Rap-Muzîka Kurdî – 4

Rap-Muzîka Kurdî – 4

Şerîf Omerî û Muzîka wî

Mela Mihyedîn

 

Di karê muzîkê û di karê her beşê hunerê de pêşketin û serketin hewqasî hesan nîn e. Gelek ked û gelek xizmet divê. Divê hunermend pir bixebitin ku bên cihekî. Çawa hunera bê ked nebe keda bê huner jî tune ye. Sherîf Omerî jî ji destpêkê heta niha kedek mezin da Rapa Kurdî û bi saya keda xwe hat vê asta serkeftî. Karê xwe ji can û dil dike, Ji bo karê xwe herdem li ser projeyên nû difikire û hunera xwe pêş dixe.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wî kirin û wî jî bersiv dan pirsên me.

 

Tu ji me re dikare hebekî qala jîyana xwe bikî? Sherîf Omerî kî ye?

Ez li Qamişlo hatime dinê û bi eslê xwe Omerî me; ji Mêrdînê ji gundê Dêrcemê me. Muzîka Reggaeton, Rap û HipHopê dikim.

 

Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda û ev çend sal in tu karê muzîkê dikî?

Wexta zarok bûm min ji muzîkê pir hezdikir. Li ber stranên Kurdî mezin bûm û min stran digotin. Di medresê de di safha 6an de min dest bi HipHopê kir û min jê pir hez kir. Hîn zarok  bûm min destpêkir lê min nedizanî HipHop çi ye û terzek çawa ye. Hezkirina wê di dilê min de mezin bû, mezin bû û min destpêkir.

 

Muzîk ji bo te çi îfade dike?

Muzîk tiştekî gelekî girîng e û bê muzîk jîyan nabe. Herkes dikare karê muzîkê bike an jî lê guhdarî bike. Wexta meriv çêdibe di gîyanê meriv de ye û meriv jê hez dike. Muzîk ji bo Kurdan karekî girîng e û meriv bi saya muzîkê dengê xwe û dengê belengaz û jaran dighîne dunyayê bes bila muzîka me baş be. Divê meriv li muzîka xwe miqata be û wê bi zanabûn bikarbîne. Divê muzîk di xizmeta gel de be û muzîk dengê jîyanê be.

 

Rapa Kurdî di çi rewşê de ye?

Mixabin, kesek alîkarîya Rapa Kurdî nake. Gelek hunermendên Kurdan yên feqîr hene û dixwazin bistrên kes alîkarî wan nake. Bi giştî muzîka Kurdî qels e. Ev ne kêmasîya me ye. Ne Kompany hene û ne jî mafê me hene ku em muzîka xwe pêş bixin. Ji bo pêşketinê hîn gelek wext jêre divê. Divê dibistan, sazî, komele û zanîngehê muzîkê bên avakirin. Bi saya van xebatan muzîka me wê geş bibe û wê têkeve nav muzîka enternasyonelê.

 

Dema te biryar da tu yê muzîka Rapê bikî û stranên xwe derxînî ji malbat û derdorê çi bertek ji te re hate dayîn? Ji te re bûne alîkar?

Henekê xwe bi min kirin û ji karê min heznekirin. Ne tenê ez yên vî karî dikin bi giştî leqayî van zehmetîyan tên. Heger meriv zanibe di rêya rast de ye û meriv karê xwe baş dike wî wextê tirs di dilê meriv de tune dibe. Dema min dest bi muzîkê kir gelek rexne li min hate kirin û pê gelekî êşîyam. Lê niha Elhumdîllah mala min, malbata min û dunya giş ji muzîka min hez dikin ev yek jî min keyfxweş dike.

 

Rapa tu dikî ji alîyê gel û ciwanan ve hatîye hezkirin; bi kêfxweşî guhdarîya stranên te dikin. Di nava rapa Kurdî de yê herî bêhtir tê guhdarîkirin tu yî.  Zanînbûna vê yekê hîsek çawa ye?

Gelek keyfa min tê. Ez ji Qamişlo me û ji xelkê Rojava me. Wexta min strana “Bankin Bankin Azadî” çêkir min digot qey tenê xelkê rojava li min guhdarî dike. Min nêrî xelkê Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava keyfa wan pir jêre hat. Gelekî keyfa min ji vê yekê re hat. Wexta diçûm gund her kes min nas dikir. Ji bo min tiştekî pir bi serbilindayî bû û ev yek qewetek mezin da min ku ez berdewam bikim û heta roja îroyîn berdewam dikim. Ez bi gelek stîl û rengan distrêm: romantîk, ser êşa Kurd, ser milletê Kurd, stranên hezkirîyê û li ser çîyan… ez bi hemû rengan distrêm. Tu carî dilê kesî ji xwe nahêlim.

 

Tu hêza xwe ji çi digrî?

Heta ji min bê ez ê di rêya xwe de bim û di xizmeta milletê xwe de bim; ev yek ji bo min gelekî girîng e.

Niha jî bi zimanê Ingilîzî, Almanî û Erebî stranan çê dikim. Bila kesek nêbêje Sherîf Omerî rêya xwe şaş kirîye û rêya xwe guhertîye, min rêya xwe neguherîye. Ez van stranên çê dikim ku milletê din jî ji me fêm bikin û li me guhdar bikin. Li cem min zimanê herî teybet û pîroz zimanê Kurdî ye, piştre ev zimanê din tên.

Bila kesek min şaş fêm neke, bila kesek nêbêje Sherîf xwe guhert û xwe firot. Sherîf bi zimanê Kurdî distrê, li ser rewşa milletê xwe distrê. Bi zimanê din jî stranan dibêjim, bila milletê din jî me nas bikin û bila bizanibin em kî ne.

 

Dema tu derdikevî ser dikê û stranên xwe dibêjî tu çi hîs dikî?

Wexta derdikevim ser dikê keyfa insanan tê. Keyfa keç, xort û ciwanan tê. Wexta distrêm tu dibe qey dinya xira dibe. Keyfa guhdarvanên min keyfa min tîne. Ez pê keyfxweş dibim. Ev stîlek nû ye û me pêş xist.

 

Muzîka te muzîkek pirzimanî ye. Gelo tu bi çend zimana dizanî û heta niha bi çend zimanan stranên xwe gotine?

Zimanê Kurdî baş dizanim. Zimanê Erebî jî baş dizanim heta ji zimanê Kurdî baştir dizanim sedema vê yekê medereseyên dewletê ne. Bi Tirkî, Almanî û Ingilizî jî dizanim.

 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Ez ji hemû muzîka hez dikim û ez li her tiştî guhdarî dikim. Li hunermendên Kurdan, Ereban, Tirkan û yên ecnebîyan guhdar dikim. Çiqas tiştên xweş hebin ez li tevan guhdar dikim. Ez ji hemû muzîkan hez dikim.

 

Di nava Albumên muzîka Kurdî de bi te albuma herî serkeftî kîjan e?

Bi min m albuma herî baş “Azadî” ye. Album gelekî deng da û xebatek xweş bû min kir.

 

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Dixwazim bi kesên ku dengên ne normal bixebitim. Ji dengê Sîmar gelekî hez dikim, niha min û Sîmar me bi hev re stranek çêkir. Dengin hene ji cem Xwedê tên; hin insan dema distrên dengên wan xweş e û ew deng Xwedê daye wan.

 

Krîterên muzîka baş çi ne? Meriv çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Em di jîyanek gelekî pêşketî de ne. Gelek xelk êdî fêm dikin, muzîk çi ye? Muzîka çawa baş e û çawa xirab e? Muzîk qalîte ye û mixabin ji bo qalîteyê divê meriv perekî baş ser xerc bike ku tiştek baş derkeve meydanê. Gotinên muzîkê cihekî girîng digre di başbûna muzîkê de û divê muzîk jî ji alîyê profesyonelan ve bê amadekirin. Divê ji bo qeydkirinê jî alavên herî baş  bên bikaranîn. Gava meriv guhê xwe dide stranê meriv fam dike ku ew stran baş e yan jî xirab e.

 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Divê helbestvanên zana hebin û ev helbestvan mamosteyê helbestê bin. Min helbestek nivîsandîye ez ê ji mamoste re bişînim û ew jî li gorî qaîdeyên helbestê wê sererast bike. Di warê muzîkê de pêşketin bi rastî jî zehmet e. çend milyon Kurd li cîhanê bê dewlet in û di nava çar dewletan de bê maf in. ev yek zehmetîyê dide muzîka Kurdî. Ji bo muzîkê pere û mesref derdikeve. Heger dewletek hebe û komapanî hebin û piştgirîyê bidin hunermendan wê demê muzîk wê pêş bikeve.

 

Ji bo pêşerojê projeyên te çi ne?

Gelek xebatên min hene û bê rawestan ez ê bixebitim. Ji her çar perçê Kurdistanê û li ser êşa milletê xwe ez ê stranan çê bikim. Wekî din stranên Erebî û Ingilîzî di nav hev de hene ez ê wan jî belav bikim. Ji bo muzîka xwe û karê xwe min neyte ez ê kompanîyekê vekim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev