Pirsa we û bersîva me – 163

Pirsa we û bersîva me – 163

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye.

Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji berpirsyarê malpera me xwest.

Em bi hêvî ne, ku me bersîveke bi dilê we amade kirîye.

 

 

Pirsa Şîlana Biradostê û bersîva Têmûrê Xelîl

 

Pirs: Gelek caran perwerdehîya di hêla zimanê kurdî û çand û edebîyeta me da bi gotin û fikirên satîrî-mesqeretî-pêkenînî-henekî-hûmorî bi ser dikevin.

Gelo hûn dikarin nimûneyeke wisa bidin?

 

Bersîv: Di nava civateka 100 hezar kesî da, di pêşbirkeyê da pirsek tê kirin ku kî bersiva rast bide, ew dê 100 hezar dolarî qezenc bike.

Pirs weha bûye: – Di berîka kê da wêneyê xwesûya wî hebe, ew dê 100 hezar dolarî qezenc bike.

Helbet, tu kes bersiva rast nade û pereyên dîyarkirî qezenc nake.

Bi dû ra ji min hat xwastin ku ez pirseka weha zehmet amade bikim ku tu kes nikaribe bersiva wê bide. Min pirseka weha amade kir:

  • Kî li Tirkîyeyê an jî li Bakurê Kurdistanê tirkekî bibîne ku bi zimanê kurdî kitêbek nivîsîbe, an jî tirkekî bibîne ku bi kurdî stiraye û xwe dengbêjê kurdan dihesibîne, ew dê 100 hezar dolarî qezenc bike.

Piştî ku min ev pirs amade kir, ji min ra ev hat gotin:

  • Em qezencê dikin mîlyonek dolar! 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev