75 saliya Serketinê di Şerê Wetenî yê Mezin da!

75 saliya Serketinê di Şerê Wetenî yê Mezin da!

Guhdarên hêja, Bihara Pîrozîya gelê Sovêta berê ya 75an (1941-1945) di şerê Wetenî yê Mezin da ser me da hat.

Roja 9 meha gulanê hemû merivên dinyayê yên aştîxwez Cejina ezîz, Roja dawîhatina şerê duyemîn yê cîhanê, şerê wetenî yê mezin pîroz dikin! Li wê rojê di hemû komarên Sovêta berê da ev roj bi dilgermî û heman demê da bi xemgînî bi bîr tînin.



Bi taybetî li Moskva paytexta Rusyayê bi heyteholeke mezin bi mîlyonan mirov pîroz dikin.

Lê wek hûn zanin, îsal saleke taybet e, vîrûsa koronayê ya malkambax pîrozkirina cejina ber dilê me ezîz ser demekê paş xist.

Vê rojê şehîd û vêtêranên şerê wetenîyêyî mezin bibîr tînin.

Her wisa ev roj di dîroka komarên Sovêta berê de cîkî kivş girtîye.

Ev roj bû roja serketina himberî Almanîya faşîst.

Ev pîrozî bi qîmetekî biha hat bidest xistin.

Benîadem gelek şerê biçûk û mezin dîtîye, lê tu yek bi zulm û zêrandinê, armanc û meremê sîyaseta xwe ve nagihîje wî şerî.

61 dewlet bibûne navkarên wî şerî, 80 selefê rûniştvanên dinyayê.

Agirê şêr 2 194 şev û roj dişewitî li ser erdê 40 dewletên Ewropayê, Asîayê û Afrîkayê, di avên be’ran û okêanan de.

Evî şerî emirê 50 mîlîonî zêdetir merivan qurbana xwe kir.

75 salên dirêj derbaz bûn pey wê rojê ra, lê ciqas ev salên giran dikevin nava kûraya dîrokê, ewqasî mezinaya efatîya navkarên şer diha zelal xwîya dibin.

Di wî şerî de ewledên hemû miletan mil dabûn milê hev welatê xwe ji destê dijmin parastin.

Rast e, dewleta Şêwrê ji hev bela bû, sîstêma sosîalîzmê di wan komarên Sovêta berê hate hilanînê, lê dîsa 70 salên tev bûyîna wan komaran ew îzbatek e, em nikarin vê înkar bikin û em nikarin ji wê yekê birevin.

70 salên han tesmîlî dîrokê bûn, ev dîroka me ya buhurî ye.

Em borcdar in qedir û qîmeta hemû navkarên şerê salên 1941-1945 bigirin. Hêjayî gotinê ye, ku ewledên miletê me jî, leşkerên kurd di hemû pêsenîyên şêr da dijî faşîstên devxûn şer dikirin, meselê lehengî û mêrxasîya nedîtî eyan dikirin.

Gele ewledên miletê me yê kurd ji Gurcistanê, Ermenîstanê, Azerbaycanê, Qazaxistanê, Kirgîzistanê û komarên mayin çûne ber şêr û bi rûspîtî û bi sîyanetî welat ji faşîzmê xwey kirine. Gelek ji wan venegeryane, ne hatine malên xwe. Parek ji wan bi Ordênên mêrxasîyê û mêdalên şêr va hatine xelatkirin.

Sal dibuhurin, cêrgê vêtêranê şêr sêrek dibin, lê silsileta şêkirdar wê bi sedsalan pesnê mêrxasîya wan ewledên xwe bide, yên ku bi emirê xwe, bi canfîdanîya xwe vê Roja Pîrozîya mezin nêzîk kirin.

Efatîya wan xweşmêran tu wexta nayê jibîr kirinê.

Em bi dil û can hemû radyoguhdarên xwe bona roja Serketinê bimbarek û pîroz dikin.

Belê, şerê wetenîyê di fikir û bîranînên gelekan da maye.

Tune malbet, tune bende, wekî di şerê han yê wêran de kurê wan, birayê wan, bavê wan, kalikê wan, pismamê wan nebûne şehîd.

Vêtêran dicin, cêrgên wana sêrek dibin û dê rojek bê, demek wê bê tevgelê şerê wetenîyêyî mezin yê dawîyê jî wê koça xwe bar bike. Wê demê ewê ji pirtûkan, ji kînofîlman nifşên nû re biaxivin. Lê heyf, ne bi zindî û ne bi dengê xwe.

Bîranîna gel wê bibe dengê wan û ewê wek lêgênd bêne nava me. Hîmê lêgêndê efatîya wan e.

Fermo, guhdarya bernameya Radyoya Ria taza pêşkêşî Roja Pîrozîya di şerê wetenîyeyî mezin da bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev