BANGA Hevalbendîya hogirtîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra

BANGA Hevalbendîya hogirtîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra

Hevalbendîya hogirtîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra ji bo qeder-çarenûsa civaka olî ya êzdîyan pir xemgîn e.

Ew civak ji hemûyan bêtir ji têrorîstên Daîşê zirar dît û niha nûnerên wan di rewşeke here dijwar da dijîn. Di rastî yê da ew civaka olî ya kevinare li ber qirbûnê û windabûnê ye. Em rewşa dijwar ya wê civaka kêmjimar didine ber çavan û ser wê bawerîyê ne, ku gerekê guhdarîya we bidine ser van xetên li jêrê:

-Em ser wê bawerîyê ne, ku êzdîtî, bingehên wê yên felsefî û ruhanî mîrata kevinare û dewlemend ya tevaya gelê kurd e.

-Em kurdên êzdî dihesibînin wek beşeke gelê kurd, ku bi salan ber xwe dide û hewil dide serxwebûna xwe bi dest xe.
Kurdên êzdî dilê gelê kurd in û emê destûrê nedine tu kesî wana ji bedena gelê kurd biqetîne.

-Qedera civaka êzdîyan, parastin û pêşxistina wê, wek ya tevaya gelê kurd, bi damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê va girdayî ye.

-Em ser wê bawerîyê ne, ku pêwendîyên dilgiran yên di navbera kurdên musulman û kurdên êzdî da, ku ji dem û dewranên buhurî tên, û pir caran ji alîyê hêzên derva ra têne helandayîn, herwiha qedirê hev negirtin û fanatîzma dînî, ku serî hildane, dibine sebeb, ku ji hemûyan pirtir civaka êzdîyan jê zirar dibîne, gerekê bêne lêkolînkirin, zelalkirin û şermezarkirin.

-Bi bawerîya me, hemû rûpelên bedbext yên dîroka kurdan gerekê ji me ra bibin ders bona bikaribin pêwendîyên dilovan, berbihêr û biratîyê saz bikin seba bigihîjine armanca sereke – avakirinaa Kurdistaneke serbixwe, ku hemû civakên dînî yên gelê kurd tê da cî bigirin.

-Em ser wê bawerîyê ne, ku tenê damezirandina dewleta kurdan dikare bibe KEFÎLÊ parastin û piştgirîkirina civaka dînî ya êzdîyan.

Mixabin, îro di nava civaka êzdîyan da dubendî-dutîretî peyda bûye, di navbera wan da yekîtî û hevgirtin tune bona bikaribin paşeroja xwe a geş saz bikin. Kurdên êzdî di navbera partîyên kurdan yên sîyasî da “hatine paravekirin”.

Pirsa ka êzdî çi milet e qestbende û bi zanebûn tê werimandinê, ya ku carina gelek germ û gurr dibe. Rêberên û gelek rêxistinên vir û derew peyda bûne, ku xwe wek “xwedî û parastvanên” hemû kurdên êzdî yên dinyayê dibînin.

Bi vê yekê ra girêdayî, em ser wê bawerîyê ne, ku tenê Şêwra Ruhanî ya êzdîyên dinyayê û rêberê dînî Mîr Hazim Tehsîn beg xwedî hukum in, ku ji navê civaka ruhanî ya êzdîyan xeberdin. Bi fikira me ji alîyê beşeke kurdên êzdî înkarkirina kurdbûna xwe zirareke mezin dide hema civaka êzdîyan bi xwe.

-Em ser wê bawerîyê ne, ku gerekê li rex desteya ruhanî ya bi serokatîya Mîrê êzdîyan Şêwra ruhanî ya ji nûnerên êzdîyan yên binavûdeng yên tevaya cihanê bê sazkirinê, ya ku gerekê di demên me yên nerehet da sîyaset û stratêgîya civaka êzdîyan ya tevaya cihanê amade bike.

-Em bangî hemû partîyên sîyasî yên hemû perçeyên Kurdistanê dikin “karta êzdîyan” ji bo berjewandîyên xwe, bo heq-hesabên partîyên xwe bi kar neynin.

-Em bangî Hukumeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê dikin karkirina xwe ya bi civaka êzdîyan ra bidine geşkirinê, çalakîyên Departamenta kar û barên Wezareta olî yên di hêla êzdîyan da bidine qewînkirinê, belkî jî statuyeke bilindtir bidine wê.

-Em berê xwe didine hukumeta Herêma Kurdistanê û bang dikin Bernameyeke bo demeke dirêj ya bona çareserkirina pirsgirêkên kurdên êzdî amade bike.

-Em bangî Hukumeta Herêma Kurdistanê, hemû rêxistinên kurdî yên sîyasî û civakî dikin hereketên xwe bikine yek bona ji alîyê hevalbendîya Navnetewî da naskirina gelkujîya êzdîyan li Şengalê.

-Em bangî hemû kurdên êzdî dikin bi Hukumeta Herêma Kurdistanê, hemû rêxistinên kurdan yên sîyasî û civakî ra tevayî bi êginî kar bikin û bigihîjine wê yekê, ku Bexda xalên 140î yên Destûra Îraqê pêk bîne bona hemû axên kurdan yên dîrokî, di nav wan da herwiha Şengal jî, bikine nava axa Kurdistanê. Em wisa bawer in, ku îro çarenûsa kurdên êzdî bi wê yekê va girêdayî ye.

-Em ser wê bawerîyê ne, ku Şengal gerekê di nava teşkîla Kurdistanê da, wek beşeke wê a dîrokî, statuya parêzgehê bistîne.

-Em de`wê dikin hemû desteyên çekdar yên neqanûnî ji Şengalê derkevin, rê bidine êzdîyên ku bûne penaber bi serpereştîya Pêşmergeyan û artêşa Îraqê vegerin cî û warên xwe, bona derbazkirina referendumê.

-Em bangî Hevalbendîya Navnetewî dikin alîkarîya hûmanîtar, ku didine penaberên kampên Kurdistanê, bidine zêdekirinê.

-Em bangî hemû hêzên aqilmend yên civaka êzdîyan dikin hereketên xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin dijî pêvajoyên qels, dijî bêhurmetîyê, dijî karên hêzên der, ku hewil didin perçebûnê bixine navbera miletê kurd.

Serokê Hevalbendîya hogirtîyê û hevkarîyê bi gelê kurd ra Yûrayê Şamil Nabîyev

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev