Beyannameya FNDK derheqa pêvajoya bo yekîtîya hêzên kurdan li Sûrîyê

Beyannameya FNDK derheqa pêvajoya bo yekîtîya hêzên kurdan li Sûrîyê

FNDK bi guhdarî û balkêşî bala xwe dide pêvajoya hevgirtina hêzên kurdan li Sûrîyê ku van dawîyan destpê bûye.

Hilbet, her gaveke bona yekîtîya gelê kurd dilê me şa dike, em pê şanaz dibin.

Em helwesta hêzên navnetewî yên mezin bona nêzîkîhevkirina hêzên kurdan yên welatparêz li Sûrîyê dinirxînin û bilind qîmet dikin.

Em ser wê bawerîyê ne, ku bona gelê kurd îro lazim e li Rohilata Nêzîk hemû hêzên welatparêz bibin yek.

Êdî dem hatîye nelihevîyên navbera hev da bidine alîyekî û xwe bicivînine dora platforma netewî ya yekgirtî boy xatirê bîranîna bi hezaran xort û keçên kurd, ku xwîna xwe ya paqij rêtine bona paşeroja azad ya gelê me. Şervanên kurd, ku kedeke here mezin kirine nava karê serketina di hindava çeteyên Daîşê da, efatîyên wan ji alîyê civaka navnetewî ya gelek welatên cihanê da bilind hatîye qîmetkirin.

Temamîya dîroka gelê me ya pir sedsalan îzbat kirîye, ku dema em hevgirtî bin, kes bi me nikare!

Kurdên Sûrîyê (Kurdistana Rojava) kedeke mezin kirine nava tevgera netewî-azadarîyê li hemû perçeyên Kurdistanê û di nava tevaya gelê kurd da layîqî qîmetekî bilind û rûmeteke bi nirx bûne.

Em bawer in, ku hêza kurdan a yekgirtî li Sûrîyê wê bibe nûnera layîq ya gelê kurd li Kurdistana Rojava li hevraxeberdanên navnetewî bona aramkirina rewşê li Sûrîyê, wê li ser bingehê qanûndarîya çareserîyê ya Neteweyên Yekgirtî bi awayekî rûsipîtî piştgirîya mafên kurdan yên netewî li wî welatî bike û bi ser keve.

Em ser wê bawerîyê ne, ku her serketineke gelê kurd, di her perçeyekî Kurdistanê – ew serketina tevaya gelê kurd e.

Em bi dilxweşî bala xwe didine mehkembûna pêwendîyên baş yên di navbera serokatîya Herêma Kurdistana Îraqê û rêberên sîyasî û leşkerî li Kurdistana Rojava, di navbera Serokkomarê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serleşkerê desteyên SDF Mazlûm Kobanî da.

Bira bijî yekîtî!

Bira bijî gelê kurd!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *