Qiblegeha rojperestan; Soxmatar

Qiblegeha rojperestan; Soxmatar

Agît Yazar

 

Bajarê antîk ê Soxmatarê di nîvê sêkujiya navçeya Herran, Wêranşar û Serêkaniyê de ye. Bajar, di nava girikên ji tahtên yekpare pêk tê de hatiye avakirin. Li ser heft girên li derdora bajarê antîk ê Soxmatarê, perestegeh yaxwud resetxane hatine çêkirin. Girikek ji van girên hanê, bi temamî bi destan hatiye çêkirin. Bajar, li ser vî girê çêker û li derdora wî hatiye avakirin.

Li derdora Soxmatarê, bi dehan bîrên ji tahtê hatine kolan henin û bîrek ji wan bîran jî tê bawerkirin ku ew bîra Hz Mûsa hatiye av jê vexwariye û li ser wê bîrê qîzên Hz Şuayp yên şivan naskirine.

Dîsa gelek şikeftên bi destan ji tahtên yekpare hatine kolandin, li derdora bajarê antîk ê Soxmatarê henin.

Her çiqas Soxmatar hezar û heştsed sal berê ji hêla împeratoriya Romayê ve hatibe avakirin û şopên qiraliyeta Abgarê lê hebin jî, em dizanin ku dîroka Soxmatarê gelekî ji van şaristaniyan kevintir e. Heta niha hema di ser re xebatên arekolojîk hatiye kirin. Di vê xebatên di ser re de jî, dîsa li bermahiyê ku dîroka wan xwe dispêre heta derdora pênc hezar sal beriya niha, hatine tesbîtkirin

Bîra Hz Mûsa

Riwayet ew e ku wexta Hz Mûsa ji ber Ramsesê duyemîn direve, tê bi Mezopotamya jorîn re devdikeve. Li Soxmatarê li ser bîrekê li hinek şivanan rast tê û bi vî awayî her sê qîzên Hz Şuayp yên şivan nas dike. (Ev bîra navbor, tam di nîvê bajarê antîk ê Soxmatarê de ye û hîn jî nişetecihên herêmê, nexasim jî şivan ji ava wê sûdê werdigrin.)

Hz Mûsa bi qîzeke Hz Şuayp re dizewice û di berdêla nextê wê de derdora deh salan ji Hz Şuayp re şivaniyê dike.

Hz Şuayp merivekî alîm û zana bûye. Loma jî Hz Mûsa li ber destê wî baş têdigihêje, serwext dibe û dikemile. Hz Mûsa, hemû pilansaziya rizgarkirina xelkê xwe yên Benî-Îsaraîlî li vê herêmê pêk tîne.

Di vê xalê de, pêla pirsekê xwe li keviya hişê meriv dixîne: Gelo baweriya ola ezmanî ya yek-xwedayî, di nav Mîtaniyên bawermend de ji Hz Mûsa re çêbûye? Lewra di wê serdemê de, tenê Mîtanî di wê herêmê de dijiyan.

Hz Îbrahîm Sîn û Şamaş

Di kitêbên pîroz de derbas dibin, dibêjin çar hezar sal beriya niha, rimildarên qral Nemrûd/Nemird rimlên xwe davêjin û li wan iyan tê ku ew ê di nav salekê de kurukek ji diya xwe bibe û ew ê qral Nemrûd bibe helakê. Her wekî tê zanîn, ew kurik ji Hz Îbrahîm pê ve ne ti kesekî din e.

Wexta meriv li perestegeha Sîn û Şamaş a Soxmatarê digere, meriv li şopên piştrastkirina vê yekê rast tê. Lewma dîrok û devera vê bûyara dîrokî li hev tên. Dîsa sembolên wekî roj, heyv û stêrk sembolên vê bûyerê yên sereke û ev sembolên hanê li perstegeha Soxmatarê sembolên diyarde yên hebandina baweriyê ne.

Her wekî tê zanîn ku ewil Hz Îbrahîm jî ji rojê bawer kiriye. Piştî roj diçe ava, Hz Îbrahîm hêvîşikestî dibe. Paşê heyv hiltê û bilind dibe. Xwe bi xwe ji xwe re dibêje, hebe tine be ev e rebê min. Lê paşê heyv jî diçe ava. Vêca bi şev stêrk dibiriqin û dîsa Hz Îbrahîm dibêje hebe tine be stêrk rebê min e. Lê axir dibe sibe û ew jî wenda dibin. Di dawiya dawî de Hz Îbrahîm biryarê dide û dibêje yên hilbên û paşê herin ava nabe ew bibin rebê min. Bi vî awayî hizra afirînerê tevahiya vê gerdûnê bi Hz Îbrahîm re çêdibe û bi vî awayî baweriyê bi rebê roj, heyv û stêrkan tîne. Bi wateyeke din, Hz Îbrahîm ne bi roj, heyv û stêrkan, bi wê hêza ku roj, heyv û stêrkan dixîne nav liv û tevgerê û afirînerê gerdûnê ye ji xwe re wekî reb dihebîne.

A bi vê roka di ser min re!

Kurdên reş ango kurdên Mîrî, bi wateyeke din kurdên heqîqî bi wateya vê sonda “a bi vê roka di ser min re!” baş dizanin. Wexa em zarok bûn û me li biniya gund ji xwe re bi hev re dilîstin, yek caran di navbera me de dubendî derdiket. Hingê ji bo heqî û neheqî ji hev werin safîkirin, me hevdu didan li ber sondê. Kesê berê xwe bida rojê, çavê xwe ji ber tîrêjên rojê bikustkutanda û bi devekî tije sond bixwara, bigota “a bi vê roka di ser min re min hîle nekiriye!” dahwe safî dibû.

Lewra me baş pê dizanîbû, tu kes ji me culhet nake ku bi derewan sondeke wanî bixwe. Di dawiya dawî de roj tiştekî pîroz bû û kesên bi derewan bi wê sond bixwarana, rojê ew ji herdu çavên wan dikir û hutim-kor dibûn. Bawerî ev bû!

Hevalekî me ê zarokatiyê hebû. Navê wî Birhano bû. Ti kafira pêl li wî nekiribû; tim û daîm hîla xwe li me dikir. Çaxa me sonda ka hela ji me re sond bixwe bibêje “a bi vê roka di ser min re min hîle nekiriye” dida li ber Birhano. Hingê kenekî muzur li ser rûyê Birhano belav dibû û ji bêgavî hîla xwe li xwe mukur dihat.

Belê ev sonda baweriya bi rojê, baweriya serê hezaran salan e ku di nav demajoyê de hatiye heta roja me ya niha û ji ber xwe ve, awayekî bi awayan hîn jî em vê baweriya xwe a qedîm dikudînin. Ji bo esaleta miletekî ev jî cihê şanaziyê ye.

Sîn Şamaş û baweriya bi rojê

Li gundê Soxmatarê li nav qiblegaha rojperestan digerim. Vê niqlê rehbera min, qîzikek porgijik e. Navê wê Şemsê ye. Navê Şemsê tê wateya rojê. Ez ji Şemsê tika dikim ku yekser min bibe ba kêlber/rolyefê Sîn û Şamaş.

Ez û Şemsê em bi girê ji tahtekî yekpare pêk tê ve radipelikin. Yek û dudu em derdikevin serê gir. Li serê gir, kêlbera Sîn û Şamaş me pêşwazî dikin. Sîn xwedawenda heyvê û Şamaş jî Yezdanê rojê ye. Heta ji min tê ez empatîya kesê beriya niha bi hezaran sal berê dikim û spasiya afirînerê roj û heyvê dikim.

Enerijyek welê min rapêça bû, min bi qasî çivîka beytikê xwe sivik hest dikir; hema min digot qey ez baskên xwe li hev bixînim, ez ê bibêjim pirt û bifirim.

Berê xwe ber bi başûr, ber bi Serêkaniyê ve dadigerînim; navê xwe yê hingê jê re digotin Waşûkanî. Ez çavê xwe noqav dikim û paytexta Mîtaniyan tînim berê çavên xwe; ez diçim 3 hezar 500 sal beriya niha. Pişta min li perestegeha Sîn û Şamaşê ye, berê min li pêşiyên me yên Mîtanî ye. Nizanim çima! Hema ji ber xwe ve ez girêdanekê di navbera Mîtanî, Mîtra, Sîn-Şamaş, Hz Îbrahîm û Zerdeşt pêxember de datînim. Paşê kerwanekî berbûkên misirî li ber çavên min dikevin. Evan berbûkan dihatin dotmîra Mîtaniyan a bi navê Nefertîtî ji Amon Hotep ê çarem re siwar dikir. Sazbendan, aletên xwe yên entîke dicoşandin. Hinek ji wan bi bilûrên xwe yên ji hestiyên çîpên ajalan dixistin. Hinek ji wan li erbaneyên ji çermên xezalan dixistin û hinek ji wan jî li lîrên xwe yên ji bijiyên qemçên hespan dixistin. Paşê jî bi lîrelîr, bi helahela Nefertîtiya bedew siwar dikin û berê xwe didin Misira qedîm.

Dotmîra Mîtaniyan, Nefertîtiya bedew a ku Fîrewnên Misirî ji ber bedewiya wê, ola xwe ya serê salan guherand û hatin li ser ola wê ya ji xwedayê rojê bawer dikir. Heta Amon Hotep navê xwe jî guherand û kir Ake Naton û ew jî bû bawermendê xwedayê rojê.

Mîna ez li ser girê ê hatibim trûzkandina dem û dewranên kevnar, wanî bi girûzîn bi xwe vedihesim. Ez dinêrim tîna tîrêjên roja di kokevaniya ezmanê lacîwertî de diçe xwar, gepa min a rastê sincirandiye. Cardin ez dadikevim li ber kêlbera Sîn û Şamaşê û ez dîrozeke Zerdeştiyane pêşkêşî gerdûna bê ser û ber dikim.

Çavkanî: xwebun.org

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev