Hevpeyvîna bi Celalê Hemȇ ra

Hevpeyvîna bi Celalê Hemȇ ra

Nevîҁirkekî binemala Zoro Axayê mezinekî mîrgeha Xaltanî 

Kemal Tolan, Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê 

Weke ku min gotiye, “divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn“ (*1), tiștȇn ku ewan nivîsandiye ewan li gorî xwe danexwanȇ kirin. Ez bixwe tȗcarî ji wan çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê me bi hemd, ji bo berjiwendî ȗ hevalbendȇn xwe tev sernivîsandine.

 

Celalê Hemê – Na birȇm, ewan gelek jȇ, kirine kiras ne dinê!

 

KEMAL TOLAN -Vȇca ez hȇvîdikim ku, em Kurd bikaribin dîroka mîr, beg, axa , ol ȗ civakȇn xwe , li gorî kevnariya zargotin, foloklor, dokument, wȇje, ҁavkanî ȗ berjiwemndiyȇn netewa xwe binivisînin ȗ wan tomarbikin.

 

Min di nav zargotina gelek rȗspiyȇn me Ȇzdiyan ȗ bi taybetî jî di nav yȇn Xaltî de, nav ȗ dengȇ Mîrza Axa, yȇ ku di wextȇ xwe de mezinekî mîrgeha Xaltanî yȇ buye bihîstiye. Ezȇ niha li gorî zanîn ȗ derftȇn xwe hewilbidim, hinek pirsan li ser kesayetî ȗ serpȇhatiyȇn malbata Mîrza Axa yȇ, ji te birayȇ Celalȇ Hemȇ ȗ yȇ ku nevîҁirkekî mala Zoro Axa yî bikim.

 

KEMAL TOLAN – Kekê Celal ez te nasdikim, lê dîsa jî tû di karî nav û paş navê xwe ji min ra bibêjî?

 

Celalê Hemê – Pêşîn gelek gelek memnûn ji bo vê keda te û bi hezara jî camêrên weke te, yên ku kultur û adatên bavkalên me yê welatê Xalta û Xaltanî yê dinivisînin.

 

Ez Celalȇ Hemȇ ji nevîyekî mala Zoro ȗ weke gencekî wan ku eva serȇ 46 sale li awupa dijîm. Pașnavȇ me Dag e ȗ li bajarȇ Hannover ȇ dijîm.

 

Tiștȇ ku ez dizanim, em mala Zoro di her wextî de xwe, weke Xaltî hatine ȗ tȇne nasandin. Di bin navȇ me yȇ Xaltî de hergav gelek bavik hebȗne ȗ pȇșîyȇn me jî qebȗl nekirine ku, em xwe weke Ședikî bidine naskirin. Lȇ gelek kesan jî me mala Zoro weke bavikȇ Ședikî anjî serokȇ eșîra Ședikî dane nasandin. Niha jî, tu kes me li herȇma Wȇranșehirȇ weke eșîra Ședikî ya nasnake ȗ her kes me weke Xaltî dinase. Van cȗdekirina bavikan mala me xirakiriye.

 

KEMAL TOLAN – Kekê Celal, tû dikarî ji me ra bibêjî, ka hûn bi çend bavan karin xwe bigihînine Mîrza Axa yê?

 

Celalê Hemê – Min dixwast ji bo bersiva vȇ pirsa te, pȇșîn bi navȇ bav anjî apekî xwe dest pȇbikim, lȇ ji bona lȇkolîna te , tiștȇ ku min ji bavȇ xwe Ahmed , Pîr Sebrî ȗ hwd.bihîstiye, pȇșîn jixwe destpȇbikim.

Ez Celalȇ Hemê me. Hemê Kinhê, Kinhê Kolos, Kolosȇ Aqo, Aqo yȇ Îskan, İskanȇ Zoro, Zoro yȇ Mîrza Axa, Mîrza Axa yȇ Têlî, Tȇlî yȇ Kok Axa. Încar birayȇ min li virȇ raweste. Li gorî me ji dost ȗ birayȇ weke te siwalkirine û bihîstiye, kalikekî me yȇ bi navȇ Zoro yî din jî hebȗye. Weke ku ez dizanim, Zoro Axa yȇ 1 li Zivingȇ ҁȇbuye.

 

KEMAL TOLAN – Sihet xweș keko ȗ binȇre min di 06.08.2005 de, daremala we ji rahmetiyȇ xalȇ Ahmedȇ Silȇman (*2) -Acar piskiribȗ ȗ ewî jî hingȇ gote min: 1 -Hemê – Ahmed birȇhevin, 2 -Kinhȇ, 3 -Kolos, 4 -Aqo, 5 -Iskan, 6 -Zoro 2, 7 -Mirza axa, 8 – Tȇlî ye.

 

Her weha rȇzdar xalê Ebedînê Ahmed (*3) jî, di 01.04.17 Celle gote min : min jî ji apȇ xwe Mecîdȇ İskan bihîstiye ku bavȇ mala Zoro yȇ 7 – Mîrza axa, 8 Mîrza yȇ Zoro1 -, 9 Zoro yȇ 1 Lewend, 10 Lewendȇ Kokeb ȗ 11 Koke bȇ Kok Axa ye.

 

Celalê Hemê – Sipas ji rahmetiyȇ xalȇ Ahmedȇ Silȇman ra ȗ rahma Xwedȇ lȇ be! Raste, niha hate bîra min ku, bavȇ min Ahmed jî bi dehȇn cara, bahsa navȇ Tȇlî dikir. Xwedȇ bi saxiya apȇ Ebedînȇ Ahmed ra be……

 

KEMAL TOLAN – Keko te bihîstiye ku, navê law anjî birayekî Mîrza Axa jê Tem anjî Temo hebû ?

 

Celalê Hemê – Belȇ, belȇ Temȇ di binemala me de heye ȗ binemala me digotin,Temȇ kurȇ Mîrza Axa ȗ birȇ Zoro ye.

 

KEMAL TOLAN -Belȇ nivîskar birȇ Orhan Basî jî nivîsandiye û dêje, „rahmetiyê bavê min Siloyê Simo (z.1935 û m.2015) ji min ra digot, gava Mîrza Axa ji Ridwanê derketiyê, dûre kurê wî Tem – (Temo?) li dewsa bavê xwe buye mezinê Ridwanê.

 

Celalê Hemê – Meznantiya Mîrzikȇ Zaza û şerê Ridwanê li ser dema Îskan, Qaso û Bişarê Zorro Axa yê 2 de buye. Min ji dîtiye ku „Ruspiyên malbata me her car digotin, Bişarê kurê Zoro Axa 2 di wextê Mîzik de, tevî çend siwaran çuye Ridwanê. Bişar û Mîrzîk li ser fikra şerê dibe bi hevûdinê şêwirîne . Êvarê hinga buye şev Bişar rabuye gotiye, divê ez vegerim, ez dizanim wê qusumetekê bê serê me. Qaso gence û tecrûba wî tûne. Gava Bişar di serê şefeqê de tê digihîje serê Qêrê Qubînê dibîne, wa mala Ferhoyê Hizêr axa dordora gundê Zivingê ve girtine.

 

Xalê Ebedînê Ahmed dêje, „wexte Mîrza axa ji Serhedê hatiye, ew pêşîn têne Ridwanê û dûre ji Ridwanê diçine Baximzê. Hinga mala Mîrza ketiye Baximzê pê ve, Ozmanê Emer, yê hingê Koçer û kirîvê Mîrzik bû hatiye bikeve Baximzê. Lê Mîrza qebûl ne kiriye. Ozman diçe dêje kirîvê xwe Mîrzîk, Mîrza nahêle em li Baximzê bicî bivin. Mîrzik tê dêje Mîrza û Çelê, ez û Ozman kirîvê hevûdinê ne û dixwazim hûn musade bidin bila Ozmanê Emer jî bila bikeve Mezirkê. Gava Ozmanê Emer di Mezirkê de bi cîbû pêve ewî bavikên Berekiyan berdane hevûdinê û Êzdî ji hev qetiyan. Dûre Şerê Dela jî di vî wextî de rûdide.„

 

Celalê Hemê – Dibe belkî..

 

KEMAL TOLAN – Belê şikir wa xalê Ebedînê Ahmedî saxe û ew vê zargotina xwe makdike.

 

Celalê Hemê – Dibe, çima na. Ez vê meselê a niha ji te û xalê Ebedîn dibihizim.

 

KEMAL TOLAN – Xale Ebedînê Ahmed yek ji wan xizneya ku, hîna gelek tişt li ser singê wî de hene. Lê mixabin, kesî ji min pêve xwe negihande û gotinên wî ne nivîsandine.

 

Celalê Hemê – Pir başe, ev jî sihûdeke…

 

KEMAL TOLAN – Başe kekê Celal, tû dizanî wexta ku mala Zoro ax 2 diçe Zivingê, kîjan gundên Êzdiyan, yên ku di nava Niqîba de bûne di bin desthilatdarîya wî de bûne?

 

Celalê Hemê -Tiştê ez dizanim ezê ji birayê xwe ra bêjim, gundê Hiznamîr û Awîskê heya wextê Fêroyê kurê Îskan ji tê de bûne.

 

Fêro yê Îskan di Awîskê de şerekî pir mezin li dijî Romê kiriye. Inap, Kelhok, Texerî, evana di wextê Zoro Axa de jî di wir de bûne. Xaltanî buye û tev merivên hevbûne. Ev hingê Niqîbî û heremeke bi serê xwe bû.

 

KEMAL TOLAN – Belê ji xwe di her herêmeke Êzdiyan de jî, mîrgehek û mezinek tê de hebûye. Ji xwe xale Ebedînê Ahmed jî navê gundên di herêma Niqîba de, ji min ra weha bi nav kirine: Ziving, Heznamîr, Hethetik, Nazdar, Bolind, Barincê, Awîsk, Dela, Newalê, Kelhok, Texerî, Hecirê, Şêxevinda, inap, Zuxwir, Qorixê,heta ber Qubînê tev gundên Niqîba ne.

 

Celalê Hemê -Mala Xwedê hezar carî ava , ku xalê Elî hebû û te çêkiriye. „Iyi ki doğdin“.

 

KEMAL TOLAN – Sipas dikim. Belê eva jî herêma ku mala Zoro Axa 2 tê de hikumdar buye.

Kekê Celal, tû dizanî di vî wextê ku ev șerê Dela çêbuye de, hingê mala Zoro hatibûne Zivingê û ketibûne van herdû gundên Delana „Pașo û Qaşo“? Ji xwe te jî bahsa navê Qaso ku di nav malbata we de hebû kir.

 

Celalê Hemê -Erê Qaso di şerê Dela û yê bi mala Ferho ra de buye. Qaso di şerê wexat bavikê Basa çûne li avê xistine de şer kiriye. Gava ev merivên me yên tevî Tem ji me qetiyane çûne alê Basa, Qaso di hingê li ber avê jî şer kiriye. Tiştê ku min bihîstiye, Qaso di nav vî şerê Dela de şehid buye. Delana „Qaşo“ jî hêja ji te bihîst.

 

KEMAL TOLAN – Camêran dibêjin, Delana „Başo û ya Qaşo“ hene.

 

Celalê Hemê – Ê me, me digot Delana Qaso. Heta bavê min Ahmed, ji xwe rûspiyê me bavê Ahmed bû. Gava nevîyê wî yê kurê Elî çêbû, ewî navê Qasimê Zoro lêkir û gotê Qaso.

 

KEMAL TOLAN – Belê, dema meriv li vê sitrana “Şerê Delan (1830) “, ya ku rahmetiyȇ Xelîlȇ Berfȇ di kasetekî kevn de sitraye û min ew di sala 2000 de weşandiye binêre, di wir de navê Qasim -Qaso yê Zoro Axa xweş tê binavkirin:

 

„Heyla dayê Delane

Heyla bavo Delane

Sîno digo:

Emo lawo de delane

Qasim lawo delane

Lê lê Rewşê mala bavê şewitiyê delane

Delanê başo di şewite li serê dûmane

Ezê hawar dikim, hawar nayê wê.

 

Ez wer difikirim ku, dengbêjê rahmetî û gelekî dinê jî , ji bo lihevanîna (ekla -awaza) dengê xwe , carnan navê Qaso kirine Qasim,Başo, Paşo û hwd..

 

Dûre gava ku herêma Niqîba ji bin desthilatdariya malbata Zoro Axa derketiye pê ve jî, êdî dengbêjên xêrxwazên Reşkotî anjî Pencînarî yan, di sitranên xwe de bi hemd gotine “Delana Paşo, Qaşo” jî.

 

Her weha em ji zargotinê dibihîzin û gelek camêran jî li ser vî babetê Dela nivîsandine. Ez nikarim niha navên tevan yeko yeko bibêjim, lê bi taybetî ezê niha ji te ra vê mînaka ku kekê min Xerzî Xerzan, di gotara xwe ya bi navê Mîrza Beg (Mîrzikê Zazaê Ridwanê de nivîsandiye, bi tevayî dirêje û ez nikarim tevî bixwînim. Lê ew dêje, „Dela du gundê nêzîkî hev bûne. Gundekî ra gotine Dela Paşo,ya din ra Dela Qaşo. Binelî Kurdên êzdî bûne, feqîr ji qebîla Niqîba. Malmezina Niqîba berê da jî mala Zoro ye. Wê demê ew gundana di bin bandora wê malê da bûne yan ne, eyan nîne. Mala Zoro li gondê Zivingê da mane, ew jî weke 5 -6 km ji Dela dûre. Cîyê Dela berçem e. Çemê Xerza (Ridiwanê) li ber wan ra dikşe, diçe digîhîje milê Diclê. Çemekî pirav e. Alîkî çêm Dela bûne, aliyê din zîyareta Şêx Evinda. Dela û Qubîn weke 3 km ji hevdu dûrin.“ (*5) .

 

Celalê Hemê – Ev îş mezin bû. Wat e serê xwe pê êşandiya, divê em jî tişna bikin û piştevaniya vê bervedan -xebata te bikin.

 

KEMAL TOLAN – Min xwast bidime xwanê ku, van tiştên ku em bahsdikin, ne ji serê xwe tenê bahsdikin. Em ji ber gotinên camêran dêjin û wekî dinê jî gelek nivîskaran bi serê xwe, bi taybetî jî ew nivîskarên me yên li Ermenîstan – Sovyeta berê diman, em sipasiya tevan dikin, yeko yeko. Ewan jî gelek li ser vê mijarê nivîsandine û şixwe tû dizanî ku Dr.Eskerê Boyîk pirtûkek li ser nivîsandiye (*4). Gelek nivîskarên me hene ku bahsa van tiştan kirine, Heciyê Cindî û hwd.rahma Xwedê li miriyan be, ewan wezîfa xwe kirine, em jî wezîfa xwe bikin.

 

KEMAL TOLAN – Kekê Celal te bihîstiye ku, li herêma Varto –Gimgimê yê de, gundekî bi navê Zoro (tirkî:Esenler – : Muş varto zoro köyü ) [*6] girêdayî navçeya Mûşê û geliyekiî bi navê “Geliyê Çemê Zoro (Arapderesi)” heye?

 

Dûre ez di nav înternetê de li navê Zoro Axa 1 geriyam, min dît ku vaye li herêma Varto –Gimgimê yê de, gundekî bi navê Zoro (tirkî:Esenler – : Muş varto zoro köyü ) [*7] girêdayî navçeya Mûşê û geliyekiî bi navê “Geliyê Çemê Zoro (Arapderesi)” heye.

 

Celalê Hemê – Pismamê Kemal, bingehê Êzdiyatîyê ne tenê mala Zoro û Xaltanî bi tenê ye. Bingehê Êzdiyatiyê ji Serhedê hatiye. Serhed, weke ji navê wê tê fahmkirin ciyê hed û sede. Heya vê dawiyê camêra jê ra gition, Serhed.

 

KEMAL TOLAN – Erê gava em li pêşiyên xwe digerin, em navê pêşiyên xwe jî li wirê dibînin. Em dixwazin bizanibin, ka ev tişta me digîne hevûdin, naghîne hevûdin.

 

Ev şerê mala Ferho Hizêr axa û mal Zoro (*8). Te navê Ferho Hizêr axa bihîstiye şixwe?

 

Celalê Hemê – Min baş bihîstiye.

 

KEMAL TOLAN – Tu dizanî, ew ji kîjan eşîrê û kîjan gundî bûye?

 

Celalê Hemê –Bi Xwedê, tiştê Elî ji min ra got, Elî heya avukatekî wan jî naskiribû, ev mala a niha qeliya ye. Li gorî gotina Elî û em û mala Ferho Hizêr axa heft cara bûne kirîvê hevî xwînê. Heft cara jî kirîvatiya di nava me û wan de xira bûye. Ew timî li me qelibîne, tim şer ji me xwastine. Qasimê kurê Zoro Axa, yê ku di şerê Dela de hate kuştin, di pêşa Ferhoyê Hizêr axa de sinet buye.

 

KEMAL TOLAN –Sihet xweş, min jî ji gelek camêran bihîstiye û li kilaman guhdarî kiriye. Hinek nivîsên nivîskarên ku li ser vê hatine belakirin, li ba min hene. Lê van lêkolînvan çiqas rast gotine..

 

Celalê Hemê – Divê meriv taqîb bike !

 

KEMAL TOLAN – Mesele niha bernama camêrekî lêkolîner navê wî Salihê Heydo (*9) ye. Bernameyeke bi taybetî li ser Ferhoyê Hizêr axa û Selîmo lawo çekiriye.

 

Sipas ji bo kekê Salihê Heydo, ew di nav nasîna kesayetî û dîroka Ferhoyê Hizêr axa de dêje, „Ferhoyê Hizêr axa gelek șerên bi eşîrê dora xwe û Êzidiyên Xalta re, ku avaya şerê xwe bixweyîtiyê bû ye û yên bi dijminê doza Kurd ra Osmaniyan ra kiriye“ (*9).

 

Xalo Ebedînê Ahmed (*2) dêje, „mala Ferhoyê Hizêr (izêr) axa ji zozana têne Şerbet koyî û têne Zivingê. Dibêjin Ziving axa me ye .

 

Çend peyvên şer yên ku têne bîra min jî weha ne:

 

Li qûçka ba Texeriyê şer di navbêna wan de dertê..

Kilama wî jî dêje,

Li Qendîla binê cahdê a Hamê wa bi zile û hevûdinê ariyan e

Reqe reqên demançan bi ser hevûdinê ra berdane

Ferhoyê Hizêr axa Mamê Qilikî divê, kul têkeve berî Mamê Elê Qilikî,

Ferhoyê Hizêr axa divê, bi serê bavê te min sê sala nanê te xwarîye, ti pişta xwe bide min şerê xwe bike bi mêranî.

Minê îtbara xwe bi wî şîrheramî anî,

bi niama Şerîf kim, bi sonda timam û bi naê mala axê kim

Îsal heft salê min e hîna devê rima wî ye kule,

min hêja ji tu kesî ra ne gotiye.

Ada min li ber Xwedê be, ez ji dû mala Zoro venagerim,

heya wan di Kela Ribatê derbasnekim,

pîyê hemdaniyê nekime ava Qizila , ez ji dû wan venagerim.

 

Wextê Mamê Elê Qilikî lê naxe dibê,

rabe rabe Mala Ferho mala mêran e û mala Zoro mala şêra li hevûdinê arîyane

Hefad û xweşmêr bavê Xatê Hesoyê Balo (Ev jî Êzdî bû) ne

Kî ji mala xwe rabû teseliya xwe lê kir,

li ser laşê Hesê Balo bavê Xatê kirine gêre. „ (*2)

 

KEMAL TOLAN – Axa û begê me li dijî Osmaniyê şer kirine û ev cînarê me, heke em bêjin axayên kurdên bisilman, ewan jî alîkarî ji dewleta Osmanî distandin. Pişta me û axayê me bi wê yekê hatiye tewandin. Eger ne, belkî evqas birakujî jî di nav me de çê nebûna.

 

Celalê Hemê – raste, raste….

 

KEMAL TOLAN – Werhasil, gelek nivîskar û lêkolînvan jî bahsa vî şerî kirine .. emê êdî vê mijarê wisa bihêlin , ev babet ji min û te ra girane . Ji xwe ji ber van qelsîtiyan me ne dixwast berê xwe bidine van tiştan û em nikarin ji bin hemî baran derkevin. Êdî emê li virê bihêlin..

 

Celalê Hemê – Te tiştekî gelek baş kir. Min bawernedikir ku, tû hişê min jî hewqasî vekî. Her tişt gelek baş bû, ez memnûnim…

 

KEMAL TOLAN – Başe gelek sipas û malî ava . Tême çavên te û siheta te xweş, ji bo ku te wextê xwe jî da me. Hêvîdarim, emê bikaribin wecibê xwe berdewam bikin!

 

Celalê Hemê -Ez jî ji bo vê xizmeta te ye zêrîn gelek sipas dikim. Ez dibêm , rahma Xwedê li dê û bavê te be . Xwedê emrekî dirêj bide wan delalê te !

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *