Navên Kurdî

Navên Kurdî

Hem Bozan Qeregêçîya

Di sala 1983 an de li gundê Xwazbegê (Gazibey) gire-dayî bajarê Rihayê ye hatiye dinê. Dibistan û Lîseyê li bajarê Rihayê dixwîne. Di navbera salên 2013-2015 an de li Zanîngeha Anadoluyê (Eskişehir) programê rêveberîya mehellî beşa sazûman û serkêşîyê kuta dike. Debara xwe bi karkerî û cotkarîyê dike, zewîcîye. Navên Kurdî pirtûka wî ya ewil e.

 

Derheqa pirtûkê da:

Her tişkek destpêk û çîrokeke xwe heye, destpêka vê xebata min jî ev e; heft-heşt sal berê ez ji bo hevalekî li pirtûkek navan û wateya wan gerîyam, lê min pirtûkê nedîtibû. Piştî vê min ji xwe re kire armanc ku ez li ser xebateke bi vî rengî bixebitim. Her ez xebitîm xebat pêşva çû, min dît ku gelek pişavtin û xerakirin li ser nav û paşnavan çêbûye. Bi wext re xebata min li gor armanca min bi goşt û hestî dibû. Dema ez li ser vê xebatê mijûl bûm çi di nav jiyana civakî de, çi jî li ser medya civakî de ez rasti gelek kêmasiyan bûm. Kesên ji ber qedexebûnê navên kurdî li wan nehatiye danîn hewl didan ku qet nebe li wê qadê navên kurdî li xwe bikin, û ji bo viya ji her li navên kurdî digeriyan û dipirsîn. Herwiha di lêgerîna ji bo vê xebatê de min dît li hinik hereman tê gotin; ku Guneh e mirov navên ne di Kur’anê de li zarokên xwe bike. Piştî min lêkolîn kir û dît ku ev fikir ji binî de şaş e; ev di dema Emewîya de wek fikrek netewperest derketiye, min li gotinên Hz Muhamed ên li ser navan mêze kir, ne gotîye ilam bira nav di Kur’anê da hebin an jî bi erebî bin, tenê gotîye “karê bav û dayikan ewe ku wateya nav, gotin û bihîstîna wan baş bi zarokên xwe bidin zanîn.’’

Li ser paşnava jî çend tişta bejim; paşnavên me jî pirr hatine xerakirin, ne li zimanê me tên, ne li dîrok û rastîya me tên, bi dîtina min paşnavên me navên cihên em lê dijîn wek navên; robar, çîya, navçe an jî navên bajaran be wek: Berferatî, Feratî, Zeydanî, Agirî, Semsûrî… an jî bi navê eşîra-navê bera’n be wê baştir be.

Navê kargeha û marqa jî bi navên kurdî bin baştir dibe.

Min di vê xebatê de ji navên mitolojik, navên keyseran yên Asûr, Med, Mîttanî, Hurî, Kasît, Urartû, Sumeriyan (bo ez bingeha çand û dîroka kurda dibînim) sûd wergirt û navên Robaran, Gelîyan, Deştan, Çîya’n, Çem’an, Şilav’an, Navçeyan, Bajaran, Kulîlkan, Dar û Riwekan, Rewşen, Biran, Berxwedaran, Zanyaran (ê nav bi kurdî ne). Hinek jî li gorî wateya wan min çêkirin, di navda hinek bi zaravayên Soranî û Zazakî ne, ew di nav kevanekên da hatine nîşandayîn. Navên din hemû yên kurmancî ne. Hinek nav hem di nav soranî û zazaki da hene, hem jî di nav kurmancî de. Min navên wateya wan xweş, gotin û bihîstana wan xweş berhev kirin.

Wekî Mîr Celadet Elî Bedirxan jî dibêje; ”Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.

Hêvî dikim em jî bi zimanê xwe lê ser koka xwe bijîn…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *