MIRINA SURMELÎ MEMED PAŞA Û ŞERÊ XOZANÊ

MIRINA SURMELÎ MEMED PAŞA Û ŞERÊ XOZANÊ

Nivîsar û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Dewrêş Paşa (Paşayê Osmanî) tevî artêşa xwe (…..)
Aslan Beg (begê Çerkeza ) bi dûsed siyarên xwe ve tevlî şerê Xozanê dibe. Surmelî Memed beg jî dixwaze pê ra here, lê Dewrêş Paşa wî li Sîsê (Kozan) dihêle. Lewra siyarên çerkeza bi tiving, şîşxane, siyarên Kurda jî bi mizraq bûne (rim)…. (ev jî bûyereke balkêşe, çima di wê demê da di destê çekdarên Kurda da tiving tunebûye, lê siyarên Çerkeza bi tiving çûne şerê Xozanê (Mihemed)

Li Tirkmena dixin, wana ji hev tûr û tela dikin. Êdî leşkerê Dewrêş Paşa li wan deveran qam dibin, Dewrêş Paşa û Kazasker Ahmed Cevdet (Paşa) Tirkmena dîl digrin û qefle bi qefle, çil-pêncî hezar kesî ji cîh û warên wan derdixin û dişînin hêla Çukurovayê, Helebê, Qeyserê û Bursayê… Şeîrê Tirkmenan yê bi nav û deng “Dadaloğlu” wê demê li cem axayê Xozanê bûye. Ango, şeîrê Tirkmena û şeîrê Kurdayê bi nav û deng yê herî mezin Evdalê Zeynikê hatine pêşberi hev, lê hayê wan ji hev nebûye.

 

“Ew rojê dîsa bê, dîsa şerê tevrabe,
Tiving wê deng bidin, dawlumbaz wê lêkeve,
Sultan xweyî ferman be, çiya û banîyê me hene
Kî dimre, bira bimre, saxên me besî me ne”

…Derwêş Paşa û Ahmed Cevdet Paşa xebera serkeftinê bi rêya têlgrafê didine Stenbolê. Padişah jî ji wana ra têlgrafekê dikişîne, wana pîroz dike, rutbê paşatîyî û mîrmîrantîyê dide Memed Beg û Aslan Beg…

…Hazirîya vegerê da nexweşiya kolerayê di nav leşkera da derdikeve. Di zemanekî kurt da gellek kes telef dibin. Ji siyarên Memet paşa jî di nav çend rojan da ji çarsed siyarî 60-70 kes dimînin, wanên ku sax dimînin, serê xwe hildidin her yek alîkî ve diçe…

MIRINA SURMELÎ MEMED PAŞA

…Di serê meha îlonê da (1865) nexweşiya kolerayê zaîl dibe idî kes namire. Dewrêş Paşa jî Memed Paşa ra dibêje emê herin Stenbolê, emê te jî bi xwe ra bibin (….).

Wê demê çadira Memed Paşa li binîya Sîsê (KOZAN) li ber kanîkî bûye, li cem wî jina wî û çend mirovên wî mane. Li wê deverê marên mezin yên wekî ejderha hebûne. Mar ji bo avê vexwin, ber êvara ji yalê çiyê da dikişin têne ser kaniyê. Merivên wê kêşê ji Memed Paşa ra dibên: “Çadira xwe ji vir rake, hinekî ji kaniyê dûr bikeve, marê li texin”.

Memed Paşa dibê: “Ez çadira xwe ji vir ranakim,wê paşê bêjin Memed Beg ji maran tirsiyaye. Navê minê xirab be. Bira mar ji min bitirsin “.

…Memed paşa diçe li ser rêya maran xendeqekê vedide, şurê xwe hildide dikeve xendeqê û li benda maran dimîne. Dema ber êvarê marekî mezin weki ejderhayekî dikişe ku were ser avê, Paşa êrişî mar dike û mar dide ber şûra, mar xedar birîndar dibe, lê dest li ber paşê danayne. Mar poçika xwe davêje,wan dar û ber û kevirên wê derê mînanî tapanekî rêş dike û diqetîne, tîne xarê. Memed Paşa û mar bi wî teherî gelekî ber hev didin, ji ber xendeqê fesala mar li paşê nayê, Paşa mar dikuje.

…Xelkê wê derê ji wê cesaret û cul’eta Paşê ra ecêb mayî dimîne û dîsa jê ra dibêjin: “Paşa tu were înat neke, çadira xwe ji vir rake marên waha yên mezin daîm cot in, hevaleki vî marî muheqeq heye, ewê tola xwe ji te bistîne. Pirsa tolhildana maran her kes dizane, pirseke eyan e, marê hevalê wî zu dereng wê li texe. Tu were çadira xwe ji vir rake. Ji vir dûrkeve!
Memed Paşa guh nade kesî… Du-sê roj pey ra, êvarekê Memed paşa di çadirê de dengê ewte ewta bonciya xwe dibihîze.

…Memed paşa ku guhê xwe didê dinhêre dengê guje gujekî tê, şûrê wî di stûna çadirê de dardakirî bûye, dema ku radibe destê xwe davêje şûr, ji nişkeva dibe şîrqînî, mar xwe lê dipêçe. Bi lêxistina mar va şûr ji destê Paşê dipeke diçe li ber çadirê dikeve. Mar wî û stûna çadirê bi hevra dipêçe. Çadira jina wî nêzîk bûye, jinik ku dengê bonciyê dibihîze, bi lez tê çadirê. Memed paşa di wê rewşê de dibîne. Paşa deng li jina xwe dike, dibêje: Şûr ji destê min pekiya, waye li ber derê çadirê ye, zû şûr bîne lêxe, wiyayî parxanên min di hevra derbas kirin, zû min xilaske!!!

Jinik şûr hildide, lê dixe fitlên mar qet qetî dike û Memed paşa ji pêça wî xilas dike. Lê Memed Paşa xedar birîndar dibe. Mar ku wî bi sitûnê va dipêçe û diguvêşe, parsûyên wî di hevra derbas dibin, hesinê sitûnê di sîngê wî ra diçe xarê û sîngê wî qul dike.

…Paşê Derwêş Paşa û paşayê din tên, dixtor tînin ser, birînên wî didin dermankirin. Dinhêrin ku xêra wî tune. Dewrêş Paşa û merivên wî didin ser rê diçin Stenbolê, çendekî şûnda Memed Paşa jî wefat dike…
Li ser mirina Memed Paşa Evdalê Zeynikê kilamekê derdixe…

Heyla wayê heyla wayê
Bavê Xanimê, Mîrê Zirav ji kela Elajgirê siyar bû bi giranî
Minê bala xwe dayê, Mîrê Zirav çû ji Birca Belek rim hilanî
Du Mîrê min ra Maîl Xanim û Eyşan Xanimê şîneke giran danî
Memed Paşa li Zêtka peya bû derê Poxosê Fille bû mêvanî…
Mîrêm hayê, Mîrêm Were
Felek xayîn e, tim bêbext e…

 

Çavkanî: Ahmet Aras:”Cevdet Paşa Tarîxî”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev