SÎMİR RÛDAN Bİ KLÎBA XWE YA NÛ YA ANÎMASYONÊ

SÎMİR RÛDAN Bİ KLÎBA XWE YA NÛ YA ANÎMASYONÊ

BANGEK BO HEVHİMBÊZKİRİNA MİROV Û AJAL Û XWEZAYÊ 

Mela Mihyedîn

 

Mûzîkjenî berîya niha çend mehan albûma xwe ya duyem a bi navê Kevî derxistibû. Kevî ji 10 stranên Kurdî pêk tê, gotin û beste aîdê Sîmir Rûdanî ne. Dema ku albûm nû derket Sîmir Rûdan ji bo strana xwe ya bi navê Hêsirên Veşartî klîbek weşandibû, vê carê jî ji bo strana xwe ya bi navê Strana Me bi klîbeke anîmasyonê li pêşberê guhdarên xwe ye.

 

Derhênerê vê klîbê Alkım Serbest e. Guhdarekî Sîmir Rûdan ê Colemêrgî Ulaş Sabahattin, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku mûzîka Sîmir Rûdanî hêja ye û gerek ev mûzîk bigihîje mirovan, ji Sîmir re teklîfa çêkirina klîbeke balkêş dike û ji bo hinek mesrefên wê klîbê jî dibe alîkar. Sîmir û Ulaş bi hev re difikirin û ji ber ku di mûzîka Kurdî de zêde nehatiye ceribandin biryara çêkirina klîbeke anîmasyonê didin. Armanceke vê klîbê jî ew e ku ev mûzîk bigihîje asteke gerdûnî.

 

Dema ku em li naveroka stranê dinêrin em dibînin ku stran, me dawetê mûzîkê dike: “Ka were em ji xwe re stranekê bejin”. Herçiqas rasterast neyê behskirin jî ji gotin û mûzîka stranê tê hîskirin ku tengasiyek heye û dermanê vê tengasiyê jî bi hev re bûn û bi hev re stran gotin e. Ev yek herçiqas nekare tengasiyê xilas bike jî dikare barê wê li ser milên me sivik bike. Bi vî awayî em dikarin bêjin ku Strana Me bangek e ji bo hevhimbêzkirinê.

 

Di klîbê de ev banga himbêzkirinê ne tene ji bo mirovan tê kirin. Em di klîbê de dibînin ku Sîmir ji bo ajal û xwezayê jî bang dike. Ango berîya ku stran dest pê bike ji bilî mûzîkjenî tu kes nîne û erd çoleke rût e. Bi destpêkirina mûzîkê tav derdikeve û erd hêdî hêdî şîn dibe û ev şînbûn û geşbûna xwezayê heta dawiya stranê jî dewam dike. Paşê mirovên ku mûzîkê dibihîsin nêzîk dibin û li dor stranê li hev dicivin, mîna ku rojeke zivistanê li dora agirekî mirov xwe bidin hev. Mirov hewceyê têkildariya hev in û dibe ku mûzîk ji bo vê yekê hebe. Mûzîk silavek e, bila ev stran jî ji bo guhdarên xwe silavek germ be.

 

Herçiqas senaryoya klîbê li gor pêşniyarên Sîmir Rûdanî çê bibe jî sehneya dawî ya ku Sîmir winda dibe fikra derhênerî ye. Di vê beşa dawiyê de hevhimbêzkirin digihîje asta herî dawî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev