EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -2

EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -2

Me beşa pêşin ya vê nivîsa delal ya ji 4 perçeyan

berî çendekê çap kiribû. Em îro beşa 2an çap dikin,.

 

Faysal DAĞLI

 

3-) KOMELA JİYANAWE Û TOVÊN SERXWEBÛNÊ

 

Di vê beşa rêzenivîsê de zêdetir ezê bahsa damezrandina rêxistina JK’ê bikim ku di dîroka siyaseta Kurd de mirov dikare wê wek ‘yekem rêxistina nûjen/netewî’ binav bike.

Damezirandina JK’ê leqayî hatina Artêşa Sor û dagirkirina İranê û vekişîna leşkerên Şah ji Kurdistanê jî dibe. JK ku, bi gelek awayan heta îro jî bûye bingeha tevgera Kurd li hemû beşên welat bi vê taybetiya xwe di dîroka me ya siyasî de dewrekî girîng leyistiye.

Roja 16’ê İlona 1942’an nêzîkî 20 kesayetiyên naskirî yê Mahabadê li kewiya Çemê Seblaxê, li bin darên baxçeyê Hecî Dawid kombûbûn. Armanca wan kesan ku ji çavan dûr di nav daristanekî de civiya bûn, damezirandina rêxistineke veşartî bi navê Komela Jiyanewey Kurd (JK) bû.

 

Di civîna damezrandina JK’ê de ji Başûrê Kurdistanê jî çend efserên Artêşa İraqê yên wek Mîrhac û Mistefa Xoşnaw jî amede bûn. Li gor belgeyên demê, ev efserên Başûrî, wê demê endamên rêxistina Hîwa bûn û di vê civînê de ji Kurdên Rojhilat re behsa tecrubeyên xwe yên siyasî û rêxistinî kirine.

Di nav damezrênerên JK’ê de ji Mahabad û derdorê kesên wek: Evdirehman Zebîhî, Mihemed Nanîwazade, Qasim Qadirî, Mihemed Yaho, Husên Firoher, Mela Evdila Dawudî, Qadir Muderîsî, Evdirehman Îmamî Eqdem, Evdirehman Kiyanî, Sidîq Heyderî Faroqî, Hemîd Mazûçî, Elî Mehmûdî, Mihemed Selîmî, Mihemed Şahpesendî, Mihemed Eshabî û Necmedîn Tuhîdî hebûn.

 

Komela Jiyanewey ku paşê wê bi navê JK (JeKaf) bihata naskirin, di demek kin de gelek malmezinên heremê jî li dora xwe kom kir. Di nava şeş mehan de tenê li Mahabadê 100 endamên rêxistinê çêbûbûn.

JK bi awayekî veşartî, wek şaneyan kar dikir. Endaman tenê hevalên xwe yên şaneyan û bi navên kodkirî nasdikirin. Serokatiyeke diyar ya rêxistinê nîn bû. Bi awayekî kolektîf dixebitîn.

 

Di sala 1943’an de qasî 100 serkirdeyên JK’ê li baxçeyê Xwedaparêst careke din civiyan û Komîteyeke Nawendî damezrandin. Wê endamên vê komîtê di pêşerojê de bibûna damezrênerê Partî Demokratî Kurdistan.

 

Di sala 1944’an de Qazî Mihemed jî bû endam û di nav rêxistinê de bi navê “Bînayî” xebitî. Bi tevlîbûna Qazî Mihemed ya rêxistinê di nav gelê herêmê de li hembere JK’ê sempatiyekî mezintir peyda bû.

 

Komela Jiyanawe piştî hingê bi taybetî di nav Kurdên di herema dagira Sovyetê de bi awayekî çalak geş bû. Di vê demê de rêxistinê êdî nîv vekirî dixebtî. Hemû serokeşîr û oldarên bitesîr bûbûn endamê rêxistinê.

JK’ê di propogandayên xwe de girîngî dida yekitiya Kurdistanê. Ji bo vê yekê di sala 1944’an de li sînorên İran-Turkiye û İraqê li Çiyayê Dîlanbar bi nûnerên perçeyên din yên Kurdistanê bi navê Peymana Sêsînor civînekî sembolîk jî hatibû lidarxistin û sozên hevkariyê dabûn hevûdû.

 

Dirûşma JK’ê ‘serxwebûn û yekgirtina Kurdistana mezin’ bû. Li ser bergê Kovara Niştiman ya weşana fêrmî ya JK’ê de wiha dihat nivîsandin: ”Bijî Kurd û Kurdistanî gewre!”

Li gor rêbazên JK’ê ji çar perçeyên Kurdistanê Kurd dikarbûn bibin endamê rêxistinê. Şertê sereke yê endamtiyê ew bû ku sedem çi dibe bila bibe, xiyanetê li doza xwe nekin. Kesêkî dema dibû endamê JK’ê, bi Quranê sond dixwar û ev şertên rêxistinê qebûl dikir:

1.Bi çi awayî li gelê Kurd xiyanetê nake.

2.Hertim ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite.

3.Bi hîç awayekî sirrên rêxistinê eşkere nake.

4.Heta dawiya temenê xwe, wê wek endamê rêxistinê bimîne.

5.Çi jin, çi mêr, hemû Kurdan wek xwuşk û birayê xwe bizanibe.

6.Bê agahiya JK’ê, nabe endamê rêxistineke din.

Di serdema damezrandina JK’ê de, ji Başûrê Kurdistanê jî hin Kurdên welatparêz hatibûn Rojhilat û tevlî xebatên JK’ê bûbûn. Herwiha di navbera endamên Hîwa û JK’ê de çûndin û hatin jî domdikir. JK’ê rêxistinê bi navê Qolsor hêzeke çekdarî jî damezrandibû. Ev hêz ewlekariya rêxistinê pêkdianî. Xebatên JK’ê bi vî navî heta roja 16’ê Tebaxa sala 1946’an domkir.

Ala Rengîn jî ku îro wek remza netewî tê qebûlkirin di gulana sala 1944’an de ji alî rayedarên JK’ê ve hatibû amadekirin.

Piştî ku di sala 1941’an de artêş û rayedarên İranî ji Kurdistanê vekişiyan JK jî êdî bi awayekî eşkere dest bi xebatê kiribû û derketibû rûyê erdê. Ji sala damezrandinê, heta dawiya vê rêxistinê ku di sala 1946’an de navê xwe wek Partî Demokratî Kurdistan guhert, desthilatdariya siyasî ya xaka Rojhilatê Kurdistanê, ji alî JK’ê ve hat birêvebirin.

 

MALBATA QAZÎ

 

Malbata Qaziyên ji serê sedsala 20’an ve li Rojhilatê Kurdistanê di warê rêvebirina civakê de rolekî sereke leyistine. Endamê malbatê Qazî Mihemed piştî ku serokatiya Komara Kurdistanê jî kir, di dîroka siyasî ya Kurd de bû hîmekî esasî. Ji ber vê yekê nasîna wan girîng e.

 

Secera Malbata Qazî digîje sedsala 3’an dema dagira Mongolan. Li gor agahiyên di destên endamên malbatê de bapîrê wan di dema sefera Bûdax Begê Mukrî de ji alî Qafqasya hatiye Kurdistanê.

 

Bavê Qazî Mihemed, Qazî Elî, bapîrê wî jî Qazî Qasim e. Bavê wî Qazî Elî li heremê wek alimekî mazin dihat naskirin. Ji alî bav ve ji malbata Qaziyan, ji alî dê ve ji eşîra Fedlûlah Begî ye. Bi navê Ebul Kasim Sadri Qazî brayekî Qazî Mihamed û çar xuşkên wî hebûne.

 

Brayê Qazî Mihemed, Sadri Qazî di hilbijartinên sala 1943’an de wek endamê Meclîsa İranê hatibû hilbijartin. Wî di navbera Komara Kurdistan û Rejima Tahranê de navbençîtî dikir û di dema nûneriya xwe ya parlamenê de nêzî partiya çepgir, Tûdehê bûbû.

 

Endamê din yên malbata Qazî, Mihemed Husên Seyfî Qazî bû. Ew mirovekî navdar û dewlemend bû. Di hikûmeta Mahabadê de wê bibûya Wezîrê Parastinê. Li nêzî bajarê Muyanduwê 6 gundên wî hebû.

 

Qazî xwendina xwe li Qutabxane ya Mahabadê û li cem bavê xwe kiribû. Di xortaniya xwe de demekî wek Mudûrê Waqfa Mahabadê jî xebitîbû. Qazî di sala 1927’an de ji dêlva Apê xwe Sêyfulquzat ve wek Qazî li Mahabade dest bi kar kir. Sêyfulquzat alimê herî gewrê yê demê dihat naskirin.

 

Qazî Mihemed, li gor rewşa heremê yek ji rewşenbîrên dema xwe bû. Bi biyaniyan re têkiliyên baş datanî. Wî bi zimanên Farsî, Rûsî, İngîlîzî û Esperanto jî dizanibû.

 

Qazî Mihemed bi Mîna Xanim re zewicî bû û kurek û 7 keçên wî hebûn. Kurê wî Elî Qazî niha li Almanya dijî. Dû keçên wî jî bi komployên rejima İranê ve hatine kuştin.

 

Dema ku Artêşa Sor hat Kurdistanê û rêvebirên İranê ji heremê vekişiyan, rayedarên Sovyetê bi Qazî Mihemed re têkili danîn û wî revebiriya bajêr girt stûyê xwe. Li gor dîplomat û rayedarên biyanî yên demê, Bajarê Mahabadê di pêvajoya rêvebiriya Qazî Mihemed de dema xwe ya herî baş dîtîye.

 

DESTPÊKA TÊKİLİYÊN KURD Û SOVYETÊ

 

Di meha tebaxa sala 1941’an de İran û beşekî Rojhilatê Kurdistanê ji alî Artêşa Sovyetê ve hat dagirkirin. Artêşa İranê ji heremên dagirkirî vekişiya. Sovyetê nikaribû sihêtiya Kurdan bike. Li herema dagirê pirsgirêk derdiketin. Ji ber vê yekê rayedarên Sovyetê bi Kurdan re têkilî danîn. Di dawiya sala 1941’an de Sovyetê ji Kurdan xwest ku heyetekî bişînin Bakûyê. Piştî ku serekên Kurda ji alî Sovyetê ve hatin dawetkirin, heyetekî ji 30 kesî pêkhatî, komkirin û di dawiya sala 1941’an de çûn Bakûyê.

 

Di heyeta Kurd de ji bilî Qazî Mihemed û pismamê wî Seyfî Qazî, kesên wek, Mecîd Xanê Mîrmukrî, Elî Axayê Êlxanîzade û kurê wî, ji eşîra Herkî; Reşîd Beg, Taha û Zêro Beg, Seyîd Muhemed Sidîqê Şemzînî, ji eşîra Şikak; Hesen Hinare û Hesenê Têlo, ji eşîra Zerza; Mûsa Xan, ji eşîra Mameş; Hecî Qerenî Axa û Kek Hemze yê Nalûs, ji Begzadeyan Nûrî, ji Feyzullahbegiyan Ahmed Beg û ji Eşîra Gevirk; Beyazîd Axa hebûn.

Endamên heyetê ji eşîr û malmezinên herema nufûza Sovyetê hatibûn hilbijartin. Heyeta Kurd pêşîyê çû Tebrîzê û li wir tevî General Selîm Atakşiyov bi trênê berê xwe da Bakûyê.

Heyeta Kurd piştî ku çend roj li Bakûyê li tesîsên sanayî û li çewlikên kolhozan geriyan, derketin pêşberî Cafer Bagirovê Serokdewletê Sovyeta Azarbaycanê. Bagirov behsa bratiya Azerî û Kurdan dikir u digot Yekitiya Sovyetê dostê gelên bindestê. Heyeta Kurd doza mafên netewî û piştgiriya Sovyetê dikirin.

Piştî gera dû hefteyan heyeta Kurd zivirî Kurdistanê. Li gor çavderiyên wan Sovyetê wê alîkariya wan bikra. Rayedarên Sovyetê herçend di vê hevdîtinê de sozên vekirî nedan Kurdan jî, aliyan êdî hevûdû naskiribûn û zanibûn kî doza çi dike.

Di vê navberê de efserên Sovyetê jî li bajarên Kurdistanê belavbûbûn. Beşek lazmatî û pêdiviyên rojanê yên leşkerên sor ji Kurdistanê dihat temînkirin. Di sala 1943’an de bi navên Edvilaov û Haciov du efserên Sovyetê hatin Mahabadê û bi Komela Jiyanewe re têkilî danîn.

Li Urmiyê jî di navbera serekeşîrên Kurd û rayedarên Sovyetê de têkili hatibû danîn û li bajêr konsolosekî Sovyetê jî bicîh bûbû.

 

Ji bo pêşxistina dostaniya navbera Kurd û Sovyetê wê di îlona sala 1945’an de li Mahabadê bi navê Encumenê Ferhengî Kurdistan û Şûrewî komelekî dostaniyê hatibû vekirin.

Piştî ku Almanya di sala 1942’an de êrişî Sovyetê kir û artêşa Alman heta nêzî Bakûyê hat, Sovyetê, li Kurdistan û İranê li dij xebatên Naziyan hassastir bû. Ji bo ku li heremê heyraniya Almanan pêşnekeve, hinek jî xwe nêzîktirê Kurdan kirin.

Sovyetê di nav Kurdên Rojhilat de li serokekî bibandor digeriya ku bi saya wî bi Kurdan re têkilî deyne. Piştî hin hewldan û lêgerînan wan jî li ser Qazî Mihemed biryar dan. Di vê navberê de di sala 1943’an de li Kurdistanê JK hatibû damezrandin û Kurd ketibûn nav hewldanên siyasî.

 

Di sala 1945’an de roja 3’ê Cotmehê, Sovyetê careke din heyetekî Kurd vexwend Bakûyê. Di şandeya Kurd ji alî Qazî Mihemed ve hatibû diyarkirin de ji heremên cuda yên Kurdistanê kesen wek; Menaf Kerîmî, Elî Reyhanî, Qasim Axa Elxanîzade, Seyfî Qazî, Evdila Qadirî, Kek Hemze Nalûsî û Nûrî Begzadê hebûn.

Heyet pêşîye çû Tebrîzê li wir tevlî merasima damezrandina Partî Demokratî Azarbaycanê bû. Azeriyan di serî de Cafer Pîşewerî, bi dilgermî şandeya Kurd pêşwazî kiribûn. Kurdan piştî hevdîtinên Tebrîzê bi trênê berê xwe dan Bakûyê. U li wir derketin peşberî Cafer Bagirov.

 

Di vê navberê de şerê cîhanê bidawî bûbû û Sovyetê ji şer de Almanyayê pelixandibû. Rejima Bolşewîk û Stalîn êdî di dengeyên siyasî yê cîhanê xwedî gotina dawîn bû. Hêz û qudreta Sovyetê di şere de hatibû îsbatkirin. Moskowayê vê hêza xwe niha jî ji bo berjewendiyê xwe yê İranê wê bikarbaniya. Çavê wan li nefta İranê bû. Stalîn heta ji rejima İranê garantiya îmtiyazên petrolê negirtana wê ji Îranê venekişiya. Pirsgirêkên Azarbaycan û Kurdistanê jî di siyaseta Sovyetê ya İranê de qertên girîng bû.

 

Bagirov siyaseteke Pan-Turkîst dimeşand. Li pey Azarbaycaneke yekgirtî bû. Duxwest ku Azarbaycana İranê bi Azarbaycana Sovyetê ve girêbide û Rojhilatê Kurdistanê jî wek eyaletekî tevlî Azarbayacana İranê bike. Bagirov di hevdîtina Bakûyê de duxwest rayedarên Kurd qayil bike ku ew wek eyaletekî tevlî Azarbaycanê bibin. Wî digot ‘heta pirsgirêka Kurdistanê ji kokê bê çareserkirin, divê Rojhilatê Kurdistanê wek eyaleteke otonom tevlî Azarbaycana İranê bibe.’

Lê heyeta Kurd, daxwazên Bagirov qebûl nekirin. Serokê Heyeta Kurd Qazî Mihemed, bi awayekî vekirî digot, Kurd bibiryar in ku bi serê xwe tevgerin û wek Azeriyan rêvebiriya xwe damezirînin.

Herwiha Bagirov soz dabû ku, wê Sovyet çekên giran, çapxane û alikarîya diravî bide Kurdan. Ji bo 55 xwendekarên Kurd jî li zanîngeha Bakûyê jî wê kontenjan bihata veqetandin.

Bagirov di hevdîtinê de xebera koça hêzên Başûrî û eşîra Barzanî jî da heyeta Kurd û ji wan xwest ku ew dûrî Başûriyan bisekinin. Li gor wî Barzaniyên ku ji ber balafirên İngîlîz xwe sipartibûn Rojhilat, casûsê İngîlîzan bûn. Bagirov neduxwest ku Kurd hevûdû bigrin û ew her di bin siya Azeriyan de bimînin.

 

PÎLANA AZERÎYAN YA Lİ SER KURDAN

 

Di vê navberê de Azarbaycana Rojava di fîîliyatê de ji dewleta nawendî ya İranê veqetiya bû. Di dawiya Tebaxê de li Azarbaycanê di bin serokatiya Cafer Pîşewerî de Partî Demokratî Azarbaycan hatibû damezrandin. Di meha kanûnê de jî bargeha Tebrîzê ya Artêşa İranê ji alî fedayiyên Azerî ve hatibû dagirkirin û li gel sîleh hatibû belavkirin. Ji Azarbaycana Sovyetê jî gelek partîzan hatibûn İranê. Azeriyan ji mîlîsên partîzan hêzekî xurt damezrandibûn.

 

Azeriyên bin siya Sovyetê êdî bi serê xwe tevdigeriyan. Sovyetê jî yekîneyên nû jî şandibûn Azarbaycanê û nedihiştin ku İran tedaxulê Azarbaycanê bike. Di serî de li Tebrîzê, li hemû bajarên Azarbaycanê li dijî hevkarên rejima Tahranê û dijberên Sovyetê kampanya şîddetê hatibû destpêkirin û gelek kes ji alî van partîzanan bi van tawanbariyan hatibûn kuştin.

Meclîsa ku Azeriyan damezrandibû ji 101 endamên pêk hatibû û di 12’ê Kanûnê de civiyabû. Meclîsê di çarçova dewleta İranê de otonomî îlankiribû. Li Azarbaycanê êdî zimanê fermî û yê perwerdê Azerî bû. Esasen Zagona bingehîn ya İranê jî ji bo damezrandina meclisên heremî dest dida. Bi wî awayî ev helwesta Azeriyan dernediket dervayê qanunên İranê. Meclîsa Azarbaycanê hin biryarên sosyalîstî jî derxistibû. Wek minak bankayan nasyonalîzekiribû û erdê di destê axayan de duxwest li gundiyan belav bike.

 

Li ser daxwaza rayedarên Sovyetê ji herema Mahabadê jî; kesên wek Seyfî Qazî, Menaf Kerîmî, Hecî Mistefa Dawûdî, Kerîm Ehmedyan û Vehab Bilûryan jî tevlî civînên Meclîsa Azarbaycanê bûbûn. Lêbelê Azeriyan wan ne wek nûnerên Kurdistanê, wek kesên ku ji heremên din yên Azarbaycanê hatibûn hilbijartîn, qebûlkirin. Azeriyan duxwest Kurdistanê daqurtînin. Li ser vê helwesta wan, piştî sê civînan, Kurdên Meclîsa Azerbaycanê dev kar berdan û vegeriyan Mahabadê.

Rejima Tahranê bi giştî ji Azarbaycanê destên xwe şûştibû. Şah herçiqas hewlda ku mudaxele ya tevlîheviyên Azarbaycanê bike jî, yekîneyên wan li Kazwînê ji alî Artêşa Sor ve hatibûn berbendkirin. Herçend Amerîka û Brîtanya vê helwesta Sovyetê şermezar kirin û tarîxa vekişîna ji İranê avêtin pêş jî Moskowayê wan guhdar nedikir.

Piştî ku heyeta Kurd ji Bakûyê vegeriya, ji bo damezrandina rêvebiriyeke netewî ket nav hewldanan. Diveyabû Kurdan jî li çarenûsa serê xwe binêrtana û bilezandana. Bi vê mebeste wek gavê peşîn, damezrandina Partî Demokratî Kurdistanê hatibû rojevê.

 

4-) Lİ ÇARÇİRA COŞA SERXWEBÛNÊ

Di Tebaxa sala 1945’an de 270 serek û endamên JK’ê û hin kesên din bi serokatiya Qazî Mihemed de li Mahabadê li avahiya komelê kombûn. Qazî digot; ‘’Divê êdî JK eşkere bixebite û wek parti ji nûh ve bê rêxistin.’’ Sovyetê jî wê alikariya partiya nû bikra. Bi vî awayî bi îmzeya 106 serekên Kurd daxuyaniyekî hat belavkirin. Di encama civînê de Partî Demokratî Kurdistan hat îlankirin. Ji perçeyên din yê Kurdistanê jî çend kes beşdarî kongra damezrandina Partî Demokrat bûbû. Di kongreyê de li ser hevkarî û yekîtiya Kurd û Kurdistanê jî hat axaftin. Qazî Mihemed di kongrê de bi kirtahî wiha digot: ‘’Cîhan ji faşîzmê rizgar bûye. Gelê Kurd duxwaze ji vê yekê îstîfade bike. Em tenê duxwazin ku mafên xwe yên însanî û zagonî ku Riza Şah înkar dike, bidestbixin.’’

 

Qazî Mihemed endamê partiyê bû, lê neketibû nav Komîte ya Nawendî jî. Lê esasên serokê tevgerê bû. Komîta Nawendî ya partiyê ji dema JK’ê mabû. Piştî damezrandina partiyê, êdî pêwîstiya JK’ê nemabû.

Di bernama partiyê de 8 xalên sereke hebûn:

1-Gelê Kurd yê li İranê ji bo rêvebirina karûbarên xwe yên siyasî wê bibe xwedî îdareyeke xweser.

2-Kurdî wê bibe zimanê fermî û yê perwerdê.

3-Li gor zagona esasî ya İranê ji bo sihêtiya hemû karûbarên dewletî wê meclîsekî bê damezrandin û ji bo vê meclîsê hilbijartin bê kirin.

4-Wê hemû karmendên dewletê Kurd bin.

5-Bac û hatina ku ji Kurdistanê tê komkirin wê li Kurdistanê bê serfkirin.

6-Partî Demokartî Kurdistan ji bo tesîskirina têkiliyên bratî û dostanî bi Azerî û gelên din yên heremê re wê hewlbide.

7-Wê di nav gundî û axayan de hevbeşiyekî qanûnî bê sazkirin û paşeroja herdû aliyan jî bê di bin garantiyê de be.

8-Partî ji bo pêşxistin û bilindkirina çanda gel, xizmetên tenduristiyê, bazirganî, kiştûkal û aboriyê wê bixebite

 

Piştî damezrandina partiyê jî êdî dor hatibû ser damezrandina rêvebiryeke xweser. Bi vî awayî di dîroka Kurdên Rojhilat de rûpelên serpehatiyeke nûh vedibû.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *