EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -3

EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -3

Me beşa pêşin û duduyan ya vê nivîsa delal ya ji 4 perçeyan berî çendekê çap kiribû.

Em îro beşa 3an çap dikin.

 

Faysal DAĞLI

 

RAGEHANDİNA KOMARÊ

 

Roja 17’ê Kanûnê 1945’an Mahabadiyan bi daxwaza otonomiyê li bajêr meşekî lidarxistibûn û avahiya Adliyê ya remza dawîn a rejimê dagirkiribûn. Ala Kurdistanê hatibû daleqandin. Edî tenê roja îlankirina Komarê mabû. Qazî Mihemed ji bo ku hêzên dagirker ji pîlanên xwe agahdar bike, Evdirehman Zehîbî û Elî Reyhanî şand bo konsolosên Brîtanî û Amerîkî. Ew jî li Tebrîzê bi rayedarên Sovyetê û Serokê Azarbaycanê Cafer Pişewerî re rûnişt.

 

Bi vî awayî Roja 22’ê Çileya 1946’an wek roja îlankirina Komara Kurdistanê hat tesbîtkirin. Meha Çile, zivistana sala 1946’an e. Rayedarên Partî Demokrat, ji mêj ve ji bo rojeke dîrokî amadekariyan dikin. Ji Mako, Xoy, Selmas, Urmiyê, Seqiz, Bane, Sine, Kirmaşan û Îlamê gelek Kurd bûne mêvanê Mahabadê. Şêniyê bajêr gelek zêdebûye û di hemû malên Mahabadê de mêvan hene. Bi hezaran kes di nav kincên xwe yê cejnê de di sehera roja 22’ê Çile ya sala 1946’an de li Meydana Çarçira kombûne. Di malan de kes nemaye. Peşmergeyên Kurd di nav ûnîformayên leşkerî yê fermî de, li derûdora meydana rêzbûne. Kursiya axaftinê û avahiyên derûdorê bi alên Kurdistanê hatine xemilandin. Ji çiyayên derûdorê bayekî cemîdî di nav kolanên Mahabadê de digere. Lê Mahabadî li benda pêşwaziya dîrokê ne û ne di xema serma û seqemê de ne.

 

Qazî Mihemed tevî heval û rayedarên Partî Demokrat û mêvanan ber bi Çarçira ve dimeşe. Li kêleka wî kesên wek Hacî Baba Şêx, Qedrî Cemilpaşa, Hêmin, Hejar, Mela Mistefa Barzanî, Sidîq Heyderî, Menaf Kerîmî, Seyîdxan Humayon, Sêyfî Qazî û gelek kesên naskirî civiyane. Serok û mezinên eşîr û malbetên Kurd biheyecan û hurmeteke mezin li dora meydanê rêzbûne. Qazî di nav qapûtekî leşkerî de derdikeve ser kursî û bi dengekî bilind û bi hîssen mexrûr dest bi axaftina xwe dike: ‘’Ji niha û pêva Komara Xudmuxtar ya Kurdistanê hatiye damezrandin.’’

 

Ev mizgîna Qazî tevî dirûşme, tilîlî û dengê fîşekan li asîmanan belav dibe. Piştî sikûnetê Qazî wiha didomîne:

‘’Min be Xuda, be kelamî ezîmî Xuda, be nîştiman, be şerafetî millî Kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm, ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî û berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikoşim û nisbet be cimhûrî Kurdistan û yekitî gelî Kurd û Azerbaycanê, mutî û wefadar bimênim.’’

 

Piştî vê axaftinê, Sêyfî Qazî hat ser kursî û Qazî Mihemed wek Serokkomarê Kurdistanê ragehand. Meydana Çarçira ji çepik, fîgan, dengê tifingan û tilîliya Mahabadiyan kerr bûye. Mahabad êdî paytexta Komara Kurdistanê ye. Paşê dema def û zirne û govendê tê. Mahabadî heta tariya şevê li kolanan şahiyan lidardixin.

 

Efserê Sovyetê Yarmakov ji dûrî ve di hindirê jîpa xwe de merasima komarê temaşe dikir. Sovyet durî Kurda sekinîbû û tevlî îlana komarê nebûbûn. Piştgiriya Sovyetê kerhen hebû.

 

HİKÛMETA KOMARÊ

 

Piştî ragehandina Komarê, di cîvina 11’ê Sibatê de wezîrên hikûmetê hatin diyarkirin. Pirraniya wezîran ji kesên xwenda yên malmezin hatibûn hilbijartin. Qazî Mihemed jî êdî wek ‘’Pêşewa’’ dihat binavkirin.

Li gor Rojname ya Kurdistan, kabîne ya hikûmetê wiha bû:

 

Serokkomar; Qazî Mihemed.
1. Serokwezîr; Hacî Babe Şêx.
2. Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar; Mihemed Sêyfî Qazî.
3. Wezîrê Propaganda yê; Sidîq Heyderî.
4. Wezîrê Perwerde û Hîndekariyê; Menaf Kerîmî.
5. Wezîrê Karê Navxweyî; Mihemed Emîn Mûînî.
6. Wezîrê Tenduristiyê; Seyîd Mihemed Eyûbiyan.
7. Wezîrê Aboriyê; Ehmed Îlahî.
8. Wezîrê Kar; Xelîl Xusrewî.
9. Wezîrê Ragehandinê; Kerîm Ehmediyan.
10. Wezîrê Bazirganiyê; Hacî Mistefa Dawûdî.
11. Wezîrê Dadê; Mele Husên Mecdî.
12. Wezîrê Kiştûkal û Çandiniyê; Mihemed Welîzade.
13. Wezîrê Kar Derve; Hacî Ebdulrehman Elxanîzade.
14. Wezîrê Avadankirinê: Îsmaîl Elxanîzade.

Her wezîrekî li gor pereyên demê 65 Dolar maaş digirtin. Qazî Mihemed maaş nedigirt.

 

HATİNA KURDÊN BAŞÛR BO MAHABADÊ

 

Di sala 1945’an de eşîrên herema Barzan û Rêxistina Hîwa li Başûrê Kurdistanê ji bo mafên netewî serhildabûn. Nevbera deşta Hewlêr û Dihokê xaka Kurdistanê ji Artêşe İraqê hatibû paqijkirin. Di pevçûnên ku çend meh domiyan de hêzên Kurd derbeyên mezin li Artêşa İraqê xistibûn. Li ser vê yekê Artêşa İngîlîz bi alîkariya hin eşîrên Kurdên hevkar mudaxeleyê serhildanê kiribû.

 

Mele Mistefa ji bo ku di nav Kurdan de şerê navxeyî dernekeve û sivîlan ji balafirên İngîlîzan biparêze, biryar da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe. Hêzên Başûr ku pirraniyan wan Barzanî bûn berî ku derbasî İranê bibin, bi rêya efserên Kurd İzzet Evdilezîz û Mistefa Xoşnav jî ku endamên Hiwa bûn, li Tebrîzê bi rayedarê Sovyetê Dr. Samedov re têkili danîbûn û ji bo derbasbûna ji sînor Moskowayê agahdar kiribûn. Di Cotmeha 1945’an de gundiyên Barzan di bin sihêtiya Peşmergeyan de ji heremên Gelyêşîn û Mêrgewerê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn. Balafirên İngîlîz heta koma dawîn ji xeta sînorê İraqê derbasbû sivîlan bombardiman kiribû. Hijmara penaberan nezî 10 hezarî bû.

 

Piştî ku Mele Mistefa Barzanî derbasî Rojhilat bû, rayderên Sovyetê ji wî rica kirin ku demekî ji çavan dûr keve. Li ser vê yekê Mele Mistefa tevî hin şerwanên xwe qasî dû mehan li herema Serdeşt li Gundê Mîrava bicîh bû û paşê derbasî Şîno bû.

 

Serokê Barzaniyan Şêx Ehmed jî tevî malbata xwe li Mahabadê bicîh bûbû. Rewşa Barzaniyan ne baş bû. Birçîbûn û nexweşî dibû sedemê mirina gelek jin û zarokan. Di rojên peşîn de hin serekeşîr û malmezinên Rojhilatî biguman nêzikî Barzaniyan bûbûn. Bi wan re têkilî dananîn û alîkarî nekirin. Piştî ku di navbera rayedarên Partî Demokratî Kurdistanî İran û Barzaniyan de têkilî çêbû ev rewş guherî û Rojhilatiyan dest bi alîkariya penarberên Başûrî kirin.

Hingê Qazî Mihemed bi fermaneke nivîskî ji serekeşîr û malmezinên heremê re nameyan şand û ji wan xwest ku ew bi hemû derfetên xwe alîkariya penaberên Başûr bikin. Kurdên Başûr li Mahabadê bi hurmet û rêzeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di nav de endamên komîte ya navendî ya Partî Demokratî Kurdistan û gelê bajêr li derveyê Mahabadê çubûn pêşiya Barzaniyan. Roja îlana Komara Kurdistanê jî, Mele Mistefa li kêleka Qazî Mihemed bû.

 

TİFİNGÊN SOVYETÊ

 

Di Newroza sala 1946’an de şerwanên Başûrî li Mahabadê kombûn û çekên nû li wan hatin belavkirin. Piraniya çekan tifingên Brûno û Colt bûn û ji alî Sovyetê ve hatibûn şandin. Sovyetê piştî damezrandina komarê di meha Sibatê de, di dû seferan de 5 hezar tifingên piyade, tifingên otomatîk û demançê teslîmê rayedarên Kurd kiribûn. Dema ku heyeta Kurd ji Bakûyê zivirîbû jî rayedarên Sovyetê 1200 tifingên Brûno şandibûn Mahabadê. Ev jî sîlehên Artêşa İranê bûn û Sovyetê dest danîbû ser. Evan çekan, heta damezrandina artêşê di depoya tutûnê ya Mahabadê de hatibûn veşartin. Sovyetê sozê dayina tank û topan jî bicîh neanîbû.

 

Hêzên Başûrî/Barzanî wek sê yekîne hatibûn tanzîmkirin. Mele Mistefa jî wek fermandarên Hêzên Komara Kurdistan hatibû tayînkirin û rutbeya genaraliyê dabûn wî. Ji Başûrê Kurdistanê efserên wek İzzet Evdilezîz, Seyîd Ezîz, Seyîd Evdila, Mistefa Xoşnav, Mîrhac Ehmed, Mihemed Mahmûd Kudsî, Evdirehman Muftî, Şevket Efendî, Bekir Evdilkerim, Xeyrûlah Evdilkerim, Nûri Ehmed Taha, Mihemed Salih û Ehmed Efendî Goyî jî derbasî Rojhilat bûbûn û di Artêşa Mahabadê de cîh girtibûn. Gelek ji van efserên Başûrî endamên Hîwa bûn.

 

Piştî ku 2200 şerwanên Başûrî bi çekên nûh hatin tanzîmkirin li Saqiz li dij Artêşa İranê ketin sengeran. Ew der sînorê navbera Komara Kurdistanê û İranê bû.

8 hezar şerwan jî ji eşîrên Rojhilat tevlî artêşa Komarê bûbûn. Di artêşa Komarê de qasî 70 efserên Rojhilatî jî hebûn ku wan di Artêşa İranê de karkiribûn.

 

XEBATÊN ÇANDÎ Û REWŞENBİRÎ

 

Sînorên Komara Kurdistanê li herema ku di navbera sektorên dagira Sovyet û Brîtanya de dirêj dibû. Ji Mako heta Seqiz, ji Miyandûaw heta sînorê Başûrê Kurdistanê di bin sihêtiya rêwebiriya Kurd de bû.

Li aliyê din têkiliya komarê, bi bajarên Kurdistanê yên di bin herama dagira İngîlîz û Sovyetê û dewleta İranê re jî didomiya.

 

Yek ji karên sereke, ku Komar pê rabûbû û girîngî didayê, damezrandina çapxaneyeke mezin bû. Di meha mijdarê de Sovyetê ji Kurdan re çapxaneyekî şandibû. Ji bo di warê têkiliyan de pirsgirêk dernekevin di fermiyêtê de ev çapxanê bi 100 hezar Tumenê İranî hatibû firotin.

 

Piştî ku çapxane gihîşt Mahabadê, gelek rojname, kovar û pirtûk hatin weşandin. Rojname ya Kurdistan dest bi weşanê kir. Ev rojnameya ku wek organa fermî ya PDK’ê bû, li heremê di warê rewşenbîriyê de pêleke nûh afirandibû.

 

Kovara Niştiman di Çile ya sala 1943’an de dest bi weşanê kiribû. Ev kovar ji alî Komelayî Jiyanew Kurdistan yanê JK ve dihat derxistin û organa fermî ya vê rêxistinê bû. Li Tebrîzê bi awayekî dizî dihat çapkirin û li Başûrê Kurdistanê jî dihat belavkirin. Sernûserê Kovarê Ebdulrehman Zebîhî bû û bi navê Bêjen nivîsên xwe dinivîsand. Niştiman heta dawiya sala 1943’an de derdikeve û bi giştî 9 hijmarên wê tên zanîn.

Hijmara yekem a Rojnama Kurdîstan di 11’ê Çile ya sala 1946’an de derdikeve. Di serê ewil de dû rojan carek, an jî heftê sê car derdiket. Kurdistan bi giştî 113 hijmar hat weşandin. Heta niha 60 hijmarên vê rojnamê bidest ketiye.

 

Kovara Hawarî Nîştîman ku ji alî Sediqê Enciri Azer ve dihat derxistin yek ji weşanên komarê bû. Hijmara yekem di Newroza sala 1946’an de hatiye derxistin.

 

Ji bo zarokên Kurd bi navê Girûgalî Mindalanî Kurd weşanek ji bo zarokan hat derxistin. Sernûserê vê kovara yekem a zarokên Kurd, Mela Qadirê Muderesî bû û tenê 3 hijmar hatibû derxistin.

 

Disa li bajarê Bokanê bi navê Helale kovarekî heremî hat derxistin. Sernûserê Helale Hesenê Qizilcî bû.

Herwiha Kovara Hawarî Kurd jî hatiye weşandin. Ev kovar berî Rojname ya Kurdistan tê derxistin. Sernûserê vê kovarê Mihemedê Shapesindî bû û bi navê Azer dinîvsand.

 

Kovara Kurdîstan jî vê demê di kanûna 1946’an de hatiye weşandin. Sernûserê kovarê Seyd Mihmedê Hemîdî bû.

 

Li aliyê din di vê demê de li Tahranê ji hin kovarên Kurdî hatine weşandin. Yek ji wan Kûhestan e ku ji alî Dr. İsmaîl Erdelanî ve hatiye derxistin. Di Kûhestanê de nivîsên Farsî jî cîh girtine. İhsan Nûrî Paşa jî di vê kovarê de nivîsandiye.

 

Ji bilî çapemeniyê radyoyeke Kurdî jî dest bi weşanê kiribû. Di hijmara 43’an ya 4’ê Gulana sala 1946’an a Rojname ya Kurdistanê de nûçe ya weşanên Radyo ya Mahabadê tê dayin û wiha tê gotin: Li Mahabad a peytexta Hukûmeta Netewî ya Kurdistanê, Radyo ya Kurdistanê diaxife.

 

Radyo ya Kurdistanê herçend tenê li derûdora Mahabadê tenê dihat guhdarkirin jî li ser guhdarvanan bandora xwe hebû. Sovyetê li gor peymana Bakuyê ev radyo tevî çapxanê, wek alîkarî dabû Kurdan.

Sînemayeke seyar jî li herêmê digeriya û filmên welatparêziyê û bi taybetî filmên li ser şoreşa Sovyetê nîşandida. Hin kampanyayên sînemaya seyar yên İngîlizan jî li Mahabadê fîlman nîşan didan.

 

Gelek komên şanoyê bi lîstikên ku temayên wan welatparêzî bûn, di nav gel de digeriyan. Bi pêkanîna ev komên şanoyê astê rewşenbîriya gel dihat bilindkirin. Bi taybetî şanoya Dayîkî Niştiman, ku pir deng veda, rojnameyên İranî behsa pêşwaziya Kurdan ya vê şanoyê dikirin.

 

Rayedarên komarê ji bo di nava gel de xwendewarî bipêşbikeve, ji bo mezinan jî dersxane hatibûn vekirin. Ji bo ku zarok hissa dewlemendî û feqîriyê nekin, hemû zarokan kincên wekhev lixwe dikir û ev kinc ji alî dewletê ve dihat dayîn. Tenê li Mahabadê 200 hezar xwendekar hebûn.

Dibistanên ku wek Medreseyên Gelawêj dihatin zanîn, di dîroka Kurdistanê ya dema nûjen de mektebên yekem bûn ku te de xwendina bi kurdî dihat kirin.

 

Li Komara Kurdistanê ji bo mafên jinan ji girîngî dihat dayin. Di adara sala 1946’an de li bajêr Yekîtiya Jinên Kurdistanê hatibû damezrandin.

 

Ji bo derfeta xwendina zarokên keç li Mahabadê ji bo keçan jî dibistanekî hatibû vekirin û gelek keçên Kurd li vê dibistanê dest bi xwendinê kiribûn.

 

Wêje û çanda Kurd di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de gelek geş bûbû. Bi saya rojname, pirtûk, dibistan û xebatên din hijamara nivîskar û xwendevanan Kurd zêdê bûbû. Helbestvanên navdar Hêjar û Hêmin ji berhemên dema Komara Kurdistanê ne, ku di wêje ya Kurdî de wek stêrka tên naskirin.

 

Li gor peymana Kurd û Sovyetê, xwendekarên Kurd wê li Sovyetê bihatana bicîhkirin û di zanîngehan de buxwendana. Di dawiya meha nîsanê de dû komên cuda ku bi giştî ji 55 xwendekarên Mahabadî pêkhatibû, berê xwe da Bakû yê. Ew li vir di Dibistana Leşkerî de hatibûn bicîhkirin. Li gor peymanê wê di demên paş de gelek komên din jî bihatana şandin û ev xortên Kurd wê bibûna kadroyên Komara Kurdistanê.

 

KÊMNETEWÊN Lİ KURDİSTANÊ

 

Di nav sînorê Komara Kurdistanê de wê demê kêmnetewên olî-netewî yên wek Cihû û Ermenî jî dijiyan. Komara Kurdistanê, ji bo mafên çandî û siyasî yê kêmnetewan tedbiran girtibû. Cihûyên Mabahadê di roja 26’ê Çileyê de merasimek mezin lidarxistin û damezrandina Komarê pîrozkiribûn.

 

Di salên rêvebirya Kurd de hîç kesek ji bo bîr û rayên siyasî û olî nehatibûn lêpirsîn. Komar bi awayekî demokratîk dihat birêvebirin. Wek mînak zindanên Azarbaycanê bi girtiyên siyasî ve tijî bûn. Gelek kesên, ku dijberê Sovyetê bûn an jî hevalbendên rejima Şah bûn, hatibûn kuştin. Lê di Komara Kurdistanê de hîç kesek, ji ber ramanên cuda nehat girtin an jî cezakirin. Dijberên Komarê û yên Qazî Mihemed, dîsa ji alî Qazî ve dihatin parastin.

 

Di hemû dema desthilatdariya Komara Kurdistanê de tenê kesek bi navê Xefur Mehmûdyan, bi sûcê casûsiyê ji alî rayedarên Sovyetê ve li Mahabadê hatibû kuştin. Bi vê taybetiya xwe Komara Kurdistan li heremê dewleta herî demokratîk bû.

 

Komara Kurdistanê ji bo debara dewletê karê aborî jî dikir. Wezaretên Bazirganî û ya Aboriyê bi rêkûpêk bacê komdikirin. Ji bo bazirganiyê şirketeke bi navê ‘’Tûrûkî’’ hatibû damezrandin. Tiştên firotin û bazirganiyê yê serekê titûn û hesp bûn. Rayedarên komarê dû ton tutûn firotin Sovyetê. Yekitiya Sovyetê li Mahabadê bi navê Esadov, berdevkekî bazirganî jî bicîhkiribû. Dîsa efserên Sovyetê ji Kurdistanê hesp jî dikirîn. Herwiha di navbera Kurdên başûr û rojhilat de ji bazirganiya sînor domdikir. Dîsa Komara Kurdistan bi taybetî bi Azarbaycanê re jî pêvendiyên bazirganiyê pêşbiribû.

 

TÊKİLİYA KURDİSTAN Û AZARBAYCANÊ

 

Dewletên cîran yên Komara Kurdistanê, yanê Tirkiye, Iraq û İran damezrandina Komara Kurdistanê ji bo berjewendiyê xwe xeter didîtin. Ji ber vê yekê, bi rayedarên Komarê re têkilî dananîn. Lê ji ber tirsa Sovyetê wan nikaribûn destdirêjiya komarê jî bikin.

 

Piştî dagira İranê ji bo bi Kurdan re di têkiliyê de bin, Sovyetê çend efser wezîfedar kiribûn. Serokê vê komê General Atakşiyof bû. Paşê efserên wek Gazalyof, Selahadin Kazimof, Caferof, Fetullahof, Haşimof, Yarmakof û Dr. Samedof bû. Ev rayedarên hanê hemû Azerî bûn û heta rûxandina Komara Kurdistan li heremê mabûn. Herçend Kurd û Sovyetê di gelek xalan de lihev nedikirin jî di navbera wan de têkiliyên germ hebûn.

 

Têkiliya Kurdan ya bi rayedarên İngîlîz û Amerîkî jî bi rêya balyozxana Tahran û Tebrîzê didomiya. Ji dîplomatên Amerîkî Archibald Roswelt piştî vegera xwe ya Amerîka, di derbarê Komara Kurdistanê de, di kovara Middle East Journal de, di Tîrmeha sala 1947’an de lêkolînekî dirêj û pozîtîf nivîsandibû.

 

Ji mêj ve di serî de Bakirov, rayedarên Yekîtiya Sovyetê û Komara Azarbaycana İranê ji serê ewil ve xwestibûn ku Kurdistanê wek eyaletekî bi Azarbaycanê ve girêbidin. Lê piştî ku Kurdan van daxwazan qebûlnekir û komara xwe îlankirin, ew neçar man ku bi vê rewşê razî bibin û Kurdistanê nasbikin. Li aliyê din li dijî dewleta nawendî pêdiviya herdû komaran bi hevre hebû. Di navbera herdû hikûmet u gelan de carna hin pirsgirêk jî derdiketin. Sînor tevlîhevbûn. Di nav xaka Azeriyan de Kurd, di nav xaka Kurdan de jî Azerî hebûn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wiha di 23’ê Nîsana sala 1946’an de li Tebrîzê di navbera Kurd û Azeriyan de Peymana Yekîtî û Bratiyê hat morkirin. Serokê Kurdan Qazî Mihemed û Serokê Azeriyan Cafer Pîşewerî di hevdîtinan de tevî heyetên xwe hazir bûbûn. Garantiya peymanê di bin çavderiya Sovyetê de bû.

 

Xalên peymanê wiha bûn:

1-Dema ku pêwîst be herdû alî jî, li welatê din karê nûnerekî fermî tayîn bike.
2-Li Azarbaycanê cîhê ku Kurd lê zêdene, di daîreyên dewletê de karmendên Kurd, li Kurdistanê jî cîhê ku lê Azerî zêdene, karmedên Azerî di daîreyên dewletê de tên wezîfedarkirin.
3-Ji bo pirsgirêkên aborî yê navbera aliyan, licneyeki aboriyê tê damerandin.
4-Pêwîst be herdû alî di navbera xwe de peymanên leşkerî lidardixin û alikariya hevûdu dikin.
5-Di hevdîtinên bi dewleta İranê re herdû alî, raya komara din jî digre.
6-Herdû komar ji bo pêşxistina derfetên bikaranîna ziman û çandî ya şêniya ji gelê din, ku di nav sînorê wê de dijîn, tedbîran digre.
7-Kesên ku ji bo têkbirina dostanî û hevkariya navbera herdû gelan hewlbide, wê ji alî herdû gelan ve tên cezakirin.

 

Herçend di navbera komarên Kurdistan û Azarbaycanê de peymaneke hevalbendiyê hatibû lidarxistin jî, ji aliyê îdeolojîkî û rewşa rêvêbiriyê de di navbera Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê ferqên mezin hebû. Azerbaycan bi sîstema komunîstî û di bin siya Sovyetê de dihat îdarekirin. Komara Kurdistanê bi sîstemeke lîberal dihat birêvebirin. Kurdistan di gelek waran de bi demokrasiya rasterast dihat îdarekirin.

 

(beşa dawî piştî çendekê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *