Kî Rojeva Kurdistanê çêdike?

Kî Rojeva Kurdistanê çêdike?

Sheyhmus Özzengin

Di van rojên ku cîhan bi Şewbe Koronayê ve eleqeder in û metirsîyek mezin li ser jîyana mirovan heye, her kes bi xwe mijûl e. Dewletan sînorên xwe girtin, çûn û hatin qedexe kirin. Mixabin dijminên me, di van mercên xerab de jî tenê bi neyartîya Kurd û Kurdistanê tevdigerin. Em her di hesabên dijminan de ne, li hêleke kurdan ya zeîf digere, ku derbê lê bixe.

Dewleta Îraqê balansên wê yên civakî hilweşîyane û ne mûmkûn e ku carek din ji vê helwestê “dewleteke Îraqî” ava bibe. Dewlet, bi mejîyê dewletbûnê, li ser esasên avakirina aşitîyek civakî û piralî têt avakirin, ku mafê herkesî di bin baskê wê de derkeve asteke parastinê. Navê vê destûr e, ku her kes li gor destûrê sînorê xwe bizanibe.

Îraqê aşitîyeke civakî ava nekir û destûra hevpar binpê kir. Ji bona sazîyên civakî, ku bi destûra giştî re civakê hinbêz bike, Îraqê bingeha hizbî, mezhebî ava kir û hêzên asayîşê û çekdar jî bi van hêzan ve girêda. Îran bi rêka van partî û hêzên mezhebî bû desthilatdar li ser axa Îraqê.

Beşek ji Kurdan jî her hemahengî û yekrêzîya kurdan a sîyasî binpê kirin û li gor berjewendîyên Îranê, di nav Îraqê û Kurdistanê de tevgerîyan. Karê Îranê li ser axa Îraqê û Kurdistanê hêsan kirin.

Bi mehane Îraq nikare serokwezîrekî hilbijere û hikûmetê ava bike. Lê hêzek zînde di nav Îraqê de tevdigere û her kurdan û destkevtinên Kurd û Kurdistanê dike hedef. Ji ber ku Herêma Kurdistanê bi ser Îraqê ve girêdayîye, dahatên Kurdistanê ji Îraqê tên; wek Muçeyên karmendên dewletê, butçeya hêzên Pêşmergan û Asayîşê. Lê bi salan e ev her tehdîd in li ser Kurdistanê û wek pirsgirêk dom dikin. Ev îspat dike ku li gor destûrê ne mimkûne, ku Îraq tevbigere. Ji ber ku îradeya ku destûrê derbasî jîyanê bike û xwedî lê derkeve nehatîye avakirin. Îradeyek mezhebî, partîzanî, gendelîkar, ku di bin baskê Îranê de tevdigere heye û beşek ji kurdan jî bi van re di nav van armancan de her îradeya miletê Kurd binpê dikin.

Tam di vê dema bi pirsgirêkan piralî, Îraq dîsa dest dirêjî mûçe û butçeya herêma Kurdistanê kir. Li herêma Kurdistanê jî, ji dêlva karmendên dewletê û kesên ku Mûçe digirin vê helwesta Îraqê bikin hedef, hikûmeta herêma Kurdistanê kirin hedef. Li Silêmanîyê dîsa bû qîreqîra wan kesên ku dibêjin “mûçe, mûçe”(!) Lê nayê bîra wan, ku ev pirsgirêkek sîyasî ye û bi Îraqê û helwesta Îraqê li henber Kurdan ve girêdayîye. Serê avê di destê Îraqê de ye û Îraq kengî bixwaze dikare avê qut bike. Divê ev rewş bêt giftûgo kirin û li çareyek sîyasî bêt gerandin. Ev jî daxwaza ji Îraqê veqetandinê û avêtina gavên dewletbûnê ne.

Bi vê pirsgirêkê re YNK Mistefa Selîmî radestî Îranê kir. Mistefa Selîmî li Îranê hat sêdarkirin. Çi berjewendîyên YNK hebûn, ku kurdekî zîndanî, sîyasî ji bona sêdarkirinê teslîmî Îranê bike hebû?

Qelemşorên PKK li Lîbyayê ji xwe re Kurdek dîtin û bi nasnameyek sexte, di medîya xwe de avêtin rojevê ku “Kurd kirêker in”(!) û bi vê nûçeyê re êrîş anîn ser Pêşmergên Roj, ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanîyan. Lê YNK ji van êrîşan azad hiştin. Çi berjewendiyên kurdan di vê nûçeyê de hebû?

Tiştek din anîn rojevê: Li Zêneya Wertê pirsgirêkê Asayîşê hebûn û wezareta pêşmergan (ku ev wezaret di destê YNK de ye) biryar girt ku hêzeke asayîşê bişîne herêmê. Berdevkên YNK, medya PKK bi yek devî û li gor stratejîyekê êrîş anîn ser PDK û malbata Barzanîyan. Çi nema, ku negotin û bi vê re jî şer îlan kirin. Hemû gur, wawîk û rovîyên xwe, keftarên xwe xistin tevgerê û rojevek wilo çêkirin ku “wê di nav kurdan de heman şer destpê bike”(!) Çi berjewendîyê kurdan di vê hemahengîyê de hebû?

Tam di vê germaya alozîyên ku bi sîstem û pîlan hatin çêkirin re, li Îmralî jî telefon dan destê Abdullah Ocalan, ku ew jî wek “serokê giştî”(!) şîretan li Kurdan bike, ku “bê yekitî û aşitî” nabe.

Wek ku em dizanin, Abdullah Ocalan di destê dewleta Tirkîye de ye û dema ku Abdullah Ocalan mesajek, ku li hesabê dewleta Tirk neyê, dewleta Tirkîye nahêle ew mesaj derkeve. Di vê demê de derxistina Abdullah Ocalan li hesabê dewleta Tirkîye hat, ku telefon dan destê wî û bi rêya birayê xwe mesajên ku jê dihatin xwestin da.

Esas rojev çi bû, bi rîya YNK û PKK rojev çawa serûbin bû?

Rojeva Îraqê û rewşa Herêma Kurdistanê, pirsgirêka herî mezin e. Ev rojev, rojeva Kurdan, a ku bi salane dom dike, ku Kurd mecbûr in gavên dewletbûnê bavêjin. Eger Kurd bi hev re hemahengî û yekrêzîyekê nehonin, mercên wan, ku van destkevtinan jî biparêzin namîne, wê wenda bikin. Ev êrîşên tên ser Kurdistanê, armanca wan şikenandina vê îradeyê bi xwe ye.

Ev jî tê wateya ku ev fersend di destê kurdan de heye. Lê hinek hêzên di nav kurdan de, bi hemahengî û xwestinên dijminan tevdigerin û dixwazin ku, pêşî li vê armancê bigirin. Ji ber wê jî her hikûmetê, hêzên dewletê û damara netewî dikin hedef, ku pêşîya gavên netewî bên girtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev