Serhildana Êzdîn-Şêr-Beg di sala 1854-an

Serhildana Êzdîn-Şêr-Beg di sala 1854-an

Kerem bikin, mêze bikin di nava kurdên Ermenîstanê da

xortên çawa digihîjin û dibin berdewamkarê şuxulê ku ronakbîrên me

yên binavûdeng bi dehan salan kirine. Nivîsa wî xortê delal wek hatîye nivîsar em çap dikin,

bi hêvîya ku kurmancîya wî a nivîskî her here dewlemendtir û xweştir bibe.


T’orinê Bûdî Kurdî

Di sala 1834-an, Mehmed Reşîd Paşa, bi artêşeke, ku piştî şerê Misirê yê Mehmed Eli, rizgar bû, li seranserê Kurdistana Tirkiyê meşand û komkujiya serhildanên Kurd pêk anî. Her deveran Kurd hatine kuştin û qewirandin. Ji wê hingê va Kurd êdî xuya nekirin û tenê li çiyayên li başûrê gola Wanê, û li Hekarê de serxwebûna serwerên mîrasa paşîn ne hate şikandin. Li vir, bavê Êzdîn-Şêr, serokê Hekarê, yê ku xwedanê bandoreke pir mezin bû, di demeke kin da, piştî çûyîna leşkerên tirk, tevahiya Kurdistanê kir bin destê xwe. Ji tirsa hêzbûna zêde ya bavê Êzdîn-Şêr, rayedarên tirk piştgirî dan dijberê wî, birayê wî Bedir-Xan, bi hêviya ku nakokî di navbera Kurdên Hekarê de bicîh bibin, lê hesabên wan çênebûn.
Bedir-Xan, dibe serokê Hekarê, û xwe weke mijara Sultan nas dike, lê mîna birayê xwe, wî jî dixwest ku parêzgehên xwe bi tevahî îdare bike. Lê bavê Êzdîn-Şêr, û Êzdîn-Şêr bixwe, dijminatiya hukumeta tirk dikin û hewl didin, ku demeke herî krîtîk da, wê tolê hildin.
Rêveberiya Bedir-Xan ji lêdanên xirîstiyanan va hate nîşankirin. Wê demê li deverên jorîn, yên di destpêka çemê Zapê da, li navçeyên Tîyarê û Txoma, civatên xirîstiyanên Xaldêyî (bawerîya Nêstorîanî) dijiyan, yê ku xwe wek dûndana Asûrîyên kevnar nas dikirin. Asûrîyên kevnar ji hêla kal û bavên xweva dihatin rêvebirin û drav didane Kurdên cîran, hema serxwebûneke tam xweş wergirtibûn û dewlemendiyeke girîng bidest xistibûn.
Hela di destpêka sed sala 19-a, salên 30-yî da, mîsyonêrên Îngilîzî û Amêrîkî hatin bajarê Mûsilê û dest bi veguherandina Asûrîyên Nêstorîyan li xirîstiyanî, ya protestantismê kirin.
Di dema serweriya Bedir-Xan da, ku serweriya xwe li ser Asûrîyan jî dirêj dikir, mîsyonêrê Amêrîkî Grant li bajarê Aşîtê, ku di wê demê de navenda navçeya Tîyarê dikir, xanîyekî mîsyonêrê (dêr) ava kir.
Di nav Kurdan da deng bela bû, ku biyaniyan li Aşîtê dêreke xirîstiyanî ava dikin û nêta wan ewe ku xirîstiyanîyê nav Kurdan da bela bikin. Kurd, yê ku heta vê demê aştîyeke pir baş dijîtin tev cîranê xwe, yê xirîstiyan, ji hemû xirîstiyanên herêmê re bûn dijmin.
Bedir-Xan ji vê rewşê da werdigirt, û dixwest ku bibe xwedanê mal û milkên Asûrîyên dewlemend, û dest bi komkirina Kurdan kir, ji bo êrîşkirina Tîyarê, ku îslamê biparêze.
Paşayê Tirkan li bajarê Mûsilê, Mûhammed, ku Kurda hêza wî nas ne dikirin, li ser nêta Bedir-Xan asteng nekir, bi tu awayî navber neda çalakiyên Bedir-Xan, bi wê hêviyê bû ku Kurd û Asûrî hevdu qels bikin û bi vî rengî, ku hêsa bibe avakirina hêza Tirkiyê li çiyayên Kurdistanê da.
Di sala 1843 de, Bedir-Xan navçeya Tîyarê hilweşand û nîvê nifûsa xirîstiyanan qetil kir, û di sala 1846 de xirîstiyanên navçeya Txoma jî heman ketin wê çarenûsê. Li ser îsrara dewletên Ewropî, hukûmeta tirka leşkerên xwe dişîne dijî Bedir-Xan. Wê demê, ji nav Kurdan da, li Czîrê pevçûn çêdbin, û bi nav wê pevçûnê da tirk Bedir-Xan dîl digirin.
Êzdîn-Şêr hingê, bi eşîrên xwe va, bi tirkan re bû, hêvî dikir ku cihê Bedir-Xan bigire. Bi wê demê bavê Êzdîn-Şêr jixwe miribû. Di destpêkêda tirkan, di rastiyê de, rêveberiya Kurdistanê dan Êzdîn-Şêr. Lê tirsa, ku bandora wan li ser Kurdan hertim hebe û tu caran bîr nedikirin serxwebûna serdestiya bavê Êzdîn-Şêr, wan di demeke kurt de rêvebirî ji holê rakirin û li her deverê paşayê tirk danîn, û hemû bajarên mezin yên Kurdistanê ji hêla artêşa tirkiyê va hatin dagirkirin.
Zordarî, neheqî û şîdeta paşayên tirkan, zûtirekê nerazîbûnên berfireh çêkirin, ne tenê di nav Kurdan da, di heman demê, di nav Nêstorîan da jî, yê ku dîtin ku rêveberiya Êzdîn-Şêrê Kurd, ji rêveberiya paşayên tirkan pir hêsantir û çêtire.
Êzdîn-Şêr gava ku ji rêveberîya Kurdistanê hate derxistin, dema ku li Cizîrê jîyana xwe dikir, di bin çavdêriya rayedarên Tirkiyê da bû, wî red nekir ku ji tirkan tolê hilde, ji bo xwe û bavê xwe. Ew kete nav têkiliyên Asûrî, û ji bo serhildanê, dijî hukûmeta tirk, ji bendê bû, ya demeke maqûlî. Beriya destpêkirina şerê sala 1853-n da, ev rewşa li Kurdistanê bû.
Dema ku Tirkiyê di sala 1853-n de bi Rûsya re şer îlan kir, Kurda ji çek negirtin, û tenê eşîrên cîranê Rûsya yên di bin zextên leşkerên tirk da, bi leşkerên sîyarî beşdarî vî şerî bûn.
Li gorî şîroveyên hêzên Êrîvanê, leşkerên Kurd yên sîyarî, alîkarîke pir biçûk didane leşkerên tirkan. Û Kurd di rewşeke bendewarî da bûn, kanê kîjan alî wê biser bikeve.
Serketiyên ku Rûsya di sala 1854-n de bi dest xist, neçar kir ku hemî Kurd jî vegerin Kurdistanê, malên xwe.
Di meha kanûnê sala 1854-a de, dema ku leşkerên Tirkiyê dûr ketin, Êzdîn-Şêr banqa serhildanê kir, ji destpêkê da Kurdên Hekarê tevli wî bûn. Piştî wan, Mokata jî bi fermandariya Têlî-Beg ketine nav refên serhildanê, û wsa jî eşîrên Botan. Civakên din jî yên Kurd gihîştin wan, û heta Asûrî jî di nav wan de bûn yek.
Li Kurdistanê, di wê demê da tenê tîmên tirkên biçûk mabûn, ji ber vê yekê, Kurd li her deverê astengiyeke mezin nedîtin.
Di meha çlê sala 1855-n da, rayedarên tirk avîtin, bajarên Bîdlîs û Mûsil jî ketine bin destê Êzdîn-Şêr.
Her weha, Êzdîn-Şêr kargeha çekan (topan) û xezîneya dewleta tirkan jî kire bin destê xwe. Wê hingê Kurdên Êzîdî jî ghîştin serhildana Êzdîn-Şêr.
Serhildanê, ji demeke kurt da, beşeke mezin eşîrên Kurd û hemû Asûrî yên xirîstiyan kom kir. Ji ber wê yekê, hejmara hêzên di bin fermandariya Êzdîn-Şêr di meha çlê sala 1855-a gihîşte 30 hezarî.
Ji bo têkbirina serhildanê, Kengam Paşa yê Bexdayê, ji Bexdayê û ji hemû bajarên din jî, tîmên qels yên tirk berhev kirin ber bajarê Sêrt û êrîş li ser hêzên Êzdîn-Şêr kirin. Lê di nîvê meha çlê da ber nêzî Sêrtê hêzên Kurda tirk têk birin, li ku 4000 leşkerên wan hatin kuştin û neçar bûn ku birevin. Piştra, serhildanê tevahiya xaka ji Bexdayê heya Wanê kontrol kirin. Kurdan herêmên Sêrtê, Şaxê, Mêkîsê, Mederê, Xerzanê û gelek bajar û warên din hildan bin destê xwe, gel li her derê serhildan dikirn û rayedarên tirk dikuştin. Di wê demê 16 kes walîyên tirk hatin kuştin û beşek komên serbazaên tirk yên biçûk, hatin qetilkirin, beşek jî reviyan.
Di meha sibatê de, di bin serokatiya Êzdîn-Şêr da nêzî 60 hezar şervan civîyan, û hinek jî çavkanîya hejmara alîgirên wan gihandine heta 100 hezar kesî.
Di heman demê da Yewnanan jî, ku li wan herêman dijiyan, ji beşdarî serhildanê bûn û zêdetirî 2 hezar mirov jî, ji Erebistanê beşdarî bûn.
Êzdîn-Şêr ji paşayê [walî] Wanê re pêşniyarek şand, da ku ew ji Wanê derkeve û bajar bide wî, wek mîrasa kevnar ya bav û kalên wî.
Di heman demê de, ewî pênc caran name şandîye serokê hêzên rûs yên Êrîvanê ra, pêşniyar dikir, ewî difikirî ku hêzên rûs hê li Bazîdê ne, lê wî şaşî dikir.
Di wan nameyan da ewî ji serokê hêzên rûsa, xwestbû ku alîkariya wî bikin û biçin berbi Wanê û Bîtlîsê. Armanca wî ew bû, ku bi tevahiya hêzên xwe beşdarî hêzên Rûsya yê bibe û dûv re jî bi hevra li dijî tirkan tev bigerin heta Erzirûmê. Lê ew nameyan ne gihîştin serokê hêzên rûs yên Êrîvanê, ji ber ku hêzên Rûs, yên Êrîvanê, berî di wê demê de, ji Bazîdê derbazî parêzgeha Êrîvanê bibûn, ji bo derbaskirina zivistanê.
Di herêma Êrîvanê da, ji serhildana Êzdîn-Şêr, agahdarî yên berbiçav hebûn, yên ku ji hêla Kurdên Bazîdê va, dihatine radest kirin. Wana Êzdîn-Şêr, wek nûner û rêberê tevahiya gelê Kurd nas dikir û bi dilxweşî serfiraziya wî ji hemû herêman bela dikirin. Bi gotina serokê karmendê têkilî yê Êrîvanê, Serheng (polkovnîk) Lîxûtîn, wan dizanînbû ku di 20-ê Çilê da piraniya hêzên tirk, yên li Sûrp Oganes, ji Bîdlîsê ra hatine şandin, ku ji hêla Êzdîyan va hatine tehdît kirin.
Leşkerên tirk yên ji Erzirûmê û Kerpi-Kêy derbazî Bîdlîsê bûn.
Di sedemên derbarê kiryarên hêzên Tirk, yên dijî serhildanên Kurda, tu agahî li herêma Êrîvanê ne dhate gotin. Tenê dihat zanîn, ku şer çêbûye di navbera Êzdîn-Şêr û tirkên başûrê gola Wanê da li nêzî kela Pakvans, kîjan derê heya çar hezar tirk hatine kuştin û paşve kişiyane. Piştî vê yekê, hemû axavtinên di derbarê operasyonên leşkerî de, rawestiyan.
Di destpêka meha Adarê da, konsûlê Îngilîzî yê Mûsilê bi Êzdîn-Şêr û hinek serhildêrên din va dikeve nav muzakereyan. Konsûlê Îngilîzî hewl dide, ku wan bi hikûmeta tirkiyê re li hev bike. Li gorî Kurdan, yên ku agahiyên serhildanê ji Serheng (polkovnîk) Lîxûtîn re veguhastin, Êzdîn-Şêr bi xwe ji konsûlê Îngilîzî dîyarî stand, bi 400-çente diravên zîvîn.
Di nîvê meha adarê da, Êzdîn-Şêr bi malbata xweva li bajarê Qesra-gelî dijîya, li navçeya Cizîrê, ku li başûrê Wanê rêya 15 rojane, li vê derê keleke kevnar hebû, ya ku ji demên kevnar va ji bav û kalên Êzdîn-Şêr va girêdayî ye. Kurdên ku li derdora van çiyan û daristanên bê serûber yên vê xalê jîyan dikirin, tu carî rayedarên hikûmeta tirkiyê nas nedikirin. Êzdîn-Şêr li vir bi tevahî ewleh bû.
Wexta ku Êzdîn-Şêr li Qesra-gelî dijîya, dîsa karê xwe bi amadekirina serhildaneke nû dikir. Lê kiryareke biryar ne digirt, li benda xuyanya giyayê biharê bû, ji bo hespê artêşê pêwîst bû. Her weha benda piştgirîya rûs bû, ji bo vê yekê wî dîsa ket nav têkilî bi tîma rûs ya Êrîvanê re.
Di destpêka meha nîsanê da kurdek, bi navê Eslo, hat cem seranserê herêma Êrîvanê, yê ku piştrastî kir, ku ew ji hêla Êzdîn-Şêr va, ji Qesra-gelî, hatîye şandin. Bi artêşa rûs ra bi daxwazek û bi pêşniyarek kir, ku bi hev re êrîş li ser bajarên Mûş û Bîtlîs bikin, kîderê Êzdîn-Şêr armanc dikir ku bi hêzên rûs va yek bibe.
Lê di dawiya nîsanê da, li herêma Bazîdê deng bela bû, ku Êzdîn-Şêr ji bawerkirina peyva dilsoz ya konsûlê Îngilîzî yê Mûsilê û paşayê tirk, ku bi wan ra muzakereyan dikirin, Qesra-gelî hiştin û gihîştine cîhê civînê. Ku derê ew dîl girtin û şandin Kostantînopolê.
Ev nûçeya zûtirekê, ji nameya patrîarkê Asûrîyan Avraam, ji kolonel Xrêşatîskîî re, hate piştrastî kirin. Bi wê demê Kolonel Xrêşatîskîî rêvebirê hêzên sîyarî yê herêma Êrîvanê bû. Piştî dîl girtina Êzdîn-Şêr, serhildêrên Kurd di nav eşîrên xwe da belav bûn û serhildan têk çû. Bi vî awayî, tirkan, yên ku bi şerê Kurdan serketîyek jî bi dest nexistin, ji destpêka bihara sala 1855-a, ji aloziyên mezin xilaz bûn û dikaribûn hemî hêzên xwe va dijî Rûsan bizivirin.
Ji bo serketina li ser Kurdistanê, bi tevahiya artêşa tirka ra medalek taybetî hate dayîn, bo kesên ku beşdarî dijî Êzdîn-Şêr kirin. Ev delîleye, ku çawa hikûmeta Tirkiyê ev serhildan ji bo xwe gelek girîng û xeterek didît.
Êzdîn-Şêr zû dest bi serhildanê kir û bi lez bû. Heke ku ew di bihara sala 1855-a de destpê bibûya, gava ku leşkerên rûsî dîsa şer vekirin û dema ku fermandarê giştî yê hêzên Qafqasan jixwe general Mûravyov bû, wê hingê ew dikaribû sûdeke mezin bida Rusyayê. Bi vî rengî, beşeke mezin yên leşkerên tirk wê ji rûsan vekişîyana û li Asîya Navîn da wê tirk biketana di navbera du agiran.
Em her weha dikarin texmîn bikin, ku serhildan wê zûtir dest pê bikira, heke Rusîayê di meha cotmehê sala 1854-a da, bi piştî hildana Bazîdê, bi hêzên xweva biçûya ber bi Wanê.
Rewşa hêzên Êrîvanê bi awayekî stratêjîk bêkêmasî û ewle bû, tenê mayînên belengaz yên ji Bazîdê li hember wan derdiketin, kîjan ku di şer de têk çûbûn, û bi her carê jî pevçûn rûsan ra ne dixwestin. Leşkerên hêzên Êrîvanê hemû nû bûn û ji demeke dirêj, ya aramda rihet bibûn, dema ku ew di herêma Bazîdê da rûniştî bûn, û xwarina wan gelek hebû. Efser û serbazên rûs dixwastin êriş li ser Wanê bikin, lê hemî daxwazên vê êrîşkariyê, yên ku gelek caran dihatin ragihandin ji bo serokatîya hêzên Êrîvanê, nikaribûn fermandar Bêbûtov ji bo êrîşkirina Wanê qayîl bikin. Bêbûtov di salên 1853-a û 1854-a de fermandarê hêzên leşkerên rûs yên herêma Êrîvanê bû. Li ser van hemî ragihandinan, fermandar Bêbûtov tenê bi qedexeyek hişk bersiv dida û digot ku ew ji Alla-daxê derbas nabin. Veguheztinên [transport] leşkerî hatibûn bela kirin, û rêyên ku di Alla-daxê re derbas dibûn hinek deveran, ji hatina zivistanê hatibûne dadan. Lê belê, leşkerên tirk di van deveran re derbas dibûn. Û ji ber vê yekê, hêzên rûsî jî yên li Êrîvanê heke bixweztana dikaribûn ew jî bi wan rêyava derbas bibin. Di derbarê serhildana Êzdîn-Şêr de û ku ew li benda alîkariyê ye, ji destpêka meha Çilê sala 1855-an de, ji bo fermandar Bêbûtov hatibû ragihandin. Di nîvê meha Adarê da, berf li ser çîyayê Alla-daxê dihelîya, rêyên wê herêmê hemû baş bibûn, û li wir giyayê biharê xuya dikir. Ger ku hêzên Êrîvanê bi kêmanî di wê demê de pêşve biçûya, wê hingê jî Êzdîn-Şêr bidîtana azad û li serê serhildana Kurdan. Û bê guman, encamaên êrîşkarên wusa da, wê hingê pir mezin bibûya, hem ji bo hêzên Rûs, hem jî ji bo Kurdan. Wê Kurdistan, bi hemû, bibûya li dijî tirkan, û serhildan li Erebistan û deverên din yên Asyaya Osmanî jî wê belav bibûya. Ev ramana yên kolonel Lîxûtîn bûn, yên ku li ser bingeha ramanên gelên cûrbecûr, li Kurdistanê top kiribû, dema ku wan re ketbû bi têkiliyên rasterast. Rastiya van ramanan bi nameyên patrîarkê Asûrîyan Abraham ve jî hatine delîl [îzbat] kirin, yên ku şahidiya yekîtiya Kurdan û Xirîstiyanan li hember dijminê hevpar tirkan dike. Bê guman, hingê wê serhildan hemî hê zêde hevbeş bibûya, heke Rûsîya tenê bi zevtkirina Qersê re ne rawestîya, kîjan ku wê gavê, bi Sêvastopol re hate guhastin.
Di nameya xwe, ya 30-ê Adarê sala 1855-a, ji polkovnîk Xrêşatîskî ra, patrîarkê Asûrîyan Abraham wiha nivîsîye: “Birêz Serheng! Heke ku tu armanc bikî ku biçî Wanê, ji kerema xwe, berî hefteyek ji minra agahdar bike, da ku ez amade kirina hêzên xwe bikim, ku werim alîkar kirina we. Tevgera xwe lez bike; wê hingê em ê karibin bi hev re zûtirekê Wanê hildin….. Bi kerema xwe li ser van hemî mercan walî Bêbûtov jî agahdar bike û Kerema wî piştrast bike, ku ez li nêzê we sekinîme û di her tiştîda beşdarî dikim ……Bi hatina leşkerên we li Wanê, ez berpirsîyarim ku cihê ji Mûsilê heya Wanê hildim …. Bi her tiştî ez lê zêde dikim, ku Êzdîn-Şêr Beg, birazîyê Bedir-Xan Beg, bi tirkan ra şer çêkir, û heta 4000 leşkerên tirk ji wî şerîda hatin kuştin; piştra, ew bi şêwazekî xapxapî, ji alîyê tirkan û konsulê Înglîzî yê Mûsilê va, hate girtin. Hemî kurdên wî ji min parastinê digerin. Min ji wan re ferman da, ku dest nedin xirîstiyanan, lê bila, ku ew dixwezin, û çi dixwezin bi tirkan bikin”
Di nameyeke din da, ji heman patrîarkê Asûrîyan, ji 15-ê meha Gulanê sala1855-an, di fermandar û walîyê herêma Êrîvanê Bêbûtovra, hatîye gotin; “Hûn ji min dipirsin, ku ez agahdarî ji wera bişînin, ku çiqas serbazên min di amadebûnê de hene. Nebêyî ku hûn dizanin, ku destnîşankirina hejmara wan ji min ra dijware, ji ber nebûna hêz û wateya, ez nikarim naverokê li wan bikim û hejmara wan ya rast bizanibim. Ezê tenê ji tera rapor bikim, ku heşt parêzgeh di bin fermana min de hene, kuderê Asûrî jîyan dikin, ku tenê li benda hatina we ya Wanê ne, ji bo gihîştina civînekê ya we, bêyî ku di temenê de be. Niha li vir, hindik leşkerên Tirk hene. Ez hîn jî nikarim vekirî tevgerînê bikim, da ku hemî Kurd beşdarî hêzên we bibin, çim ku paşayên tirk û xulamên wan li mala minda dimînin, lê digel hemî ev, li gorî axavtinên mirovan, hem Ermenî, hem jî Kurd li ser sînor tenê li benda xuyabûna leşkerên Rûsin, da ku beşdarî wan bibin….
Bi heman rengî, agahdarî û pêşnîyarî yên wusa ji arkyêpîskopos Îsahak yê Ermenîyên Azerbaîjanê jî hatinbû wergirtin, kîjan li Tirkiyê da sîxurên wî hebûn. Di destpêka sala 1856-a da, giştîya Kurdistanê hema dîsa radibû ser pîya. Tevgera wan di nav eşîrên Kurd yê Rejkotî de dest pê kir, kîjan ku ji dorberê Amedê jîyan dikirin. Di demeke kurt da, Kurdên dînê Êzîdî jî, yên ku li nêzîkî Amedê jîyan dikirin, ketine nava tevgerê. Û piştre nerazîbûnên gel derbasî Dêrsimê bûn. Di wê demê da, Kurda bajarê Wanê talan kirin, û di herêmên Mûşê û Êrzirûmê de, pevçûnên Kurdan bi leşkerên tirk re çêbûn, ji ber ku gelê Kurd nedixwest zarokên wan bikevin nav artêşê tirka. Sedema wan pevçûn û nerazîbûna ew bûn, ku nav gelda deng belav dibû, wek ku leşkerên rûs armanc dikin ku biçin Kurdistana mezin, ji bo çalakiyên hevbeş a bi kurdanra dijî tirkan. Di piştî peymana aştiyê, di meha adarê sala 1856-n, hemû ev gotûbêj hatine girtinê û Kurdistan aram bû.

 

Çevkanî:

– M. LÎXÛTÎN “Rûs li Turkiya Asyayî, di salên 1854 û 1855 de” (tomarên gênêral-maîor M. Lîxûtîn). Qebûlkirin: Sankt-Pêtêrbûrg 28-ê mijdarê sala 1862-an.
– P. Î. AVÊRYANOV sala 1900 “Kurd di şerên Rûsya de, digel Faris û Tirkiyê” Beşa V.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev