Beşek ji romana min APORÎA (Xurrifî)

Beşek ji romana min APORÎA (Xurrifî)

 

(Ev roman ji nû ve tê nivîsîn û hê neqediyaye)

 

H.Kovan Baqî

 

Wê wexta min valahî dida ber pe’hînan, zemên evqas her tişt kevin nekiribû û kulîmekên min bi goşt bûn û herdu destên jinekê ji kulîmekên min tijî dibûn û tijîbûn nerm bû û nermbûn kana sewteke xweş bû û yên din min jibîrkirin çûn. Lê lê ‘eyn werrê bû. Heqet werrêbûn çi bû, çi ye, çi? Serborîyên min gişk di bîra bîra min werbûn, di bîra xwe werbûm, wenda bûm û meraq dikim bê ka çi ji min û serborîyên min mane di bîra min de.

‘Ingieee’iiingx’iingxg.

Weledekî bi çûk î tazî, germahîya kulma jinekê nedî qet qet’hî. Belbî dî. ‘Hesêbî. Tepikên wê tep tep terpînî ji kulîmekên min dianîn. Nayê bîra min bê wilo bû yan na, lê lê ez dibêm qey tepikên wê li qûna lêwik dixist û min dengê tepînê dibihîst.

Çipt tip tep terp.

Çima heqo tepik li qûna min dixist? Serê min li jêr û qûna min li jor, tepik li qûna min û çavên min li dinyaya serberjêr.

Zzzz.

Min nizanîbû milamên xwe ji wê re bigota, ta tiaa, min zanîbûya min ê bi zimanê zarokekî tepikanjiqûnaxwedixwe bigota na ‘he bo ‘he bo ha. Wê gavê dengê min ê li vî dîwarî, vî dîwarî, wî dîwarî û wan dîwaran olan bida da diaa haa û belbî wê fam bikira na niaa haa bê gotinên min dixwazin çi bibêjin bi bêj jin, kana hebûn û tunebûna min in ha. Min milamên xwe negotin, gotinên min negotin, tepikên jinikê nesekinîn û girîyê zarokê serberjêrkî nebilîya yia ingeiyaa. Na, bêdengî bû ya ne dibilîya û ne di‘hewîya. ‘Helbûkî wê çaxkê ew zarok nepixî bû, loma valahî dida ber poşan û jinikê jî bi tepikên sist hewa ji ber wî berdida.

Fsss

Pirr xweşik li kulîmekên min dixist haa, xweşŞik lêdixist û qûna min digo, Fssst. Gavka qûna min dikêlimî, devê min dima vekirî û girîyê min dibilîya. Dengê wê ji jor de dadiket:

Eee ee e-

dengê min ji jêr de hildikişiya:

Gixxh-

Tillîkên wê ji noqên min re digotin:

Gidi gid gidiii-

şewqa çavên wê diherikî çavên min, çavên min tijî şewq dibûn û devê min digo:

Ighi iga ighî.

Zszz

Zilamekî li zemanekî, weke zinarê liserrûniştî milyonan sal nekêlimî. Ez jî bi milyonan sal mam li bendê, qene bibihîzim sewta wî û bê çi dibê. Carekê ji xamê’d kêlimî. Hew gotinek derket ji devê wî û serê min û bêdengiyê xist belayê. Min firsend nedî jê bipirsim bê çima hew go, “Dînozor,” hew dîtina min dît dînozorekî zip î zindî zikê gotina wî qelaşt û derket jê, hat li miqabilî min sekinî, ez û zinarê qûna min li ser, em man li bendê, benda çîroka saw û xofê. Wî jî tiştek negot wekî zilamê li wî zemanî, li ser wî zinarî rûniştî. Paşê min ji çavên wî deranî bê çawa çîroka min ji min’r dibê. Na çîroka vê qûnê – te dî wî zemanê nejiyayî germ dibû bi tepikên wê jinê û niha dicemide li ser vî cismê ‘hişk î qerrisî.

 

Dijene jana hestiyê qaçikê

Ez jî j’xwe’r guhdar dikim lê.

 

Hebû tunebû, rojek ji rojên xeybê, qet nedihat surra bayê xerbî, liv bi qet’hî sekinî, ez li cîyê xwe’y tarî rûniştî û ji nişka’v hat min dengekî xeybanî. Na, dengekî nas bû û dihat ji devekî min î nexwuyayî. Nizanim bê ka çend devên min hene yaxî. Porxinîm, mijûl bûm, min avêt aqlê dawî, bêfêde bû û min fam nekir bê kîjan devê min dipeyivî. Û dengekî din jî, yekî din jî, yekî din jî; ken, nihirîn, girî, hema tu çi dengî bixwazî, gişk şirîkên razekê, gişk hevraz. Zivêrî di nava min de hilnehat û devê min go, Ev çito polîfonî yî gidî–  Hê jî didomî. Ewil bêdorî, paşê dor bi dorî. Guh guhdar î. Qûna min a qonformîst ‘urf û adetên bav û kalan didomînî, ken û girî bi hev re dikî. Dengê ewil û yê di pê re tê ji hev kifş nabî. Rêz û dor nîn î. Çi cara devê min î jor çîrokekê dibêje, devê qûna min bi tirrekê erêkirina xwe eşkere dike û paşê bi fisssekê erêkirina xwe ji holê radike.

Çip tip.

Kî ye yê heqo deng dibihîze? Ez im gelo? Na, ne bawer im. Ne şaş bim ewkoyê din e. Ê çîrokbêj jî ne ez im, ê din e, ew tim yê din e, yê din kî ye îja? Fikreke şaş e ev. Şaşî bi tenê rast e. Qey, belbî, ber bi aqilê min ve naçe ewk û mewk. Lê ev ê di nava min de çi ye, kî ye – te dî monetanê nade çîrokbêjîyê? Ne amin im ji tiştekî. Îja amin çi ye gidî? Bi wî rebbê li jor î min qet ew nedî, nizanim wîî.

Heqet ‘heta niha kesî ji min re negotîye bê ev nezanîn çi ye. Ma tu zanî lo Do? Bibore, devê min xelitî, yano min got, Enkî. Na wî, ne Do û ne Enkî. Îja çima devê min nagere û nikarim bêjim, EnkîDo?

Bi qasî tê bîra min, pîrekî li ser kevirekî rûniştî ez li benda xwe hiştim; sed sal, hejar sal, milyonek sal û dawîya mayî min nema karîbû bijmarta bê wî çend milyon sal ez li benda xwe hiştim. Rojekê berê min li kevir bû û nizanim li çi difikirîm, bi carekê re hew dîtina min dît, pîrê li ser kevir rûniştî ji ser kevir rabû, bi min werrê hat, belbî jî qet ranebû, ji dêvla berê xwe bide min berê xwe da kevir û go, “Qey tu pirr meraq dikî bê nezanîn çi ye?” Devê min go, “Nizanim. Min go belbî tu zanibî, loma li benda te sekinîm.” Awirên min û wî di kortikeke kevir de varqilîn, belbî jî ew kortik deqek bû, devê wî ji hev çû û asoxî bersiva çendmilyonsalî da, “Nezanîn, nezanîn e û hew.”

Devê min li ber zanîna wî ji hev çû û nema zanim çi gotin jê derçûn. Heke aniha bûya min ê bigota, Min qenc kir go ez çend milyon sal li benda vê zanîna giranbuha mam.

Zzzz.

Devê Dersetayê hat devê min î vekirî girt, na, devê Dersetayê hat devê min î vala tijî kir û dîsa min ji cîyê mayî dest bi çîrokbêjiyê kir: Wa’y ewên din li wir in, li wî cîyê em ne li wê ne. Na, ne hew cîyek e, gellek cî ne. Feqet seba me qet ew nedî ne, gişk dişibin hev, ji me heye gişk ne gişk in û hew yek e. Ew jî ne yek e, gellek in û weke kesekî bi tenê xwuyanî dibin ji me, ji min. Na, xwuyanî nabin, lê dîsa jî xwuya ne ji me, ji min. Her serîyekî keçel du guh pê’v daliqî, guhdar in li van çîrokên bêhûde, çîrokên ji peyvên bêdeng û dengên bêpeyv afirî. Helbûkî çîrokên me misêwa dengekî bêhngennî û bêdengîyeke bê bêhn bexşî wan dikin. Na na, xeletîyek di vê yekê’d heye. Ne amin im jê, ez dibêm ne guh in, tiştin din in. Belbî jî hew tiştek be. Heke tiştek be, tiştek kare bibe pozek jî, pozekî kuftikî û ş’anikek li serî. Na, ne şane, ş’anik. Devê min girtî ye, pozê min bi goşt e û hilmê nastînim. Baş e go Derseta tim di wexta xwe de tê û devê wê min me’hrûm nake ji hilmê. Niha hilma min li ber min e û çavên min li pozê qelew e. Ew kalikê li wî zemanê dî li ser kevir rûniştî, bi hewara min ve tê û dixwaze hişê min safî bike ji teşqeleya fikrê, fikirînê. Tillîkên wî jî notanî ên min ditikînin ‘eynî deqa li ser kevirê hanê û ji nişka ve tê hişê min nebersiva ez li bendê: Kûçik hev du bêhn dikin, lema kûçiktîya xwe ji bîr nakin. Na, bêhnkirin kûçiktîya wan ji bîra wan dibe, lema ‘esl û feslê xwe wenda nakin. Ne bawerim pîrê nava min fam bike bê evqas çîrok çi dibêjin. Lê ev pîrê derveyî min kî ye, te dî ev ê çend milyon sal in li ser wî kevirî rûniştîye û ez li çîrokên wî guhdar dikim? A rast ‘heta niha çîrokek jî negotîye. Hew carekê ez bûm şehadê gotineke wî; gotina Dînozor ji devê wî derket, dînozor ji zikê gotina wî welidî û çîrokên dînozoran dest pê kirin. Lê min fam nekir bê çîrok çi dibêjin, tim qala tiştna dikirin go min qet pê nizanîbû. Lema ji mecbûrî min jê pirsî bê Nezanîn çi ye, ew jî mecbûr ma bersiva min bide, weke zanyarîyên tune giştik kuta kiribe, awirên xwe ji deqa l’ser kevir neqetand û go, Nezanîn, nezanîn e û hew. Ji wê çaxkê de tevliheviya hişê min zêdetir bûye û nema zanim bê bûyîn jî çi ye.

Zszz.

Ne şaş bim ew ê din qala min dikir. Ew ji min re dibê Ew ê din, ez jî ji wî re dibêm Ew ê din. Lewra ne mumkûn e em fam bikin bê kî ew ê din e, kî çîrokbêj e û ew ê çîroka wî tê gotin kî ye. A qenc ew e em bihêlin çîrok bê gotin. Madem famnekirin û nezanîn rewa ye, em jî li çîrokê guhdar bikin. hErê erê, ewko nizane du nigên wî kêm in, heke zanibe jî nizane çima kêm in. Helbûkî gava ez û Derseta li Perestgeha Re’hîbeyan a Babîlê pev şa dibûn du nigên min hebûn, lê niha her çar nigên min jî kêm in. Na, ji çaran dudu kêm in. Offf, ez qet bi jimaran ewle nabim! Çimkî qet rastîyê ji min re nabêjin. Loma dev ji jimartinê berdim çêtir e. Vêga ez ê qala gû bikim. Lewre hew gû tê bîra min. Nayê bîra min bê ez kengî hatim, an hinan ez hanîm vê tarîxaneya teng, axir wexta li vir hatim ser hişê xwe, na, nizanim meriv çawa tê ser hişê xwe. Hema çawa min çavên xwe vekir bêhna gû ji min dihat. Ne bi pozê xwe, bi çavên xwe min gû bêhn dikir. Amin im, çimkî pozê min wesfê bêhnhilanînê ji zû ve wenda kiriye. Roja ez û dînozor ji dawa dêya xwe ketin pozê min wesfê xwe wenda kir. Min qala gû dikir. ‘Eyn weke dibêjim, wê çaxkê bêhna gû ji min dihat, niha jî bêhna gû ji min tê. Wê çaxkê rêwî bûm, niha jî rêwî me.

Çipt çirp

Naxêr, ez ji derekê nayêm û narim derekê – derek ez pê’d herim tune. Ez li vir im. A rast nizanim vir jî ku ye. Bi qinyeta min milyonan sal in ez li ser vî cismê ‘hişk im, belbî kevir be jî. Bi tenê me. Ne bi tenê me. Kesekî bi navê Enkî jî li vir e, ez çi dikim ew jî heman tiştî dike. Ez tiştekî nakim, em tiştekî nakin. Birra carna jî Derseta tê, wexta dibîne hilma min diçike devê xwe dixe devê min û hilma nava xwe berra devê min dide. Te’hma lêvên wê hundirê devê min tijî dike. Qet naxwazim te’hma xweş a lêvên wê ji devê xwe birijînim, loma dikişînim pişika xwe, paşê tîbûna xwe bi xwezîya wê dişkînim û nava min dibe mala Dersetayê. Ne şaş bim, wextekê têkilîya me kevin bûbû, Derseta şevekê bi hêrs rahişt têkilîya kevin û ji dêvla biavêje qutîka tozê bi xeletî avêt hundirê qede’ha şerabê, têkilîya me bû gul û di nava şerabê de vebû, serê me xweş bû, em xweş bûn, xweş bû û nûbûn li dewsa kevinbûnê bi cî bû. Nizanim, ez dibêm qey ne werrê bû. Herhal dînekî Swîsreyî ev çîrok j’min re gotibû.

 

Ez li ser pirê û pir li neqeba jiyîn û mirinê:

Li vî alî, Dersetayê ez dixwarim

Li wî alî, kurmik wê min bixwun.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *