Gulbînê, Rabîayê û Mehdî govenda me giran kirine

Gulbînê, Rabîayê û Mehdî govenda me giran kirine

Dengê heft bavên me kete guhê min…

Nura Şane

 

Şikoyê Hesen dema nivîsibû: ”bi xweş awaz e, letîf û naz e zimanê kurdî” gelo dizanibû di zarê Gulbînê û Rabîayê da ewqas ”bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e zimanê kurdî”?

Dayîkên kurd êdî wek berê xwe nadin ber karê fêrkirina zimanê kurdî bo zarokên xwe an di vî warî da qels in, bê dilî ne, an jî difikrin yê kêrî tiştekî neyê, bo çi zehmetî bidin xwe.

Ev rewş pirranî li wan bajar û bajarokan diqewime ku kurdî li wir ne serdest e, êdî ne zimanê bazar û sûkê yê.

Ji bilî hinek gundan û derûdorên akademî yên zimanê kurdî ji xwe ra cî nedîtiye ku zîl bide, bibişkive, bigihîje û bibe zevî.

Dema xebata wan herdû keçên ciwan ber çavên min ket, dilê min fûrfûrî, bêhna min derket, yekem car bi malbatî me tiştek temaşe kir û zewqeke mezin jê wergirt. Ne absurd bû, bi tevayî resmekî civaka kurdan bi zimanekî resen û ji bedena dayîka şîrhelal derketî hate ber çavan. Bo min pir hêja bû.

 

Wan dengan ez kirime di nava rewşeke wisa da, weke ku ez ne li wî welatî dijîm, ku li min kirine, lê li welatê kal û bavê xwe, bi zimanekî din, bi kûltûrake din, bi hewayeke din, bi deng û rengekî din.

 

Û bêhemdî min gotina wan kesan pûç derdixim, ku qaşo dewlet li ser riya axavtina bi zimanê dayîkê bûye asteng. Û demekê ji xwe ra dibêjim: -Belkî ew rast bin! Û hewil didim ”rastbûna” wan bigerim û tînime ber çavan ku çawa leşkerên dewletê mal bi mal digerin, nahêlin xelk bi zimanê xwe xeberde û di wê gerê da ferman ji jorê sitendine: -Ser malên Gulbînê, Rabîayê û Mehdî Mutlu ra derbaz bin, wana rehet bihêlin, bira ew bi zimanê xwe xeberdin… Dû ra ji vê ”xewna derew” şîyar dibim.

 

Herwiha min sohbeta Gulbînê û bernameçêkirê têlêvîzyona “Rûdaw”ê Mehdî Mutlu jî guhdarî kir û min ji sohbeta wan dengê hevt bavên xwe bihîst, çîrokên hevt pîrên xwe guhdarî kir.

Dixwezim wan herdû keçên kurdan yên şîrhelal li vir pîroz bikim.

Û dixwezim ziman û hunera wan bigihînim hemû kurdên ji welatên din da ku zêdetir bên naskirin, bila bizanibin li welêt tiştên xweş jî diqewimin.

Skeçên keçikên delal –Gulbînê û Rabîayê– li jêr in.

 



Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev