyê bikar bînin jî, ew di ya duyê de tuneye, li şûna wê lêkerê gotinê bikar hatiye. Lêkolîneke bi destekî sivik a li ser çend pevgirêdanên bikarhatî, di rojnameya Rojevê de, lêkerên destpêker ên awayê neyekser ên weke dan zanîn, dan xuyakirin, îdîa kirin, diyar kirin, şîrove kirin nîşan didin ku, tevî em tucarî piştî lêkerê gotinê li kuyê rast nehatine jî, gelek caran li pey van gîhaneka ku tê. Heke rêziman bikaranîna wê pêşniyaz bike jî, di çarçoveya ku ew derfeta jinavêbirina du hevokan bide de ye. Lêbelê, mirov di vê rojnamê de bikaranîna bihnok piştî lêkerê destpêker dibîne, ku fonksiyona wê weke ya nîşankereke bi sînorkirinê ya di navbera vegotina ragihêner û vegotina ragihandî de ye. Bikaranîna nîzamî ya vîrgûlê piştî lêkerê destpêker ê gotinê dibe sedema fikirîna ku dema ev lêker bi kêrî xistina awayê neyekser bê, meyla wê ya cihê gîhaneka ku bigre heye. Divê em vê jî bêjin, ku virgula li pey gîhaneka kuyê bixwe tê, weke di ravekirina yekê de, ew weke ku dixwaze bi sînorkirinê bikirpîne.

Digel vê yekê, diyarbûna temamnebûyî ya awayê neyekser xwe her wiha bi peyvên nû yên lêkerên destpêker de nîşand dide ku ji xeynî nivîsên rojnamevaniyê pê ve li dereke din bikarnayên. Weke nimûne destnîşan kirinê, di rojnameya Rojevê de em dibînin ku gelek caran hatiye bikaranîn, di vî warî de bi taybetî jî pirr balkêş e. Ev peyva ku ji sê peyvan (dest / nîşan / kirin) pêk hatiye, bi temamî tê wateya nîşan danê, bi dest nîşan kirinê. Lê girêdanên bikaranîna wê diyar dikin ku wateya wê ya di nivîsên rojnamevaniyê de dê bêtir bi wateya binxêzkirin, bal kişandinê bin.

 

 2.3. Vegotina neyekser a azad

Vegotina neyekser a azad bi taybetî jî di berhemên edebî de, di pevgirêdanên dema ku nivîskar bi awayekî fikrên qehremanên xwe «dixwîne», bi peyvên wî diaxive de xwe nîşan dide. Ew di hevokên serbixwe de, weke di tekstê li jêr de bêyî ku mirov wan bi hevokeke din ve girêde li xwe rast tê:

 

Paştra jîyana wî ya Pêşmergayetî hate ber çavên wî, bi roj xo li nav deverên daru-bar, di nava çolî da vedişart bi şevê jî li gundan digerîyan, li gel miletî diaxiftin û gîyanekî netewayetî avadikir… Carê bi roj dimeşîyan carê jî şikeftek dibu mala van. Gelek zahmetî dîtibun, carê birsî mabun bi rojan, carê jî av peyda nekiribun bo vexwarinê[12].

 

Para awayê neyekser ê azad berî ravekirinekê tê, ku mercên lêzêdekirina dengê şexsê ava dike. Lêkerê hatin ber çavandi demeke paşerojê ya kesî de radiweste ku dê ew dem bê ravekirin. Tevî ku serpêhatiya kesî weke bi peyvên wî hatibe ravekirin jî, mirov dibîne ku hin cîguhaztin pêk tên. Her wiha, diyardeyên kesî yên kesê 1ê yê pirjimar, weke di vegotina neyekser de derbasî kesê 3yê dibin. Dîsa em dibînin ku, ragihandina peyvên şexsê ne mewzûbahs e, lê peyvên wî bi awayekî tên pêşkêş kirin. Di vê beşê de, raveker vegotina şexsê digre ser xwe û misoger dike. Her du demên raveker bi awayekî dibin yek da bitenê bihêlin ku dengê şexsê bê bihîztin.

Lê axivêr / ragihîner dikare her wiha jî mesafeyeke pirr bixe navbera vegotina xwe ya jêgir û peyvên kesên din. Em di vegotina siyasî ya kurdî de jî vê yekê dibînin, ku awayê neyekser ê azad destûra zelalkirina giştî ya vegotina siyaseteke dijminane ya li hemberî Kurdan jî dide:

 

Dewlet niha tiştekî difikire : Wê çawa ji bo polîtîkên xwe, Kurda ahengdar û bêdeng bike…Ya diduya, divê YE jî qebûl bike. Hesaba Dewleta Tirk, Kurd ev polîtîkaya tarî bila bipejirînin, YE jî bêdeng bimîne[13].

 

VNA her car beriya beşeke pêşkêşker tê. Bikaranîna lêkerê fikirînê û bi sînorkirineke tîpografîk (du nuqte) di perçeyê yekê de diyar dike ku axivêr dê fikrên, ku ew dê wan bîne ziman ragihîne. Pevgirêder ya diduya derfeta li dûv hev rêzkirina di para duduyê de dide û kurtehevoka hesaba Dewleta Tirk di yê sisiyê de bi kêrî bicîhkirinaencama fikrên ragihandî tê. Ev beşên pêşkêşker nebitenê destûra îfadekirina fikran, her wiha jî sipartina wan a Dewleta tirk didin. Axivêr fikrên ku dibêje qet jî naparêze, lê wan di pêvajoya argumanker de bikar tîne. Ev jêgirtin dişibe bi peyvê îfadekirina dîmenên siyaseteke ku xwedêgiravî nehînî û veşartî ye, bêyî ku mirov karibe di warê vegotinî de, rastiya wê ya materyalî piştrast bike.

2.4. Xwe bi xwe û di dilê xwe de : monologa hundir yan vegotina neyekser a azad ?

Her çend ku heta niha tesnîfkirina beşan problemekî taybetî dernexistibe jî, di encamê de me hin zahmetî di diyarkirina hinek beşan de dîtin ku du formul bikar anîbûn. Ev her du formul xwe bi xwe û di dilê xwe de ne.Ya yekê dikare weke ji xwe de û ya duduyê weke di hindur an di nava xwe de bê ravekirin. Ev formul bi kêrî ravekirina vegotinan an birûrayên kesan tê ku bi awayekî zelal jê re bûne mal. Ev beş ji aliyê tîpografiyî ve hatine bi sînor kirin (bi neynûk an du nuqteyan) û vebêjer ew girtine ser xwe ku wan bi bikaranîna lêkerekî destpêker ji xwe dûr dike:

 

Xwe bi xwe : « Mal ! » got, û beşişî. Gotinên ramanwar ku li ber deriyê dîskotekê bi bîr anî bûn di serê wî de carek din derbas bûn. Dîsan xwe bi xwe : « Lê nuha ez mîna keftarekî berî deqeyekê dixwazim xwe bigihînim hundur, bêdengî û tenêtiyê ! » got.[14]

 

Li pey her bikaranîna xwe bi xweyê du nuqte û neynûk tên û beşên ragihandî avasaziya xwe ya hevoknasiyî û ragihandinî diparêzin. Ev awayên ku bi taybetî jî xusûsiyetên vegotina yekser in bi lêkerekî destpêker ê li dawiyê diyarkirî zêdetir tên dupatkirin. Lê gelo ev tiştê mewzûbahs bi rastî jî vegotina yekser e? Divê em li vir du awayên din ên vegotinê bibîr bînin ku derfeta ragihandina peyva şexsê din dide mirov : monologa hindurîn û vegotina yekser a azad, ku ji aliyê L. Rosier ve (1999) di nav pirsgirêka vegotina ragihandî de hatiye bi cih kirin. Bi rastî jî, bikaranîna xwe bi xweyê weke ku mirov xwe bispêre monologeke hindurî ye, ev awayê vegotina yekser berêxwedana kesî ya xwe bixwe ye (Maingueneau, 1999, r.112). Ev beş diyardeya vegotineke bêguhdêr ravedike ku şexs pê fikra xwe ya herî kûr a di dilê xwe de, ku nêzîkî neliserheşêxwebûnê ye tîne ziman, weke ku ev îfade jî nîşandide : Peyvên fikirî yên ku li devê deriyê diskotekê bibîrhatibûn careke din di heşê wî re derbas bûn. Peyvên ragihandî li bendî bersivê ranawestin, diyar e bi astengiyên li pêş guhaztinên zimannasiyê ve girêdayî namînin, ji ber ku ev yek ji taybetmendiyên bingehîn ên vegotina yekser e. Tevî ku yê navborî di beşê lêkolayî de eşkere xuyaye jî, yek ji taybetmendiyên monologa hindurî nebûna vebêjer e. Ji aliyê din ve, em dizanin ku vegotina yekser a azad bi nêrîneke şirovekerî ya vegotineke jêgir û vegotineke jêgirtî tevlî vê yekê dibe (Rosier, 1999). Her çend beş vê taybetmendiyê nîşan bide jî, ew her wiha nîşanên tîpografiyî û lêkerekî destpêker jî digre nav xwe û ev taybetmendî jî wê ji vegotina yekser a azad bidûr dixin. Îcar ev jî bi mirov wiha xuya ye ku êdî ne dibe VY, ne jî VYA, lê belkî bêtir dibe monologa ragihandî, ku D. Cohn (1981, r. 26) li ser xebitiye. Bi rastî, her çend peyv vegotineke hindurî ravebikin jî, her weke ku girtina wan a ser xwe ji aliyê raveker ve jî nîşan dide, armanca wan ragihandina vegotinê ye. Em niha jî li beşeke din, ku vê carê, her du formul yek li dûv ya din hatiye bikaranîn binêrin.

 

Bêguman kêfa wî pir ji wê nameyê û ji hatina hewqas xwezgînî re hat : Ji xwe ez jî li yekî mîna Kurzad Paşayê Rojhilatê digeriyam, ku Şîlana xwe bidim kurê wî… Xwe bi xwe got û di dilê xwe de dubare kir[15].

 

Tevî ku nebûna neynûkan bi sînorkirina tîpografiyî ya di navbera vegotina ragihîner û ragihandî de lawaz dike jî, weke ku li jor piştî du nuqteyên bitenê hatiye danîn, beşê ragihandî dest dide ku mirov bibîne bê çawa ew hemî taybetmendiyên ravekirineke VY li gel sêberiya diyardeyî ez-niha-vir nîşan dide. Lê weke beşê li pêş, diyar e ev jî ji monologa ragihandî ya bi formula di dilê xwe de berfirehkirî tê.

  1. Awayên nenîşankirî yên pirengiya nîşandayî

Em dê di encamê de li awayên nenîşankirî yên pirengiya nîşandayî jî di analîza gotareke de bikolin ku diyar e pirengî xwe bi awayekî giştî bi tinaz û îmakirinê nîşan dide. Gotara ku di rojnameya kurdî Roja Teze (sibata 2000ê) de belav bûye û bi rikeberiya xwe ya li dijî siyaset û stratejiyên PKKê tê nasîn û ji ferhengokeke piçûk pêk tê ku çend jimareyên peyvan û ravekirinên wan digre nava xwe. Em dê li jêrê ji van her du peyvan şirove bikin :

 

Xayin : Kesê ku wek te nake û wek te nafikire. Wek nimûne : Gor dewleta Tirk, Kurdê ku heq dixwaze û Tirkê ku piştgirîya wi dike. Gor hin partiyan jî kesê ku wan rexne dike.

 

Xilaskirin : Nehiştin e. Wek nimûne : Şekirê me xilas bû. Yan jî : hin partî hin milletan xilasdikin.

 

Peyva yekê di serî de vegotina karbidestên tirk û yên PKKê ravedike. Di pevgirêdana siyasî ya kurdî de, ravekirinên ku nivîskar ji bo van peyvan dike bi nisbet dewleta tirkî ne tiştekî nû ye, lê nerîneke binavkirina tawanbarker a ku baş tê zanîn dubare dike. Lê tiştê ku li vir nû ye, ji aliyekî ve berwariya di navbera eyarkirina wateya peyvê ya ji aliyêdewleta tirkî ve pêkhatî û ya sipartî hin partî, hin kesan û ji aliyê din ve jî, lihevanîna wateyên nû di eyara wateya peyvê de.

Dîsa, peyv her bi vî awayî jî Kesê ku wek te nake û wek te nafikire hatiye ravekirin. Mînak dayin destûra ji hev zelakirina jêderên raveker dide. Her çend têgeha dewleta tirk a navborî vekirî be jî, ya hin partiyan ne zelal e. Pevgirêdana afirandinê dest dide ku mirov partiya îmakirî ya vê destnîşankirinê nas bike. Di vê rewşê de, her çend ku forma pirjimariyê bê mana giştîkirinekê jî, partiya navborî PKK ye. Bi rastî jî, di vegotina vê partiyê de, ne tenê Kurdên ku weke wê nafirkirin, her wiha jî hemî kesên din ên ku stratejiyên wê rexne bikin dibin armanca van peyvên çort, ku dewleta tirk bixwe jî ji hemî Kurdên ku ji bo mafên xwe têdikoşin dibêje.

Peyva duduyê xilaskirin bi taybetî di vegotina medyayên PKKê de tê bikar anîn. Ev peyv pirwate ye, li gor rewşê tê maneya rizgarkirin, (ji xeterekê) xilaskirin, bidawîanîn, temamkirinê. PKK vê peyvê bi wateya wê ya serekî (rizgarkirin) bikar tîne, ku ew rolekî girîng di seferberkirina Kurdan a têkoşîna çekdarî ya 15 salan a li bakurê Kurdistanê de dilîze (ji 1984ê heta 1999ê). Li gor vê têgehê tiştê mewzûbahs rizgarkirina welatê Kurdan ji dagîrkirina Tirkan û gelê kurd ji binpêkirina mafên zimanî û çandî ya ku li Tirkiyeyê her roj rû bi rû dibe ye. Lê li gôrî hin derdorên ronakbîr û partiyên kurdî, têkoşîna PKKê bi kêrî başkirina mercên jiyana Kurdan li Tirkiyeyê û naskirina wan a li vî welatî nayê, lê berevajî vê ev yek ji karbidestên tirkî re dibe mahne ku pê li dor 4 hezar gundî hilweşînin, 3 milyon kurdî ber bi rojavayê tirkî de koçber bikin û bihezaran ronakbîr, rojnamevan û mamosteyên kurd bikujin.[16] Ji ber vê sedemê ye ku van derdorên ronakbîr û van partiyan dest pê kirine û vê peyvê bi wateya bidawîanîn, temamkirinê bikar tînin. Mana xwe bidawîanîn û temamkirina gelê kurd bikar tînin. Vegotin vê wateya peyvê esas digere: hin partî hin milletan xilasdikin (hin partî dawiya hin gelan tînin). Weke ku di gelekî zimanan de, rengdêrê hin derfeta îmakirina jêdereke dide ku mirov naxwaze navê wê bide. Lê bi awayekî giştî, bikaranîna wê têr dike ku, pevgirêdana afirandinê ya alîkarê têgeha navborî bête nas kirin. Heke bi vî awayî hin partî qesta PKKê bikin, hin millet jî bêgûman gelê kurd ravede.

Em di van formên pirengiyê yên nediyarkirî de vê dibînin ku, mesele diyarkirina jêderke raveker bêyî binavkirina wê, ragihandina vegotinên din bêyî ku mirov wan vekirî bispêre ye.

  1. Ji bo biryar nedanê

Hin aliyên lêkolîna me berfirehkirin û pêşxistinê li me ferz dikin ku me nikaribû li vir ev yek bikira. Ev lêkolîna li ser formên ku vegotina ragihandî ya di kurdî de digre hatiye kirin derfetê dide ku tevî vê jî mirov tesbîtên li jêrî bike.

Vegotina ragihandî ya di kurdî de modêlên heyî teyîd dikin ku hîn berê lêkolîn li ser wan bûne. Ji nav sê modêlên ceribandî (VY-VN-VNA), tevî ku VNA weke taybetmendiyeke wêjeya nivîskî xuya dike jî, diyar dibe ku VY e ya ku ji nav hemî formên ragihandinê yên nivîskî herî bêtir hatiye bikaranîn. Destnîşankirina ji aliyekî ve diyarbûna berdewam a vegotina neyekser û ji aliyê din ve nerojenebûna vegotina yekser a azad di tekstê me yê berhevkirî de mimkun e. Ji aliyê din ve, her çend bandora wêjeya biyanî li ser nivîsa edebî ya kurdî bi taybetî jî di berhemên nivîskarên ku li derve dijîn de hebe jî, em dibînin ku ev tesîr bi taybetî jî xwe di helwesta lêkerê destpêker de nîşan dide.

 

ÇAVKANÎ

Akin S.,1997,Le kurde : formes de survivance d’une langue interdite, Proceedings of the 16th International Congress of Linguists, Pergamon, Oxford, paper n°0081.

– 1999, Le kurde devant les tribunaux : France et Turquie, Actes du Colloque Internationale Langues et Droits, Langues du droit, droit des langues (Université de Paris-10, octobre 1998), éditions Bruylant, Bruxelles, r.87-95

authierJ. R., 1984, Hétérogénéité(s) énonciative(s), Langages, 73, r.98-111

– 1995, Ces mots qui ne vont pas de soi. Boucles réflexives et non-conïncidences du dire , éd. Larousse, tome 1-2, 869 r.

Bakhtine M., 1977, Le marxisme et la philosophie du langage, Ed. de Minuit, 233 r.

Bédir Khan E. DJ. & Lescot R., 1991, Grammaire kurde (Dialecte kurmandji), éd. Jean Maisonneuve, Paris, 371 r.

Blau J. & Barak V., 1999, Manuel de kurde kurmanji, L’Harmattan, 225 r.

CohnD., 1981, La transparence intérieure, Seuil, Paris

Leth-andersen H. (à paraître ), Le choix entre discours direct et discours indirect en français parlé : facteurs syntaxiques et pragmatiques

Maingueneau D., 1999, L’Enonciation en linguistique française, Hachette Supérieur, 155 r.

– 1993, Elémentsde linguistique pour le texte littéraire, Dunod. Paris, 203 r.

Marnette S. (à paraître), Du discours insolite : le discours indirect sans que, French Studies.

Pirbal F., 2000, Quelques considérations sur le développement de la littérature kurde au Kurdistan d’Irak entre 1991-1999, Etudes kurdes, n°2, r.35-42

Qanate K., 1991, Gramera zmanê kurdî : kurmanci-sorani [La grammaire de la langue kurde : kurmanci-sorani], Editions Koral, Istanbul, 335 r.

– 1983, Tarîxa edebiyata kurdî [Histoire de la littérature kurde], Editions Roja Nû, Stockholm, 366 r.

Rosier L., 1999 : Le Discours rapporté; Histoire, théories, pratiques. De Boeck-Duculot. Paris – Bruxelles, 325 r.

 

[1]Zinarê Xamo, Zanîna kêm, zimanê dirêj  (http://w1.815.telia.com/~u81502482/zinar/nivisar/148zaninakem.html)

[2] Idem.

[3] Mahmut Baksi, Gundikê Dono, Orfeus, 1998, Stockholm

[4] Heciyê Cindî, Hewarî [Navê 12 Îmamên pêşî yên ku bi Îsa bawer bûne], Weşanên Roja Nû, 1999, Stockholm, r.179

[5] Foruma minaqeşeya Înternetê (2/02/2001) : http://f17.parsinomy.net/forum29768/messages/110.htm

[6] Rojnameya Armancê, n°146, çileya paşîn – sibat 1994, Stockholm

[7] Rojnameya Armancê, n°146, çileya paşîn – sibat 1994, Stockholm

[8] Foruma minaqeşeya Înternetê (02/02/2000) : http://f17.parsinomy.net/forum29768/messages/111.htm

[9] Mehmet Uzun, Siya Evînê,Weşanên Dozê, 1992, r.28)

[10] Rojnameya yekêya kurdî bi navê Kurdistanê derketiye, 1908-1909, Stenbol.

[11]Rojev, 9/10/2001

[12] Hale Revin, Mizgîniya Azadiyê, 15/03/2001, Foruma kurdî : http://www.anamozaik.net/forumlar/mesaji/189.shtml

[13] Mahmut Kilinç « Gera Balyozên biyanî û hêrsbûna Devleta Tirk », RojnameyaRoja Teze, hezîrana 2000ê

[14] M. Ali K. “Xewneke Şeva Zivistanê”, kovaraWan, n°4, 1992, Stockholm

[15] Zeynelabidîn Zinar, Kadîna Mişkan,  Pencînar, 1993, Stockholm, r.23

[16] Li rapora Konseya Ewrûpî ya di navnîşana Înternetê ya malpera wê de: http://stars.coe.fr/doc/doc98/FDOC8131.HTM û gotara me ya li ser vê raporê (Akin, 2000) binêrin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev