Lîstik-reqasên olî û netewî

Lîstik-reqasên olî û netewî

Têmûrê Xelîl

Di medya civakî da gelek nivîs û peyam derdikevin derheqa wê yekê da, ku xudêgiravî li Ermenîstanê kurd nemane, hemû êzdî ne. Ev nezanî ji wê yekê tê, ku haya wan ji meselê tune. Mesele ew e, ku sala 1989an li Ermenîstanê bi riya hesabkirina binecîyan di nav şevekê da ji 50 hezarî zêdetir kurdan weke 47 hezar bi fermî bûne xudêgiravî miletekî din – miletê êzdî, dû ra jî parlamêntoya Ermenîstanê zimanê ”êzdikî” wek zimanê miletekî cihê qebûl kir. Ango, dewletê bi alîkarîya hinek kesên, ku bi dehan salan kurd bûn, lê di şevekê da bûne êzdî, miletekî nû xuliqand. Ango, dînê êzdî kirin miletê êzdî. Bo nimûne, ez bi dînê xwe va êzdî me, lê bi miletê xwe va kurd im, lê ez wek milet li Ermenîstanê wek êzdî (ango, ne kurd) hatime qeydkirin. Û yên wek min bi dehan hezaran in. Pişt ra jî ermenîyan gotin : -Em tevî karê miletê we nabin.

 

Ango, çend êzdîyên aktîv, ku tu eleqê wan bi ronakbîrîyê û zanyarîyan tunebû, xwe dane ber vî karî, ketine nava milet, kirine qareqar, bi zanebûn vir û derew kirin, gotin Hecîyê Cindî nizane, lê Azîz Tamoyan zane, gotin Erebê Şemo nizane, lê Hasan-shex Mamudê zane (li vira dibêjin : -hêdî bajo…) û miletê dilsax û paqij ji wan bawer kir. Gelo ew çend êzdî kî bûn? Ewana ew kes bûn, ku di dema Sovyet da hewil didan bikevine nava cêrgeyên ronakbîrên miletê xwe, lê ji ber ku hiş û mejûyê wan, kurmancîya wan û xwendina wan têrê ne dikir, tu xetek jî bi zimanê xwe ne nivîsîbûn û ne xwendibûn, nikaribûn di ocaxên miletê xwe yên çandî û edebî da kar bikirana, bibûna rojnamevan, nivîskar û zanyar, herdem jî rê digerîyan, ku daxweza xwe pêk bînin. Û ji bo wê yekê rêyeke ha dîtin: madem hemû xwendî, zane û ronakbîrên bi dînê xwe va êzdî yên Ermenîstanê ji sedî sed xwe kurd dibînin, em xwe ji kurdan cihê bikin, bibin miletekî cuda, ango bibin êzdî, û ji dewletê de`wa ocaxên xwe yên çandî, edebî, zanyarî û… de`wa kursîyan û pereyan bikin. Û kirin. Ermenîstanê jî gorî qanûnên dêmokratîyê mafê wan û gelên din yên kêmjimar, wek mexînan (aşûrîyan), huruman (yûnan), rûsan, ûkraînan û yên din da. Tenê mafê frankan (ermenîyên katolîk), lûsavorçakanan (ermenîyên Grîgoryan) û hamşênîyan (ermenîyên musulman) ne dan, heqê wan hate xwerin. Gorî wê prînsîpa ku êzdî ne kurd in, wê demê ew beşên gelê ermenîyan jî gerekê ne ermenî bûna. Ermenîstan vê yekê di hindava miletê xwe da qebûl nake, lê ya êzdîyan qebûl dike û dibêje : -Em tevî karê miletê we nabin.

 

Kesên ku dibêjin em ne kurd in, em êzdî ne, hilbet nikarin zirarê bidine kurdên pirmîlyonê û Kurdistana bê serûbin. Ew dikarin tenê zirarê bidine xwe û ermenîyan. Wek nimûne em bernameyeke têlêvîzyoneke ermenîyan ya bi navê ”Hêrankar” raberî we bikin, ku bi kesekî bi navê Azîz Tamoyan ra hevpeyvîneke bi zimanê ermenî ya 24 deqeyê kirîye : (https://onedrive.live.com/?authkey=%21AMzK20sVJ5%5Fp2vU&cid=4426E029EC3FA14D&id=4426E029EC3FA14D%212269&parId=root&o=OneUp)

Li wir Azîz Tamoyan dibêje ez Serokê Yekîtîya netewî ya êzdîyên cihanê û Ermenîstanê me, profêsor im. Rêvebirê bernameyê dipirse: -Kî tu hilbijartî ? Azîz Tamoyan dibêje : -Êzdîyên dinyayê hatin Ermenîstanê û ez hilbijaritm. Rêvebirê bernameyê dipirse: -Kî navê profêsorîyê, doktorê Dîrokzanîyê-Xwedênasîyê daye te ? Azîz Tamoyan dibêje :  -Kesekî bi navê Garnîk Asatryan da min. Azîz Tamoyan hewil dide îzbat bike, ku belgeyên wî hene, ku ew mezinê êzdîyan e, profêsor e, heta destê xwe dike berîka xwe, dibêje belge û mohr jî anaha di berîka min da nin. Lê dema rêvebirê bernameyê dibêje ka hela em wana mêze bikin, Azîz Tamoyan dibêje : -Heyf, ne cem min in. Hilbet rêvebirê bernameyê li xeberdana wî guhdarî dike, texmîn dike ku ”di barê wî da tiştek tune” û di bin lêvan da dikene. Lê dema Azîz Tamoyan dibêje : ”Li Ermenîstanê kurdek tenê maye”, rêvebirê bernameyê dîsa di bin lêvan da vedibeşire, weke ku dibêje : ”Çawa kurdek maye, ku li Ermenîstanê radyoya kurdî, rojnameya kurdî, kitêbên dersan yên bi zimanê kurdî, ”Komîteya Kurdistan” hene ?”. Ew hewil dide Azîz Tamoyan bide fêmkirin ku di navbera êzdîyan û kurdan da tenê meseleya dîn heye, lê nikare, lema pirsa pez û berxan jê dike, ku bo çi goştê pêz buha bûye. Azîz Tamoyan ji bîr dike ku ”profêsor” e û serokê tevaya êzdîyên cihanê ye û dibêje : ”Ji xwe pez û berx û goştê wan pêşê (meslekê) min û kal û bavê min e”. Û bi awayekî bêqusûr şirove dike, ka bona çi goştê berxan buha bûye.

 

Niha em bi nimûneya êzdîyekî din (ku xwe kurd hesab nake) Hesenê Şêx Mehmûdê (Hasan-shex Mamude) meselê ji we ra şirove bikin, da ku hûn û ermenî tam fêm bikin kesên wek wî kî ne. Berî ku hinek êzdî xwe kurd nehesibînin, Hesenê Şêx Mehmûdê di radyoya kurdî ya Rewanê da bi Gulîzera Mîşa û Cemalê Ûsiv ra tevayî 3 sitiranên kurdî yên gelekî xweş stirane û ew stiran wek yên kurdî, yên gelê kurd hatine qeydkirin, îmzekirin û mohrkirin. Pişt ra jî eynî kes, Hesenê Şêx Mehmûdê çend salan di radyoya kurdî ya Rewanê da kar kir, bona bi mîlyonan kurdên Kurdistanê nivîs amade dikirin û werdigerandin. Û ya here ecêb xweş jî ew e, ku bavê wî yê rehmetî Mehmûdê Elîyê Temoyê Teto bi radyoya bi zimanê kurdî kilama gelê kurd ya 23 deqeyan ya binavûdeng ”Kerr û Kullik” stiraye, ji mîlyonan kurdan ra behsa Emer axayê kurd û Perîxan xanima kurd dike. Wê stirana derheqa perçeyekî dîroka kurd û Kurdistanê da dikarin li vir guhdarî bikin.



Niha em binêrin ka birêz Hesenê Şêx Mehmûdê dema ser kursî rûnişt û bû serokê radyoya bi zimanê êzdîkî (ev radyo ya dewletê ye) niha çi dike? Mesele, ji ber ku wî di nava bi dehan salên serokatîya radyoya bi zimanê êzdîkî da, qet kilameke miletê xwe qeyd ne kirîye, her ro diçe ji radyoya kurdî kilamên kurdî (ku wek milkê gelê kurd hatine qeydkirin) tîne bi radyoya xwe ya bi zimanê êzdîkî wek yên êzdîkî belav dike. Ji vî karî bêhna dizîyê nayê?

 

Karê Şêx Hesen parastina dîn e û eger ew tenê wî karî bike, tevaya êzdîxanê wê pişta wî bigire. Ew pirsên bi dînê êzdîyan va girêdayî pirî-hindikî zane. Mesele, eger şêxekî Şemsanî (Şêxê Dara miraza) şêxeke ji binemala Şêxobekir bistîne (gelo ewledê ji wana bûyî dibe şêxê kîjan binemalê), Şêx Hesen gerekê vê yekê guneh hesab bike û bêje ev zewac di dînê me da heram e, ev zinêkarî ye û wî kesî dijminê dînê me bihesibîne. Mesele, dema şêxekî êzdîyan name ji redaksyona ”Rya teze” ra nivîsî û got: -Ez ji yeke ermenî hez dikim, dê û bavê min nezan û nexwendî ne, nahêlin ez wê bistînim,- wê demê wî gerekê derseke gorî qirarên Êzdîxanê  bida wî şêxê xişîm û ji riya dînê kal û bavên xwe derketî. Lê ne kir!

Û kesên ha xişîm, zinêkar û gunehkar hewil didin rêberîya miletekî paqij û delal bikin.

 

Hinek êzdîyên mînanî wî çi dikin? Ji ber ku helbestvan û nivîskarên êzdîyên ku wek wî dibêjin em ne kurd in tunene, helbestên helbestvanên kurd yên navdar Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Egîtê Şemsî, Mîkaêlê Reşîd û yên din hildidin, gotinên wan helbestvanên mezin yên ”Kurd” û ”Kurdistan” diguhêrin, dikin ”Êzdî” û ”Êzdîxan” û dixwînin, çap dikin û belav dikin. Eger ev bêbextî nîbe, lê çi ye? Wana hewil dan dengbêja kurd a di cihanê da pir binavûdeng Zarayê jî bikin êzdîyeke ne kurd, lê wê kilamek stira û ji cihanê ra got ”Ez serbilind im, ku keça kurd im”.

 

Di dawîyê da em berê xwe bidine ermenîyan û bêjin : -Çend êzdîyên ku dibêjin em ne kurd in, nikarin zirarê bidine kurdan û Kurdistanê, ji kar û emelên wan ne nefta Kurdistanê kêm dibe, ne jî mezîla axa wê, lê ewana dikarin zirareke mezin bidine Ermenîstanê. Ji ber ku: Dema li cihanê gotin dihate ser komkujîya ermenîyan di Împêratorîya Osmanîyê da, mirovahîya pêşverû Tirkîye û Ermenîstan dida li ber hev û herdem Tirkîye sûcdar derdixist û Ermenîstan wek ziyankêş destnîşan dikir. Bingeheke wê helwestê jî ew bû, ku ew herdu welat çawa berê xwe didine gelên kêmjimar yên di nav xwe da û digotin: -Li Ermenîstanê çend hezar kurd hene, lê ji salên 30î yên sedsala 20î destpêkirî ev welat hema bêje bûbû navbenda pêşdabirina çand, edebîyet û zimanê kurdan li tevaya cihanê, lê li Tirkîyê çend deh mîlyon kurd hene û çand, edebîyet, heta zimanê wan jî hatîye qedexekirin.

 

Ev hetanî salên 90î yên sedsala 20î ha bû. Dû ra çi qewimî? Sovyeta xwedî û xudana gelên kêmjimar (herwiha kurdên Sovyet jî) hilweşîya, Ermenîstan bû komara serbixwe, fînansekirina wan ocaxên kurdan hate kêmkirinê, wextê weşanên radyoyê 3 caran hate kurtkirinê, rojnameya ”Rya teze” dewsa di heftêyê da du caran, niha mehê carekê derdikeve, lê eksî wê li Tirkîyê zimanê kurdî serbest bû, ji bo kurdan çend têlêvîzyon vekirin, xwendina kurdî li Zanîngehan serbest bû, bi dehan weşanxaneyên kurdî hene û partîyên kurdan yên lêgal kar dikin. Û îro Tirkîye bêminet ji cihanê ra dibêje, de ka mêze bikin li Ermenîstanê her tiştê kurdî kêmtir dibe û cem me zêdetir dibe, li Ermenîstanê berî 30 salan 50 hezar kurd hebûn, niha maleke kurdan tenê maye.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Şîrove 2

  1. Bawerê Omerî

    Pir sipas bo mamoste Temûr, li ser vê şirovekirina wî ya bi nirx.
    Wekû hûn dizanin, li nîvdewleta Sûriyeyê, yên ku partiya Qomûnîsta Sûriyeyê û Libnanê damezirandin, û partiya Elba,is li Sûriyê û Iraqê damezirandin, Ermenî û Suriyanî bûn. Ji wê çaxê de beşek ji Suriyan û Ermenan di bi navê van partiyan de şerê miletê kurd dikirin.
    Wê demê gelek ji keysbaz û tirsonekên Kurdan ji bo berjewendiyên bi wan partiyan re kar dikirin.
    Vêca ne tiştekî nû ye, ku hinek keysbaz û xwedî berjewendinên berdem ji Kurdan li Eremnistanê ol ya jî neteweya xwe bigherin.
    Pêwist e li ser van babetan pir lêkolîn û nivîsandin bên kirin. Ji bo haya miletê me ji van xap û lîztik û pilan û vîlikên dijminên xwe hebin.
    Bawerê Omerî

  2. Yaqûb Karademir

    Ev dem û hemî demên te xweş bin, kekê Têmûr,
    Sipas ji bo wê nivîsa dilsoz a doza xwe û agahdariyên kûr, siheta te xweş û dest û tiliyên te sax bin.
    Min nivîsa te bibaldarî xwend û kurte gotûbêjeke di navbera min –weke wergêr- û kurdekî ermenistanê –ku daxwaza penaberiyê dikir- li pêşberî dadgeheke Rouen-Fransayê, di sla 2009ê de anî bîra min, min xwest ez bi te û xwendevanên Riya taze re par vekim:
    Qederê nîv saetekê, hakim pirsên xwe kirin û min jî pirsên wî wergerandin kurmancî û ji kurdê navborî re ravekirin. Her wiha wî jî ji min re bersivên xwe bi kurmanciyeke pir zelal gotin û min ji hakim re tercûmeyî fransizî kirin.
    Paşê hakim pirsî got hûn bi çi zimanî xeber didin? Min bê dudilî, ji dilê safî bersiv da got: “Kurdî, kurmancî.” Lê, penaxwazê me îtiraz kir got na, “Ez êzdîkî xeber didim!”
    Min got baş e, ez kurdê Mêrdînê, ji bakurê Kurdistanê me, di malbateke sunî şafiî ya misilman de mezin bûme, lê dîn red dikim û ne êzîdî me; êzîditiyê weke dîn kêm zêde nas dikim, belê zimanê “êzdîkî” nizanim, tû çawa bi êzdîkî ji kurmanciya min tê gihihîştî?!.” Di navbera me de bêdengiyeke sar (…) çêbû, lê min dîsa tiştê ku wî xwest ji hakim re got.
    Îcar heta ku em jî têbighên ku kurd dikarin bidînê xwe, êzîdî, ateîst, misilman, cihû bin, lê zimanê wan kurdî ye û welatê wan Kurdistan e, em ê jî bibin milet û nebin lîstika destê miletên din…
    Silav û rêz

Şirovekirin hatine girtin.