Ez kêm im, ne tam im

Ez kêm im, ne tam im

Welat Agirî

 

Gulmek dudu li îskana xwe xist, bi tiliya xwe ya berane, lêva îskana xwe a kaxizîn paqij kir, got:

“Fikr û raman ne wekhev bin jî problem nîn e. Di nav wana de jî, gelek hizb û îdeolojî hene, ku wan ji hev cihê dikin”.

Min jî gulmek li çaya xwe xist:

“Li gel bawerî û îdeolojiyên cuda, ka çawa yekitiyekê tînin holê?”

“Ya yekitiyê çêdike, hêz e, qewet e, zor e, yanî dewlet e. Hebûna dewletekê hebûna rê û rêbaziyan e, ku welatî herçiqas xwediyê fikr û ramanên cuda bin jî, mecbûr in rêz û hurmetê ji îdeolojiyên din re bigrin”.

“Tu di vir de xelet î apo, ka çi çax fikrên min û te ji aliyê wan ve giramî û rêzdarî hatine dîtin?”

“Tu tê negihiştî bavê apo, min got welatî hurtmetê nîşanî welatiyan dikin”.

Gotina wî baş hatibû têgihiştin, lê dîsa jî min xwest bi pirseke din merama wî zelal bikim:

“Ma em ne welatî ne, qey em kole ne?”

Îskana xwe di destê xwe de bir û anî, çend çirkan bê deng ma:

”Em ne kole ne, ne jî welatî ne. Ger tu ji min bipirsî, ez bi xwe kêm im, ne tam im”.

”Ez jî kêm im, ez jî ne tam im”.

”Wisa ye, em tam hatin dinê, lê em ê kêm jê bar bikin”.

”Partî û siyasetmedarên kurda, dibêjin ger fersend bikeve destê me, em ê yekitiyeke xwezayî çêbikin, ew îradeya bi me re dikare hemû pirsgirêkan safî bike”.

”Cînarê te dest daye ser zevî, mal û milkê te, tu jî radibî dibêjî, cînarê min! erê herçiqas te ez li rûbarê dinê perîşan kiribim jî, ez ê te bi îradeya xwe bikim kesekî demokratîk, ez ê te bikim merivekî baş, tê merivayê ji min hîn bî, cînaro!”

“Yanî tiştên pûç û vala ne ?”

”Tiştekî me tune em bidin wan birayê min, jixwe hebûn û tunebûna me di destê wan de ye. Kêm nikarin tama tam bikin, lê dikarin bi tedawiyekê kêmasiya xwe hilînin, xwe am û tam bikin. Helbet beriya we jî divê xêrxwazek an jî gunehkarek qelem û rastkêşekê hilîne, ji me re ji jorê heta jêrê xetekê bikşîne. Îca bi wê xetê em ê bibin welatî, ez sedî sed pak nebim jî, tê xwe tam bikî, lewma tu hê ciwanî.”

”Mebesta te bi xêzkirina xetê çiye?”

Xortê delal a tu dibînî ev rawestgeha Xuristanê ye, welhasil rêwitiya min heya wê derê bû. Wez ê niha peyabim, lê hê li pêşiya te gelek rê heye. Tu hê ciwanî, Xwedê bike wê xetê bi çavên serê xwe bibînî. A, de ji te re oxir be…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev