Ji hejmara 77an a ”Bîrnebûn”ê

Ji hejmara 77an a ”Bîrnebûn”ê

Kovara dengê kurdên dervayî Kurdistanê zimanê me dewlemendtir dike

Elî Çiftçî, berpirsyarê kovarê

Em di demeka veng awarte de dijîn ku li cîhanê pirsgirêkên girseyî çêdibin û bilez mezin dibin. Ev pirsgirêk jî bi hêsanî nayêne sererastkirin.

Rêxistinên navnetewî yên wek YN, WHO (Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê), dewlet, rêxistinên civakî yên medenî, hukumet û ti ferdek bi serê xwe nikare van pirsgirêkên ku bi girseyî rû didin çareser bikin. Ev rûdanên dijwar ên cîhanê hewcedarî bi xebat hevkarîyên muşterek heye.

Li hember pandemîya wek sava COVID-19an lazim e cîhan tevbige- re. Bi derketina vê vîrusa koronayê, ku li seranserê cîhanê belav bûye, bi hestên neyînî li hemû welatan bando- reka mezin kiriye.

Li gor agahdarîyên WHOyê ya ku dema ev nivîs dihat nivîsandin li cîhanê zêdetirî 4 126 890 kes bi koronayê ketine û zêdetirî 280 986 kes jî mirine. Yên ji vê nexweşîyê xweşbûyî jî 1 453 387 kes in.

Wekî yekem welatê ku bi vê krîzê re rû bi rû bû, li Çînê gelek ezmûn, nimûne hene ku civaka navneteweyî dikare jê fêr bibe û bicîh bîne. Bi rastî, ji bo kontrolkirina berbiçav û têkbirina vê vîrûsê, hevkarîya navneteweyî pêdivîyek e. Li hember vê vîrusê li seranserî cîhanê her welatekî li gor şert û mercên xwe hinek bîryar girtin. Piranîya welatên asyayî ji ber tercubeyên xwe yên berê di wextê de tedbîrên xwe girtin û ji ber wê jî bi qasî hinek welatên Ewropayê wek Îtalya, Fransa û Spanyayê ev vîrus belav nebû. Mixabin li Îranê, Turkîyê û piranîya welatên Ewropayê ev vîrus bilez belav bû û bi hezaran însan, piranîya wan salmezin telef bûn, hîn jî veng here dê gelek însan bi vê savê bimirin.

Li welêt û li derveyî welêt jî pir însanên me yên ji Anatolîya Navîn jî ji ber vê sava COVID-19an ji nav me bê xatir xwestin, bêyî seremonîyên şîn û serxwaşîyan binax bûn.

Bi taybetî li welatên Ewropayê piranîya kurdên ku ji ber koronayê mirin penaberên sîyasî yên welatparêz bûn. Bi hesreta welêt bêyî xatirxwestin ji nav me bar kirin!… Bila serê mal- batên wan û gelê me sax be!

Mixabin di dîrokê de em dibînin di demên veng ên awerte û dijwar de herdem hukumdarîyên dîktator rewşê ji bo xwe bi kar tînin. Niha li welêt jî rewş hîn zêde dijwartir bûye. Bi taybetî ji alîyê aborîyê de. Li welêt xelk ji koronayê pirtir ji ber rewşa aborîya xwe di metirsîyeka mezin de ye. Xizanî, bêkarî roj bi roj zêdetir dibe.

Em hêvî dikin di demeka nêz de çareserî û aşîya ji bo koronayê bê peydakirin û însan ji vê metirsîyê xilas bibin. Di dîrokê de ev ne cara yekem e ku ji ber saveka wek koronayê însan telef dibin. Savên ji vîya dijwartir bûne sebeba mirinên girseyî ku li hinek we- latan ji çaran yek însan telef bûne. Niha rewşa dunyayê ne wek berê ye, ji bo ku rê li ber nexwaşîya koronayê bigrên hinek tedbîr, pêşnîyar û he- ta qedexe ji alîyê hukumetan ve têne kirin. Bala xwe bidin ev kesên ku ji nexwaşîya koronayê xweş bûne nêzikî %40 in.

Xwendevanên birûmet, dema me ev hejmara amade dikir, ji kurdên me yên Anatolîyê Riza Baran ji ber nexwaşîyeka dûrûdirêj wefak kir. Hecî Erdoxan bi sernivîsa Rıza Baran, jîyaneka bi rûmet ji Anatolîya Navîn heta Almanyayê gotarek li ser Riza Ba- ran nivîsîye.

Agahdarîya Daîreya Tenduristîya Gel a Swêdê ji bo xelk xwe ji koro- noya biparêze bi sernivîsa Xwe û kesên din ji vegirtin û belavkirina nexweşîyê biparêze bi kurmacî hatiye weşandin.

Di dawîya bihara navîn de li Almanyayê daweyeka ji bo me kurdan pir girîng dest pê kir. Ev cara yekemîn e ku kesek ji bo berpirsîyarekî jenosîda li dijî kurdên êzîdî tê mehkemekirin ku di salên 2014-2015 an de ji alîyê DÎ (Dewlata Îslamî) ve pêk hatibû. Bi sernivîsa Keçika pêncsalî li ber qijeqija tavê bi zincîrê hatibû girêdan li ser wê bûyerê gotarek hatiye nivîsîn.

Mem Xelîkan bi sernivîsa Kilamên me, Gurdo Gawestî kî ne ê ji ku ha- tine …, Xizan Şîlan Helbestvan, Îhsan Türkmen Colo:3, Adem Özgür Şeveka koronayê, Servet Xelikanî Ziman, Nuh Ateş Ji vir û ji wê çend kurtenivîs û Muzîkvanên Bremenê, Fatoş Koyun- cuer-Brunner Lîstikên zaroktîya me, Mehtap Îdelî Lorînek ji bo Dersîmê, Xalit Temlî Xewnên gerok…!, S. Erdem Çend mînak ji gotinên pêşîyan yên kur- dan bi naveroka felsefî û zanistî, Mûlla Evîndar çîrokek bi navê Evdal, Dr Ekrem Önen dokumenteka bi navê Dîroka kurdan a sedsalan li wîlayeta Helebê, ji rûsî wergerandîye.

Abdulbaki Xalîsînan Xalisînan (Odabaşi)- Yunak/Konya, Hızır Akbina Pêkenok, Ecevit Yıldırım Nêrînek ji Celîkan li peyvên magî, lur û lur, Seyfi Doğan Qerfo, Quto û Çend gotin û peyv ev hejmara bi van sernivîsên xwe dewlementir kirine.

Bi hêvîya ku em gîştik xwe û kesên din ji vegirtin û belavkirina nexXweşîya koronayê biparêzin bimînin di xêr û xwaşîyê de!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *