SCHINDLERÊ KURDAN: CEMÎLÊ (BAHRÎ) KONÊ

SCHINDLERÊ KURDAN: CEMÎLÊ (BAHRÎ)  KONÊ

Gernas û mêrxasekî Êzdiyan ku gelek ermenî ji qirê parastîye

Îbrahîm Osman

 

Cemîlê Konê, gernas û mêrxasekî Êzdiyan bû, ku wî xwîna xwe xist mista xwe, di serdema Komkujiya Ermeniyan de, bi ked û wêrekiyake bêhempa bi sedan Ermenî ji ber pêla komkujiyê rizgar kirin.

 

Du miletên ferman lê rabûyî, xwedî dîrok û çîrokên reşqedera wan cêwîk, cîranên hev, Ermenî û Kurdên Êzîdî.

 

Osmanî, bermayên wanî îro ku navê komarê li xwe kirine û îslamîstên tundrew û fûndamentalîstên mejî qilêr, her wext bûne qesasê serê her dû miletan, nehîştine ku ev miletên belengaz rojekê bi tenê jî ber xwe bibînin. Ji ber ku di ferhenga wan de yên xwe Tirk û musilman nebînin “kafir in.“ Ew her bi vî çavî li van ol, dîn û baweriyan dinêrin. Do jî û îro jî hê vê hovîtî, nijadperestî, faşîstî û barbariya xwe li pêşberî çavê dinyayê eşkere dajon.

 

Ermenî û Kurdên Êzdî, ji ber baweriyên xwe yên xweser bi gelek neheqî û zalimyan re rû bi rû man. Hatin kuştin, mal û milkên wan talan bûn, koçber û derbeder bûn. Lê belê, dibe ku ji sedema êşên wanî cêwî û hevpar be, ev her dû cimat, gelek caran li gel berdêlên giran jî, li hev xwedî derketine û di ber barên hev rabûne. Ji hev re bûne destik û balpişt.

Mînakek ji vê xezîneya civakî a ku îro mijara vê nivîsê ye, li jêr e.

 

Di dema komkujiya Ermeniyan (1915) de, Êzdiyê ku bi sedan Ermenî ji komkujiyê rizgar kirin, kî ye?

 

Ew mêrxasê ku îro mijara vê gotarê ye, ji Cemîlê Konê (Bahrî) pê ve ne kesekî din e.

 

Cemîlê Konê kî ye?

 

Cemîlê Konê, lawê dê û bavekî kurdên Êzdî ye, bi eslê xwe ji herêma Efrînê ye. Cemîlê Konê li sala 1892 li Helebê ji dayik bûye. Bavê wî ji herêma Efrînê, navçeya Cindirêsê, gundê Kurda hatiye û li Helebê bi cî bûye. Dayika Cemîlê Konê, Emîna Elî ji herêma Reco, gundê Hopka ye.

 

Cemîlê Konê, dema hê çarsalî ye, bavê wî dimre û ew di zarokiya xwe de sêwî dimîne. Dayika wî, wî bi destê xwe mezin dike û mîna roniya çavê xwe li Cemîlê biçûk mêze dike.

 

Cemîlê Konê, li destpêka salên 1909 li Stenbolê dihere dibistana “Deniz Harp Okulu” (Dibistana Herbê a Deryayê).

 

Di sala 1911 de wekî Mekanîk Mulazim-î Ewel (üsteğmen) akademiya deryayê diqedîne. Ji xwe wî wextî navê wî dikin “Bahrí.”

Di heman salê de, li Darülfünunê xwe li Fakulteya Hiqûqê qeyd dike. Salekê li vir perwerda hiqûqê dibîne. Pişt re bi mebesta bibe pisporê mekanîk ê fabrîkeyên Thorncroft ê, ku berê di vê mijarê de perwerde dîtibû, ji bo perwerdeya xwe bi pêş bixîne û bibe pisporê pîşeya xwe, perwerdeya xwe a hiqûqê di nîvî de dihêle û dihere Brîtaniyayê.

 

Cemîlê Konê, di sala 1912 de tevlî şerê li Balkanan dibe. Di van şeran de ji ber wêrekîya xwe, xelata wêrekîyê werdigire.

 

Cemîlê Konê, di destpêka şerê cîhanê ê yekê de û di pêvajoya jenosîda Ermenyan 1915 de, li navçeya Bîracûka Ruhayê tê erkdar kirin.

Li Bîrecûkê dibe rêvebirê atolyaya deryayê ya çêkirina kelek û belemeyan ji bo artêşê. Ev atolya ji bo xizmeta artêşê bike û di ser ava Ferêt re wezîfeya derbaskirinê bi cî bîne, ji bo çêkirina belemeyên ser avê, hatiye damezirandin.

 

Cemîlê Konê, wezîfeya xwe di bin banê artêşa Osmanî ya pêncemîn de bi cî tîne. Ew alîkariyeke bê hemta dide qefleyên sirgûnên Ermeniyan ên ku tên Bîrecûkê ji bo di ser Ferêt re derbas bibin û koçberî Sûriyê bibin. Li Sûriyê jî dê çi were pêşiya wan diyar e. Kuştin!

 

Cemîlê Konê wî wextî hê di bihara temenê xwe de ye. Lê li gel vê jî, ew metirsiya li ser cimata Ermeniyan dibîne, pê hest dike û dilê wî li ser wan pirr dişewite. Ji ber ku ew ji jenosîd û fermanên ku di dema Împaratoriya Osmanî de li Êzdiyan rabûne agahdar e. Lema ew, heta ku derfeta wî heye, bi sedan sirgûnên Ermen ên ji herêma Dilûkê ku ji bo surgûnê hatine, wan li atolyeya ku ew bi rê ve dibe, navên wan wekî hosteyan û karkeran dinivisîne, qeyd dike.

Bi vê yekê wan ji bela û bobelatê diparêze, li wan xwedî derdikeve. Ew Ermeniyên ji bo sirgûnê hatine ku di ser Ferêt re derbas bibin, bi saya serê Cemîlê Konê, li wir dimînin. Li derdorê Ferêt konên xwe vedigirin û malbat giş li ba hev dimînin.

Cemîlê Konê hejmareke mezin ji Ermeniyên ku wekî qurbanî hatine neqandin, ji mirineke misoger a kambax diparêze. Ew bi vê yekê tenê jî namîne, bi Xaça Sor re pêwendiyan çêdike, alîkariya cil, xurek werdigre û pê wan malbatan xwedî dike. Bi taybetî ew alîkariya kalemêr û pîrejinan dike û qaşqûn û firarên eskeriyê di bin siya xwe de diparêze.

Biryara İttihad û Traki aşkere bû. Kî yekî/e Ermenî biparasta û di mala xwe de xwedî bikira dê aqûbeta wan jî wekî a Ermeniyan bûya. Cemîlê Konê ev berdêl dizanîbû, bi rixma wê jî a ji destê wî dihat texsîr nedikir.

 

Li gorî nivîsa Bogharyan a di Ayntabagank ê de li sala 1974 an hatiye weşandin, malbatê ku Cemîlê Konê ew rizgar kirine, hinek ji wana ev in:

 

Sinanian • H. Sinanian • Levon Sinanian • S. K. Çokluyan • K. K. Çokluyan • Harout Körükçüyan an jî Kürkçüyan • Levon Sinanian • Hagop Levonian • Yegia Dağıcıkluyan • Hagop Miralyan • H. Sinanian • M. Çancıyan • Mihran Khaçeryan • M. Taşçıyan • Arto Körükçüyan • Sarkis Kıbçıyan • Hovahannes Poladyan • M. Avakian • Hovhannes û Kevork Şnorhokyan.

 

Cemîlê Konê, di sala 1921 de li Helebê di nava cîgirên damezrêner ên “Komeleya Qurbaniyên şer”, Gazî û Mexdûran de cî digre û heta mirina xwe li wir xizmetê dike.

 

Di sala 1923 an de dibe dîrektorê herêma Bilbilê. Di sala 1929 de jî dibe dîrektorê herêma Cizîrê. Lê ji bo perwerdeya maşîne û adewatên çandiniyê, li Edenê dibistanekê dadimezirîne. Ji bilî wê, di derbarê maşîne û amrazên çandiniyê de gotaran dinivisîne û gotarên wî di rojnameyên herêmî de tên weşandin. Dibistaneke dudiyan jî bi heman armancê li Helebê ava dike.

 

Cemîlê Konê, wekî mirovekî wêrek, dilsoz, dilpak, jîr, rêzdar, çalak, mirovhez û hûmanîst alîkarê jar û bêkesan tê naskirin. Di hêla ilm, zanîn, helbest û nivisandinê de jî têra xwe jîr û têgihîştî ye. Ji bilî zimanê zikmakî ê kurdî, bi zimanê tirkî, erebî, îngilîzî û hinekî jî bi almanî zanîbû.

 

Cemîlê Konê di 25 Gulana 1967 an, di 75 saliya xwe de li Helebê li pey xwe du keç û du kuran dihêle û diçe ber dilovaniya Xwedê. Wî ji zaroyên xwe re mîrateyeke mirovhezî, civakî û çandî hîşt.

 

Bila Ezdanê dilovan wî giyan buhiştî bi rehma xwe birahimîne.

 

Çavkanî: https://dirokurd.blogspot.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *